JI BONA BÎRANÎNA RÊHEVAL ZÎLAN (ZEYNEP KINACI)
Di pey salvegera sêzdemîn a şehadeta heval Zîlan (Zeynep Kinaci) min nekarî ku nenivîsim. Berî niha sêzdeh sal berê di wek van rojan de ew çalakiya xwe ya girîng pêk anî û ev hîn wekî duh di mejiyan de zindî ye. Ji wê rojê pê ve gelek tişt li Kurdistanê guherîn. Di pey wê de bi hezaran keç û xort tevlî doza me ya azadiyê bûn. Navê gelek havalan bûn Zîlan. Di Kurdistanê de gelek zarokên ku çêbûn navê zîlan li wan kirin. Navê Zîlan, berî niha di mêjiyê gelan de wek komkujiya Zîlan pir cih girtibû û hatibû naskirin. Vê carê navê zîlan ne bi komkujiya ji gelê me re rewa hatibû dîtin, wek dengê jiyana azad bi hêz gihaştibû wateyekê. Ji çalakiya rêheval Zîlan a ku herî pê bandor bû yek jî ez bûm. Di biryara min a tevlîbûna gerîla de çalakiya heval Zîlan diyarker e. Piştî çalakiya heval Zîlan bê nepixandin şev û roj, di kolanan de, li mal de, di dibistanê de kêliyek jî ji bîra min derneket. Her gava ku ez li wê difikirîm li hember girêdana wê bi egîdan re bi wêrekî, bi doza wê re ez diricifîm. Di tevaî salekê de ez bi heval Zîlan re rabûm û rûniştim. Serê min bi hezar yek pirsê dagirtîbû. Min dixwest ez rihê wê û nêrîna wê ya jiyanê fêm bikim. Der barê wê de çi hatibû nivîsîn û xêzkirin ez lê geriyam. Yên ku min dîtin bi baldariyeke mezin min xwend. Dema ku min nameyên wê xwend min wek wê jiyan bi wate û sade şîrove kiribû. Mirovek ku diçe ber bi çalakiyê di gotinên dawî de wateyên kûr hene ev rewşek ku tê fêmkirin e. Ji ber ku di nav van gotinan de nakokiyên ku hatine dawerandin tê de veşartî û bi dewlemendiya wate ve dagirtî bilindbûn. Yên ku bi mirinê di nav têkoşîna azadiyê de ne û têkoşeriya vê dikin di gotin û çalakiyên wan ên dawî de gotinên ku tên serziman û rastiyên hene bê emsal in. Rê nîşandêr in. Bi bawerî û manewiyet dagirtî ne.
Belê di wê rojê de pir tişt hatin guhartin di kurdistanê de. Jinek gelek ciwan çar rojan razek gelek mezin bi xwe re digre. Ev jin di wî welatê ku ti gotin welatê çîrokan, ber bi wê welatê baldar de li ser kirinên xwe difikire û dikene. Henaseyek kûr dikêşe. Dengê wê Mûnzûra dûr gohdar dike. Di hêşînahiya esmanan de çavên xwe dide vehesandin. Weke ku hemû hêşînaya esmanan dikêşe nava çavên xwe. Piştre çavên wê bi çavên zarokek ber rê sekiniye dialiqe û dibêje qey zarok ew ferq kiriye lê dinêre û her dinêre. Weke ku efsûn bûye. Ne ji cihê xwe diqeliqe ne jî devê xwe yê vekirî meye digre. Di nav wê gengeşiyê de tenê ew zarok tiştên veşartî hîs dike û wisa maye lê dinêre. Ferq nake ku kes lê dikeve tenê temaşe dike. Bila zarok we lê binêre lê ew li çiyayê Mûnzûrê careke din bi şanaz dinêre. (Dersîm di nav çiyan de ye gula wê heye di nav çiyan de / Ev war wêran bûn e.) Ev stran hêdîka di nav dev û lêvên wê de derdiketin. Ma ev ne strana komkujiya Dersîmê ye digot? Piştre rêhevalên wê yek bi yek li ber çavên wê re derbas dibûn. Dema ku ji wan qûtbibû di dilê wê de êş û janek zirav û tenik hebû. Dema ku di şiverêyên bi toz re derbas dibûn çawa sekinîbûn û li pişt xwe nêrîbûn. Encax sal û nîvek li van çiyayan mabû. Lê belê rihê van çiyayan, xweşikbûna wan û bilindiya wan pir jiyankiribû. Ji wan daristanên şîn pir hez dikir, kaniyên sar û şiverêyan gelek di dilê xwe û mêjiyê xwe de kolabû. Ji bo wê ya giring dem bi awayek kûr û bi wate jiyankirin bû. Çi dixwest û çi nedixwest bike baş dizanî. Li ser jiyanê gelek fikirî bû. Wateyên mezin jê re danîbû. Ji berê de tercîha xwe kiribû. Rihek wê yê asê hebû. Çi astengî nasnedikir. Bi qasî yên ku bawer kiriye derbasî piratîkê bike serhildêr bû. Jinek çavwêrek bû.
Li seata xwe nêrî êdî çend deqe mabûn. Rojê tîrêjê xwe yê dirêj dikêşandin. Wek xeyalekî her tim difikirî. Fikara wê ya herî mezin Rêber Apo dîtin bû. Li ser wê bê nasîbiyê difikirî. Dilê wê di hundirê wê de cih nedibû. Demekê weke ku ji devê Rêber Apo navê Zîlan dibihîse. Dikene. Êdî çavên wê vekirî naçe. Bi çavên xwe yên biriqandî li der û dora xwe dinêre. Li dara, li giya dinêre. Nêrîna şînkahiya parkê jî îhmal nake.
Kî bû ev jin? Bi qasî periyekê xweşi? Porê wê reş û dirêj, rûyê wê ji tavê şewitî, çavê wê reş û mezin… ew keçek çiya bû, jinek gerîla bû. Ji çiyayê asê yê Dersîmê berî niha çar rojan hatibû bajar. Niha li gundê Mamikê ku demekê yanî berî komkujiya Dersîmê ev navê wê bû li vî gundî dimeşe. Niha li van deran kêm maye ku ev navê Mamikê were jibîrkirin. Tenê kal û pîrên vî welatî vî navî dizanin. Ew dizanin ew gund gundê Mamikê ye. Carnan jî di stranên bi dil êş de tê gotin. Di vî gundî de piştî komkujiyê bi navê bajar di destpêkê de qişle û dibistan tê de dan damezrandin. Piştre bi navê dewletê hindek memûr tên bicihkirin. Lê belê gundê Mamikê bi dizî cardin li hember dewletê berxwedana xwe didomîne. Piştî vê komkujiyê bi awayek bê şermî navê Kalan li vî gundî tê kirin. Ji ber ku hindek ji wê komkujiyê filitî bûn. Ma navek we dibe divê ji mirovan were pirsîn? Çiqas navek ecêbe gotina wê jî ecêbe? Tê çi watê Kalan? Lewra ên berê niha hebûn çibûn? Lê belê ji aliyek din ve ji bo wehşiyeta wê komkujiyê diyarkirinê navek din nayê xuyakirin. Kî dizane! Di be ku di heman demê de ev navê ku vê rewşê baş bide diyarkirênê ye Kalan… ango ên ku ji ber komkujiyê mane. Ji ber wehşiyetê mane. Bê dê û bav man e. Bê mal û welat mane. Çiqas êşek mezin e.
Êdî ev gundê Mamikî ku dihate jibîrkirin de li cihê wê bajar hatibû damezirandin. Gelê wê yê berxwedêner û asî ji her çar alî de hatibû koçberkirin. Di vî bajarî ku aliyê dewletê de en dawî hatî fetihkirin, bajarkirin de (mekana dewlet û civaka çînî) di orta wê de çalakiya fedayîtî pêk tê.
Erd û esman hejiya, gotin çibû? Berî ku roj tîrêjê xwe bikşêne… jinekê dibêje hûn nikarin jiyana me ya azad asteng bikin û xwe perçe perçe dike. Gelo ev jin dixwaze çi bibêje? Dibêje; doza min, rêberê min, gelê min ê dil êş, dîroka min, zimanê min, rêhevalê min? Ger bi dozê re girêdanek hebe heta sînorê dawî encax ev be. Ji vê wêdetir nîn e. Kes wek vê şêweyê nedîtiye. Ev jina çiyayî ya perî dibêje “xwezî ji canê min zêdetir tiştek min hebûna ku min bidabiya” her wiha ji bo nirxê civaka xwe ji vê zêdetir bi mirinî girêdan nîn e. Devreye vê yekê binavkirin gelek zor e. Di wê şevê de zimanê herî pîr û kalên mezin yê vî welatî vedibe. Yên ku van pîr û kalan dîtiye dervey lorîka çi evdê xwedê nikare bibêje ewqas dil bi êşin, ewqasî di hindir xwe de girtî ne. Dayikek bi temen digot “me ji nû ve Besê jiyan kir, ew Besê ya ji bo xwe radest neke û di kendalan de avêt anî bîra me”
Famkirina Zîlan ji bo yê ku li pey wê mane, ji bo me gelek girîng e. Ji bo azadiyê ewqas teqandinek mezin! Ji bo çi? Qehra ji bo çi ye? Ev çi rastiyeke yeman e? Fêmkirina dil, bîhistina guh, dîtina çav, hîskirina hestan. Ev bangawaziyek e. Ev rastiyeke ku di vî welatî de hatiye serûbinkirin ku berdêlên ewqas mezin dixwaze? Dibe ku zalimê vî welatî gelek zalim in. Bi bê şermî hemû derewan li xwe dorpêç dikin. Lanetî ewqas zêde bûne. Di vê cîhanê de derveyî xwe şewitandinê, xwe teqandinê çiyê din zor heye gelo?
Berî Zîlan di girtîgeha Amedê de li hemberî zilmê mazlûman, kemalan, çaran xwe bi şewitandinê, xwe bi birçîbûnê dan helandin, gelo dixwastin çibibêjin? Cardin berî Zîlan li ser sûrê Amedê Zekiye, li ber kiraxê behra Egê Rehşan, di fertparêziya herî mezin ya Elmanyaya bê însaf de Ronahî, Bêrîvan di navenda vê çandê de dema xwe şewitandin dixwastin çi bibêjin? Ji aliyê din ve keça kurd Bêrîtan ji bo xwe radestî nokeran neke ji çiyayê Zagrosê, ji zinarê Xakurkê dema xwe avêt dixwast çi bibêje? Ev mirov hemû di rastiya xwe de gelek hez ji jiyanê dikirin. Lê belê bi israra mezin bang dikirin ku jiyanger azad be wê bê jiyankirin. Bi vê bangê dixwastin çi bibêjin?
Zîlan li pey xwe de peyamên gelek bi wate hiştin. Yê ku bikaribe wan fêm bike û encam derxe. Yê ku Zîlan mezin kir gotinên wê der barê azadiyê de bûn. Sûda lehenga nemir Zîlan ji bo azadiyê tu çar nayê jibîrkirin û ji bîr nabe jî. Wê di têkoşîna me ya azadiyê de roleke dîrokî lîst. Derketinek mezin bû. Rê da jiyana me. Da diyarkirin ku ka xeyalê jiyana azad a kurdan çawa tê temsîlkirin. Temsîla vê ya herî mezin li Rêber Apo xwedî derket. Di nameyên xwe de xwedî derketina vê rêyê ya bêqisur bi awayeke mezin da gotin. Di danasîna wê de weke komikê civakê yê yekemîn çawa ji bo pêşengê xwe, ji bo rê nîşanerê xwe, li hember jina pîroz a dayik girêdana bi wate û bilind heye wek vê mîsalê ji bo Rêber Apo danasîna wê heye. Ji ber vê yekê bi israrek mezin dibêje hûn eserê Rêber Apo ne.
Ji aliyê din ve ew gotinên bi hezaran salan ji aliyê desthilatdariyê ve li ser gelan gotinên wek jehrê dihatin bikaranîn, ji rastiya xwe hatibûn dûrxistin, bi Zîlan re gihîştin wateya xwe ya nû.
Zîlan û jiyana bilind.
Zîlan û azadî.
Zîlan û egîdî.
Zîlan û fedayîtî.
Zîlan û berxwedanî.
Zîlan û xweşikbûn.
Rêheval Zîlan her tim wek PKK’yiyek mezin, wek şoreşgerek jin a mezin, wek gerîlayek mezin, wek sosyalîstek radîkal a mezin, wek welatparêzek rast her tim wê bê bibîranîn û ji me re rênîşander be.
Hêlîn Murad