WARÊ AGÎDAN - BOTAN

Ji bona bîranîna şehîdên Botanê...

Warê Agidan - BotanBi tevgera PKK’ê re destpêkê Têkoşîna Kurdistana Azad, zêdetir li bajarên mîna Riha, Batman, Amed, Dîlok, Pazarcik, Semsûr, Dersîm, Mêrdîn û Serhedê bingeheke diyarkirî dît. Bi vê re cûntaya faşîst-leşkerî ya 12’e Îlonê bi hatina ser kar re, ji bona ku tevgera me nekeve pêvajoya gerîlabûyînê, kete nava hewldanên astengiyê û bi taybet jî bi pêkanînên zordest, şîdet û hovane hewl dan ku hemû civakê bitepisînin û bixin pêvajoya radestbûyînê. Li hember vê, bi pêşketina berxwedaniya Zîndana Amedê re, tespîta ku li derve jî pêvajoyeke berxwedaniyê bê destpêkirin û di bingeh de navenda wê jî encax û encax gerîlayê ku xwe dispêre Botanê be hate kirin. Wê demê Serokatiya Gel a Kurdistanê digel ku Botanê nedîtibû û di nava tevgerê de tu qadroyek ji Botanê nîn bû jî, hem avaniya civakî û hem jî erdnîngariya Botanê baş tehlîl kir, bi xwe spratina şerê gerîlatiyê plansazî kir û ev jî di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de rê li ber pêşketinên dîrokî vekir.

Bi taybetî jî ji ber ku avaniya civakî ya Botanê ne di bin bandora giran a mêtîngeran de bû, di warê klasîk de be jî jiyankirina kurdbûnê û pê re jî hebûna avaniyeke berxwedêr a dîrokî ya Botanê, di vê de bi bandor bû. Her çiqas ev wekî şer û pevçûnên di navbera eşîran de xwe teyisandi be jî, ev rastiyeke ku di dîrokê de, di cewherê xwe de li herêmê berxwedêriyek hatiye jiyankirin. Bandora wê ya civakî û asûna erdnîgarî ya qada Botanê ku xwedî taybetmendiya navendîbûnê girtiye ser xwe û bi vî awayî çar parçeyê Kurdistanê digihîne hev, hêmaneke girîng e. Ji ber di warê erdnîgarî de xwedî eraziyên herî asê û stratejîk e, ev jî girîngiya vê qadê zêdetir dike. Qada Botanê; bi xeta Zagros-Behdînanê re ku ji hêla sîlsîleyên dûr û dirêj ên çiya ve ber bi başûr, rohjhilat, rojava û bakur ve dirêj dibe, bi vê sekna xwe, pişthestiyê Kurdistanê ye. Ji ber yekê ye ku Serokatiya Gelê Kurd, Botanê wekî Dilê Kurdistanê binav kir û tespît kir ku kî xwediyê vî dilî be wê serdestî hemû Kurdistanê be.

Bi vê tespîtê re di sala 1982’an de, bi vegera welat re sehaya Botanê bingeh hate girtin. Pêwîst e ku em diyar bikin ku di vê de erkeke diyarkirî ya hevalê Egîd û Mehmet Karasûngûr çêbû. Di rastiyê de jî li qada Botanê hem serdestbûna leşkerî ya dewletê gelek qels bû, hem di warê siyasî de di rewşeke seranser de bû û hem jî di civakê de kurdbûn hê jî jiyan dikir. Wekî din tê zanîn ku herêm ji qonaxa destpêkê ya dîrokê ve heta roja me ya îroyîn xwedî erdnîgariyeke stratejîk e.
Botan; ji serdema Medan û piştre jî împeratoriya Persan heta roja îroyîn wekî navendek hatiye bi dest girtin û piştre ev rewşa xwe ya jeo-stratejîk her dem parastiye. Bi taybet jî bi meşa Deh hezaran û bi hatina Îskenderê Mezin a Kurdistan û Rojhilat re û qonaxên dîtir ên dîrokê de gelê Botanê her dem rêçeke berxwedaniyê şopandiye. Sedema ku Mîr Bedirxan Beg berxwedaniya xwe spartiye vir û wekî Mîrê Botanê dewletbûyînê hedef girtiye, ji ber van taybetiyên bi hêz ên civaka Botanê ne. Wî, ji vê avaniya Botanê û ji yekbûna Botan-Behdînanê hêz girt û plan kir ku serî li hember osmaniyan rake. Ev taybetiyên berxwedêr ên Botanê, piştre ji serhildanên Yezdan Şêr û Şêx Ubeydullah re dibe bingeh.

Bi kurtasî taybetiyeke berxwedêr ku ji dîrokê tê û pê re zirûfên hişk ên erdnîgariya Botanê, em dikarin bêjin ku rê li ber kesayetiyeke ku xwe dispêre zehmetiyan, xwe bi xwe têrî xwe dike û di warê rih û fizîk de berxwedêr e bi pêş ketiye û şikl girtiye derê holê. Hem hişkbûna erdnîgarîya wê hem jî taybetiyên berxwedêr ku ji dîrokê tên, kiriye ku qerektereke ku xwe dispêre hêza xwe ya cewherî û li hember zoriyan tevgav nebe ava bibe. Vaye bi vê rastiya dîrokî, civakî û erdnîgarî re, hêzên PKK’ê yên ku ji Dîlok, Pazarcik, Semsûr, Amed, Mêrdîn, Batman, Dersîm, Qers û Agiriyê xwe kişandibûn û qadroyên ku li sehaya Filîstin-Libnanê hatibûn perwerdekirinê, bi fikra bi Botanê re yekbûyînê re, wê ev bi xwe re sînerjiyek derxistiba, bû pêşdîtinek û tespîtek girîng. Bi vî awayî veguheztina qadroyan ber bi Botanê ve, di destpêkê de bi xwe re zehmetiyan derxiste. Heta ji ber nenasîna qadê û avaniya civakê û baş nenasîna erdnîgariyê, gelek caran riya rojek dibû hefteyek. Di komên me yên bê qilavûz, bi bûyerên wekî ku di çapemeniyê de cî girtine, hêzên me rû bi rû man. Encax bi awayekî rast tespîtkirina avaniya Botanê re kelijîna qadroyên Apocî û pê re pêşketinek nasînê, bi xwe re kir ku potansiyeleke bi hêz derê.

Ew cewherê kurdbûna xwezayî û berxwedêr ku di astekê de di avaniya civaka Botanê de hatiye parastin; bi nasîna îdeolojiya zanist a hemdem re, bi xwe hêzek, cewhereke welatparêzî û berxwedaniyê derxiste. Piştî ku Pêngava 15’ê Tebaxê di vê zemînê de hate bi pêş xistin, digel texrîbatên çetevanî û nokeriya ku di hundir de hewl dan ferz bikin , ku ev wekî Hogirtî û serdema Çetevaniya Çaran derbasî pratîkê bû, digel vê kokberdana gerîla li vir pêk hat. Digel ku mêtîngeran li qadê êrîşên leşkerî bi pêş xistin û faliyetên cahşîtî û çetevaniyê ku bingeha xwe ji avaniya eşîrtiyê digirtin bi pêş xistin jî, lê ew texrîbatên Çetevaniya Çaran ku hewl da ku di hundir texrîbatan pêk bîne, nikaribû rê li ber yekbûna îdeolojiya Serokatiya Gelê Kurd û welatparêziya ku di cewherê gelê Botanê de bû bigire. Tevgera gerîla ku xwe disparte cewhera welatparêziyê û hevûdin bandorkirina du alî re, her çû kûr bû û veguheziya hişmendî û rêxistiniyê û bêyî ku careke din neyê qutkirinê bi cî bû, ji vir jî li Kurdistanê di belavbûna gerîlla de Botan erkeke girîng lîst.

Bi vê re gelê Botanê her çû ji kokberdana tevgera gerîla hêz girt, hê di salên 1989’an de li qadên gundan bi komên biçûk raperîn destpêkir, di salên 1990’î de ev şimitî ber bi Cizirê, Şirnex û Nisêbînê û bi van navendên pêşketinên serhildanên girseyî re, pêvajoya serhildanên dîrokî dan destpêkirin. Digel hemû astengî û îxanetên ku hatin jiyandin, gelê Botanê ku hem bûbû navenda gerîla hem jî bûbû navenda serhildanan, veguheztineke rastîn pêk anî, wekî mînaka pratîkbûyîna gelbûna Apocîtiyê ji têkoşîna berxwedaniya netewî û demokratîk bawer kirin û beşdar bûn. Ev, di heman demê de, bû serdemeke wekî pêvajoya pêkhatina şoreşa vejînê ya Kurdistanê û ev mohra xwe li dîrokê xist.
Gelê Botanê ku pêngava 15’ê Tebaxê ji xwe re wekî hêviya rizgariyê dît, piştî pêngavê hewayeke pêvajoya serîrakirinê jiyankirin, ji ber nezanî û tengbûnan destpêkê di pêşengiya gerîla de hewlnîşandana heyî di asta bersivdayînê de bû. Di vê mijarê de destpêkê gerîla, ne di rewşeke ku bikaribe bersivandineke têr bi pêş bixe de bû. Di pêvajoyên hetanî 15’ê Tebaxê de, ji Botanê beşdarbûna rêxistinê çêbibin jî, di bingeh de piştî Pêngava 15’ê Tebaxê beşdarbûnên gihîştî û têr pêk hatin. Hêla herî girîng a van beşdarbûnan, di demeke ku fikarên; wê ev taqtîk bigire an negire hebûn de, ji bona qebaskirina wê, di warê hêz û bidestxistina moralî de bandorên xwe yên girîng çêkir. Ev rewş di heman demê de zemîna artêşa gel a rastîn a gerîla bi pêş xist. Bi vî awayî riya artêşbûyîna gel hate qebaskirin. Di vê çarçoveyê de wekî beşdarbûnên destpêkê, beşdariya hevalên mîna Piling, Ehmed Repo, Enver Omyanûs, erka ku lîstine rê li ber pêşketinên mezin vekir.

Li hember qezencên ku bi dest ketibûn, ji ber pirsgirêkên rêbertiya taqtîk û di encama arastebûna bi gurahî ya dijmin de, şehadeta fermandarê mezin, lehengê gel Egîd û gelek qadroyên têkoşîna azadiyê ku pêşengbûn, bi rêjeyeke mezin gerîla xist bin tehdîdan. Bi taybetî, bi windahiyên eyaletên mîna Garzan, Amed, hema hema hatibûn qonaxa tesfiyebûnê. Dîsa li eyaletên mîna Rojavayê Başûr û Serhedê jî, rewşên başnecîbûyîna gerîla hatin jiyankirin. Fena eyaletên dîtir derbe xwarina Botanê bi xwe re tengavbûnên cidî derxist.

Dijmin di vê pêvajoyê de, di serî de li Botan bi teqwiyeyan, gotin di cî de be Kurdistanê ji nû ve dagir kir. Seranserê Botanê bi leşkeran hate dagirtin, li her gundek qereqoqel hate ava kirin. Van hemû rewşan, bi xwe re pêvajoyeke ku di gerîla de tengbûnek û hejandinek pêş bikeve anî. Yanî ev bi xwe re mijara wê li Kurdistanê taqtîka gerîla bigire an negire xiste rojevê.

Tam jî di wê pêjajoyê de, bi lidarketina Kongereya 3’emîn a PKK’ê re, di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de bi gelek biryarên ku rûpelên nû vekirin re, biryarên avabûna ARGK’ê û ji bona rêxistinkirina hêzên leşkerî zagona leşkeriyê hatin girtin. Bi taybetî jî pêvajoya Kongreya 3’emîn ku di rûniştandina gerîla de qonaxeke girîng dihilgire ser xwe, têkoşîna gerîla kete pêvajoyeke pêngavî ya nû. Bes ji pêkanînên zagona leşkeriyê tenê ji Botanê encam hate girtin. Li qadên din an nehate pêkanîn an pêk hatibe jî encamên serkeftî bi dest neketin. Encax li Botanê li ciyên ku rast pêk hatiye encam bi dest ketiye û bi vê rêbazê gelek şervan û fermandarên bi nirx ji Têkoşîna Azadiya Kurdistan re da qezenckirin. Li vir yekem car bi hatina gerîla ya welat re, ev beşdariyên kêm jî bi xwe re rih û moralek mezin afirand û di demê tengav de bersivdayîna erênî ya qada Botanê têrî xwe tevgerê rihet kir. Bi vî awayî bi bersivdayîna xwe ya erênî ya zagona leşkeriyê re, sûdên mezin di gerîlabûyînê de çêkir û di pratîkê de li xeta fermandarê mezin Egîd xwedî derkete. Di şekilgirtina ev qadro-milîtan û fermandarên ku di şerê azadiyê de xwedî erkên dîrokî ne, helbet erk û keda Fermandarê nemir Egîd, Mustafa Yondem û Mehmet Sevgat ku xeta Serokatiyê derbasî jiyanê kirin, xaleke bê nîqaş e.

Di zemîna Botanê de, kesayetiyên ku piştre di asta herî pêş de, di fermandariyê de taybetiyên diyarkirî bidest xist jî, yek ji wan di serî de hevalê Adil Amed bû. Hevalê Adil Amed, mînakeke herî balkêş e ku dema bi felsefeya Apocî re çanda Apocî bi keseyeta kurd a klasîk re bibe yek, wê çawa di encamê de kesayetên wisa mezin derbikevin. Hevalekî mîna Adil Amed digel ku ji bilî derveyî gundê xwe dinyayê nedîtibû, bi PKK’ê dinyayê nas kir, li PKK’ê hîne xwendin û nivîsandinê bû, bi kesayetî û çanda PKK’ê re, derketina fermandarek wisa mêrxas, hêja, dirist û dilsoz, îspata hêza îdeolojîk a tevgera me ye.

Cuma Bilikî jî ji gundê Adil Amed bû, ew jî di demeke kurt de, asta ku xwe digihîne, bi zevtkirina performansa fermandariyê ya herî bilind re, bi wêrekiya xwe ya mezin ku di zirûfên herî dijwar de raber dike re, xwedî kapasîteya ku di şertên herî zor de bi sedan şervanî birêve dibe û bi van taybetiyên xwe bi serketinan derdikeve asta kesayetiyeke mejî û dil. Mirov dikare di şerê 92’yan de di şexsê Cuma Bilîkî de vê bi awayekî balkêş bibîne. Cuma Bilikî îdeolojiya PKK’ê nas dike, bi taybet jî tarza serokatî dibîne, perwerdehiya serokatiyê dibîne û bi vî awayî bi tevgerê bi hêza xwe diwarqile û di vê bingehê de xwe ji nû ve tevlî dike û kesayetiyeke ku hêzeke nayê zevtkirin diafrîne. Mirov vê pir rihetî dikare di şexsê Cuma Bilikî de bibîne.

Dîsa ji hêla meziyetên fermandariyê de Rojhat Bilûzerî heye ku em dikarin di gelek hêlan de ew mînak bidin. Ew ji gundê Bilûzera Bestayê ye û di emrê xwe yê ciwan de zewiciye û ji bilî derdora gundê xwe ciyek nedîtiye. Komek gerîla ew bi zagona leşkeriyê girtiye refan û di vê bingehê de bi kelijandina hevalan re beşdarbûnekê nîşan dide. Rojhat Bilûzerî ji gelek qonaxan dibihûre û herî dawîn demeke dirêj li herêma Colemêrgê berpirsyarî dike. Sê tabûran û bêyî rexneyek bigire fermandariya alayek birêve dibe û bi awayekî mînak û bi tarzeke bêkêmasî xwe digihîne mejiyek û rihek serkeftî. Ji tunebûnê destpê dike û bi PKK’ê dest bi dinyayeke nû dike û di vê bingehê de rih, maneviyat û tarza PKK’ê di pratîkê de digire û pêk tîne. Belkî zanîneke wî ya kûr a teorîk nîn bû, encax di polîtîkayên pratîk de heta bêjin xwe gihandibû û bi pêş ve biribû. Bi taybetî di hêla pejinkariya şer, wêrekî û hêza daberheviyê de bi awayekî awarte asteke pêşketî bi dest xistibû. Di alaya Rojhat Bilûzerî de ji her derdor û ferasetî mirov hebûn. Ji derdorên gundî bigire heta derdorên bûrjûva û derdorên rewşenbîr, keç û xort hebûn. Ji ber van taybetiyan hemû kes dixwest di tabûr an alaya Rojhat Bilûzerî fermandarî dikir de cî bigirin. Loma li hember tarza rêveberiya wî baweriyeke mezin û rêhevaltî û pratîk-kirina tarza sekna milîtaniya Apocî hebû. Digel ku tengbûna wî ya teorîk hebû jî, yê herî zêde li hember çetevanî, herêmparêzî û nêzîkatiyên gundîtiyê têkoşîn kir jî ew bû. Di tu rêgezî de tavîzan nedida. Xwedî kesayetiyeke wisa bû ku rêzikên leşkerî û rêhevaltiya şoreşgerî di ser her tiştî de digirt. Cudahiyan tênedixist navbera mirovan. Wekhev nêzîkî her kesî dibû, lê xwedî behreyeke wisa bû, li gorî her kesî nêzîkatî nîşan dida. Dikaribû sedan kesî di nava ahengekê de, di nava disîplîna leşkerî de, bi tarzeke bêhempa birêve bibe. Lewma ew lehengekî gelê kurd bû.

Şerîf Spêrtî, ew jî fermandarê tabûrê bû. Di şer de ku fermandariya tabûrê dikir, ji tu kesî ji wî re rexneyek jî nehatiye kirin. Ji ber ku di keşf, şer, pevçûn, perwerde û parvekirina di navbera rêhevalan de her dem li pêş bû. Bi biçûk re biçûk, bi mezin re mezin, dilnizm, aram, giran û xwedî sekneke rêzdar bû. Ji ber vê yekê di fermandariya xwe de mezin û di sekna xwe de di asteke mezin de profîleke leşkerî nîşan dida.
Dîsa Kemal Spêrtî heye ku ji heman derdorê ye, lê herî zêde li Garzanê kar kiriye, divê em wî bibîrbînin. Kemal Spêrtî demeke dirêj Fermandariya Eyaleta Garzanê kir. Ew fermandarekî wisa xwedî taybetiyên rêvebirinê bû ku, sedan mirovî birêve dibir û bi pêş dixist.

Dîsa Piling Kiçî jî li heman herêmê mezin bûye û yek ji fermandarekî gerîlaya ku performanseke serketî nîşan daye. Bi gavavêtina gerîla ya Kurdistanê re, tevgera PKK’ê dinase û beşdar dibe. Xwendin û nivîsandinê li refên gerîla hîn dibe. Hemû tiştê ku dizane ji PKK’ê digire. Bi gotina wî hemû tiştê ku dizane ji PKK’ê û Rêberê Gelê Kurd hîn bûye. Bes ên ku ew nas nedikirin, ku li nivîsên wî, axaftinên wî û nêrandina wî ya dinê binihêrtina, digihîştin wê baweriyê ku rewşenbîrekî di asta zanîngehê de ye. Wekî mînak nivîsandina wî gelek rast bû. Kêm mirov hene ku wisa rast û xweşik nivîs binivîse. Çavên xwe di nav PKK’ê de vedike, siyaset, leşkertî û hunera şer di pratîkê bi jiyandkirinê, bi ketin û rabûnê di nava zehmetiyan de hîn dibe. Salên xwe dide wê û di nava van rastiyan de mezin dibe.

Yek ji sîmayên girîng ên vê ekolê jî Dijwar Erkendî ye. Dijwar Erkendî di sala 2005’an de dema ku Fermandariya Eyaleta Amanosê dikir şehîd ket. Ew milîtanekî wisa bû ku di kedkarî, fedakarî, biryarîbûneke ku nayê hejandin û zirûfên herî zor de xwe îspat kiriye. Li gelek zîndanên welatên cur bi cur de razaye, lê şoreşgerekî wisa bû ku tu car ji xwe û ji kesayetiya xwe tavîz nedaye. Çawa ji girtîgehê dertê henasa xwe li çiyayên Kurdistanê digire. Her dem li çepera pêş bi fedekariyeke mezin cî digire û ji bona vê xwe ferz dike û bi vî awayî xwe dike parçeyekî PKK’ê. Dijwar Erkendî, xwedî sekneke qadro û kamûtayê bû ku her dem ji her cure xebatê amade be.

Rastiya Zelal Botan heye ku, bi heman çand û axê mezin bûye, yek ji sembolên egîdiya jinê ya Botanê ye. Di şexsê Zelal Botan de, mirov dikare bi awayekî aşkere bibîne ku hêza PKK’ê çiqas mezin û kûr e. Keçeke ji gundekî Hezexê bû û di emrekî biçûk de beşdarî refên gerîla dibe. Zelal Botan bi PKK’ê û gerîla, jiyanê nas dike, jiyanê têdigîje, şîrove dike û di vê bingehê de kedkarî û fedekariyeke mezin raber dike û di wî emrê xwe yê biçûk de bi zîrekiya xwe dertê pêş. Bi fermandariya mangeyê destpê dike hetanî fermandariya bolikê peywir digire û piştî ku ji Rêberê Gelê Kurd perwerde dibîne, bi asta kapasîte xwe ya pêşketî li Eyaleta Botanê di asta Endamtiya Kordînasyonê peywir digire. Di şer de ji ji bona cî û hêza jinê sembolek e. Xwe digihîne asteke wisa pêşketî, bi pisporî di nava şer de sedan kesî koordîne dike, bi rêve dibe û bi cî dike. Çand, zanîn, îradebûyîn, înîsiyatîf û hêza ku ji PKK’ê digire, ew tîne asteke pêşketî ya komûtayê. Zelal Botan hêza xwe ya cewherî, bi taybetiyên partiyê re dike yek û ev wê dike xwedî hêzeke îradî. Ger ku îro li refên me xeta azadiyê ya jinê hatibe zevtkirinê û xwe gihandibe asteke berz û li qada şer nêzîkatiyên mêr ên serdest hatibin bipaşxistin û asteke wekhev û azad hatibe bi dest xistin û pêşiya jinê vebûbe; li vir bandora taybetiyên komûtayê yê Zelal û Azîmeya Mezin heye. Wan li qada şer wêrekî, hêza mejî û dilê jinê derxistin holê. Bi raberkirina hêza jinê li qada şer a Zelalan û pratîka wan a ku nêzîkatiyên serdest ên mêr bi paş ve vekişandiye, hem di pêşketina têkoşîna azadiya jinê de hem jî di pêşketina têkoşîna giştî de xwedî ciyekî girîng in. Xwe ji sîstema serdest a mêr qutkirin û ji bin siya mêr di zirûfên şer de derketin, di şexsê van hevalan de pêk hat. Ya teqez ev e ku wan di di têkoşîna azadiya jinê de bi baweriyeke cewherî ya bêhempa hêzeke mezin raber kirin.

Bi heman rengî yek ji fermandarê li ser vê axê mezin bûye û şikl girtiye, mînakeke girîng a jinê Fermandara jin Nûjîn e. Ew ji gundê Xirbikêbesta ku tam di navîka qada Bestayê de ye. Fermandara jin Nûjîn, xwedî fedekariyeke mînak û kedkareke mezin e. Ew bû îfadeya ka çiqas jina kurd kedkar, wêrek û di girêdana nirxan de bêqisûr e. Bi Fermandara jin Nûjîn re, hat îspatkirin ku pêşiya jina kurd vebe, jina gundî ya kurd a cefakêş ka dikare çi bike, dikare di kÎkan astê de bibe xwedî hişmend û zanebûnê û dikare çiqas bi îradebûyîneke mezin jiyan bike.

Wekî din Ehmed Repo heye ku di gelek belgeyan de navî wî derbas dibe. Bi raberkirina fermandariyeke balkêş re, da nîşandan ku ku kesayetiya Botan ku bi gerîla re bibe yek wê çiqas destanên lehengiyan biafrîne.

Dîsa bi heman rengî Fermandar Mahmûd Afarof jî bi fedekariya xwe ya mezin, welatparêzî, biryarîbûn û bi meşa xwe ya zexm mînak e. Mahmûd Afaroj bi sekna xwe ya ku bawerî dide, bi kesayetî û pratîka xwe, hê jî bandora wî li ser gerîlayên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê heye.
Belê; ev fermandar, ev lehengên gel ku ji nava dilê gundên Botanê derketin û fermandarên mîna Mahmut Şirnax, Rojhat Şivetî, Xelîl, Orhan, Cudî, Ekrem, Serbest, Şivan , Harun, Ferhat, Xalid, Hamza, Berxwedan, Xoşnav, Serdar, Hasan, Kalender, Şervan, Şerif, Eşref, Delîl, Çiya, Cîhan, Bêrîvan, Feyme, Zozan, Hamidan, Enveran û Erdalan û gelek fermandarên jin û mêr ku me navên wan negotiye derketin.

Mirov dikare bibêje ku li her devera Kurdistanê fermandariyên bi vî rengî û di vê astê de derketine. Gelek milîtan û qadro hene ku di nava tevgera PKK’ê de mezin bûne û di vê bingehê de mînakên mêrxasî yên mezin nîşan dane. Ev rastiyeke bê guman e. Li vir mirov dikare bibîne ku Botaniyên ku bi taybet bi partiyê re jiyan kirine, bi tarza perwerdehî û felsefeya Rêberê Gelê Kurdistan Rêber Apo re, di asteke çawa de kesayetiyên mezin afirandine. Taybetiyên balkêş ên van kesayetan, piranî li dibistanên TC’ê nexwendine û gundiyên ji rêzê ne. Digel xwedî taybetiyên feodal û gundîtîyê bin jî, zêde xera nebûne, ew mêtîngeriya pişavtinê ku jê re sîstema kemalîst tê gotin nikaribûye ew qetqetî bike. Ev avaniya gundî û yên ku herî zêde nêzî xwezabûna kurd in, bi îdeolojiya PKK’ê re bi jiyana xwe hêzeke sînerjîk afirandine. Hêla bingeh a girînge ev e. PKK kesek ji gund digire, ji tunebûnê de ew perwerde dike, nêrandina wan a dinê berfireh dike û ew dike fermandarek alayê an fermandarek eyaletan. Di hêla çand, felsefe, zanist, îdeolojî, siyaset û hunera leşkerî de perwerde dike. Di nava pratîkê de piştî ku di şexs de veguhezîneke bi kok a zihnî pêk tê, şexs ji qonaxa hacûciyê ber bi qonaxa berzbûnê ve digihîne. Ji bona dîtina vê, çîrok û jiyana van fermandarên egîdane û mêrxas û grafîka pêşketina wan mînakên balkêş in.