Senfoniya stêrkan!

 

 

 

 

 

 

 

 

Pêşkêşî hunermenda leheng ''Delîla'' û hemû hunermendên şehîd...

dîsa asîmanê welatê min stêrkek din girte hembêza xwe...
stêrkek ji dilê Ameda birîndar...
îşev semfoniya stêrkane li asîmanê welatê min...

dê ka were stêrka min, berî çûyîna xwe ji min re qala çiyayan bike
qala welatê min, qala mirin û nemirine...

rast e dibêjin; tenê denge ku dimîne?
her şev, stêrkek bangî min dike, xewnên min diçirîne...
her şev min bi xwe re dibin asîmanan...
dibin nava ewran...her şev mêvanê dengekim
carna Sefkan...
carna Mizgîn...
carna Serhed...
şevek Hogir...
şevek Çiya...
û carna jî Erdewan...

lê îşev...
dengek nû...
bilindtir... lê di qirikê de mayî, bangî min dike
dengek nİyas...lê nayê bîra min
çend roj berê, li welatê min gulek bû stêrk...
çû asîmanan
stêrk bûn xweziya wê ya herî mezin bû...

îşev semfoniya stêrkane li asîmanê welatê min...

her şev dibim mêvanê stêrkan
rast e, tenê denge ku namire...

denge ku ji mirinê re dibêje; jiyana min destpê kirîye...
çend şevin dengek min dike mêvanê Kurdistanê...

mêvanê çiyan...
mêvanê Amed...
mêvanê Aotan...
mêvanê Şirnex...
erê Delîlaya min...

niha dizanim ku tenê denge ku dimîne...