BERXWEDAN AMED (SAİT SOYLU) YOLDAŞIN ANISINA

Helbet hêsan nîne ku mirov li ser pakrewanên şehît binivîse. Belê, rêheval Berxwedan jî yek ji wan pakrewanan e. Ji boyî rêheval Berxwedan binivîsî divê dilê te jî wekî yê wî pak û paqij be.berxwedan Lewra tenê nivîsandin têrî nake. Rêheval Berxwedan ji boyî bibe rêhevalekî rêbertî yê durust, li hemberî xwe şerekî mezin da. Û bi ked û fedakariyeke mezin bû rêhevalekî rast ê Serokatî. Cewhera wî ya pak, her tim di sekn û rûyê wî de xwe dida der. Ti carî li hember paşverûtiyan wî serê xwe netewand û her li hember wan di rêça partiyê de israr kir. Heta li hemberî kêmasiyên xwe jî timî têdikoşiya. Mirov ji boyî bibe rêhevalê wî, divê teqez rast û cewher pak be. Di dema ku min ew nû dîtî de, bi ew germahî û duristiya wî ve hesiyam. Hest û hîsên wî tim paşerojê nîşanî wî dida. Ji ber ku dilê wî mînanî yê zarokekî pak û paqij bû. Hevalê Berxwedan, prensîba li xeyalên xwe xwedî derketin her tim esas digirt. Û her car digot; “ ez lêgervanê heqîqetê me”. Peyvên ku dianî ziman wisa bi wate bûn ku, mirov li hember wî matmayî dima. Rêheval Berxwedan, dema dijiya gihaştibû lûtkeya wateya jiyanê. Her tim tevlîbûneke wî ya bêhisab û fedekar hebû. Ji aliyê gelê Serhedê ve him dihat heskirin û him jî ji gelê herêmê hurmeteke mezin didît. Bi taybetî zarok ew qasî jê hez dikirin ku, mirov dikare bibêje ku nedixwestin wî bi  kesî re parve bikin. Belê rêheval Berxwedan te nivîsîn nehêsan e. Belkî di vê kêliyê de ev nivîsandina min jî wê têra pênasekirina te neke, lê li hemberî te wek peywira rêhevaltiyê dinivîsim. Her çi qas niha ne li nav me bî jî, ew bişîrîna te ya zindî wê her tim di dilê me de be… Em her tim te li gel xwe hîs dikin û belkî tu li nav me bî jî. Tu di rojên nexweş de her tim li rex rêhevalên xwe bûyî. Em jî, ji boyî layiqî we bibin, em ê her tim we bijîn û bidin jiyîn.
Wek encam dikarim bibêjim ku; rojekê teqez em ê tola we hilînin û mîrateya ku we ji me re hiştî, em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe lê xwedî derbikevin û biparêzin. Soza rastî û duristiyê ya ku me dabû te, em ê ji xwe re bikin prensîb.
Em ê ti carî bişirîna li ser rûyê te ji bîr nekin. Li hemberî bîranînên we bi hurmet bejna xwe ditewînim.

Nirvana Delila Amed