Vegotına Fermandar Erdal, Di Serdema Nû De...

Engîn Sîncer (Erdal)(1969-2003) yek ji şehîdên tekoşîna azadiyê ye.

Sîncer ji aliyê Kurdistaniyên li Ewrûpa û Botanê, ji nêzîk ve dihat naskirin. Sîncer dema li Ewrûpayê dixwend tevlî xebatên rêxistiniyê yên ciwanan bû û di nav 10 salan de xwe gîhand gelek astên bilind. Seha xebatê ya herî dawî ya Sîncer dîsa Ewrûpa bû. Sîncer ku di rêxistinkirina gel û dîplomasiyê de xwediyê kedek mezin bû, ji bo têkoşîna azadiyê ya gelê kurd 18'ê Tebaxê çavên xwe li jiyanê girt.

Engîn Sîncer bi navê kod Erdal di 2’yê Adara 1969'an de li navçeya Seyrantepe ku girêdayî Maraşê ye, ji dayik bû. Engîn Sîncer heyanî 9 saliya xwe li wir xwend. Di despêka tekoşîna azadiya kurdan de şoreşgerên wek Mustafa Yondem, Şêxo Dîrlîk û Battal Efsan ku gelek xebatên mezin li Maraşê kiribûn, tesîrek mezin li ser gel çêkirin. Herwiha malbata Engîn Sîncer jî, di destpêka salên 1970`yî de ket bin tesîra têkoşîna PKK'ê ya li herêmê. Dewletê asteng derdixist pêş malbata Sîncer. Lewma malbatê di sala 1978an de koçî Elmanyayê kir. Almanya ji bo wî welatek xerîb bû. Di demek kurt de Elmanî fêr bû û dest bi dibistanê kir. Di heman demê de, di koma futbolê ya zarokan a li navçeyê de cihê xwe girt. Dû şehadeta Erdal, mamosteyê wî yê ku ji bilî Engîn hemû şagirt jê ditirsiyan di roportajekê de wiha digot: Engîn zarokek gelek dilsoz û bi aqil bû. Min pir ji wî hezdikir. Têkiliya wî bi hevalên wî re jî gelek baş bû. Min li gorî derfetên xwe dixwest şagirtiyên xwe gelek bi disîplîn perwerde bikim. Di kesatiya Engîn de, keda min jî gihîşt xaka bereket. Keda min baş fêm dikir û di pratîka xwe de jî ew dijiya. Erdal ket bin tesîra xizmên xwe yên di nava PKK'ê de cih girtibûn. Ji aliyekî ve xwend û ji aliyê din ve di rêxistinkirina ciwanên kurd de rol lîst.

Di sala 1986'an de li komeleya Maînzê tevlî xebatên çandê bû û li Frankfurtê koma YCK'ê saz kir.Di vê demê de qezayeke trafîkê derbas kir. Di demekê de ku hindik mabû bijîşk ji jiyana wî hêviya xwe bibirin, ew bi ser xwe ve hat û piştî 8 mehan ji nû ve tevlî xebatê bû. Erdal di sala 1989'an de bi awayekî profesyonel tevlî xebatê bû û bi yek ji pêşengên PKK'ê Huseyîn Çelebî re hevalî kir. Di sala 1992'an de çû Akademiya Mahsûm Korkmaz û piştî perwerdeya li wir dît, derbasî herêma Botanê bû. Wî li qadên cûda yên Botanê tam 10 salan gerîlatî kir. Erdal di vê pêvajoyê de tevlî gelek xebatan bû û gelek caran birîndar bû. Sîncer bi fermandariya mangehê dest bi jiyana xwe ya leşkerî kir û bi rêzê fermandariya lek, tabûr, herêm û eyaletê kir. Erdal xwe di warê rêveberî û fermandariyê de xurt kir û di kongreya şeşan a PKK'ê de ji bo komîteya navendî hat hilbijartin. Piştî kongreya heftan a PKK'ê ji bo Ewrûpayê hate wezîfedarkirin. Erdal, li Ewrûpayê di rêxistinkirina gel de cih girt û paşê derbasî xebatên dîplomasiyê bû. Engîn Sîncer demekê endametiya Konseya Rêveber a KNK'ê jî kir. Dû kongreya çaremîn a YDK'ê amadekariya vegera welêt kir. Xatir ji malbat û hevalên xwe xwest û di 1’ê Hezîrana 2003’yan de vegeriya welêt. Jiyan di 18 yê Tebaxa 2003yan de sekinî. Ji ber ku Erdal di merasîma 15'ê Tebaxê de bi qezayê şehîd ket. Engîn Sîncer ku di hemû xebatên xwe de bi taybetiyên xwe yên têkoşer bandoreke mezin li her kesî dikir, bi koça xwe ya dawî, gelê Kurd û hemû hevalên xwe xemgîn kir. Malbata hevalê Erdal, cenazeyê wî anî Seyrantepeyê. Yekem carbû ku bi fermî cenazeyê fermandarekî PKK’ê dihat Bakûr.

Birêz Mehmûd Onder li ser Şehîd Erdal, bîranîneke xwe wiha tîne ziman.

Bihîstina min a şahadeta pakrewanekî mîna Engin Sincer (Erdal), hiş û ramanên min bir aliyekî din û ne mumkun bû ku ez li hember vê bûyerê bêxem bimînim û Erdal biêşînim. Ti heqê ku ez karibim, Erdal biêşînim, min di xwe de nedît. Her wisa, ne mumkun e, yên ku carek Erdal dîtibin û li hember şahedata wî bêxem bimînin.

Sala 1990 meha 11'min bû, min amadekarî dikir, ku ji Skandinavya werim bajarên Bonn a Almanya da ku tevlî kongreya Yekitiya Rewşenbîrên Kurditanê YRWK, bibim. Pêşî min telefonê komeleya Bonnê kir, ku saet û dema ku ezê ji tirênê peya bibim, ji amadekarên kongreyê re bêjim.

Danê êvarê bû beriya ku ez ji malê derkevim û li tirênê siwar bibim, min telefon kir; dengekî zelal û tenik ji bihistoka telefonê hat guhê min. Min got, alo, ez Mehmud Onder ji Denimark deng dikim! Bersiva li aliyê din ê telefonê; "Belê Mamoste, ez Erdal", "Em li Komeleyê ne tu saeta ku bigihêjî Bonnê bêje, emê te pêşwazî bikin." Min got, başe ez di filan saetî de têm û êvar baş.

Rêwitiya min a ji Denimark heta Bonnê 10 saet ajot û serê sibê zû ez gihiştim stesona Bonnê. Dema ku ji trênê peya bûm, min li dora xwe mêze kir, ka kî were pêşiyamin û min bibe Komeleyê. Min hew dît, ciwanekî lihevhatî, bi rûyeke bi ken û pir rêzgirtî hat û got, "Mamoste, ez Erdal im, ewê ku bi telefonê bi te re axivî ez im." Me hevdu maçî kir û ez birim Komeleyê. Lê belê min bala xwe dayê, kurdiya wî ne baş e û min ji devoka wî fam kir, ku ji kîjan herêma Kurdistanê ye.

Paşê dema ku em gihiştin Komeleyê, Erdal got, "Mamoste, tu û hinekê din jî li vir in, piştî ku we taştê xwar, emê bi hev re biçin cihê kongreyê." Paşê em çûn cihê kongreyê û kongreya me 2-3 roj ajot û paşê min hew Erdal dît.

Bi qasî 10 salan min ew nedît. Paşê sala 2001'ê de, Kongreya damezrandina YDK hat lidarxistin û min Erdal li wê derê dît. Me li halê hev du pirsî, lê herî zêde tiştê ku bala min kişand, Erdal, di dîwana kongreyê de li kêleka hevalê Cemal, cih girtibû û bi kurdiyeke pir zelal diaxivî. Di navberê de min jê pirsî, "tu li ku fêrî ev kurdiya xweş bûyî, tê bîra te, cara yekemîn, li Bonê me hev du dît, tu nikaribûyî baş bi kurdî biaxivî"; Erdal got, belê Mamoste, em li eyaleta Mêrdînê bûn, piraniya gêrîlayên me jî ji wê herêmê bûn û bi tirkî nizanibûn. Di destpêkê de min talîmatên ku dihatin dida hevalên bi kurdî dizanin da ku wergerînin. Lê belê, ev werger pir dem digirt, êdî carna wisa dibû ku talîmat li ser hev zêde dibûn, lê hevalên me yên wergêr hêna ya kevn werneguherandibûn.

Erdal dewam dike, "Paşê min ferhengek peyda kir û ketim şikevtekî, du meh li ser kurdî xebitîm. Her wiha ji wê demê pêve, êdî min bixwe talîmatan werdiguherand, dikir kurdî û li hevalan belav dikir."

Belê, mirov bêyî du dil bibe dikare bêje, ku Erdal, numîneyekî yekdabû û bi vê jîndarî û çalakbûyina xwe bêemsal bû. Min beriya 13 salan Pakrewanê hêja Engin Sincer-Erdal, nas kir. Lê belê vê paşiyê her carê ku min ew didît, li ber çavên min Erdalekî bêtir pêşketî û pir bi kêrhatî peyda dibû.

Ez bixwe nikarim, bi bêje û hevokan Erdal şîrove bikim, ditirsim, ku ezê nikaribim ji heq derkevim û bi vî awayî ezê Erdal biêşînim. Na!, bi rastî jî naxwazim zêde binivîsinim û biaxivim, ji ber asta hêjayî û serfiraziya ku Erdal, gihiştibû, nabe ku mirov bi hin bêjeyan bîne ziman û kêm bihêle. Yên ku hetta niha ji bo Erdal hatine gotin û bihistîn jî têrê nakin, ji bo hêjayî, çalakbûn û zîrektiya wî were şîrovekirin. Her wisa bi ya min nivîsar û pesindayinên ku ji vir û pê de jî werin nivîsandin û gotin jî têrî neke ji bo neqişkirina kesayetiya pakrewanekî mîna Erdal û bîr û baweriya wî ya xurt ji "nirxên" ku hatine afirandin.

Ya herî baş ez li vê derê nivîsara xwe bibirim û zêde pê de neçim, da ku qet nebe di wijdana xwe de mirovê hêja, çalak û xweşik, Erdal, neêşînim. Ez bixwe tu carê te ji bîr nekim, mirovê hêja, ramyar û şoreşgerê mezin..

Kategori: Şehit Anıları