“Min gustîlka azadiyê têxist tilîka xwe, êdî ez azad im!”

Naskirina min a ji hevalê Sabrî, di sala 2005’an de çêbû. Gelek aliyên wî yên milê rêxistinî, moral û kêfxweşiyê di kesayetiya xwe de dihewand û ev bû sedem ku em demeke dirêj bi hev re bibînin. Bi qasî salek em bi hev re man.

Hesreta dilê wî û xeyala wî ew bû Gabarê bibîne. Dema hat Gabarê rexmî sala wî ne qediyabû, lê bi germahî û bi xwestek û hêviyeke mezin xwe tevlî hemû karan kir. Karê ku dikete pêşiya wî û pêwîstiyek hebûya, di pêkanînê de bi hêrs bû û kedeke mezin dida. Tu caran di hezkirina hevalan de cudahî nedixist navberê û her dem li ku derê bibûna bi hemû hevalan re alîkarî û pêşengiyeke bêhempa dikir.

Bi taybetmendiyên xwe di nava jiyanê de, heta dawîn dema rêxistinî rêxistinî bû, dema henekan qerfokî bû û dema disîplînê bi disîplîn bû. Ji ber van taybetmendiyan her dem di nava hemû hevalan de hezkirin û rêzgirtinek di asta jor de jê re dihate girtin. Li hember rewşa serokatî, şehîdan û gel her tim hêrsek di nava dilê xwe de hildigirt. Ev jî dikir ku, bikaribe bersivek ji van rûmet û nirxan re bide û her tim di nav lêgerînekê de bû. Li pey hedefên dijmin bû û her dem ji her cure pêşketinê re amade bû.

Di payîza sala 2005’an de, me amadekariya çalakiyeke mezin dikir. Me yê êrîş birina ser girê Zivingê û me yê gir rabikirina. Ji bona pêkanîna çalakiyê gelek kêşfên hevalan çêbû. Yek ji wan hevalan hevalê Sebrî bû ku gelek caran bixwe diçû keşfa çalakiyan. Li ser vî esasî gelek nêrînên wî jî hebûn ku em vê çalakiyê pêkbînin. Heval Sebrî pir israr dikir di rêza yekem de here çalakiyê. Lê wê demê gelek heval tevlî nebûn ku hevalê Sebrî di rêza yekem de di çalakiyê cî bigire. Lê dîsan wî hevalan guhdarî nekir û di rêza yekem de cî girt. Her dem digot; “Pirî caran ez çûme keşfê. Ji bona pêkanîna çalakiyê min gelek nêrînên xwe aniye ziman. Lewma divê ez li pêş bim.”

Dema ku pêşniyara wî pêk hat an jî hate pejirandin kêfxweşiyeke pir mezin ew radipêça û digot; “Ma tenê li vî girê 50 an 60 leşker hene û ewê nikaribin li ber xwe bidin.” Dema roja dawîn me berê xwe da ji bo çûyîna çalakiyê û ji hevalan xatir xwest, hevalê Sebrî bi kenekî mîna ku biçin dîlanekê û ji hevalan vediqetiya. Dema em di rê de bûn, hevalê Sebrî henek dikir û digot; “Hevalno, dema ez şehîd an birîndar bikevim, pêwîst e hûn bi min re mijûl nebin. Jixwe pir girs im û li ser xwe me. Ji bona vê pêwîst e hûn bi min re mijûl nebin.”

Bi vî rengî em çûn gir. Saet dozdehê şevê bû. Em di şêverêya leşkeran de dimeşiyan. Em gihîştin binya sergerê. Di navbera me û sengerê de sê an çar metre mabû. Em ji aliyê termala qereqolê ve hatibûn ferqkirin. Berê xeber ji sengerê re bê dayîn, hevalê Sebrî narîncok avête sengerê. Bi avêtina narîncokê re, hevalê Sebrî xwe avête erdê, bi avêtinê re hevalê Sebrî ket devika mayînê û di heman wextî de mayîn teqiya û ji lingê xwe birîndar bû. Bi vî halê xwe li me zivirî û got; “Heval xwe li benda tu kesî nehêlin û êrîş bibin ser dijmin. Ger gir nekeve, wê pir heval şehîd bikevin.” Di nava reweşeke wisa de, meraqa hevalan dikir. Piştî 20 deqe bi şûn de hevalan gir xistin û bi tevahî kete destê. Me lingê hevalê Sebrî girêda. Bi bihîstina xebera ku gir ketiye destê me hevalê Sebrî pir kêfxweş bû. Digot; “Pêwîst bû, ez niha li ser vî girî bûma. Lê nebû.” Di vegerê de, me hevalê Sebrî girt, heya sê saetan hevalê Sebrî li ser pişta hevalan jiyan dikir. Ji ber ku pir xwîn winda kir û pir êş kişand piştî sê saetan, hevalê Sebrî bêdeng bû û di nava vê bêdengiyê de beşdarî karwanê mirxas û êgîdan bû. Lê me nedixwest em bawer bikin.

Berî şehedetê wiha digot; “Hevalno! Dema ez şehîd bikevim, pir silavên min li hevalan bikin.” Ew dema min di nava xwînê de dît, ez pir hestiyar bûm û min wê demê hîs kir ku li ezmanê welatê min stêrkeke din jî xuricî û di nava çiyayê Gabarê de tevlî ronahiyeke pir mezin bû.
Xelekên narîncoka hevalê Sebrî, di têliyê wî de wekî hungulîska azadiyê bi rengên kesk, sor û zer hemû Botanê xemiland û dengek dawîn; “Silavên min li hemû hevalan bikin. Min hungulîska azadiyê têxist tilîkên xwe û hesreta dilê xwe dît û jiyan kir. Min Gabarê dît, vaye ez azad im”

Dayan Efrîn