Şehîdên 2006’an, Bûn Şehîdên Serkeftî Yên Têkoşînê

Endamê Konseya Birêvebirinê ya KCK’ê Dûran Kalkan

Di serî de şehîdên leheng ên têkoşîna bêhempa yên 2006’an, ku hejmara wan digihê 150, bi rêzdarî û bi minetdarî bibîrtînim.

Ji bona ku di pratîkê de em armanc û bêrîkirinên wan bigihînin serkeftinê, wekî tevger û gel, em di wê biryariyê de ne ku, em ê têkoşîna wan a azadiyê bigihînin serkeftinê. Em careke din soza xwe nû dikin ku, der barê birêvebirina xeta serkeftî ya têkoşînê de, em ê xwe bikine qatix. Sala 2006’an di têkoşîna me ya azadî û demokrasiyê de saleke awarte bû. Ev nîşaneya destpêkirina pêvajoyeke nû bû. Sedema awartebûna salê, hem bingeha xwe ji nêzîkatiyên hêzên mêtînger digirt hem jî li hember vê jî, bingeha xwe wekî tevger û gel, ji planên me yên têkoşînê digirte.

Fena ku tê zanîn, têkoşîna me ya azadiyê ji 1’ê Hezîrana 2004’an pê ve ji nû ve gavavêtineke pêngavî avêt. Rêber Apo di Newroza sala 2005’an de Konfederalîzma Demokratîk û sazûmaniya KCK’ê îlan kir. Bi vî awayî çarçoveya sazûmankariya rêxistinî ya ku Pêngava 1’ê Hezîranê li ser civaka kurd bandor kiribû danî holê û pêvajoyeke rêxistinbûniyê da destpêkirinê. Ev rewş, hem kir ku di bingeha Pêngava 1’ê Hezîranê zêdetir têkoşîna me ya berxwedaniyê berfirehtir bibe û rê li ber pêşketinên pirhêl vebe, hem jî kir ku di nava sazûmaniya konfederalîzma demokratîk de lihevcivîna encamên têkoşîna berxwedaniyê bê rojevê. Yanî rewşeke hederbûnê an tunebûnê ji holê rabû. Ev kir ku li her qadê encamên mayinde yên di her asta têkoşînê de, di nava sazûmankariya konfederalîzma demokratîk de li hev bicive. Ev rewş di rêveberiya Tirkiyê de, rê li ber tirs û fikaran vekir. Sazûmankariya înkarok û tuneker, di bingeha xeta nû ya ku tevgera me û gelê me ku di xeta parastina rewa de konfederalîzma demokratîk saz kir, li hember vê pêngava ku hate bipêşxistin, ketin nava tatêlê. Ev tirs û tatêla heyî, nîşaneyên tesfiyebûnê bûn. Hesap dikirin ku wê di bingeha komploya navnetewî de, wê tevgera azadiyê biqede. Ku tunekirina Rêber Apo nebûna jî, hesap dikirin bi sazûmana Îmralî re di bin tecrîd û îşkenceyê de Rêber Apo birizînin û PKK’ê tesfiye bikin. Bi xwe spartina vê yekê re jî, hesap dikirin ku wê sazûmankariya înkar û tunekirinê ya li ser civaka kurd bigihînin serkeftinê. Bes hesap hev negirtin. Ev pêvajo tê zanîn. Rêber Apo bi pejinkarî û afirîgeriyeke mezin, ev êrîşên tuneker yên hêzên komploger ên navnetewî vala derxist. Piştre bipêşxistina helwesta xwe ya di pêvajoya dadgehê de, tunekirina ku xwe disparte darvekirinê, bêbandor hişt.

Di bingeha hikûmeta Ecewîd de, bi xwe spartina xeta demokrat a civakî re, hewl dan fikrên Rêber Apo bêbandor bikin û bi vî awayî armanc kirin ku, di warê bîrdozî û siyasî de biqedînin. Li hember vê Rêber Apo “Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk” bi pêş xist û van hewldanan vala derxist. Piştre di xeta îslama siyasî de ya hikûmeta nû, ku xwe disparte AKP’ê, hewl dan gelê kurd bixapînin û di vê bingehê de gel ji Serokatî û xetê qut bikin û xwestin ku me di warê bîrdozî û siyasî de têk bibin. Li hember vê Rêber Apo berhema xwe ya navê “Parastina Gelekî” bi pêş xist. Bi xeta sazûmana konfederalîzma demokratîk re, ji nû ve sazbûna PKK’ê xist rojevê. Ev di heman demê de nêzîkatiyên tesfiyekar ên provaktîf ku li çep û rastê berbibabûn, bêbandor kir û Pêngava 1’ê Hezîranê rojevî kir.

Piştî ku di Newroza 2005’an de îlana konfederalîzma demokratîk li vê zêde bû, digel ku rêveberiya Tirkiyê bi her cure rêbazên komploger nikaribûnê tune bike û dîsa her cure rêbazên siyasî û bîrdozî bikaranî, lê nikaribû di wateya bîrdozî û siyasî de polîtîkaya rizandina Serokatî pêk bîne. Berevajî vê yekê, tevgera me xwe nû kir û xwe ji nû ve saz kir. Di xeteke nû de, di xeta parastina rewa de, bi Pêngava 1’ê Hezîranê re, geşedanên nû bi pêş ketin û em ketin pêvajoya têkoşînê. Dema ku em hatin havîna 2005’an, berxwedaniya bi bandor a gerîla, bi awayekî cidî rêveberiya Tirkiyê hejande. Siyaseta Tirkiyê di gelek hêlan de lerizande. Vaye di vê xalê de, li hember vê tevgera ku ji nû ve bi pêş dikeve, sazûmana înkarok û tuneker neçar ma ku helwestek diyar bike.

Tê zanîn di mehên tîrmeh û tebaxê de gelek nîqaş hatin birêvebirinê. Serfermandarî di bingeha şerê tevahî de nêrînên xwe danî holê. Rêveberiya AKP’ê di hela çareseriya pirsgirêka kurd de, hinek lêgerîn û nîqaşan xist rojevê. Bi rewşenbîran re hevdîtin kirin û hatin Amedê. Li vir ji gel re, bi rêbazên demokratîk ewlebûna çareseriya pirsgirêkê da. Bes hêza hikûmetê têrî nekir. Ji ber ku hikûmet rantperestiyê dikir û gotin û kiryarên AKP’ê hevdu nedigirtin. Di gotinên xwe de lihevkirî nîn bûn.

Dawiya dawîn di civîna MGK’ê ya di 23’yê tebaxa 2005’an, rêveberiya Tirkiyê çû biryareke nû. Li hember tevgera azadiya kurd biryara konsepteke nû dan. Ev konsept, bû konsepta serfermandariyê. Yanî ev li hember tevgera azadiya kurd û gelê kurd, konsepteke şer a topyekûn bû. Ev di civîna MGK’ê de biryara vê hate girtin û piştî vê civînê serfermandariyê bi awayekî gurahî propagandaya vê kir. Vê konseptê gihande hemû rêveberiya dewletê û ji bona fêmkirina vê û ji bona xizmeta wê brîfîngan da û hişyariyan kir. Gotin di cî de be, di hêla konsepta şer a topyekûn de her kesî kişande hîzayê. Gihîşte hevgirtineke milî û li ser vê yekê, piştî payîza 2005’an pê ve, şer bi rêbazên qirêj xiste rojevê. Mînaka herî girîng a vê, wekî tê zanîn êrîşa Şemzînanê bû. Piştî ku êrîşa li hember Pirtûkxaneya Umûdê li ser neket û ev aşkere bû, derket holê ku ev konsepta şer a topyekûn çawa bi rêbazên qirêj derbasî pratîkê bikin. Li hember vê berteka gel bi pêş ket, i Şemzînanê despêkir, ji Geverê heta Wanê û Colemêrgê û qadên dîtir ên Kurdistanê berxwedaniyeke mezin a serhildanî bi pêş ket. Li hember êrîşên kontrayî ku li ser navê faîlên wan nediyar in bi pêş diketin, hêzên demokratîk û parastvanê mafên mirovan çûn ser vê de. Hemû kes vê xist rojevê. Şerê qirêj ê topyekûn hate teşhîrkirinê û ji bona ku sûcên wan derên holê û bêne darizandin, li ser hikûmetê çewsandin bi pêş ketin. Ev rewş hinek pêkanînên şerê qirêj dereng xist. Rêveberî neçar ma hinek xwe bi paş de bide û ji bona hêlên xwe yên têkçûyî temam bikin, plan û amadekariyên xwe ji nû ve di ber çavan re derbas kirin. Di vê bêngehê de, di sala 2006’an de, li her qadê êrîşên xwe yên hovane berdewam kirin. Tevgera me van hemû pêşketinan di civîna payîza 2005’an de, di nirxandina salê de xiste rojeva xwe. Pêşketinên ku di hêla eniya dijmin de derketine hatin nirxandin û tespît hate kirin ku têkoşîna me di demeke gelek awarte de dibûhure. Sala 2006’an wekî saleke xwedî hêlên awarte diyar kir û vê îlan kir. Li gorî vê hemû xebatên xwe yên bîrdozî, siyasî, rêxistinî û leşkerî plan kir û di vê bingehê de amadekariyên xwe kir. Bi vî awayî sala 2006’an, bi rastîn jî hem di pêşxistina pêkanînên şerê qirêj de, konsepta şerê topyekûn a rêveberiya Tirkiyê bilindtir bû hem jî di bingeha valaderxistina vê de, gerîla û gel bi awayekî bi plan berxwedaniyeke awarte dan. Bi vê berxwedaniya awarte re, tevgera me bi referandûma “Rêber Apo vîna siyasî ya gelê kurd de” re kire yek û bi vî awayî Newroza 2006’an wekî Newroza serokatî kir û ji sibata 2006’an şûn ve li hember komploya navnetewî berxwedaniyeke nû xiste rojevê.

Di hêlekê de rêxistinkirina Konfederalîzma Demokratîk ji hêla din ve li hember komploya navnetewî bipêşxistina pêvajoya têkoşîneke nû, taybetmendiyên bingehîn ên vê sala berxwedaniya awarte da. Vê yekê bi zelalî diyar kir, tevgera me ji hêla vê sala têkoşînê ya awarte, tespît kir ku êdî ketiye pêvajoya têkoşîneke nû ya li hember komploya navneteweyî. Vê wisa nirxande; di sala têkoşînê ya 2006’an de komplo hate teşîrkirinê, di vê pêvajoya têkoşînê de komplo vala hate derxistin, tevahî sazûmaniya Îmraliyê û pê re jiyankirin hate redkirinê û qebaskirina wê hate armanckirinê. Ev pêvajo pêvajoyeke wisa bû ku, komploya navneteweyî hate redkirin, sazûmaniya Îmralî hate redkirinê, her wiha ji bona ku azadiya Rêber Apo û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd pêk bê li her qadê têkoşîn hate bi pêş xistin. Ev pêvajo, pêvajoyeke têkçûyîna komployê bû. Lewre di bingeha şerê topyekûn ê dijmin de, dijmin hewl da ku bi berfirehî bi rêbazên şerê qirêj tevgera me sînor bike û konsepteke eciqandinê derbasî pratîkê bike; li hember vê tevgera me ya azadiyê jî ji bona ku komploya navneteweyî û sazûmaniya Îmralî parçe bike, red bike û azadiya Rêber Apo û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd bi pêş bixe, di vê bingehê de berxwedaniyê xist rojevê. Ev êdî dihate wateya, ji sazûma Îmralî re Êdî Bes e bû, bi vê sazûmaniyê re jiyankirinê redkirinê îfade dikir. Sekna bi hişmend a yekem ji bona ku vê sazûmana Îmralî red bikin û lewre vê sazûmanê têk bibin, hevala Viyan esas girt. Banga ku hevala Viyan di destpêka sibatê de bi pêş xist, bi xwe şewitandinê li hember komploya navneteweyî, bû giloka agir, di sala 2006’an de bû berdewama kampanyaya ku “Hûn nikarin roja me bitemirînin” li derdora Rêber Apo bûbûn xelekek.

Viyan SoranHevala Viyan, yekem a ku di sala 2006’an de got “ÊDÎ BES E”Ji komploya navnetewî re got, Êdî Bes e!, ji sazûmaniya Îmraliyê re got, Êdî Bes e!, di vê sazûmaniyê de ji girtîmayîna Rêber Apo re got, Êdî Bes e!, ji jiyankirineke bê azadiya Rêber Apo û bê çareseriyeke demokratîk a pirsgirêka kurd re got, Êdî Bes e! Ji lew re pêvajoya têkoşînê da destpêkirinê. Wê banga yekem a sazûmaniya Îmralî redkirinê û armanckirina têkbirina komployê kir. Hevala Viyan, ji bona ku em wê baş guhdar bikin vê veguhezt nivîsê û çalakiya xwe bi biryarî domand. Vê got; min tu carî komploya navnetewî bi xwe neda qebûlkirinê, min tu carî di mejî û dilê xwe de neda qebûlkirinê. Got ku, min tu carî sekna Rêber Apo ya li Îmraliyê hezm nekir, min her dem vê di dilê xwe red kir. Got ku; min tu carî bi vê sazûmaniyê re jiyankirinê qebûl nekir û min tu carî vê di mejiyê xwe jiyan nekir û di vê bingehê de bi awayekî, ku tu jiyaneke fizîkî qebûl nakim derbasî çalakiyê dibim. Hevala Viyan bang li me hemûyan kir ku, her kes komploya navnetewî lanet bike, di mejî û dilê xwe de tune bike, ji bona ku tune bike jî di warê bîrdozî, siyasî, rêxistinî û leşkerî de têkoşîneke berxwedaniyeke berfireh bi pêş bixe. Hevala Viyan, bi rastî jî, bangeke mezin bû.

Hevala Viyan di hemû rêveberiyên me de peywir girtibû. Di komîteya ji nû ve sazkirina PKK’ê de cî girtibû. Lewre rasteqîniya li Serokatiya xwedî derdiketinê û li derdora Serokatî û xeta berxwedaniyê de hevgirtinê derxist holê. Hevala Viyan ciwanek ji Silêmaniyê bû û milîtaneke hê 24 salî bû. Ew xwedî xeteke ku Kurdistanê digihande hev, peyitand ku rêbertiya gelê kurd Rêber Apo ye û vê yekê da erêkirinê û bang li gelê me yê başûr kir ku li derdora Rêber Apo bigihên hev.

Lewre, banga Viyan, bi rastîn jî bangeke gelek mezin bû. Kampanyaya “Hûn nikarin roja me bitemirînin” kişande sala awarte ya 2006’an. Yekem wê got Êdî Bes e û ev bang ji hêla gelê me ve bersiveke mezin dît, hate pejirandin û her kes hewl da ku wê fêm bike û ew şopandin. Di heman demê de banga Viyan di nava gerîla de jî olaneke mezin dît. Ew wekî fermandareke gerîla, çawa ku bang li gel kir, bang li gerîla jî kir û ji di nava gerîla de, ji hêzên YJA-STAR’ê re banga rast rêxistinbûnê û li derdora Serokatî bi awayekî bi bandor bi pêş xistina berxwedaniyê kir. Ev bang di gerîla de jî, bi têrî xwe deng veda. Her cure rêxistinbûneke paşdemayî, takekesiyê, nêzîkatiyên ku tesfiyekariyê ferz dikin hatin parçe kirinê, di şûna wê de sekneke gerîla ku di xeta Serokatî de yekbûnê û hevûdin guhdarîkirinê pêk anî, di milîtaniya fedayî de zelalbûn û biryarîbûnê derxist holê. Van hemûyan xwe di bihara 2006’an de, di serhildanên gel û berxwedaniya gerîla de nîşan da. Pîrozbahiyên 8’ê Adarê yên sala 2006’an ji pîrozbahiyên her demê bêtir di asteke bilind de îfadeya xwe dît. Bi rastîn jî di pêşketina girseyî ya tevgera jinê de, banga Viyan, gavên mezin da avêtin. Ev coşa mezin a 8’ê Adarê, bi Newrozê re xwe gihande lûtkeyê. Newroza 2006’an bû Newroza Serokatî. Li Amedê milyonek mirov, di wateya demokrasiya rasterast de, fena ku referandûmek pêk bê, gel Rêber Apo wekî vîna xwe ya siyasî diyar kir û vê ji hemû dinyayê re îlan kir. Referandûmeke aşkere çêbû. Gelê kurd ê li derdora Rêber Apo, nîşan da ku çawa ji heft saliyan bigire heta heftê saliyan bûn yek û daxwaza xwe ya çawa aştî, azadî û demokrasiyê dixwaze danî holê. Rêveberiya Tirkiyê vê pêşketina mezin hezm nekir. Rabûna ser piyan a gel, xwedîderketina jinên kurd û ciwanên kurd li Rêber Apo, li ser vê esasê rabûna serhildanê, ji hêla wan ve bi hilfirînekê hate pêşwazîkirinê. Dijmin ji bona ku tola xwe bigire, li Mûşê 14 gerîlayê ku berê cihê wan tespît kiribû qetl kir û xwest bi vî awayî berxwedaniya gel û bilindbûna serhildanê lewaz bike. 14 hevalên me di zirûfeke wisa de li hember vê êrîşê bi lehengî berxwedanî nîşan dan.

Sala 2006’an li gorî banga Viyan bû û xeleka şehadetan ku ew şopandin, bi vî awayî li bejahiya Mûşê hate avêtin. Şehadeta van 14 gerîlayên leheng, serhildana gel zêdetir bandor kir. Di serî de li Amedê, li Qoserê, gel li şehîdên xwe xwedî derketin. Di hefteya şehîdên netewî de, di esasê xwedîderketina şehîdan de, serhildan gurtir bû. Li hember êrîşên faşîzane yên dijmin, gel bi wêrekiyeke mezin rawestiya. Ciwanên kurd, zarokên kurd bi emrên xwe yên biçûk, bi rastî jî çawa generalên biçûk in nîşan dan û li hember polîsên faşîst ên hêzên dewletê bi keviran berxwedaniyeke mezin nîşan dan. Hêzên dewletê li hember jin û ciwanan ku azadiyê dixwestin, bi çek û bombeyan êrîş kir. Bi dehan qetl û birîndar kir.

Di vê bingehê de Newroza 2006’an ji şehadetan re şahidî kir. Li kêlek şehadetên gerîla, gel jî şehîd da. Bi vî awayî karwanê şehîdên her mezin bû û bi pêş ket. Xwebispartina wê re jî, berxwedaniya gerîla û gel bi pêş ket. Gel berxwedaniya xwe hetanî dawiya meha gulanê domand. Di 4’ê Avrêlê de ji bona ku li Serokatiya xwedî derbikeve ber bi Amarayê meşiya. Pîrozbahiyên 1’ê Gulanê gelek bi bandor derbas bûn. Meha gulanê ku meha şehîdan e, di esasa bibîranîna hemû şehîdan de bihûrî. Di 18’ê gulanê de, roja şehîdan bi rastî jî, bû roja berxwedaniyeke mezin. Bi vî awayî ji meha sibatê pê ve di nava çar mehan de, gel her dem li piya bû. Di bingeha konsepta şerê topyekûn de, li hember êrîşên komkujî yên dewleta Tirkiyê û rêveberiya AKP’ê, berxwedaniyeke serhildaneke mezin bi peş ket û li her derî daxwazên demokrasî, aştî û azadiyê qêriyan. Li şehîdên xwe, xwedî derketin, li Serokatiya xwe xwedî derketin. Bi wêrekî û fedekariyeke mezin, di bingeha azadiya Rêber Apo de û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd de, gel serhildan bi pêş xist. Li hember vê yekê hikûmeta AKP’ê û serokwezîrê wê Tayîb Erdogan vê hezm nekirin, di hundir xwe de nehelandin û ji vê pêşketina mezin tirsiyan. Li hember vê Tayîb Erdogan ewqas hêrs bû ku, fena ku ji devê wî gilêz biherike, di mîkrofonê de, bêyî ku cudahî bixe serhildêrên zarok û jin, îlan kir ku her kî li dij desthelatiya dewletê derê wê bên qetlkirinê. Li hember vê berxwedaniya mezin, êrîşgeriya faşîzane hartir bû. Bi vî awayê rûyê faşîst-paşverû ê senteza tirk-îslam ê AKP’ê derkete holê û rûpûşa wan ket. Oldariya wan a sexte teşîr bû. AKP’a ku, bi armanca gelê kurd ji Rêber Apo qut bike û di bingeha oldariya sexte de bikarbînin anîn ser kar, li dij wê, rûpûşa AKP’ê hate xistin û hevgirtineke yekîtiyeke demokratîk a gel li dora Rêber Apo di asta herî jor de bi pêş ket.

Di sala 2006’an de, gerîla vê berxwedaniya gel hilgirt. Tê zanîn, vê yekê gelek bi bandor domand. Bi taybetî jî , gerîla ji meha gulanê pê ve serhildana gel dewr girt û li hemû qadan; li Zagrosê, li Botanê, li Amedê, li Garzanê, li Erziromê, li Serhedê berxwedaniyên lehengî xist rojevê. Lehengiya gerîla, li gorî xeta egîdan, zîlanan, bêrîtanan, pêşketinên mezin dan jiyandinê. Gerîla li her deverê lêdanên giran li dijmin da. Di vê berxwedaniyê de, di gerîla de lehengiyên berz hatin jiyandin. Li hember vê bedelên mezin hatin dayîn. Ev berxwedaniyên mezin ku hema hema li derî bi pêş ketin, bi saya fedekarî, hewldan û xwîna rêhevalên me yên şehîd pêk hat. Li her qadê, şehadet bi pêş ketin, li ser hev şehadetên mezin çêbûn, perçe perçe şehadet bi pêş ketin. Li Zagrosê û Amedê, me komeke heft kesî şehîd da. Li Botanê jî hem li ser hev, hem jî perçe perçe me şehîd dan. Me li Amedê, li Dêrsimê şehîd dan. Herî dawîn di payîza 2006’an de, me li Serhedê şehîd dan. Bi taybetî jî, ji ber îxbarên komên sîxuran, gerîla lêdan xwar û bi êrîşên dijmin re rû bi rû ma. Li ser navê dostaniyê, li ser navê welatparêziyê gelek sîxur xwe berdan nav me, bi rastî jî ev li gelek qadan kir ku gerîla deşîfre bibe û ev rê li ber lêdanên hêzên Artêşa Tirk vekir.

Li Serhedê wisa bû, li Amedê wisa bû, li Botanê wisa bû. Di nava vê têkoşîna berxwedaniya mezin de, li Botanê hevala me Sorxwîn ku endama meclîsa PKK’ê bû, bi komek hevalan re şehîd ket. Hinekan îxbar kiribû û tola wan hate standin. Hevala Sorxwîn, ji banga berxwedaniya mezin a Viyan re, li ser navê milîtaniya jinê, li navenda Botanê, li Bestayê bersiv da.

Ez hevala Sorxwîn ji dema beşdariya wê ya tevgerê ve nas dikim. Min ew yekem car di sala 1994’an de dema ku hate sehaya Serokatî dît. Me li sehaya Serokatî bi hev re perwerde dît. Di heman demê de em vegeriyan welat. Di nava dozdeh-sêzdeh salên borî de, em li gelek qadan her dem di rewşeke kesên ku hevdu nas dikin û destek didin de bûn. Bi rastî jî, hevala Sorxwîn milîtanek bû ku cewherê berxwedaniya azadîxwaziya jinê di asta herî jor de temsîl dikir. Girêdana wê ya Serokatî û azweriya wê ya jiyanê bênîqaş bû. Girêdaniya wê ya şehîdan û biryarîbûna wê di têkoşînê de bêkêmasî bû. Ji bona ku here Dêrsimê kete rê û em dîsa bi hev re rêwiyên Dêrsimê bûn. Ew milîtaneke wisa bû ku, bi coşeke mezin ji bona li Dêrsimê şerê azadiyê bide, kete rê. Em wê kêliyê, bi hemû zindîbûnê bibîrtînin. Pêwîstiyên heyî, hişt ku ew li Botanê bimîne. Wê negot ev der Botan e, Amed e, Dêrsim e, li her ciyê ku lê ma bi çar destan têkoşînê hemêz kir û xeta milîtniya jina azad a Bêrîtan û Zîlanê di asta herî bilind de bi pêş xist û bi lehengî li ber xwe da û şehîd ket.

Dîsa di heman demê de, li Cudiya Botanê şehadeta hevala me Yildiz hate jiyandin. Hevala Yildiz jî, ji yek hevalên ku bi bandor beşdarî têkoşînê bû, di têkoşîna azadiya jinê de xwedî îdea bû, li gelek qadên cuda cuda xebat kir û xwedî behreyên cur bi cur bû, ji xebatên cuda hat û di dawiyê de di gerîlatiyê de biryar da û xeta lehengiyê birêvebir û şehîd ket.

Bi vî awayî, sedema ku, sala 2006’an bû saleke berxwedaniyeke mezin, bi saya berxwedaniya van şehîdên me yên mezin pêk hat. Li her qadên Botanê, li Cudiyê, li Bestayê, li Gabarê, me bi dehan şehîd dan. Bi rastî jî keç û xortên herî hêja û bi nirx ên gelê kurd, di nava vê berxwedaniyê de şehîd ketin.

Dîsa me li Zagrosê şehîd dan. Me li Amedê, li Dêrsimê şehîd dan. Hejmara şehîdên me ji sedî dibihûrin û hemû jî beşdarî banga Viyan bûn û di vê bingehê de bi wêrekî û biryarîbûneke mezin xwe tevlî kirin û sala 2006’an veguheztin saleke ku têkoşîna azadiya kurd qezenc kir û di vê oxirê de canên xwe feda kirin û bûn leheng. Di vê sala awarte de, gelê kurd û PKK’ê bi ser xistin. Li hember konsepta şerê topyekûn a ku di sala 2005’an de ji hêla MGK’ê, rêveberiya Tirkiyê ve hatibû girtin, di sala berxwedaniya 2006’an de lêdaneke rûxîner û mezin li vê konseptê hate xistin û vê yekê van rêhevalên me kirin. Dijmin ewqas tengav bû ku, neçar ma ku banga agirbestê bike. Pê re emerîkayî û ewropî jî bang kirin, DTP’yiyan bang kirin, rêveberiya başûr banga agirbestê kirin, dîsa rêveberiya AKP’ê neçar ma bi awayekî nîv vekirî nîv veşartî bang bike. Ev berxwedaniya van hevalên me yên leheng, lêdaneke wisa mezin li konsepta şer a topyekûn a rêveberiya Tirkiyê xistin ku, encax dikaribûn xwe bi bangên agirbestê û rojevîkirina agirbestê, xwe bixistana riya rizgarkirinê. Vê, hetanî Rêber Apo jî gihandin. Dawiya dawîn li ser banga Rêber Apo di 1’ê Cotmeha 2006’an de, tevgera me kete pêvajoya agirbesta pêncemîn a yekalî. Tevgera me ji nû ve ketina pêvajoyeke agirbestê re, lêgerînên çareseriyê yên aştiyane, demokratîk û siyasî di pirsgirêka kurd de bi pêş xist. Ma ev li ser çi bingehê çêbû? Ev ji ser berxwedanî û lehengiya mezin a 2006’an ve çêbû. Li hember konsepta şerê topeyekûn, bi saya berxwedaniyeke mezin a ku ji hêla tevgera me ve bi pêş ket, ev çêbû. Nexwe ku tevgera me lewaz ketina, konsepta şerê topyekûn têk nebirina, helbet wê ji bona tevgera me bangên agirbestê çênebûna. Wê di 1’ê Cotmeha 2006’an de pêvajoya agirbestê nehatina îlankrinê û wê nebiketana rojevê. Di şûna vê de, wê eciqandin û lêdana tevgera azadiya ya gerîlayê kurd biketana rojevê. Hal ew e ku, piştî vê berxwedaniyê Emerîka û Ewropa, hema hema her kesê ku bi pirsgirêka kurd re têkildar in, bang kirin û pêvajoya agirbestekê kete rojevê.

Ev çi îfade dike? Ev nîşaneya hêza berxwedaniyê ye. Ev lêdana mezin a berxwedaniya 2006’an a li hember konsepta şerê topyekûn nîşan dide. Ev qezenckirina me ya pêvajoya têkoşîna awarte ya 2006’an nîşan dide. Ev nîşaneya ku li hemû dinyayê belav bûye ye. Her wiha, di wê bingehê de sê mehên dawîn ên salê, bi agirbestê bihûrî. Mirov dikare vê bi zelalî bibêje; bi agirbesta 1’ê Cotmeha 2006’an hate dîtîn ku, bênîqaş ê ku qezenc kiriye gelê kurd û têkoşîna azadî û demokrasiyê û xeta Serokatiyê bû.

Duran KalkanDerket holê ku sala 2006’an ji hêla têkoşîna me ve sedî sed hate qezenckirinê. Di encama vê de lêgerînên aştiyana û demokratîk, di encama vê de kete rojevê.

Ev serkeftin a şehîdên me, ya viyanan, ya berxwedêrên Mûşê, ya berxwedêrên Newrozê, ya sorxwînan, ya yildizan û ya bi sedan şehîdên me yên leheng ku me navên wan rêznekirine ye. Wan, hebûnên xwe yê herî bi nirx, jiyana xwe dan û kirin ku vê sala têkoşîneke awarte ya tevgera me û gelê me qezenc bike.

Wan hemû hesreta gel anîn ziman, ew bûn temsîla rabûna gel. Wan gelê kurd kêşande pêvajoyake nû ya têkoşonî. Yanî wan bi şehadeta xwe, komploya navnetewî û sazûmana Îmralî red kirin û bûn şehîdên ku, Rêber Apo azad bikin û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd pêk bînin. Ew bûn şehîdên serkeftinê. Ew bûn şehîdên serkeftî yên têkoşînê. Em di vê bingehê de şehîdên 2006’an bibîr tînin. Berê jî şehîdên me yên ku şoreşa berxwedaniya netewî biser xistin çêbûn, egîdan, şehîdên leheng ê wê demê jî, vê yekê îfade dikirin.