Zarokê botanê zarokê çiyayê Cudî, zarokê malbateke bi rûmet, zarokê gele bi rûmet Heval Zafer.
Min heval di sala 1994’de naskir. Dema gel ji Bakûre Kurdistanê koçî başûre Kurdistan buyî me hevdu li herema Haftenînê dît. Heyanî sala 2001 an em bi hevre bûn. Haskırına me ya despekê di demek pir êşda çêbû. Wî demi me zedê wate nedida vê jiyanê.
Dema em bixwazin Heval Zafer nasbikin, pêwiste em dîroka wî u udi kîjan şert û mercan de jiyan kir bi çi rengî jiyankir, pêwiste em vê bizanın. Heval Zafer di salên 1980’de çave xwe li jiyanê vekir. Di salên nû nû tevgera azadiyê derketî û hedî hedî gelek bi navê gele Kurd navê wî derket ser rûyê erde. Her wiha em hemû dizanin ji bere da jî navê Kurdan habû, lê bele navek çawan û çawan jiyan dikir. Bêguman her yek ji me dizane.
Em dikarin bejin Heval Zafer di demekî gele Kurd wekî zarokekî ji nû da xwe nasdikir, an ji jî nû da hebûna xwe derdixist hole. Eger em werin ser jiyana wî û demen tê de jiyankirî despekê em dikarın bi wî hevokê despêbikin. Heval Zafer, di zarokatiya xwe da bi jiyana gerillayan we jiyankir. Ew jî wekî gerillayan zarokê Cudî bû.
Heval Zafer ji malbatek welatparez û bi rûmet bû û ji malbatek xwedî nirx bu udi despêka şoreşê heyanî rojame ya îro bi şoreşêre meşiyan û tû caran îxanet bêrûmetî qebûl nekir.
Eger em malbata wî bidin naskirin pêwiste em diroka gele Maxmurê xwedî nirx bu di despêka em dikarın bi wî hevokî bejin. Gelek êş kişandî gelek jî cîih û wariê xwe bê par mayî, gelek rêka şerefe hilbijartî û em dikarın gelek mînakên din bidin. Heval Zafer jî bi van tişten hatibû giredan û her tim di bira xwe de wana zindî dihişt. Yani giredanê wî rastiya gele xwe pir mezin bû. Heval Zafer bi zaroktiya xwe de şoreşgerek bû. Çimki her tim dixwest hember dijmin bibe gerîllayek. Ew rih di zaroktiyêde avakiribû. Giredana wî a parti û serokatî bandorem mezin dida derdora wî. Herkes mecbur dima kû, rastiya serokatî û parti qebul bike. Pişti kû rêber Apo dîl ket Heval Zafer jî dixwest tolhildanek mezin bistînê. Ji ber wî ji bere xwe da çiyayên azad. Her tim dixwest ji demêva bibe bersiv. Û li gorî wî jî gavê xwe diavet.
Rêheval Zafer cem heval Adil mabû û taybetmendiye wi girtibû. Pişti şahadeta Şehit Adil jî miratêya wî li erde nehişt û rakir ser milên xwe. 2006’an Heval Zafer xwestekêk mezin derbasî Cudî bu. Û xeyalê wî zarakotî pêk hat. Çimkî çîroka Heval Zafer li Çiyayê Cudî destpê dike. Û dîsa vegeriya bû cihê çiroka xwe. Dixwest çîroka xwe ya nivî mayê bini cih. Ji ber we jî dijminre kînêk mezin, avakiribû nav dile xweda. Di esasê xwe de dîroka heval Zafer Çiyayê Cudî, dîroka Çiyayê Cudî, Heval Zafer bû. Gundikê Remo de hatibû ser dine û diroka Cudî pêşxistibû. Lê belê wekî gundên Kurdistanê ew gund ji aliye dijmin ve hatibû valakirin. Ew rastiyek bû û rêheval Zafer jî dixwest vê yekê biguherîne.
Di 4’e Kanûna 2009 an de dema min şahadeta heval Zafer di cîhaze de bihîst ez wek her hevalê ku wî dinasî, di şoqêda mam. Min digot belki ev agahî şaş be, belki dîsan di cîhaze da heval bejin Heval Zafer sax gihiştiye. Min di wan rojan de her tim xwe wisa dixapand. Lê ev xwe xapandinên min bê encam man. Rastiyek hebû gerek bihata qebulkirin. Tişta herî zêde ez êşandim jî şehîd xistina hevalê Zafer a bi rêya îxanetê bû!. Dîsa jî mirov dikare bêje ku heval Zafer gihişt armanca xwe ya destpêkê. Ji ber ku li Cudî hatibû dinê û Cudî dîsa çavê xwe li Cûdiyê girt.
Ey Şehîdên me yên nemir!
Şehîd hûn namirin
Hûn ê her tim dile me de şabibin
Ji bona kulîlkên azadiyê hişk nebin
We bi xwîna xwe ya delal av da
Ji bona gele Kurd zindî bimîne
We canê xwe fedakir.
Cangoriyên welatê min
Hêviya jiyanê me
Xemla doza me
Pêşa roja jiyana me
We bi hewiyên xwe jiyan ji me ra avakir
Kenen we nîşaneya azadiyê ye
Dengê we j ime ra awaze
Ji ramanên Rêber Apo re ronahiye
Şehîdên nemir hûn jiyanın
Hûnê jiyan bin.
Ey Cudi
Deng bide rondikê ji çavan diherike
Guhdar bike rûmeta li ber piyan diçe
Meyzeke dilên bi êş
Li Zaferê xwe bigere
Ew evîndarê jiyanek azadbû
Hêviyên gelê xwe bû Zafer
Dengê welatê xwe
Soz û peymana rêhevalên xwe bû
Kevirê destê zarokên welqatê xwe bû Zafer
Sonda xweşikbûna te bû Cûdî
Erê Gundik Remo, Helma Pîr û Zêrîker
Kanê dengê dilê we
Kanê êş û azara bi hezaran salan
Kanê zarokê te yê penaber
İro dîsa serîhildan li nav dilê namerdan
Wekî Zafer
Digeriyan wekî Lawikê Xerîp li azadiyê
Lê belê azadî ne hêsanbû
Ji ber vê
Bedena wan di kolanan de xijikandin
Ditirsiyan neyar û namerdên xwînxar
Ji dil û mejiyên Zafer ditirsiyan
Lewma xwestin serê Wî biperçiqînin
Lê Zafer zarokê Cûdiyê Mirada bû
Ew Cûdiya pîroz, Cûdiya bilindbû
Kêfxweş nebin namerdino, xwînxarno
Wê cûdî hîn Zaferan bîne ser rûwe cîhanê
Jiber Cûdî dayikek dewlemend e
Dayika mirovahiyekbi rûmet e
Wê Zaferê xwe jî jibîr neke
Zafer bû kulîlkek
Û di himêza wê de dîsa şîn hat
Vala neherikî ew xwîn û xwîdana bi rûmet
Zafer bû dîrok di Safîne û Nûh de
Dîrokek nemir
Nûh û Sterk wî pîroz dikin
Di axa welatê azad de
Egîd Goyî