Ji boyî bîranîna rêhevalê Sadiq Kobanî…

Di 2002’yan de li Rakka’yê rêxistinê nasdike û tevlî refên gerîla dibe. Piştî 2004’an ji Başûr derbasî qada Dêrsimê dibe. Di malbata hevalê Sadiq de tenê lawikek heye ew jî heval Sadiq e. Ji bersadık vê yekê jî pir şûm tê mezinkirin. Li Bakur bi fedakarî û bêhisabiya xwe dihate nasîn.  Xwe ji berpirsiyariyan dûr nedixist, li hember dijwariyan têdikoşiya û her wiha aliyê wî yê hestiyarî jî pir li pêş bû. Ruhê wî mîna ruhê zarokekî zindî bû. Bi sadebûn û dilê xwe yê paqij rengê jiyanê bû. Xebatek divê çawa bê kirin? Ew di vî karî de mînakeke zindî bû. Zêde terwende bû û her wiha li hemberî rêhevalên xwe jî dilnizm bû. Jiyanê tije tije dijiya û dixwest jiyanê bêhtir bi wate bike. Bêguman hemû heval vê xwezabûyîna wî li ber çavan didîtin. Girêdayîna wî ya bi jiyanê, ji hezkirina wî ya ajal û nebatan diyar bû. Qet dil nedikir zirarê bide ajalek an jî nebatekê. Jixwe zirarê nedida dayika xwezayê û yê zirarê bidana jî li hember wan disekinî û bertekên tund nîşanî wan dida. Li hemberî jinên azadîxwaz ên Rêber APO dixwest biafirîne nêzîkatiyeke hurmetdar pêşkêş dikir. Her wiha; him dayika xwezayê û him jî dayika xwe ya ku ew neh mehan di zikê xwe de xwedî kiriye wek hev didît. Dibe ku ji ber vê yekê be ew qas coşa wî ya di jiyanê de.Bi vê ferasetê, ji helbest nivîsînê bigire heta girtina rojnivîskê û her wiha têkiliyên bi ked û coş ên bi rêhevalên xwe re, îspata duristbûn û bedewbûna wî bûn… Xwedî kesayeteke ku ji xwe qet neditirsiya bû. Zivistanekê em bi hev re man. Ji ber ku ji kar û barên teknîkî zêde fahm dikir li ser mayinan rê û rêbazên resen bi pêş dixist. Hêrsa xwe ya mezin a li hemberî dijmin dixwest li Bakur bîne ziman. Dema dixwest tiştekî bike bi vîna xwe ya azad û ji xwe bawer dikir. Bîranînên wan dê rêya me ronî bikin.


Rêhevalê Têkoşînê