Sal pey hev derbaz dibin bêyî ku haya wê hebe ka çiqas qermîçûk dinexşîne ser rûyên xembar, bêyî ku haya wê çêbe ka çend bîrînên bê heyam vekirine di dilê her yekî ji me da.
Sal; erka xwe bi awayekî rêk û pêk dike, di derbazbun û rêveçûyînên xwe ser emrê me bêyî ku carekê berê xwe li me vegerîne; da binêre û bibîne ka çi dike ji mirovên ku ezîzên bê hempa winda kirine. Her ku sal derbaz dibin wêneyên giyangerên jiyanê li be çavên me zêde dibin û her ku hestên veqetînê zû dipije di giyana her gerîllayekî de. Belkî jî temenê me yê ciwan bi qasî ku em deh caran were dinyayê jiya ev can.
Gelek caran me hewl da em gavên xwe li gorî rêve çûyîna demê biavêjin; lê ji nişkava, bê vîna me em vedigerin li rojên berê bi mirovên delal û dînemêr re hilma jiyanê parve dikin, weko herdem çavê me li paş dimîne, li windahiyên kenînên xwe ên ji dil digere.
Belkî jî digere ta ku wêneyên windahiyên xwe zindî bigre, ta ku jiyanê zindî bigerîne di giyana tevzûnek girtî de. Rexmî ku em dizanin yên koçkirine jiyana herdemî yê hilbijartine ta ku zindî, bi serbestî bigerin di beden û giyana me de. Da di kenînên me ên nivçû mayî da xwe bi cih bikin, an jî di canê me de wek rayên jiyanê; xwînê di bedena me bibe û bîne. Ev buyera ku em gerîlla û gel bi dirûşemya’’ şehîd na mirin’’ hil dikin û pêre terma jiyangeran li ser milê jiyanê hiltînin.
tevî wê jî; em mirov li windahiyên xwe digerin, jiyan bêyî wan her li me kêm dibe. Serî li gelek şêwayên jiyankirina bi wan re didin, lê herî ya rast tê ji mere; ewe zindîgirtina jiyan, giyana wan di sekin, xebat û têkliyên xwe yên hevaltiyê, bi cangorî kar kirina di xizmeta partî yê de … hwd.
Dîsa herî zêde em serî li vê rêbaza jiyankirina bi wan re didin, ji ber ya herî layîq jî eve, tevî êşa mezin û xatirê ne hêsan. Dibe jî em nebesiyên tinebuna wan a li gel me bi vî rengî têr dikin.
Caran jî em xwe didin kar heya qirikê, kar ji xwere digerin da ji ber xwe ve bikin ji hêlekê, lê li hêla din jî bi erkê xwedî derketinê bi şayanî (layıkıyla) girtina ser milan heye, û ji ber em deyindarê van mirovên hêjane pêwîstiya xwe bi kirinê - her kirinê dibînin, lewra em bê rawistan hewla kar didin, ya rastîn jî ji xwe barê me girane; barê gele, Rêbere, hevale, çande û hebune.
Lewra min îro dîsa rahijtiye pênûsa xwe ta binivîsim hinek ji gelek gotinên di dil de mayî. Ne bi dilê min be jî nivîsandina van peyvên xatirê xwestinê, lê weke erka jiyandinê; pênûsa melûl radikim ta hilweşînim hinek ji gelek peyvên bê deng ên hestên qûtbûnê.
Van bêjeyan ji rêhevalê xwere dinivîsim, kî dizane belkî jî wî dinivîsim bi peyvên lerzûk hember rastiya ciwantiya ku dikeliya di canê ciwan ê rêheval Çiya Kurdistan de.
Çiya Kurdistan ango Xerîb SABAH yê ku di wergera ji zimanê Erebî tê wateya Siheha Xerîb. Rêhevalê me Çiya bi ser bajarê Silêmaniye ya başurê Kurdistanê ji malbateke azariya bindestiyê bi çavê serê xwe dîtiye û gelek caran bi xizaniyê re rû bi rû maye, lewra ev hêştiye di kesayeta ciwanê Kurd de lêgerîna azadiyê hîna di temenê zû pêş bikeve, ta azadiya rastîn di nava refên tekoşîna azadiyê a PKK’ ê de dît.
Di ciwantiya xwe ya zû de beşdarî refên azadiyê bu, her wiha ciwan mezin bu û ciwan tevlî kerwanên nemiran bu. Her xwe ciwan hêşte ber çavê hemû rêhevalên xwe, wek gelek rêhevalan bi ciwantî û demeke pir kinde nasnameya xawîniyê (erdemlik) bi dest xist.
Rêheval Xerîb SABAH berê salan; di ciwantiya wî a zû de min ew dît bû, lê piştre dema min ew dît, ya rastîn min nasnekir ji ber min li pêşiya xwe ciwanekî di bahara ciwantiyê de dît ew jî rêheval Çiya KURDÎSTAN bu, wê rojê heval Çiya dilê xwe li min girt bu ji ber ku min ew naskir û tê bîra min dema ku bi zaravay Soranî ji min re got: ‘’ belê; belê te men nas nekir’’, ‘’ te jî em ji bîr kirine’’. Ez serê we ne êşînim hevalno û em li dera ku mane berdewam bikin.
Demekê em li warê pîroz (ZÊ) Zapê di tabûra şehîd Rustem de bi hevre man. Belkî man û nemana me jî ji bo îro bu. Di xwezaya (ZÊ) Zapê a têhndarê azadiyê û heman demê de gelek bedew, li wê derê me hewl dida rûpelên dîrokê binivisînin. Tişta ku hêşt ev heval di kûrahiya bîra min de were çandin gelek bun; ez dest bi hejmartina wan bikim belkî neqedin, lê belê di nava komhevalan de rûkeniya bêdeng nîşana rêheval Çiya bu, dilnizmiya rêheval bê tixûb bu, di jiyan heya xawênbuna xwe şanaz bu (onurlu), herî zêde jî şarezayê girî kirina ken bu, mirin kirina jiyan bu, di dema can vekîşîna ji termê şarezayê canbexşiya jiyanê bu (di wateya ku wî ruh dida jiyanê hatiye bikar anînin).
Di sibeheke xerîb de; çavên xewê xwe vekiribu ser rûyê jiyanê da veşareyên şevê raxîne ber çavê me. Di berbanga rojeke tîrmehê de; şeva ku êşa zayîna sibeha xerîb dikşand xew ne xiste çavê ti kesî, xew ji zû ve şiyar bu di wê sibeha xerîb a ku cûre hestên nayên bi lêv kirin bi me da jiyan kirin.
Gorî xuya bu ku xew ne keti bu çavê ti kesî, her kes baş şiyar bu di dema şevînê de, her yek ji me bibu şevgêrê dilê xwe, her yek ji me baş şiyar bu di dema dengîra sirûşta Xeregolê. Guhên me jî baş dengê lerzîna erd û ezman kiribu, bilindahiya deng gihşte guhê her zindîgeran yanî ne xapandin bu ne jî xewlimaşî bu. Çi kete dilê me! Tenê yê bihîstî dizane, belkî jî her kesî hestên dilê xwe li gorî xwe şirove kir di wê sibeha xerîb de.
Îro jî piştî vê şeva têneper min hewlda binivîsim rêze peyvên katjimêra şevînê, da verişînim ser lênûsa dilpak a bê xeber ji bêjeyên me yên bi qiswet ser têr anîna ziman, an jî ji heq derketina peyvên me yên danasîna rêhevalên xwe. Sal 2008 rojek tîrmehê bu dema ku xebera reş hat îlankirin û di gerdûna can de xwîn tevzand.
Rêhevalê me yê ciwan di temenê xwe yê ciwan de kesayetekî baş di rastiya jiyanê de pijî ya bu, ev pijandina zû di awir û bêdengiya wî a bi nepenî (gizemli) ve dagirtî dihate xuya kirin. Pijandina xwe a di hevaltiya PKK’ ê de jî da nîşan. Hevalê Çiya di encamê teqîna dehfikê (mayin) lingê xwe winda dike. Heval bang li bijîşkan dikin da ku derman bikin birîna heval a giran, lê ji ber giran birîndariya heval Çiya ya herî baş ew bu ku bijîşk werin gel wî lê belê bijîşk dereng dikevin ji ber agahî hindek şaş- hindek jî dereng dighîne, ev rû li ber şehadeta heval Çiya vedike.
Rêheval Çiya ji katjimêra 5:00 sibeha xerîb heya pişt nîvro katjimêra 2:00 berxwe dide, birîndarê bê derman bu heval Çiya. Kî dizane belkî di hemû jiyana xwe de birîndarê bê derman bu? Kî dizane zarokê tenê yê dayîkeke Kurd çi jiyan kir? Zarokê bê bavî çi naskiribu di temenê xwe yê nazik a jiyanê de? Heya dawiyê birîndarê bê derman bu, belkî jî tişta zora me çû ev bu û heya dawiya jiyanê weke birîndarê bê derman wê bîra hemu rêhevalan.
Lê hun bi zanin şopdarên delal ên peyvên min; ka bê çi dikir rêheval Çiya di rewşa birîndariya giran de? Rêheval Çiya her stran – her stran distrand ji rêhevalên xwe re, her coş û arîşen bu heval Çiya, belkî dixwest birîna xwe ji bîra şilopeyên girî a çavên rêheval mişt dikir bibe. Her stran vegotin da ku hestên xemgîniyê bitevizîne belkî ji ber kerba xwe dida der bi jiyana ku her ew birîndarê bê derman hêşt, ji rika mirinê a dixwest wî dilşikestiyê jiyanê bihêle, belkî ji ber vê sedemê xwe rûken digirt. Kî dizane çi digerî di serê ciwanê sibeha xerîb da, ya belkî ev hemû di carekê pêk dianîn.
Lewra hevalno dema mirov jiyana nemir û zindîgerên welatê rojê ve dikolê, mirov di her yekî wan de waneyên jiyanê weke afsaneyekê dijî. Bi rêheval Çiya re jî em fêr bun ku ger mirov bixweze bibe lawik û keçên welatê Rojê ên şarezayên jiyanê; pêwîst dike mirov heval Çiya baş vekole, fam bike, nasbike, her zêde jî jiyan bike. Rêheval Çiya ciwanê dildarê Kurdistanê bu û wek hemu çiyan dîdarê bilindahiyên semyanê bu, bi bilindahiyên semyanan re bu Çiya Kurdistan, bi kerwanê stêrkan re bu rê heval.
Heya henaseya dawî stranbêjê êşê welatê xwe bu, arîşenê hevalê xwe bu, şarezayê sirûda mirin kirina jiyan bu, lawikê xerîb a sibeha xerîb bu û Çiyayê Kurdistanê bu. Di duyemîn sal vegera xatirê de min xwest dilsoziya xwe bînim ziman ji rêhevalê xwe yê ciwan re da bêjim ‘’heval vê carê te ji bîr nakim û min ji bîr nekiriye’’, em te ji bîr nakin heval. Heya dawiya jiyanê emê dengirên feryad û sirûda mirin kirina jiyan bin û şagirtên baş a hostatiya te ya vê sirûdê bin.
Afrin Ahmed Fuad