Ez di kenê te de hêviyên zarokên vî welatî dibînim

JI BONA BÎRANÎNA RÊHEVAL RIZGAR DERXUST

Dema min xwest ez ji bo te hest û ramanên xwe bînim ziman, ev di jiyana min de karekî herî girîng û zehmet bû. Ji ber ku carna dema mirov dixwaze kesekî bide nasîn an bide îfadekirin, hevok û bêje têrê nakin. An jî dema mirov behsa rêhevalekî dike û dixwaze wî hevalî bide nasîn, mirov nikare vî karî pêk bîne. Ji bo ku ez ê nikaribim te îfade bikim û te bidim nasîn, ez di serî de ji te lêborîna xwe dixwazim.

Rêheval Rizgar, ji ber ku tu û bi hezaran rêhevalên te yên ku di vê doza pîroz de bi jiyana xwe ya bi rûmet nemir bûne û ji nifşên pêşerojê re bûne mînak…

Eyyy egîdê serê çiyayên Kurdistanê, te ji bo vê xaka pîroz û welatê pîroz xwe feda kir. Te jî wekî rêhevalên xwe dîrokek bi xwîna xwe da avakirin û nivîsandin. Tu di dilê me de bûyî efsaneyek û tu yê tu caran neyê jibîrkirin. Tu yê her tim di mejiyê me de cihê xwe bigirî û her tim em ê te bi bîr bînin û soz bidin. Di jiyana mirov de, hinek dem û hinek bîranîn hene, ew her tim bandora xwe li ser jiyana ku tu bixwazî bijî xwe dide nîşandan. Dema min ji te re digot “wa ye behsa aştiyê tê kirin û wê şer xilas bibe”. Lê te digot “Ji bo ku ev gel jiyaneke azad bijî, çi pêwîst e em ê wî tiştî pêk bînin. Lê aştî bê vî welatî jî (bakurê Kurdistanê) em dest ji şer bernadin. Ji ber ku di rêzê de Îran û Sûriye hene, ji ber vê yekê jiyana me di nav şer de wê berdewam bike”.

Dema behsa aştiyê tê kirin ev gotinên te tên bîra min, ez te û tevahî rêhevalên te difikirim. Difikirim û we bi bîr tînim.

Rêheval Rizgar, dibêjin baran bereket e, şînayî ye, zindîbûn e. Rast e, ev tişt in û tiştên herî zêde yên din in jî. Lê dema baran dibare, her tim tu têyî bîra min. Tu têyî bîra min û di nava pelên darên mazî de dimeşî û bi rûyê ken tu li min dinêrî. Ez di kenê te de hêviyên zarokên vî welatî dibînim, tev bicoş in û li dû te û rêhevalên te ne. Ez di kenê te de êşa dayîkên ku bi derd û kul em mezin kirine, kezaba xwe dane vî welatî û em tevlî refên meşa azadiyê kirine… ji ber vê yekê ez her tim dixwazim baran bibare, baran bibare û çiyayên Kurdistanê şîn bibin, gul û gulçîn bişkivin û pelên daran vekin. Pelê daran vekin ku moralê rêhevalên te bê cih. Pelê daran vekin ku rêhevalên te biparêzin. Rêhevalên te jî vî welatî biparêzin.

Her roj dema roj ber bi ava ve diçe, tu zêdetir têyî bîra min, ez nizanim çima? Çima dema roj ber bi ava ve diçe tu têyî bîra min û ez pê xemgîn dibim, kenê min dibe girîn, dilê min diêşe, ez pê diêşim, diêşim… dema dilê min diêşe ez dixwazim te biqîrim. Biqîrim û bêjim “Rêheval Rizgar li min-me bibore” lê piştî vê gotinê ez hêrsa xwe dibim û ji xwe dixeyidim û dibêjim mafê min-me tune ku em ji te lêborîna xwe bixwazin. Ji ber ku me tu neparastî û em ji te re nebûn rêheval. Di rêhevaltiyê de ked hebû, alîkarî hebû, hezkirin hebû, hurmet hebû, bawerî hebû, girêdayîn hebû, parvekirin hebû, lê me ji bo te tu tiştek nekir. Dema me seh kir ku egîdê serê çiyayên Kurdistanê, yê ku di 14 saliya xwe de tevlî refên gerîlayên azadiyê bûye, 13 salan bi milekî xwe şer kiriye, 18 sal û 2 meh bi tevahî, di her şert û mercî de li ber xwe daye, birîndar ketiye û pêdiviya wî bi me heye… Dema min ev seh kir, gotina te ya ku te ji min re gotibû; “Ez di şer de şehîd nakevim” dihate bîra min. Lê min nizanibû ku wê dijminê har û xwînxwar, bi guleya topa hewanê te birîndar bike û piştre şehîd bibî. Ma eger ne topa hewanê bûya, mimkûn bû ku dijminê xwînxwar bikariba egîdê serê çiyayên Kurdistanê şehîd bikira. Na, ne mimkûn bû. Dema min ji te re digot: “Tu çima milê xwe tedawî nakî” te ji min re digot; “Heval van deran zêde nas nakin, ji ber vê yekê ez bi her awayî, heta van çiyayên Kurdistanê bi rêhevalên xwe nedim naskirin, ez ê li van çiyan bim û ez bi milekî bim jî ez ê vî gelê birûmet bi her awayî biparêzim û layîqî vî gelî û Serokatiyê bibim.”

Rêheval Rizgar, ez bawer im tu bi her awayî heta dilopa xwîna xwe ya dawî bi gelê xwe re bûyî, layiqê gelê xwe û Serokatiya xwe bûyî. Soza ku te dabû vî gelî, Serokatî, Mazlûm, Bêrîtan, Serxwebûn û tevahî şehîdên Kurdistanê te anî cih. Te karê ku ketibû ser milê te, te zêdetir anî cih. Lê ya ku ji me re maye, em ê layiqê te û yê ku tu niha li cem wan di nav baxçeyên ku gul û gulçîn tê de ne, me guhdar dikî, em ê layiqî we bin.

Rêheval Rizgar, bi rastî naxwazim ji şehîdbûna te bawer bikim. Ji ber ku min nexwest ji şehîdbûna te bawer bikim, min nexwest laşê te jî bibînim. Dema min laşê te bidîta, minê bawer bikira ku wa ye tu ji nava me çûyî û dibe ku di pêşerojê de min ê te zû ji bîr bikira. Ez tevahî bi samîmiyeta xwe dibêjim, dema ez herim ciyê ku dawî me li wê derê sohbet kiriye, wê çavên min li te bigerin û ez ê bi hêviya ku te bibînim ez ê biqîriiim biqîrim…

Dema ez te biqîrim, ez bawer im wê dengê qîrîna min bê te. Dema dengê qîrîna min hate te, bila dilê te rehet be, dilê te rehet be û bikeve xewa şîrîn. Di xewa xwe de bibîne ku Serokatî derketiye ser bircên Amedê û mizgîniya azadiya gelê kurd dide.

Dema mizgîniya azadiyê dide, yên ku vê azadiyê bi xwîna xwe ava kirine û afirandine, navên wan nemiran yek bi yek bi nav dike. Navê te jî bi kar tîne û dibêje Rizgarê Dêrxustî serleşkerekî me bû û ew ê her tim di dilê me de be, û dibêje bila çavên we li paş nemînin, em ê xeyalên we pêk bînin, ji bo vî em soz didin. Zarokan dora bircên Amedê girtiye… û diqîriiin, diqîrin. Diqîrin û xemgîn dibin, dilê wan diêşe… dilê wan diêşe û Rizgaran, Serxwebûnan, Mazlûman û rêhevalên wan ên nemir bi bîr tînin. Bi bîr tînin û soz didin wan…

Rêheval Rizgar, eger îro em hene, bi saya nirxên ku şehîdên me dane afirandinê ye, bi saya we ye. Îro têkoşîna me bi wan nirxên cewherî li ser piyan e. Ne mimkûn e ku em we ji bîr bikin. Her şehadetek di dilê me de veguheriye birîneke bixwîn. Te di dilê me de birîneke bixwîn vekiriye û bi xwe re parçeyeke me jî biriye, em ê çawa we ji bîr bikin…

Rojhat Amed