Mîna ku di xewnekê de bim

JI BONA BÎRANÎNA RÊHEVAL ANDOK Û BIŞAR

Awaz li pey hev di guhên min de dibezin. Matmayî dimînim ka li pey kîjan biçime.

Kêlî bi hemû kitekiltên xwe zindî dibin. Guman dikim ku çavên min girtî ne, lê ferq dikim ku vekirîne. Gelo ev hemû di meşa çend saetan de an ew tengava ku çend deqe berê bi hevalan re gihîştibûmê de pêk hatin?

Ji ber xwêdana germahiya meha pûşperê ku bayekê hênik min dikêşe sînorê cemidîbûnê, ji hev veqetandina bîranînên germ de zorî dikşînim. Ez zivistana salên 99-2000’î ku Bişar bi ew bişirîna xwe li ew tengavên ku berî min bi dehan deqeyan hildikişî tê hişê min. Ez vê rihetiya wî û wisa li gerîla zû bipêşketina wî dihesidim. Ji bona ku careke din berî wî xwe bigihînim gir, sozê destek girtinê didime lingên xwe yên westiyayî. Destê xwe didimê, didimê lê, dizanim ku wê dîsa mîna her carê bi coşeke mezin ji me hemûyan derbas bibe û me hemûyan li pey xwe bihêle.

Hevalên min hê negihîştine tengavê. Ez li vê tengavê bi awazan re bi bîranînên xwe, ji xwe diçim. Di nava ewqas dengî de, dîsa jî qîrîna Bişar a ku di sala 201’ê de dema ku diçû Eyaleta Erziromê olan dide. Ji guhên xwe bawer nakim, ji min re mîna ku duh bûye... xwezî dibêjim, mîna ku wê rojê jî min gotibû, min jî bibirana bi dengê xwe re, mîna wî dengî mama li pey min da ku qet neyên maliştinê...

Mîna hatina hevalan ku ji çend sed mîtroyan ji jêr tên hîs dikim. Ne dengê wan di guhên min de, ne jî rûgeşiya wan di çavên min de. Hinek deng û dîmen min dagir dikin li hember bejna Andok ku qet neditewiya. Bi salan em bi hev re jiyan, ma carekê tenê min ew cuda bidîtana, wê qey deqek li yên jiyandî biketana... çawa dikaribû hemû rihê xwe bi vê felsefeyê dabigire, çawa diafrande ew moralê ku qet nedihejiya, ew bawermendiya wî ya bêhempa xwe disparte çi. Ew wêneyê bi biryar ê Andok ku di sala 1997’an de li qadan ciwanan dixiste tevgerê, ew kêliya tîrmeha 1998’an ku me Çemê Merîçê qut dikir li hember min in. Zivistana sala ‘99’an ku xwe nû hînî gerîlatiyê dikir û ew perwerdehiyê dijwar a havîna 2000’î de dîtibû û di sala 2001’ê de me li pey xwe hişt û çû Amedê li hember min in. Ma çawa dikaribû vî rihî di laşekî wisa ciwan de bi cî bike... Li dengek digerim, di nava ewqas dengî de eydî Andok li dengek digerim. Fena ku ez ê dengek cuda bibihîsim guhên xwe bel dikim û ew gotinên nas: “serkeftin heval”

Heval gihîştine tengavê. Ez ne wan dibihîsim ne jî dibînim. Mîna ku di xewnekê de bim û ji hişyarkirinê û bi hişyariyê re jidestçûyîna wan ditirsim. Fena ku di xewnekê de bim, bi Bişar re di nava pêşbaziya lezê de me, bi Andok re rihê xwe nû dikim. Ji bona ku neçin, jibîr nebin ev xewn, di kûrahiyên hiş û bîrên xwe de dihekînim û di taldeyên dilê xwe de dinivîsim. Hem jî bi navên wan...

Bişar Andok