Afrîn Ahmed Fuad
Navê kod: Cesur Colemêrg
Navê rast: Beytullah Özkan
Dîroka beşdarbûnê: 2006
Dîroka şehadetê: 6. Îlonê. 2010
Gerîlla; erê gerîlla. Ev peyva bi şîroveyan dagirtî. Her yek ji me vê gotina Gerîlla gelek – gelek bikar aniye, çi di rojaneyên xwe de, çi di bîranînên xwe de, çi jî bi devokî aniye ziman... Gerîlla tê bi lêv kirin, lê ya herî rast dikare gerîlla bi lêv bike ancax gerîlla bi xwe be. Ji ber yê ku hemu kêliyên vê jiyanê jiyan dike, hîs dike û pêk tîne ew bi xwe ye.
Bê guman her yek ji me jî rûmetiya vê jiyanê pir baş dizane, her dixwaze li gorî rûmetiya wê tevbigere û tevlî jiyana wê bibe.
Gerîlla peyva ku nayê bi lêv kirin, ancax bi jiyan kirina wê bê hîs kirin. Bayê azadiyê a bi serbestî di bedena her gerîllayekî de diherike, ancax bi kişandina hilmeke çiyayî nav gerîlla de bê hîs kirin. Di gerîlla de parvekirina pariyeke nan tê çi wateyê, ancax bi jiyan kirina wê were fêmkirin. Di gerîlla de dayîna îskana (bardak- qedeh- gilas) avê ji hevalê xwe re di kela germa havînê de tê çi wateyê, dîsa ancax bi jiyan kirina wê bê hîs kirin. Her wiha piştî westana meşa şîverêyên (patîka) dûr, di kela germê de, di seqema sermê de vexwarina îskaneke çayekî çi hestan digerîne, ancax bi vexwarina wê avê a nava koma gerîllan de were hîs kirin.
Jiyana nepen (gizemlî) a gerrîlla jî di hevaltiyê de digihîne asta herî jorîn; ji ber gerîlla ew mirovê ku her dem, çi bi navber çi bê navber jana veqetînê jiyan dike. Gelek caran ev veqetîn dibe ya dawî; lewra bi jan dibe rondikên di çavan de dixeniqe.
Kî dizane ka her yek ji me çiqas car giriya û di nav giriyê xwe de ma?. Kî dizane ku me çend caran jî dilê xwe bi ser giriyê xwe girtin?.
Heval! Her yek ji me baş dizane ka êşa winda kirina her rêhevalekî xwe tê çi wateyê. Her çiqas di navbera me de çiya hebin, rê dûr bin lê em hevdu baş hîs dikin. Êşa me her mezine di kêliya bihîstina her şehadetekê de; lê ya ku ev hevalê şehîd hevalekî / ê ku mirov baş nasdike?, Gelek rojên xweş, zehmet, bi ken û bi girî parve kiribe, wê demê em hemu dizanin ku êş hîn mezintire.. ...
Gelek hevalên şehîd jî hene şehîd dibin, roj û sal ser şehadetbûna wan de derbaz dibe lê herdem çavên mirov li benda roja hatina wan dimîne di riyan de. Dil di kela hestên kovaniyê (özlem) de melevaniya nav rondikên bi xwîn dike; dîsa ji bîr naçe ew mirovên hêja...
Vaye îro hevalno weke her carê ezê qala giyangerekî azadiyê dîtir bikim. Dibe ku hûn bêjin gelo ev heval çawa dikare evqas binivîse, çawa dikare binivîse evqas heval? Lê xeman nekin ez ê ji were bêjim veşareya (sır) van bêjeyên xwe.
Dema her nivîsekî de ez pêl dilê xwe dikim; ta ku bikim lênûsek pak ji rêhevalên xwe re û ji çavan rûndikan diguvêjim ta bikim peyv bibarînim ji rêhevalên xwe re. Bi bîr û baweriya ku pêwîste jiyana bi rûmet a giyana şehîdan bibe dîrok, wê demê diherike peyv ji nav dil, ta bibin rêze nivîsên ku her kesê hevalên xwe meraq dike bixwîne.
Rêber APO di vê mijarê dibêje: ‘’ ji şehîdên ku di dil de veşartîne, binivîsin helbest... binivîsin roman.... ‘’. Lewra heval; ezê îro hestên veqetînê û çend rêzgotinên dilnizim rêk û pêk bikim li hember giyana giranbûha a Rêhevalê xwe yê delal şehîd Cesur COLEMÊRG.
Cesur COLEMÊRG kiye?
Lawê nazdar yê ber sînga dayika xwe ye, Kurê şirîn û pişta bavê xwe ye, birayê delal û taca xuşik û birayê xwe ye, hevalê rasteqîn yê hevalên xwe ye, milîtan û rêhevalê bê kêmasî yê Rêberê xwe ye, şervan û parizvanê gelê xwe ye, zêrevan û tekoşerê azadî û heqîqetê ye, yê ku em çend bêjin nayê zimane, yê ku peyv lewaz û kêm dimîne ji danasîna wî re.
Naskirina rêheval Cesur: Zêde kedekî awarte naxwaze ji bona naskirina wî. Ji ber ku heval Cesur ji zûde amedeye. Bêyî ku mirov kedekî mezin bide, mirov dît ku hevalê Cesur ji zûde ketiye tevgerê ji bo te nasbike, pêre xwe jî dida naskirin.
Ger tu bêdeng be; ji xwe hevalê Cesur wê însiyatîfê ji te bigre di dandin û standinê, bêdengiya te dişkîne û rûyê te bi kenan dixemilîne. Na ger tu vekirî be, ji xwe dîsa hevalê Cesur ji zûde amedeye ji bo dandin û standinê, lê ger tu ne li gorî pîvanên hevattiyê be ji xwe hevalê Cesur ji zûde ketiye liv û tevgera duz kirin taybetmendiyên te, hîna haya te nîne qe şaş nebe ji ber ku hevalê Cesur ji zûde tekoşîna xwe jî bi tere despêkiriye. Yanî hîna bala te zêde nekişandiye wê hevalê Cesur rêbaza ketina dilê te dît be... yanî di kêliyên despêkê yê hevdîtinê de ewqas bi dil germî nêz dibe êdî mumkun nabe ku mirov jî pêre dil germ nebe. Weke gelek zarokên vê xakê û axa xwe dilgerm bû rêhevalê me.
Dilnizmiya rêheval: Di her aliyê jiyanê, ji kenên te heya giriyê te hevalê Cesur li gel te ye. Di kîjan warî de tu destek bixwesta hevalê Cesur ji zûde amede bû ji bo alîkariyê. Ji karên herî biçûk heya karên herî mezin bê guman amedeye. Ger tu difin bilind be dilnizmî ji wî (yanî hevalê Cesur) tê, na ger tu dilnizim be, ji xwe ew te bê bersiv nahêle. Vê dilnizmiya te û xwe ji te dilnizimtir dikir. Bi mezinan re mezin, ciwanan re ciwan û bi zarokan re zarok... Lê li her derê Apociyê, xwedî cihê baweriyê bû...
Rûkeniya rêheval: Qet jê kêm nedibû, herdem rûken bû. Mirov jî bi xwe re dixiste nava hestên keyfxweşiyê, yanî bi nêrandineke tenê hosteyê giriyê te kirina ken bû. Min ew kêm bê ken dît, yanî bêyî ku ji cidiyeta xwe kêm bike herdem yê herî rûken bû.
Êşa veqetînê û şehadeta hevalan gelek ji kûr hîs dikir û bîranên wan parve dikir, wê demê mirov hestên hesreta di dilê wî de mayî pir baş ferq dikir di rûyê wî de. Hele dema ku mijar dibû mijara Rêbertî, ez bûm şahîdê gotina wî di vê derbarê de ‘ax... ax heval tenê min carekê bidîta besê min bû ’. Yanî ji derveyî van rewşan herdem hevalê me Cesur yê rûken bû.
Cidiyet û rêzdariya wî: Ti caran tawîz ne dida di karê xwe de, çi kar be bila bibe herdem bi cidiyet nêz dibû, ji ber ku bawer dikir ku her kes pêwîste cidî nêzî karê xwe bibe, ji ber ev kar dikeve xizmeta azadiya gel û Rêbertiyê.
Dema ku kêmahiyek dihate jîyîn jî mirov didît ku hevalê Cesur ji zûde hesabê ji xwe dixwaze. Di ziraviyên karê xwe de hoste bû, lewra bêyî ku hesab jê were xwestin ji zû de wî hesab ji xwe girtiye û kiriye hêrs da careke din neke...
Ji hemû hevalan re bi rêzdarî nêzdibû, qet nediket nêzîkatiyên ku rêzdariya hevaltiyê xirab bike. Lewra her kes jê re bi rêzdarî nêzdibû, ew jî ji her kesî re. Yanî rêzdariya wî mirovê li hember wî jî dikşand heman nêzîkatiyê...
Hevaltiya wî: Gelek caran dema ku em bi hevre jiyan dikin, em nirxê hev û du baş nizanin, dilê hev di cihê vala de diêşînin, aciz dikin û h.w.d. Lê dema ku hevalekî mirov şehîd dibe, êdî em dest bi pesndayînê didin, weko hîç tiştên berê neqewimîn. Yanî em nirxê hev û du di jiyana hev û du de nizanin, pişt re dema ku rû bi rûyê rewşa şehadetê tên em jî poşmaniyên xwe li çongên xwe didin.
Lê hevalê Cesur ne wisa bû, nirxê hevaltiyê baş dizanî bû, ji ber ku êşa veqetînê jiyan kir bû. Li gorî wê jî pîvanên xwe yê hevaltiyê danî bû, ji ber ku ez bi xwe jî di heman fikrê de bûm. Car – car nîqaşên me pêş diketin di vê derbarê de. Lewra ez bi hêsanî dikarim bêjim ku hevaltiya hevalê Cesur bê kêmasî bû, dibe ku kêm be. Ji ber demeke dirêj min ew heval naskir lê ti caran ez nebûm şahîdê kêmasiyeke wî derbarê hevaltiyê de. Yanî mirov dema ku jiyan dike dibe ku bibe sedemê aciziya hinek hevalan. Lê hevalê Cesur ne wiha bû, bê sînor ezîzê hemû hevalan bû, her kes jê hezdikir heta bê sînor jê hezdikirin. Ev jî ji ber ku hevalê Cesur bêyî sînor bû di heskirina xwe ya hevaltiyê de.
Herdem hevalên xwe hîs dikir û li gel wan bû. Ev heskirina xwe ti caran bi dev ne di anî ziman, lê ji ber ku dilpak û dirust bû mirov dikarî hevaltiya wî di teysandina çavên wî de bibîne.
Pêvajoya ku em bi hevre man gelek qala hevalên xwe yên şehîd dikir û ji kûr de êşa şehadetê wan jiyan dikir. Herdem hevalên xwe radikir di dilê xwe de, lê ji ber veqetînê jî herdem bi axîn bû.
Lewra mirov dikare bêje ku dema hevalê Cesur hate civata hevaltiyê, mumkun nîn bû ku cihê wî ne diyar be. Ji ber ku di hemu sohbetên hevaltiyê de xwedî cihekî diyarde bû. Di hemu aheng û moralan de bi deng û henekên xwe dixemiland civata hevaltiyê. Strana ku herî jê hezdikir jî Têlî û Cenbeliyê Hekarî bû. Xwedî dengekî çiyayî bû, stranên dengbêjiyê gelek bi pisporî li ser lêvên xwe digerand.
Dema ku zerareke digihîne hevalekî /ê hevalê Cesur dikete nav liv û tevgerê da ku bikaribe tiştekî bike, yanî çi pêwîst be hevalê Cesur amede bû ji bo pêkanînê...
Canbexşiya wî: Bêyî gotin dîsa yê amede herdem ew bû, yanî hertim di nava liv û tevgerê de bû. Vala ne disekinî, bi awayekî teqezî karekî wî hebû. Ji çûyîna erkan bigere heya karê hûr, ger kar tine ba elbet wê ji xwe re kareke bidîta. Wê pêşinyar kiriba ku tiştekî bike... Ji bo gihandina hewara hevaltiyê yê li pêş bû... Di rewşên awarte de jî pêşeng bû...
Wêrekiya wî: Weke navê xwe wêrek û cesur bû, di çûyîna ser dijmin de bêyî tirs bû. Çav tarî bû, tenê xwe di hedefê xwe de kilît dikir. Di gelek çalekiyan de cih girtiye, rexmî ku zêde kevin nebû jî lê xwedî cihê baweriyê bû di warê wêrekiya leşkerî de.
Di gelek rewşên awarte de jî yê ku cih li refên herî pêş digirt dîsa ew bû, lê dîsa ev ji bo xwe her kêm didît, lewra bi heter (ısrar) pêşinyara çûyîna bakur dikir. Mirov bêje biryara çûyîna bakur dabû belkî hîna di cîh de be. Di vê mijarê de jî gelek caran nîqaşên me pêş diketin û dîsa bûm şahîda axîna ku ji dil diavêt ji bo çûyîna bakur ku digot ‘’ ax ... ax heval tenê ez biçim Botanê ez tiştek din naxwazim ji dinyayê ‘’. Herî dawî jî gihişte mebesta xwe ya bi rûmet.
Nêzîkatiya wî ji tekoşîna jin: Hevalê Cesur dibe ku nû bû, di warê fikirî de zêde ne kûr bû. Lê bîrdoziya Rêber APO a azadiyê di kesayeta xwe de hûndirîn kiri bû, lewra ne ji wan kesên ku jinê biçûk bibîne, tê digihişt ku pêwîste ji tekoşîna jinê re rêz bê girtin.
Rexmî temenê wî yê ciwan dixwest ku di hevaltiya xwe ya bi hevalên jin re li gorî pîvanên azadiyê pêk bîne. Herdem ji hêza hevalên jin yên gerîlla re rêzdar bû, tê digihişt ku tekoşîna azadiya jinê a wekheviya jin û zilam ne tenê di warê fîzîkî de ye.
Bi beşdar bûna hevalên jin yên nav xebatên azadiyê de gelek bandor dibû, ev bandorbûna xwe bi gotina ‘’ bijî YJA-STAR ‘’ îfade dikir. Rojekê jî xwe ne girt û got ‘’ heval... ez baş dizanim ku hevalên jin pir zehmetî dikşînin di karên giran de, lê înada wan a kirinê min gelek bandor dike, ji ber wê hûrmeta min wê heya dawiyê hebe ji bo wan ‘’. Lewra her kesê ku rêhevalê Cesur baş nasdike dikarîbû vê taybetmendiya wî jî bibîne. Lewra bi sekina xwe ya rêzdar xwedî cihê bawerî, heskirin, rêz û hevaltiya herdu cinsan bû.
Coş û moralê wî: Me berê jî got ku rêheval Cesur herdem rû ken bû, ev ji ber ku di xeta tekoşînê de zelal bû, dizanî bû ka çawa têdikoşe û wate dide hemu gavên jiyanê. Bêyî rawestîn rêheval Cesur di nav liv û tevgerê debû. Ne di westiya, ji ber ku hêza wî ya moralê bilind bû. Dema mirov meraq dikir ka hevalê Cesur evqas hêza hîperaktîf ji kûderê tîne digot; ‘heval; şoreş kedeke awarte dixwaze ji bo serkeftinê, pêwîste her kes bi hemu hêza xwe beşdar bibe ji bo serkeftinê ’ û ji ber bawer dikir ku şoreş tevlîbûneke asteke bilind dixwaze, di wî temenê xwe yê ciwan de taybetmendiyên milîtanekî mezin di kesayeta xwe de pêk anî bû. Ji xwe dema me bi hinek hevalan dikir qala sekin û ruhê hevalê Cesur ê ku milîtanên kevin dianî ber çavên me.
Yek aliyekî din yê hevalê hêja Cesur ew ruhê wî yê zaroktî û dilpakiya wî bû. Rêheval Cesur aşiqê henekan bû, xwedî ruhekî mîzahê yê bilind bû. Gelek caran henek bi hevalan dikir ku pêra civata hevalan dixemiland bi ken û arîşeniyê. Pêre serê wî jî dikete nav belayê henekên wî, yanî hevalan jî bi henek lê dikirin. Ger mirov bi xîtabê henekî bêje jî; weke mesela şivanê ku gur pezê wî xwariye lê dihat hinek caran. Lê ti caran kes ji henekên hevalê Cesur aciz ne dibû. Ji ber ku henekên wî bi pîvan bû. Her wiha di henekên xwe de jî xwedî rûhekî afirîneriyê yê bilind bû. Henekên nû yên ku hîç nayê bala mirovan pêşdixist. Gelek tiştên komîk ên ku di jiyana me de diqewimî bi baldar dişopand û piştre di civata hevalan de digot ku pêre coşeke ken dadigirt civata me.
Yanî her çiqas hevalê Cesur westiyayî be jî lê ji dûr ve dema ku dihat her rû ken bû û wêneya xwe rû li ken her hişte ji me re.
Girêdana wî ya Rêbertî û axa bakur re: Me li jor jî anî bû ziman ku dîtina Rêber APO ji bo hevalê Cesur weke hesretek bû. Gelek caran îfade dikir û xweziya xwe bi dîtina wê rojê dikir. Rêheval Cesur ev hesreta dîtinê her mezin dikir di dilê xwe de. Her çend ku hîs dikir wê Rêbertiyê nebîne bi çavên xwe, lê hemu hewlê wî ji bo azadiya Rêber APO hati bû kilît kirin. Ji bo wî nêzîkatiya herî bi rûmet ew bû ku heskirina Serokatiyê di dilê xwe de mezin bike. Rojekê li rojavabûnê temaşe dikir, pêre hevalê Cesur çavên xwe di rojavabûnê de çikan dibû. Dema min pirs kir xêre hevalê Cesur? Wê demê bi dilekî bi hesretan tijî bûye bersiv da û got: ‘ ax heval ax... du hesretên min hene yek çûyîna bakure, a din jî dîtina Serokatî, ya yekê hevalê F. astenge, ya din jî dijmin astenge. Lê her çend ku hîs dikim ku ezê Rêbertiyê nebînim, lê ez bawer dikim Roja me vê hesreta min hîs dike. Lewra ez çavên xwe bi rojê têr dikim û silavan rêdikim, lê ji bona çûyîna bakur ez bawer dikim ku zu an dereng wê rêxistin bipejirîne, ezê ji bo pêkanîna wê jî îsrar bikim’. Yanî girêdana heval Cesur di asta semyan bûnê bilind dibû ji bo Rêber APO û weke gelek şehîdên me yên bi rûmet ew jî bi hesreta xwe çû ser hedefê ji bo ku roja azadiya Rojê nêz bike...
Belê hevalno; ev hinek ji taybetmendiyên hêja ên hevalê Cesur bû, yanî her çend ku me kêm anî be ziman, her çend ku me hemu taybetmendiyên wî bi lêv nekiribe, lê dîsa kêm be jî min hewce dît ku van taybetmediyên wî ên delal bêjim, ji bû ku ji bo me bibin nimuneyên jiyan kirinê, yê dixwaze bigihîne asta semyaniyê elbet wê kesayeta xwe bikole li gorî van taybetmendiyên hêja a giyana giyangerê azadiyê rêhevalê me yên nemir... Ji bo zindî girtina bîranîna şehîdan pêwîstî bi danajiyan kirina wan heye. Ev jî bi pêkanîna wan di sekina xwe ya jiyanê de, yanî bêyî dem derbaz bibe em nirxê hev bizanibin... Em hev û du bi qencî bînin bîr rûmetire ji hev û du bi teredudî bi bîr anîn... Ji ber vê hevalno her çend ku êşa veqetînê mezin û bi jan be, lê dîsa jî ji ber ku me hevalên weke hevalê Cesur naskir em dilşadî û keyfxweşiya xwe tînin ziman. Ji ber ku jiyana gerîlla em ji her deverê Kurdistanê gihandin hev û du, pêwîst dike em bi hûrmetbin jêre û girêdana xwe mezin bikin ji bo pêkanîna doza şehîdan...
A niha jî hevalno bi destura we ezê biçim gel giyana giyangerê azadiyê Rêheval Cesur ta bikim çend peyvên bi erkê xatirê rabûnê.
Dema ku min dilê xwe bi hêviya hevdîtina bi were dixemiland heval, rûxiyan hemû leylanên min heval. Dema ku min çavên bi riya hatina we li riyan dihiştîn, rondik barîn ser van şîverêyan. Dema ku min giyana xwe geş dikir heval bi bîranînên xwe bi were, hilweşiyan hemû kenên şahiya bi were û bûn êş ketin canê min.
Erê heval; êşa te jî kete canê me. Lê kêfxweşiya me bi naskirina we û rûmetiya hevaltiya we gihişte asta semyaniya herî bilind. Tu jî bû stêrka şevên tarî yê vî welatî.
Di dema ku me xeyala hevdîtina bi were dikir di himêz û coşa azadiyê de, heval te barê me giran kir. Dema ku me kenên xwe bi were zindî digrit heval, di her bîranîneke me bi were şad dibû dilê me. Lê di kêliya xatir xwestinê de biborîne heval me xwe ne girt û me kir yê xwe.
Bi gelê xwe re parve dikim hestên rakirina termê we yê delal. Ji ber dema me hêviya dîtina bi were diçand di dil de striyên êşê di canê me re çû. Di vê cejnê de min nekir ken, weke gelê xwe me nekir şahî û me soz da. Heya ku azadî nebe xemla dilê gelê me, wê her rojê me bibe awireke reş ser serê dagirkeran.
Heya roja dawî a jiyana me heval soz be, soza hevaltiyê be em ê ji bîr nekin êşa vê cejinê û em ê ji bîr nekin êşa vê veqetînê... Soz be heval emê vê janê bixin dirî di canê xwe da ku dilê me, canê me neke tebat heya gihandina armanca we.
Ji ber ku jiyankirina bi tere bi wateyan dagirtibû hevalê delal. Bawer bike wê her dil bi şewqdana çirûskên çavên te wê bi wate bibe di gerduna me de. Ji ber em ji te fêr bûn ku bi rika mirinê wate bidin jiyanê, bi rika girî wate bidin kenên xwe, bi rika mirin û girî em ji te fêr bûn ku jiyan û kenên her xweş û bi wate bikin.
Vaye heval em wêrekiya we di cejnê de dibînin, em we dibînin heval... Lê dîsa em fêrî veqetînê nabin û emê nebin jî...
Ji zûde zagona jiyana gerîlla hatiye nexşandin û pir di kûr de hatiye nivîsin li ser eniya me ku em fêrî veqetînê nebin... Lewra heval hûn zindîne... Em we dibînin... Çawa hûn di dil de weke henaseya azadiyê digerin di canê me de em we dibînin...
Erê; koviyê latên Colemêrgê û lawikê rast a xaka xwedanwendan em te dibînin... Parêzvanê warên pîroz bizanibe ku em te li her derê dibînin... Hilma henaseya we ya azad hîs dikin li ser hemu gir, çiya û şîverêyan.
Bazê çiyayên Colemêrgê û Egîdê azadiyê em we dibînin, bi were dikin kenên bê sînor ser xaka pîroz... Kenfiroşê ser xaka bi girî û xwînê hatiye şoştin, Cembeliyê xaka Colemêrgê qet neke xem em te ji bîr nakin û aram be ku ev doz wê bi serkeve zû ne dereng.
Em dilnizmiya we bi hevaltiyê re dibînin... Em te dibînin li gel hemu hevalan ji ber ku ti kes ji te ne êşiya...
Em te dibînin heval di hemû peyvên xwe yê hevaltiyê de, ji ber coşa we dikelîne giyana gotina hevaltiyê û xirab dike huzura mirina bêjeyan di dil de... Lewra mumkun nîne ku mirov te bi lêv neke hevalê giranbiha...
Mumkun nîne em bêjin ku xem bi ser me de nebarî di çûyîna we de... Mumkun nîne em bêjin ku tu çû, ji ber tu di nav de ye. Weke berê dike erkê xwe yê hevaltiyê li gel me. Bi soza girêdana bi were em we bi xêr dihêlin di dil de û bi şadî dixemlînin dîtina we di nav stêrkên welat de.