Kedkarê Azadiyê

Ji bona bîranîna rêheval Xemgîn Amed (Zahit Özdemir)

Ez nizanim ji ber çi sedemê û çawa navê xwe kiribû Xemgîn. Lê min baş dît ku ew xwedî kesayeteke berovajiyê navê xwe bû. Ne Xemgîn, rûken û tim bi moral bû. Ew merivekî rûken, bi henek, zîrek û kedkar bû.

Di havîneke germ a çiyayê Licê de min ew dît. Xemgîn gerîleyekî paqij û lihevhatî bû. Bi kincên gerîla, pêlav û çeka xwe ya sipehî bala her kesî dikişand ser xwe. Xemgîn bêhtir karê nava gel dimeşand. Erzaq, kinc û cebilxane peyda dikir. Ew bi xwe ji navçeya Amedê Farqînê bû. Loma salên dirêj li Eyaleta Amedê mabû. Têkiliyên wî bi gel re pir baş bûn. Di kar de qisur nedikir. Li cem wî cûdahiya kar tine bû. Karekî li ku hebûya, dibezî wê derê û ew kar dikir. Kesekî zêde rexnegir nebû. Kesekî devliken û yarîhez bû. Pêkenok li cem wî bi dawî nedibûn. Di her rewşê de pêkenok digotin.

Ji ser çiyayên bilind bi saetan me li ronahiya lembeyên Amedê dinêhêrî. Amed di valahiyekê de mîna deryaya sitêrkan xuya dikir. Hem dûr hem jî nêzî me bû. Nêz bû ji ber ku di dilê me de bû, dûr bû ji ber ku me nikaribû em xwe bigihîn wê. Şêniyên bajêr ji me bêhay bûn, lê me her kêlî wan hîs dikir û dijiyan. Em zêrevanên gelê xwe bûn. Bi şev û bi roj em nobetdarê wan bûn. Em di komên cuda de çûne başurê Kurdistanê. Şert û mercên başur li gor yên bakur hêsantir bûn. Lê dîsa jî me dixwest em rojekê vegerin bakur. Careke din vegara bakurê Kurdistanê xeyala her gerîlayekî bû. Bi taybet jî ji bo gerîlayên ku li bakur mabûn. Ji min re nebû qismet. Ez bi cihekî din ve çûm. Lê belê Xemgîn vegeriya cîhê xwe yê berê Amed herêma Licê. Ez baş nizanim kenga û çawa vegeriya Amedê. Bi meşekê ji Amedê heya Qendîlê çûn û dîsa veger. Dema min nûçeya şehîdbûna Xemgîn xwend ez bi bîranîna salên berê de çûm û min ev pirs kirin: “Gelo gerîleyek dema piştî salên dirêj vegere cihê xwe yê berê çi hîs dike? Dema rastî cihê bîranan bê çi xeyal dike?

Û her wiha bi qasî ku ez bi wan rojên berê de çûm ew jî çûbû, tiştên ku niha ez hîs dikim, wî jî hîs kiribûn? Dema li ser çiyayên Amedê bi taybet dema li Çiyayê Qurmikê digeriya hevalên xwe “Em” bibîrdianîn? Tîrêj, Celal, Amed, Rozerîn, Binevş û yên din. Ez nikarim hêstên Xemgîn yên wê demê bênim zimên. Ji ber ku ne pênûs têr dike û ne jî dilê min radigre. Bi tenê mîna agir dilê min dişewitîne. Lê dema min di malpera înternetê de nûçeya şehîdbûna Xemgîn li Amedê xwend, laşê min lerizî. Ez çûm wan rojên berê. Rojên me yên li Licê. Rojên me yên li Çiyayên Qurmikê hatin bîra min. Licê, Geliyê Kuviyan, Hênê, Sason, Farqîn û herêma Apê Mûsa.

Ne dûr û ne nêz, deh sal berê me hev nas kir. Piştî pêvajoyeke deh salan Xemgîn hate bîramin. Di rêwîtiya bê veger de. Wê demê di helbest û sitranên me, di daxwaz û baweriya me de Amed hebû. Rojek ji rojan wê Serok Apo bihata Amedê. Emê jî biçûna pêşwazîkirina wî. Ev sond bi tenê ne ya me bû. Ya hezar belkî ya milyonan bû. Amed, Serok Apo û gerîla. Ji her demê zêdetir em nêzî vê sondê bûne. Soz ji te û şehîdan re, heya ev sond pêk bê emê têbikoşin.

Rêhevalê te yê Amedê...

Azad Garzan