Behskirina te divê ji ku û çawa bê destpêkirin… Hîna wekî duh li ber çavê min e derketina te ya rê û hîna wekî duhî di bîra min de ye ew bîranînên me, helbestên kut e li akademiyê ji me re dixwend… Di hişê min de ew qasî zindiyî ku koça te ji min re pir dijwar tê…
Roniya çavên min, ma ev koç ne zûbû? Wekî piştî her çûyînê tê gotin… Te xwe ji Botanê re amade kiribû. Em zarokên dayika Kurdistanê ne. Em dizanin berdêlê bidin û em amade ne ku ji boyî Kurdşsstanê bibin berdêl. Piştî ew qasî bendêmayîn, israr û amadekariyan çûyîna Botanê… Hîna ew gotina ku te timî dianî ziman; “ Errikê, dawiya dawîn ez hatim!” di guhê min de zingînî dide. A rastî çi tişt bû ku te bi ber Bakûrê welat ve dikşkişand? Bi rastî tiştekî asayî bû xwesteka çûyîna te ya Bakur, lewre tu jineke Apoyî bûyî . Lê her ku navê Botanê dihate gotin ji çavên te dibiriqîn. Ger mijar neçûyîna te ya Botanê bûna, vêca ew çavên te ji tirs û xof û acisiyê tije dibûn. Em li ber bayê wan çavên te diçûn. Lê tu ne di bîra vê yekê de bûyî. Ev jî ji xwezayîbûna te dihat. Ew kelecanên te yên avzêmî niha di dilê me de bûne şelale… Bi rastî jî, sêrek ji te difûriya. Nayê bîra mink u tu ji kesek an axaftinekê acis bûbûyî. Her çöi qas tu zêde neaxivî jî, te her kesê/î guhdar î dikir. Te ew cewhera di dilê xwe de ji kesê/î re venedikir, lê dîsa biriqina wê dîsa jî digihaşt me. Dihat zanîn ku wî dilê te zêrîn e. Ez ê îtirafekê bikim; dem amin tu nû dîtî, di dilê xwe de min digot; “ev hevelake bêdeng û di halê xwe de ye”. Lê dema ku ez daketim ew dilê te yê kûr, min ew tofanên di dilê te de fahm kir. Lê tu ti carî bê bertek jî nebûyî. Dema te tiştekî nelirê bidîtana, di wê kêliyê de refleksê de xwe nîşan didan û te xwe nedigirt. Tu firtoneyeke bêdeng bûyî, lê ew firtone tu derî û kesî serobino nedikir, her wiha giraniya hebûna xwe jî dida hîskirin. Herî zêde jî te ji xwendina helbestên li bin taveheyvê hez dikir. Jiyan bi gerîla re, bi çiyayan re bû û çiya jî divê helbestî bûna… Ji helbestên te jiyan difûriya,bêhna te, agirê çiya û kulîlkan ji wan helbestan dihat.
Cana min, çûyîna te pşr zû çêbû, lê ew qasî bi lehengî bû jî. Çûyîna l ete bihatana jî divê wisa bûna. Di dema xwe amadekirinê de jî tu xwedî îdia û cidiyetekê bûyî. Hîna jî min pê dernexistiye ku, li ser wan çekên giran bê te çawa bi carekê ve wan hisabên zîrziravî dikir?.. Niha ez dizanim, ew sedema xwe ji şerkerî û têkoşîna te digirt. Di çûyîna xwe de jî te nîşanî me hemûyan da. Her çi qas pevçûna yekemîn bû ku tu tevlî bûbûyî jî, we bi lehengî şer kir, û dora we hatibe girtin û hûn di bin barana guleyan de mabin jî te bi hevala Hebûn re we dest ji hevalên birîndar bernedaye. Tam rojekê we di ber xwe daye. Şerê me ne şerê yeko yekoyan bû. Bi sedan, hezaran bi ser we de hatin û hûn bûn Botan û Hebûn… Xwezî te zanibûna ku bi te serê meç i qas bilin de. Sarya navê têkoşînê bû… Ma wekî din wê çi bê gotin?.. Wek hevaleke te ya ku me serdemekê bi hev re derbas kirî, ez ê xwedî li wan tiştên ku te dixwest pêk bîne derkevim.
Ez ê hemû pêwîstiyên Saryabûyînê bi cih bînim. Êdî tu bûyî Botan. Wek yên berî xwe, tu jî bi her awayê xwe bûyî cewherê vê axa qedîm. Jixwe ji ber vê yekê, bi berxwedanên we ve em hêzdar in û têk naçin. Em baş dizanin ku ev hêz wê rojekê bi ser keve û wê wateya van berxwedanên xwe bi her derê ve bifûrîne…
Em ê te ti carî ji bîr mekin bahoza bêdeng…
Havîn Çirav