NIHA GABAR BÊDENG BI XEM Û BÊ TE YE!

  Ji bo deyndarî hevalê Erdal nemînim û ji boyî wesiya wî dê biçim Gabar’ê

   Tu ji boyî wesî, hesret, evîn û xeyalên xwe pêk bînî te dest bi vê meşa xwe ya bi wate kir. Gabar gelek şoreşgerên mîna te di hundirê xwe de hewandiye. Her wiha gelek pakrewanên mezinsehit gulbahar11 afirand. Wek Egîd, Adil, Erdal û bi hezaran fermandarên mezin parastiye Gabar.
  Bi rastî jî, te di rojnivîska xwe de dabû hîskirin ku em ê nikaribin hevdû bibînin. Te gotibû; ‘‘ Heta ku ji destê min were ez ê li xwe miqate bibim’’. Lê te ev jî anîbû ziman; ‘‘ Tu dizanî; şer bêrehm e! Fîşeng dikare bêyî ku ji te destûrê bixwaze jî were, wesiyeta min e ji te re; ger ku tiştek bi min were tu yê tola min bigrî!’’ Belê rêhevala min te ji min re wisa nivîsandibû. Ez xwe bextewar hîs dikim ku piştî çûyîna te min derfet dît ku rojnivîska te bixwînim. Dizanim ku ez ê li gor ku tu dixwazî te nikaribim bidim der. Ji ber ku peyv bi xwe têrî te derdayînê nakin. Peyv bi xwe kêm dimînin ji boyî nasandina te. Lêhûrbûna te ez pir bandor kiribûm. Min fahm kiribû ku tu yê bibî gerîlayeke wek çiyayên Kurdistanê bi hêz û asî... Te qet û qet nedixwest ku bi guleyeke dijmin bigihî şehadetê, bereksê vê te dixwest bibî guleyek û di sînga dijmin de biteqî. Demeke dirêj bû ku tu li ser vê çalakiya xwe rawestiyayî û te biryar da ku; ji boyî tu Viyanan derbas nekî lê çalakiya wan bilindtir bikî te çalakiya xwe bi derengî xist. Di vê pêvajoya ku Serokatiya me di bin tecrîdê û li hemberî gerîla jî  dijmin bi hemû derfetên xwe êrîş dikir de, pêşniyara te ya ku ji boyî çûyîna Bakurê welêt û daxwaza te ya xwe bêhtir bihêzkirinê û her wiha xwesteka te ya xwe di mejiyê dijmin de teqandin bi her awayî te tîne ziman û rave dike...‘‘Ji boyî te bêhtir bilind bikim, dixwazim çalakiya te bi rêbazeke dinê pêk bînim. Pişt re fikirîm û min ji xwe re got ev ê bibe dubareya çalakiya te û ji ber vê jî min ew hêza ku te derbas bikim di xwe de nedît, ger min vê bikira ew ê ji boyî min bibûna xeletiyeke mezin. Ji boyî ez te bêhtir di rojevê de bihêlim dê vê fidakariyê bikim. Ji boyî tu negihaştî ew xeyalên ku te di nameya xwe di nivîsandibû pir xemgîn im. Te di nameya xwe de anîbû ziman ku te dixwest ku biçî Bakur, gelê Bakur nas bikî û di mejiyê dijmin de biteqî...
 Niha rêxistin derfetek mezin da min ku biçim Bakur. Ez soz didim te ku dê biçim Bakur û ez ê şer bikim. Her fîşenga ku biavêjim dê ji dêvla te, di dilê dijmin de biteqînim. Ji boyî vê jî çi ji destê min were dê bikim.
Disa te ji rêheval Viyan Soran re wiha; .Ez ê li xeta rêxistinî ya mîna Viyan, azadiya jinê û hemû hevalan xwedî derbikevim.’‘nivîsandibû.

 Te di jiyanê de Rêbertiya partiyê hîs kir û bi tu bi şehîdan re bûyî yek. Te 16 salîê têkoşîna xwe bi şehadetê tacîdar kir. Berxwedana we li hemberî polîtîkayên înkar û îmhayê bersiveke mezin bû. Bi salan ku tu hesreta jiyana gerîla bûyî û her wiha tu 16 salan di nav vê jiyanê de têkoşiyayî lê te xwe li hemberî Serokatî  xwe kêm didît û deyndar hîs dikir. Te deynê xwe da ‘Keça asî ya Kurd’ niha tu bi Viyanan re yî. Em dizanin ku niha tu di nav asîmanên şîn de û bi rojê re yî. Lê niha Gabar bêdeng, bi xem û bê te ye! Ji ber ku dîsa yeka bi xwe ve girêdayî wenda kir. Me jî hevaleke jin a fermandar wenda kir. Min tim û daîm xeyal dikir ku rojekê li Gabarê em ê hev bibînin. Jixwe tişta ku me dikir yek ne heskirina Gabarê bû?.
 Ji boyî tu xeyalên gelek rêhevalên xwe pêk bînî çûyî Gabarê. Te xewn û xeyalên min jî pêk anî hevalcan. Te jı boyî gerîlayekê/î tişta herî bi wate rojnivîska xwe ji min re şandibû. Her çiqas êdî hûn ne di nav me de bin jî, heta ku ji min were ez hewl bidim ku di rêça we de bimeşim. Ev koça te ya ji nav me pir zû bû û yek ji me jî vê çûyînê ji xwe re qebûl nekir, wek her hevalê ji nav me koç kirî...
Min tu qet nedî, me hev qet nas nekir û rû bi rû em qet neaxivîn. Lê di encamê de rêya me yek bû û hezkirinên me hevpar bûn. Tişta ku me dikir yek hezkirinên me yên hevpar bûn. Nedîtina te ji min re ne asteng bû. Nivîsên ku te dinivîsî, te didan nasîn Gulbihara dil Erdal a ku sewdaseriya Gabarê...
 Lê belê tu vê dizanî? Min tu di sûretê dayika te de dît. Ew jî herî kêm qasî te bihêz e. Dayika te ji min re digot; ‘‘Ez hevjîna şehîdekî bûm û niha jî ez bûm dayika şehîdekê. Ez qet li xwe mikur nehatim û ez ê her tim li vê dozê xwedî derkevim. Hûn weke rêhevalên Gulbihara min, bawer dikim ku hûn ê xwîna wê li erdê nehêlin û tiştên ku wê di nêvî de hiştiye hûn ê bigihînin serkeftinê. Niha tu jî ji boyî min Gulbihar î’‘ ...Her tim digot; ‘‘Ez bi Gulbihara xwe serbilind im’‘. Çiqas zehmet bû piştî çûyîna te ya ber bi stêrkan ve bi dayika te re axaftin. Ji ber ku di cara yekemîn a ku min dayika te dîtî de min ji dayika te re wêneyên te şandibûn û min gotibû Gulbihar baş e. Û dayika te ji min re gotibû; ‘‘Divş tu di derbarê Gulbihar de her tim agahiyên xweş bişînî’‘. Lê piştî şehadeta te ger ez biaxiviyama, ji ber tirsa ku wê bigotana; Ka te yê ji min  re agahiyên xweş bişandana’‘ min nediwêrî ku ez bi dayika te re biaxivim. Lê dayika te ez matmayî hiştim her wiha bi ser de jî moral da min. Min jî êşa wê fêm dikir ji ber ku dema van gotinan dianî ziman ji çavên wê hêstir diherikîn. Ji ber şanaziya xwe nedixwest bilorîne. Min jî dengê dilê xwe ditepisand û dixwest jê re bibim bersiv. Belê, êdî ez ê jî di sohbetên xwe yên bi hevalan re di derbarê te de bêjim; ‘‘Min rêheval Gulbihar nas dikir û min jê pir hez dikir.’‘ Mirova bedew, heta ku ji min hat min wesiyeta te bi cih anî. Her çiqas bi qasî te dixwest nebe jî. Lê ez soz didim te ku; ez ê meşa te ya Gabarê bidomînim û vê meşê dê di têkoşîna me de her bidim jiyîn.

            Di şexsê te de ez hemû şehîdên azadiyê bi bîr tînim. Bîranînên we rêya me wê her tim ronî bike. 

Hêvîdar Edessa

 

Kategori: Şehit Anıları