Rêhevalê Sîdar di 1’ê avrêla 1984’an de li gundê Tatargaziya Melezgirê li malbateke welatparêz tê dinê.Dema li gundê xwe ye tenê 3 salan diçe dibistanê Piştre dest ji dibistanê dikişîne. Lê neçe dibistanê jî xwe bi pêş dixe û li derveyê gund dikeve li nav xeyalên cîhana xwe ya mezin. Rêheval Sîdar tevgera PKK’ê dinase û di 27’ê mijdara 2001’an de îdîaya xwe ya azadiyê mezintir dike, diçe Rûsyayê û li wir tevlî xebatên rêxistinê dibe. Li Rûsyayê qasî salekê dimîne û piştre berê xwe dide navenda rêxistinê ango çiyayan. Piştî pêşniyara wî tê pejirandin diçe li nav hevalên xwe yên şerê azadiyê dikin. Rêhevalê Sîdar bi kelecan û hesreteke mezin di 3’yê mijdara 2002’yan de xwe digihîne çiyayên Kurdistanê.
Di rêya azadî, ked, wijdan, rûmet, mêrxasî û egîdiyê de bi hemû ruhê xwe, wek hemû hevalên xwe yên di rêya azadiyê de berdêl dane, ew jî biryara têkoşîna kesên ku dil dane tevgera azadiya Kurdistanê dide.Rêheval Sîdar d her kêliyê de gavekê nêzî rûmeta azadiyê û qutsiyeta kedê dibe û hîn bêhtir xwe dike Rêhevalê Rojê…
Ji bilî jiyaneke azad û berxwedaneke bi rûmet her tiştî red dike. Û bi xîreta dida dixwest derkeve lûtkeya kedê.
Di hemû jiyana xwe de dest ji rastiyên ku zanibû berneda. Li ku derê xetere yan talûkeyek hebûna rêhevalê Sîdar li wir bû. Ne di nav şer de, li nav şer li herî pêş bû. Belkî li cîhanê neteweyên wêrek nîn bin, lê di nav neteweyan de mirovên wêrek û leheng hene. Sîdar dixwest ji boyî azadiya welatê xwe bibe sembola wêrekî û lehengiyê.
Sîdarê gerîla; piştî demeke dûr û dirêj vegeriya, li derveyê gundê ku dikete li nav xeyalên cîhana xwe ya mezin, li ew gundê ku cara yekemîn deriyên hêsîriyê hilweşandibû ango li gundê Tatargaziyê. Lê di 24’ê Gulana 2009’an de, li derdora gundê ku yekemîn car xwe berdabû li nav xewn û xeyalên cîhana xwe ya mezin pevçûnek qewimî. Û xwîna zelal ya Sîdarê dilpak xwe berda erda lê hatibû dinê ango li Tatargaziyê…
Wek xewneroşkeke kêlûnbûyî, wek terikandina zayîneke abadînî,dema xwîna Sîdarê ciwan dicoşiya, dîrok careke din jî tûkî rûyê celadan dikir û Sîdarê me wekî bi sedan rêhevalên xwe tevlî karwana şehîdan dibe… Dilaram razê ciwanê zêrîn… Em ê armancên te bi cih bînin…
Kasım Engin