XWEŞIKBÛNA RAZA ÇIYA!

Ji bona bîranîna rêheval Xelîl Dag(Halîl Uysal)

Di bihareke rengîn a ku starta meşa azadiyê ya gerîla da destpêkirin de, ku her diçe em ber bi fînala azadiyê ve diçin, bi bihîstina şehadeta cangorî û rêhevalên xwe, dil xwe ranagire û şewateke sotîner dil û hinavên mirov diperitîne. Her yek ji wan şitlek, her yek ji wan biharek, her yek ji wan jiyanek, her yek ji wan vejînek û her yek ji wan abîdeyên lehengiyê. Bi her xurîcîna stêrkek azadiyê ku beşdarî karwana şehîdan dibin re, stêrkek jî di şaneyên dilê me de dixurice û çîkên bêtarîf diafrîne. Her çîkek di dil de, girêdana bi wan re zexmtir dike û meşa me ya azadiyê, meşa me ya jiyaneke bi rûmet û di meşa me ya ji nû ve nirxên mirovantiyê vejînkirinê de riya me ronî û zelal dike. Hele hele ku van hevalan tu nas bikî, bi wan re parvekirinên te çêbûbin û berî ku dest bi meşa azadiyê bikin, bi hêviya hevdîtinekê tu wan bi peyva “serkeftin” rê bikî!

Gerîlatî; jiyaneke nû ye, tarz e, cudabûn e, li hemberî sazûmanên serdest pêkanîna vîna azad û bi rastiya mirov û xwezayê re yekbûn e. Berî ku beşdarî gerîla bibim, mirov gelek hevalan meraq dike û her dem bi hêviya ku wan bibîne, berdewar dibe. Vaye yek ji van hevalan hevalê Xelîl bû. Di sivîltiyê de, bi bername, fîlm û gotaran min navê hevalê Xelîl bihîstibû. Dîtina hevalê Xelîl gelek ji min re nepenî û razber dihat. Ne şaşbim havîna 2005’an bû. Şeveke sayîbû, ji werzan havîn bû. Taveheyv û stêrk di nava reqsekê de, ji mirovan re bişirînan belav dikirin. Di şeveke wisa de, bi gurmegurme dengê çek û doçkayan ez warqilîbûm. Wê demê min ji hevalên cem xwe pirs kiribû, gotin ku heval fîlm dikşînin. Di nava hestên ecêbmayînê de, min pirsa “ma yên ku fîlm çêdikin heval in?” kiribû. Di nava hestên bextewariyê de, ez bixwe dibûm şahidê şoreşa vejînê ya ku bi her awayî li çiyayê azadiyê, li warên azadiyê diseridî. Ev bo min coşek mezin bû.

Rojeke ji wan rojên havînî de, di çûyîna peywirekê de, li yekîneyeke belavkirinê ya gerîlayan, ez bûm şahidê sohbeta hevalên li wir. Hevalan di sohbeta xwe de, bahsa hevalê Xelîl kirin. Digotin ku, digel ew qas kar û barê wî, di nava kişandina fîlm de, hatiye bi piştê erzak ji hevalan biriye. Ez matmayî mam. Baş tê hişê min, min pirsa, “Ma qey hevalê Xelîl li vê qadê ye” kir.

Wê demê ji min re bû meraqeke mezin, da ku ez hevalê Xelîl nas bikim. Ji ber ku em li heman qadê bûn û min pir dixwest li ser çandê, li ser wêjeya kurd, li şanoyê, li ser sînemayê bi hevalê Xelîl re biaxivin. Heta eyb çênebûna, minê jê wêneyek bi îmze xwestibûna.

Di vê navberê de salek derbas bû. Piştî zivistaneke dijwar, li qada Zapê, li yekîneyeke leşkerî, hat gotin ku wî îro hevalê Xelîl bê cem me û ji bona demekê xebatên xwe li vir bike. Sosretiya jiyanê ev bû, wê hevalê Xelîl bihatana cem me û emê bi hev re li yekîneyekê bimana. Berî ku were, min di hişê xwe de, gelek nîgarên ecêb çêkiribûna. Min wisa hêvî dikir ku wê hevalekî bi bejn û bala xwe û bi kincên xwe cuda be. Wê rojê danê esirî me bi hevalan re goga lingan dilîstin. Hevalek hat, li pişt çente, qilêşa wî ya yekmil li milê rastê, porekî zerî gangolikî, bi berçavk, çekbendek reş ku li ber tavê spîçolkî bûye û ji milê çepê de qetiyayî li ser hat. Me navber da û hemû hevalan xêrhatina vî hevalî kirin. Digel ku nîv saet derbas bûye, min hê jî hevalê Xelîl nasnekiribû û hê jî li bendê bûm, wê hevalê Xelîl were. Di nava axaftinan de, navê hevalê Xelîl derbas bû û ew hevalê ku qasek berê me destê hev girtibû, navê wî jî Xelîl bû. Min bi şermokî ji hevalek pirsî, ev heval kî ye? Wê demê bi bersiva, “Ma tu nas nakî, ev hevalê Xelîl yanî bi navê din Halîl Uysal e” Min tu carî bawer nedikir ku, hevalek wisa mûtewazî, bi moral û wisa kincên gerîlayan ku ev bi salan e li xwe dike, ez hevalê Xelîl nas bikim.
Diyaloga me ya destpêkê de, ez bi kurdî axivîm û li gorî min jî wê hevalê Xelîl bi kurdiyek gelek stardart bersiva min bide. Dema ku bi kurdiya xwe ya melûl, bi kurdiya xwe ya netewî ku ji her herêmê peyv tê de hene min bersiv girt, min wê demê pirs kir û ez hîn bûm ku, hevalê Xelîl ji Ewropayê beşdar bûye û li çiya hînî kurdî bûye.

Di salek û nîv jiyana ku min bi hevalê Xelîl re parve kir de, gelek tiştan ji hevalê Xelîl hînbûm. Hevalê Xelîl bi coşbûna xwe ya di kar û xebatan de, bi kedkariya xwe, bi evîna xwe ya bêdawîn a çiya, nirxdayîneke mezin a hevaltiyê, bi parastina jiyana rêxistinê û bi disîplîna xwe ya leşkerî bo me hemû hevalan mînak bû. Digel ku demên dawîn li qada başûr ma jî, lê di her kêliya jiyana xwe de, hemû êş û serkeftinên hevalên li Amedê, Dersîmê, Botanê, Serhedê hîs dikir û bi wan re jiyan dikir. Rojek li Dersîmê bû, rojek li Botanê bû. Di nava pênûs û dijîtala kameraya xwe de, berxwedaniya rêhevalên xwe, lehengiya şehîdan kêlî kêlî dida jiyandin. Hewl dida berxwedanî û lehengiya şoreşê, hemû xweşikiyên gerîla, hemû xweşikiyên rêhevalên xwe, hemû xweşikiyên vê xwezaya pîroz bi dinyayê bide nasîn û vê di 13 salên gerîlatiya xwe de kir. Di jiyana gerîlatiyê de, şahidiya şoreşekê kir û kêlî kêlî nivîsand, nîgar kir û kişand. Bi serê xwe bû dîrokeke zindî. Hunera kurd ku ji hêla dijminên gelê kurd ve tune bûbe, li çiya digel bêderfetiyan ji nû ve rih û can da.

Berî ku here bakurê Kurdistanê her dem bahsa rêwîtiya ku bike dikir. Di konferansa dawîn a HPG’ê de pêşniyara wî ya ji Botanê ber bi çiyayê Agirî hate pejirandin. Dilê hemû hevalan li ser bû, bes hevalê Xelîk wisa bi coş û biryarîbûnekê israr kir ku, êdî tu kes nikaribû bêje na. Ev gelek heyecaneke mezin didayê. Mehên dawîn parêznameya serokatî ji nû ve xwend. Hema hemû kasetên hunermendê nemir Ehmed Kaya guhdar kiribû. Her dem digot, wênekêşî û kameravaniya min wekî raza veşartî li çiyê pêş ket û vê wekî raza çiyê bi nav dikir. Bi salan vê raza xwe bi gelek hevalan re par ve kir û gelek hevalan perwerde kir. Ji bona hevalê Xelîl teyisandina xweşikbûna rêhevalên xwe, asta hezkirina wî ya jiyanê bû. Dîtina xweşikbûna Kurdistanê û berhevkirina van xweşikayan, bi coşa dewrêşekê dikir. Dema hevalê Xelîl li Botanê bû, di berxwedaniya Zapê de me her dem navê hevalê Xelîl zikr dikir. “Ax, xwezî li virbûna, wê gelek dîmenan hêja bikişandina” Lê hevalê Xelîl xem neke, ew hevalên ku te raza xwe bi wan re par ve kir, te ew perwerde kirin, ciyê te vala nehiştin.

Belê berî ku dest bi rêwîtiya meşa azadiyê ya bakur bike, xatirê xwe yek bi yek ji rêhevalên xwe, ji hespê xwe Cano û ji masîvanê gewr ê ku li ser ava Zê geh dixuye geh winda dibû xwest. Dilê wî zahf li ser Cano ma. Gelek gelek jê hez dikir. Evînek û girêdaneke mezin di navbera wî û Cano de hebû. Girêdaneke wisa bû, Cano ji bilî hevalê Xelîl tu kesî nas nedikir.

Belê hevalê Xelîl tu nebûyî temaşevan, tu di nav de bûyî, tu derhênêrê vê jiyana xweşikbûyî û te meyl da vê romana ku hê neqediyaye. Ji bona te jiyan ev bû û di oxira vê jiyanê de te xatir ji me xwest û bi dilekî rihet te dest bi jîneke nû kir. Em soz didin wê ev rêwîtiya te nîvco nemîne. Ew hevalê ku te raza çiya, raza masîvanê gewr bi wan re parve kiriye, wê vê razê biparêzin û wê vê razê li ava Zapê, li Botanê, li Araratê, li Şikefta Bırîndaran, li Cudî, li Cîlo û Çarçela bidin jiyandin.

Rûbar Andok

Kategori: Şehit Anıları