Ew Evîndara Azadî Yê Bû

Cardin peyv li ser dilê min gonê xwe vedaye. Nizanim kîjan peyv bikar bînim ji bo ku bi karibe hestên min vegotin bike. Belê turîkê dilê min tijî hestên ku min ji bo te hewandiye hatiye dagirtin. Ew turîkê ku bi hest û ramanên hevaltiyê hatiye ti jî kirin. Min te di hûndirê dilê xwe de daye hewandin. Ew dilê min yê ku bi hevaltiyate re lê dida. Me bi hevre stranên azadiyê di gotin. Ew stranên ku ji bo me di bûn peyvên vegotina azadiyê. Belê carna mirov tinê dixwaza hestên xwe guhdar bike. Yê min jî niha wisa bûye. Lê ew peyvên ku li ser dilê min gonên xwe vedane nikarin ew xweşik bûyîn û bedew bûna te vegotin bike.  Erê delal erê heval… Tu bû bû lêgerînvanê xeyalên xwe yê zarokatiyê. Te xwe bu xeyalên xwe ye mezin re mezin kir. Xeyalê te ew bû ku tu xwe bigihînê azadiyê. Tu tişt ji bo te qandî gerîlatî mezin û bêhempa ne bû. Tu bûyî gerîlayê xewn û xeyalên xwe. Tu tiştek pêşiya ezweriyên te ne bû asteng. Ji ber ku te xwe gihandina wateya jiyanê di cewhera gerîlatî de dîti bû. Ji bo vê yekê te dilê xwe bi êvîna azadiyê meyandi bû. Temenê rêheval Zîlan biçûk bû, lê armanca wê mezin bû. Ji bo armanca xwe tu kevneşopiyan û toreyan nasnekir. Berxwedaniya rêheval Zîlan ji helweşandina kevneşopîyan de hate destpê kirin. Ji ber ku ew evîna xwe, pêşeroj û paşaroja xwe û azweriyê xwe ji tirêjên ku di Îmraliyê de derdiketin di girt. Êdî ji bo rêheval Zîlan ew dem bû ku, bibe rêwiyên xeyalên xwe.

Wek her jinekê, çîroka jiyana rêheval Zîlan jî hebû. Ev çîrok bi êş û hestiyarî hati bû dagirtin. Lê, rêheval Zîlan ti carî vê çîrokê nexist nava jiyana xwe û hewilda ku vê çîrokê vegerîne rastiyê. Rêheval Zîlan, temenê xwe yê biçûkte rastiya pergala bavik salarî dît û li hember wê jî kete nava berxwedaniyê de. Ti carî rastiya ku pergala bavik salarî ji bo jin avakiriye û jin xistiye navde ne pejirand û seri li hember ne tewand. Mixa bin diyardeya ku dinava eşirande tê jiyan kirin, malbat jî vê di pejirîne. Malbat çiqasî welat parêz bê jî lê, diyardeya eşirtî vê guhdar nake. Malbat jî li gor pîvanê civak û eşirtiyê tevdigere û dixwaze bi wê awayî jiyanek bide avakirin. Lê, rêheval Zîlan bi cesaretekê bê hempa li hember vê pergalê şer kir, tucarî xwe neda paş û stûyê xwe xwarnekir. Di rêheval Zîlan de taybetmendiyê jina şerker pir pêşde bû. Di ruh û bedena rêheval Zîlan de rastiya tevgera azadiyê ango PKK jiyan dikir dihat jiyan kirin. Ji bona vê yekê, pir bi hêz û bê tirs şerdikir. Şerê ku bi bavê xwere dida meşandin jî, şerê xuda û xudawenda bû. Şerê dû ramanan, du çand û du pergalan bû. Yêk ji bo jiyana azad bû, yêk jî ji bo jiyana koletiyê bû. Lê, her tim evîna heqîqetê ser dikeve. Rêheval Zîlan jî ser ket û ber bî jiyana azadiyê vê per û bask bû. Kete nav pêk anîna xeyalên xwe. Ew xeyalên ku bi salan bû bendê bû û pêre jiyan dikir. Firiya û li ser şaxê ku bi salan bû pêre jiyan dikir danî. Tu evîn qandî evîna PKK bi hêz nîne. Ew evîn dil û mejiye rêheval Zîlan ewqasî bi hêz kiri bû ku, çi xistiba dilê xwe de bi misoger pêk tanî. Erê rêhevala min ya dilawer û dilpak… Ma te ne dizanî ku çawa ku te ew dilê xwe yê mezin de ewqasî rêhevalên xwe yê bedew hewandiye, rêhevalên te jî te xistine nava dilê xwe de. Te dilê xwe yê mezin tijî heskirina hevaltî kiri bû û te wê heskirinê belav dikir. Ew heskirina te xwe gihandina rastiya jiyanê û ji heskirina te ya li hember jiyanê dihat.

 Rêheval Zîlan her timî dixwast xwe dinava şerde avabike. Ji bo ku xeyalên xwe pêk bîne her timî dinava lêgerinek tê bû. Ji bo wê lêgerîn pir pîroz bû. Taybetmendiyê rêheval Zîlan yêk din jî tiştekê xwastiba û kiriba dilê xwe de wê bikiriba. Her timî dixwast xwe dinava zor û zehmetiyê de avabike. Dizanî ku maneviyata herê girink û bingehîn, hevaltiya xurt dinava zor û zehmetiyê de tê avakirin. Rêheval Zîlan dinava pratîkê de xwe naskir, ji bo vê yêkê ji xwe pir bawer bû û hêza xwe di nêz de dîtî bû. Rêheval Zîlan her tim digot; wê tekoşîna min bi hêle ku ez her nêzî Serokatî bibim. Hêviyên ku ji bo dîtina Serokatî jiyan dikir û bêrikirinên xwe de ti carî bê hêvî ne bû. Dema navê Serokatî jî derbas di bû ji bo heval Zîlan avên di herikî di sekinîn. Dema roj derdiket berê xwe di da rojê û ew bayê ku ji Îmraliyê dihat bê ku behna xwe bide wê bayê dikşand hûndirê xwe. Ew çirûskên ku ji çavên wê derdiketin çirûskên, hêvî, bawerî, xweşik bûyîn û heskirina li hember jiyanê bûn. Heskirina wê ya li hember jiyanê weke bazdana maratonê  bû. Ruhê rêhevaltiyê pir pêşde bû, tu zindî ji heval Zîlan aciz ne di bûn. Di armancê xwe de rikdar bû, lê jiyanê de pir dilnizm bû. Pir fedekar û bi nîzam bû. Li hember kêmasiyan ti carî bêdeng ne dima. Ne ji bo xwe, ne jî ji bo derdor. Temenê wê biçûk bû lê raman û dilê wê mezin bû.

Rêheval Zîlan dinava dibistana PKK’ê de dil û mejiyê xwe bi hêvêna rastiyê meyand. Dinav vê rastiyê de pênûs û lênûsa rastiyê girt destê xwe û çîroka xwe ya rastiyê nivîsand, xwand û fêr bû ku ew hemû nirxê mirovahi yê meyandiye. Dil û fikrê xwe bi raman û felsefeya Rêbertiyê xwedî kir. Heycan û meraqa wê ew bû ku bi xwe Serokatî bi xwîne û nasbike. Dema Serokatî got; “keçên ji min hesdikin, bila berê xwe bidin çiyayên Bakur.” Ev di heval Zîlan de heycanek û heskirinek pir cûda dide avakirin. Di dilê rêheval Zîlan de warên xudawanda rêheval Zîlan şîn bû bûn. Lê ji bo wê xeyalê Botan jî cûda bû. Ji bo ku di herema Dersîm de ango warên xudawanda rêheval Zîlan de jiyan kirinê û şerkirinê ji bo xwe weke erkê herê sereke girti bû dest. Ev rastiyeke ji bo ku mirov rêheval Zîlan bîne ser ziman pêwîste mirov pêra jiyan bike. Wê di dilê rêhevalên xwe de xwe şin dikir. Rêheval Zîlan di çiyayên Kurdistanê de şax da û li çiyayen Dersimê jî fêkiyên xwe belav kir.

Rêheval Zîlan ew temêne xwe yê biçûk kirasê ji agir xwe kir û dîlana azadiyê girt. Rêheval Zîlan di welatê rojê de çavên xwe ji cîhanê re vekir. Di welatê rojê de jî ji bo jiyanekê azad kete nava pakrawanên azadiyê. Rêheval Zîlan di zanî ku, tekoşîna azadiyê, tekoşîna ji bo Rêbertî û rêhevalên pakrawane. Ji bo vê ye kê dilê wê bû bû nerinçoka bombeya xwedawanda Zîlan.

Agirîn Agir