Ma temenek çi ye? Ji boyî vebêjer, şîroveyeke bi qasî destpê bike û biqedîne hêsantir çi heye. Baş e, ji boyî kesê ku jiyaye çi qîmeta vê vegotinê heye? Jiyana ku wate daye xemgîniya payîzê, biharê û zivistanê wê çawa bê ziman? Stendina hilmekê, vexwarina aveke sar, hesta rehetiya kêliyeke tenêmayînê ya ku mirov ber bi xeyalan ve dibe… Îja êş û azar wê çawa werin ziman? Aciziya ku tiştên nayên pêkanîn, hewaya têkçûyîna serneketinan û zenûniya şaşwaziyên ku qet nayên hêvîkirin. Gelo ti kes dikare berhemeke bi kedeke pir mezin ve hatiye afirandin, weke kayeke li ber agir bikeve bibîne û wê kêliyê bîne ziman?Gelo vebêjer dikare his bike ew kelecan, dilgeşî û bi her awayî hestên wê yên ku dema ew hewldide xwe bigihî armancên xwe, hedefên xwe.
An jî hin peyvên ku dieliqin pênûsek kêrnehatî yê vebêjerekîû li ser kaxezê spî ji nişka ve bi peyvên “dest pê kir û qediya”yê re dikare bê kurtekirin jiyana şehîdeke ku nayê bidawîkirin?Rêhevala Arjîn, îro ez jî tevlî karwana wan vebêjerên wek nivîsevanên xeşîm bûm. Nizanim, lê dîsa li gor hemû xamîtiyên xwe, xêzkirina çend rûpelan wê heqê girêdayîna me ya şoreşgerî karibe bide? Lê dilê meyê bi keser û neçar, wendakirina te dê bi hestiyariya tolhildanê bike “hêza herî geş a jiyanê” û nexşkirina li hin waran ji xwe re wekî deynekî dibînim. Kela Bedlîsê baş tê zanîn, asê û dijwar e. Hêza artêşa Îskenderê Mezin ku vê kelê bi fermandarekî xwe dabû çêkirin jî, nekarîbû vê kela parastî û asê bi dest bixe. Bi pakrewantiyên xwe, evînên destanî û wek efsaneyeke jibîrkirî ye axa Bedlîsê. Bi biharên xwe yên ji çiyayan re dibişirin, bêhna nêrgiz û rihanan belav dibe li deştên wê. Melodiya straneke tenêtiyêye dengê beqên li bin piran ên pir tên guhdarîkirin. Û ew kesin ku li kuçeyên bajêr bêserûber li hemû nasnameyên wenda yên li minareyên vala bi şaşwazî û bêpisûla digerin. Li hemberî mîqrobên nexweşiyê ku dixwazin bixin seriyan, çemê ku bi dizîka bajêr dike du qetan û hemû qirêjiyên bi xwe re dibe ye ev xaka dûşîze. Îdrîsê Bedlîsî jî nikaribû hêviyên bajarê Bedlîsê yên azad û bi rûmet şîn dibin bişkîne. Ev xakin ku ji zayîna keça me ya asî re şahidî kiriye.
Li van xakên pîroz ku dîrok şaxên xwe berdayî, zêde dem nemabû. Li hember çarenûsê serîhildanek be jî, mişextiyeke bêmean û li cihekî nû ku ji dîrok û çanda wê biyan bû. Tiştekî ku firtikek têkildarî xwebe jî nedidît. Li warê xerîbiyê, Antalyayê… Di destpêkirina xwebûnê de naskiribû wê nasnama xwe ya ku dixwestin ji holê rakin. Û ew bahoza serhildana salên 90’î bû ku wê bi têkoşîna azadiyê da naskirin. Nexş û nimûşên ji çanda wê dadiwerivîn û bi ketina yekîneya folklorê ku bi kincê gerîlayên pakrewanê çiyayan dest bi stirîna stranên xwe yên zarokatiyê kiribû. Di stranên ku dihatin gotin de; awazên li hember înkar, îmhayê bûn. Û armanca strîna wan şikandina bandora şerê germ a li ser Kurdistanê bû. Û ev stirîn bi wê re hêviyên bihêz hêşîn dikir. Ew, şitleke ku xeyalên xwe yên zarokaniyê li ser van hêviyan hêşîn kiribû. Bi îlhama çanda ku ji zarokaniya xwe girtî, serê govendên ciwaniyê jî kişandibû. Êdî ev tiştên dihatin jiyîn nasîna xwenasînê bûn û çalakîgeriya wê ya pêşeng li taxên Kurdistanî yên li Antalyayê dest pê kiribû. Sala 99’an pêvajoyeke ku ti kes nikaribû hêrsa ciwanan asteng bike. Wekî her ciwanên kurd, rêhevala Arjîn jî bi hemû çalakbûna xwe tevlî vê pêvajoyê bû. Rêya têkoşîna ku tê de dimeşiya gav bi gav bêhtir nas dikir. Naskirin, bi xwe re dabînkirina pêwîstiyan anî û ji ber vê yekê ket li nav karên siyasî. Rêhevala Arjîn di vê rêya ku pêş ve diçû de, soz dabû ku wê ti carî ji vê rêyê venegere. Ev soz bû ku rêya rêhevala Arjîn dabû Kurdistanê. Hindek bişens bû ku peywira xwe ya derve ya yekemîn li dilê Kurdistanê dest pê kiribû. Amed, bi çîrokên qehremaniyên zindanê wê pêşwazî dikir, wê jî bêxem dest bi xebatên ciwanan kiribû. Xwîngermî, kedkarî û hevalheziya wê, wê bi hemû hevalên li derdor dabû hezkirin. Cihên ku em lê diman çiqas ji hev dûr bin jî, ji ber ku me heman karî dikir ev dibû sedem ku carinan em bên li gel hev. Di derheqê rêhevala Arjîn de tiştê ku ti carî dê ji bîr nekim;di yekemîn hevdîtina me de dîtina ew kênê ku pir lê dihat bû.Her wiha di kêliya wî kenê xwe yê şêrîn de çavên xwe yên niqêmî noqî li ser min kir û jimin re got merheba. Te digot qey bi wê re hêzeke efsûnî heye ku bala mirovan jixweber dikişand li ser xwe. Coş û kelecan li ser rûyê wê ti car xwe kêm nedikir. Pişt re gelek caran ev rasthevatinên me dubare kirin. Bi dema derbasbûyî re gelek tişt jî guherîbûn. Bişîrîna zarokî ya li rûyê wê dêmên wê ji xwe re kiribûn wargeh. Kesayeta wê ya zindî carekê jî nedihişt li cihê xwe bisekine. Ew qas çalak bû nepêkan bû ku mirov li cihekî bi wê re rûnê û qise bike. Her wiha dema diket li nav karên pratîkî jî mirov nikaribû xwe ji ber bayê wê dûr bixîne. Tişta ku ji me re dima li ber bayê wê firîn bû. Di nav karên me dikir de pêşveçûyîna wê ya şexsî wekî bayê bû. Di hindekan de ev rewş bahoz û di hindekên din de jî bahorî. Di civinên ku me xebatên xwe lê dinirxand de bi rehetî me pêşveçûyîna hevala Arjîn didît. Belkî jî, bayê ku wê li ber xwe dibir lêgerîna pêşveçûyînê bû. Herî dawî di gera giştî ya li Êgila Amedê de em rastî hev hatin. Û herî dawî min di wê demê de kenê wê yê asî ku nayê jibîrkirin li lênûska xwe neqişandibû. Wek avên ku ber bi azadiyê ve diherikîn dest bi vê rêyê kiribû. Ew serhatîperesta dozeke li miletekî heta li cihanê belavbûyî bû. Her kelecaniya wê gaveka wê zêdetir dikir û her gav hezar kelecanên din bi we re dida jiyîn. Êdî dora gaveke mezintirîn bû. Ew bi bîr û bawerî û her wiha bi metirsî ber bi serhatiyên herî mezin ve dimeşiya. Di xatirxwestina dawî ya 2004’an de, dema em ji hev vediqetiyan soza ku “em ê teqez hev bibînin” rihetiyek dabû dilê me. Dema ez hatim çiya jî ev rasthatinên han wek siyekê bi laşê min ve hatibûn girêdan. Lê vê carê, min her tim gavekê li paş rêhevala Arjîn dişopand. Qendîl, Xinêrê, Metîna, Xakûrkê, Zap;“gaveke din ji vir çû hevala Arjîn”. Ev şertên gerîlatiyê ne, carna mirov kêliyekê nabîne ku silavekê bide hevala xwe ya du gavan ji xwe dûr. Ji boyî soza xwe pêk bînin û carekê hev bibînin hîna em diperpitîn, pişt re ez pê hesiyam ku rêhevala Arjîn bûye rêwiyê bakur. Êdî ew bi hemû hêvî, hezkirin û bêrîkirinên xwe rêwiyê Serhedê bû. Ez negihaştibûmê! Lê belê îxtîmala ku hevdîtina li bakur mabû di destên me de. Êdî rojên me jî kêm mabûn ku em jî tevlî karwanên bakur bibin. Helbet çûyîna bakur a hevala Arjîn piştî kedeke bêhempa pêk hatibû. Belkî çûyîna Amedê ji boyî wê xwesteka sereke bû, lê li hemberî biryara Serhedê jî teqez kêfxweş bûye. Bi bazdanê dest bi vê serpêhatiya xwe kiribû. Tenê çûyîna Amedê piçekî bi derengî xistibû. Armanca te, li çiyayê Qerejdaxê gihaştina razên wê dîroka bêserûber bû yan tiştên ku li Amedê te nêvî hiştî wek gerîlayekê temamkirin bû? Şahidê herî zindî yê dîrokê birca Ben û Sen’ê, birca Bizinan, hemû bircên ku bajêr dorpêç dikin, dîsa peyasekirina li taxên Sûrê yên teng û bi kevir de,vê carê di nav artêşeke gerîla de gerînên bi nîzama leşkerî xeyal dikir. Cara yekemîn rastiya dijmin a xeraker li Amedê dîtibû. Gel û tevgerê bêserokatî hiştin, daxwaz û lêxebitînên wan, înkar û tunekirinên wan, polîtîkayên wan ên birçî hiştinê, xistin, lîstik û bêesillkirinên li ser ciwanan her ku van didît hêrs û helwestên wê zêdetir û tundtir dibûn. Jixwe ev hêrs bû ku berê wê dabû çiyayên azad û li nav şerê germ. Piştî gelek salan di nav yekemîn koma jin de cih girt û çû Serhedê. Bi vê giraniyê berê xwe da Serhedê. Pir tiştan plan kiribû li vê qada ku ji gerîlatiya jinê re biyanî maye. Û çiqas dijwar be jî êdî gavên destpêkê hatibûn avêtin. Lê hevala min a dildarê serdestpêkan, piştî salên dûvdirêj bi rastiya yekemîn şehîda gerîla ya li Sehedê ve me rûbirû hişt. Niha di vê kêliyê deli wan salên nebixêr ku nehiştin çavên me careke din bigihêjin hev dinêrim û dîsa dibêjim; xemrevîniya min tenê soza tolhidanê ye.
Tamara Varjin