Ki dikare çiyayan bigihîne hev

JI BONA BÎRANÎNA ŞEHÎD DERSİM

Ki dikare çiyayan bigihîne hev

Ki dikare dilên jandar bigihîne hev

Kî dikare avan bigihîne hev

Ki dikare mirovan bigihîne hev?

Û kî dikare erd û ezman bigihîne hev?

Yek bersiva van pirsan heye; DERSİM!

 

Demek dirêj bû min dev ji nivîsandinê berdabû. Pênûsa min di bêrîka min de di nava xwêdana ku dema ez bi çiyayên zagrosan diketim ji serê min heta binê lingê min diherikî de ji tiliyên min ên ku carna li ser tetîka qlêşa min dibûn mêrkûjê xiyanet, xwernexwaz û dijminan û carnan jî di nav ricifandina berfa sar de bi pûçbûna xwe dibûn mêrkûjên hîsên min, xayidî bû. Çibû sedemê vê xeydê? Hema bi qasî ku tê bîra min her vê pênûsê xwestibû dûrî, bêrî, qutbûn û jandariya vî gelî binivîsîne! Peyv qediyan, gotin neman û hevok bidawî bûn lê ew êşa ku me tu carî zora wê nebir neqediya. Ez dizanim hûnê bêjin mane mirov toximê mirinê ye, erê wilo ye. Lê hûn dizanin kengî mirin zora mirov dibe! Ez bêjim; dema ku ne tu lê hevalê te şehîd dikeve! Wê hingî tu dibêje; heeeyy mirina bêbext de ka were û li qada şer li himberî min raweste, de tu mêrî ka were û min jî bikûje. Lê mirina newêrek nayê. Ez dikim û nakim devê min nagere û ez nikarim gotinê bînim ser wê hevala xwe ya şêrîn, leheng ya ku evîndara ber dilê me tevan bû. Ma qey li ber vê şehîdbûna wê yezdan di nav şermê de nedifetisîn, melayiket bi xwe nediketin, naqozên dêran lal nedibûn, minare hilnediweşiyan, stêrkan rondik nedirijand, ezman nedihat xwar û dil nediperpitîn? Ezê çi bêjim ezîza ber dilê min, li vî wêneyê te yê bedew binêrim û çi bêjim? Wê gotin niha bi kêrî çi werin? Mane wê niha gotin yek bi yek bibin şûr û dilê min bidin ber lêdanên xençeran. Piştî ku ev gotin ji te re nehatin gotin û pê ve ma wê bi kêrî çi werin?

Ji bêrî û heziya gerîla dojeh ditefin lê dîsa jî ew agirê dilê me yê ku li dû şehîdan diweşitin natefe. Rivînên wê her roj gurtir dibe û tu caran kela wê hênik nabe. Ne diclê, ne firat, ne zap ne jî mûnzûr têrê nakê. Bawerke niha di nav şerma bêdengiyê de me. Çawa te vegerînim ji wê kerwanê. Çawa te ji ser pişta wê mehîna boz daxînim û bêjim “Dersim neçe, beyî min neçe yan tu çû min jî bi xwe re bibe!” axxx delala min! te çima li me wa kir, te çima bablîsoka bêrîkirinê li dilê me rakir!
Dersim… Dersima Botanê ya ji wî bajarê wêran adiyamanê! Beyî te roj li wir hilnayê, beyî te hêvî nayê û beyî te ev dil her nivçeye! Dema min bihîst tu çûye Botanê warê leheng û evînê herî kêm bi qasî te kêfxweşbûm lê bi qasî vê keyfxweşiya min tirseke xof jî kete dilê min. Ji ber min dizanî Dersima min wê bi koranî biçûya ser kemînên şevên reş û wê tedbîrên xwe negirta. Ji ber çi bû nizanim lê ji bo te destê min tim li ser dilê min bû. Ew yezdanê ku min tu caran navê wî nedianî ser zimanê xwe, ji bo ku te bistirîne, bes te biparêze ji bo min bûbû wek hêviyekê. Min digot hema ez hevalekî ku diçe botanê bibînim û tembiya te li wê bikim. Min wekî navê xwe dizanî ku xwe parastin ne di xema te de bû. Carna jî min digot xwezî ez li gel bim hema herî kêm ezê hewl bidim ku bi koranî şer neke û hinekî karibe xwe biparêze. Ez dizanim ev dîtinên min hemû hinekî îdealîstin lê gava mirov hevalekî xwe winda dike wekî ku mirov dinyayekê winda dike. Ez bawerim tu êş mîna vê êşê ninin ji ber min tu peyvên ku vê êşê bilêv bikin heta niha nedît.

Ji ber temenê Dersima min biçûk bû û hê bi ciwaniya xwe şa nebibû hevalan nedixwestin wê niha rêkin Botanê. Lê ji wê roja ku min Dersim naskiribû heta niha tenê yek miradê wê, tenê yek evîna wê û tenê yek hesreta wê hebû ku ev jî Botan bû. Bi dehan caran ji bo ku biçe botanê rapor nivîsî, bi dehan caran bi hevalan re li ser vê mijarê axivî. Lê hevalan dîsa jî destûra vê neda. Herî dawî Dersim ji Heftenînê hevalekê jî digire gel xwe û beyî ku ji tu kesî re bêje ji bo ku biçe Botanê direve. Daxwaza wê ya ku li himber dijminê zordar şer bike êdî gihiştibû wê astê ku dersim li pê vê daxwazê ketibû riya botanê tevî ku riya çûyinê jî nasnedikir. Qederekê rê diçin û paşê fam dikin ku ew di riyeke şaş de ne û niha gelekî nêzîkî cihê dijmin bûne. Ji ber vê yekê Dersim bi neçarî bê xwestek dîsa paş de vedigere. Dema vedigere dibêje ez gelekî şerm dikim. Ev şerma wê ne ji ber ku reviyaye botanê ji ber ku riya pê de çûye bi ser nexistibû şerm dikir. Êdî hevalan dît ku bi rasti ger Dersim neşînin botanê ewê rewşa wê ne başbe. Radibin wê dişînin lê baş tembihê lê dikin ku divê li xwe miqatebe. Berî ku birêkeve ji min re nameyekê dişîne lê mixabin ew nameya wê negihişt destê min. Paşê hevalan ji min re gotin ku Dersimê gotiye; “Ez li botanê li heviya wê me”. Ma tu çima li ser soza xwe nema Dersim. Tu çima li heviya min nema û tu ewqas zû tevlî kerwana şehîdan bû.

Dersim, ew hevala ber dilê min, ew sonda tolhildana min, ew evîna azadiya min, ew dost û hogira min, ew jiyana min!

Bila ahd û sond be ku ezê jî rêwiyê riya te bim, ezê jî li cih û warên ku tu dildarê wan bû şer bikim û tola te û ya bi dehan hevalên nemir rakim. Bila ahd û sond be ku ezê zora wê mirina newêrek bibim.

Bêrîtan Gulan