FERMANDAREKÎ MÊRXAS

xebat derik2İro ez li warê wî yê ku bi sala lê şerê azadiyê dayî, Botanê me. Jibo bîranîna vî fermandarê min ê mêrxas, bi çend gotinan be jî, ez dixwazim wî bi bîrbînim. Bi rastî jî anîna ziman a rastiya vî fermandarê mezin, zehmete û barekî giran e.Jiber ku ez çiqas bînim ziman, ewê kêm û nebesbe. Rastî û dîroka Heval Xebat anîna ziman, pêwîste ku mirov dîroka Botanê bîne ziman. Ji ber ku wî li ber her daristanek, kevirek, avek, girek, geliyekî Botanê şopa xwe ya bi nirxê giranbiha hiştiye. Ez û wî 12 salan bi hevre li Botanê me rêveberî kiriye. Em çiqasî li herêmên cûda bin jî, lê em li eyaleta Botanê bûn û gelek caran em digihiştin hev û me xebatên xwe bihevre pilansazî dikir. Ji ber vê ez dibêjim, gelo ezê karibim vî erkê xwe yê li hemberî vî fermandarê mêrxas û giranbiha bînim cih? Gelo lêhûrbûna min û derfetê ku hene, wê têrî vê bike ku ez bînim ziman? Gelo hêza min a nivîsandina vê jiyana dewlemend wê têrî bike ku ez  bînim ziman? Wek van bersivdayîna gelek pirsên din, jibo min ne hêsane. Rastî jî Heval Xebat dîroka şerê me yê çekdariyê, di nava xwe de gelek tiştên giranbiha hene. Her tim wî bi beza xwe ya ciwantiyê dibeziya azadiyê û ti carî zindîbûn û coşa tekoşînê ji xwe kêm nedikir. Pirtûk, lênûsk, rojnivîsên wî, di mejiyê wî de bû û te çi jê bipirsiyana, wî di cihde bersiva te dida, ewqasî pêgihiştî bû. Bi xebata xwe a şer, tirs û xof xistibû dilê dijminê xwe. Bi zîrekî û zindîbûna xwe, him li hercihî bû û him jî li ti dere nebû. Rêgezî, pîvanê gerîlatiyê di şoreşgertiya xwe de, tim dijiya. Temenê xwe bi giranî di nav şerê germ de û li Botanê derbas kiribû. Ew pisporê hunera şer û gerîlatiyêbû û bi taktîkên xwe yên şer tim dijminê xwe dixapand û ew vala derdixist. Di kîjan demê de û li kîjan herêmê çi taktîk pêwîste bihatanameşîn, wî baş dizanî û ti car dijmin nedigihaştê. Dijminê xwe vala derxistin û pilansaziya xwe serkeftî meşandin, mijara herî zêde ku Heval Xebat têde pêşketî bê. Kûr bûn û pêgihiştiya wî ya ewqasî xurt, hunara şer di keseyeta xwe de rûniştandin, tecrûbeyên wî yên di şerê germde girtibûbûn. Ji pir pirtûk xwendinê zêdetir ji fikrê RêberAPO  û li ser hunera şer û piratîka ku wî jiyan kiribû dikir yek û jê hêzek xurt çêkiribû. Dersa xwe tim ji piratîka xwe û ya hevalê xwe digirt, yanî watedayîna xebat û jiyana gerilatiyê, wî pir baş dijî û encamêngirîng jê derdixist. Li ku derê û çi demê ku çi dîtibû û jiyabû, di bîra wîde zindî û teze dima û van bîranînên xwe bi hevalan re parve dikir. Tiştê ku bi salanjiyabû û dîtibû, wek ku niha hatiye jiyîn, vekirî û zelal tanî ziman ji hevala re. Wek Heval Xebat ku tecrubeyê xwe bi hevalê xwere parve dike, min pir kêm heval dîtin. Ji ber vê tevahiya hevalan jê hezdikir û ew bi sebr guhdar dikirin. Heval Xebat xwedî gotin û emelê wek hev bû, heta ez dikarim bêjim ku emelê wî ji axaftina wî zêdetir bû. Wek pîvaneke tekoşervanê PKK’ê ku, bi qasî dike diaxive, bi qasî ku diaxive xebat dimeşîne, ev di kesayeta Heval Xebat de baş hatibû rûniştin. Li dijî van nêzîkbûnên newekhev, xwedî helwesteke rêxistinî bû. Di rexnekirinê û rexnadanê de, ew pir dilnizm û dilpak nêzdibû û tim berjewendiyên tevgerê difikirî û helwesta xwebi vî rengî dinanî ziman. Ev û wek van nêzîkbûnên hêja bûn ku tevayê hevala ew qebûl dikirin û wek fermandarê bijarte didîtin. Heval Xebat biqasî fermandarekî di hunera şerde xurt û zîrek bû.Ewqasî jî wek şervanakî tim di şeran de jî li pêşbû. Di gelek tevger û çalakiyên serkeftî yê Heval Xebat de, ev rihê ku tim di nav şerde bi hevalan re bû û mijûliya wî ya bi şerve bû. Dema ku şervanak bibînê ku fermandarê wî li ser hunera şer lêhurbûn çêdike û pêve mijûl dibe, ewjî xwe li gorvê amade dike. Heval Xebat bi tecrubeyê xwe yên ku li çiyayê Kurdistan’ê, bi gerilatiya xwe jiyabû, jibo me teva dewlemendiyek bi ronak bû. Ji bervê jî tiştek nemabû ku wî nejiyabû. Wî wêrekî û tirsonekî, fedaîtî û îxanetî, dilxweşî û dilnexweşî, birçîbûn û têrbûn, camêrî û hovîtî, welatparêzî û sîxurtî, ronahî û tarîtî, bihar û zivistan, û wek van gelek tişt dîtibûn. Heval Xebat di nav van de kesayeteke dewlemend a pijiyayî çêkiribû.

            Heval Xebat di sala 1996’an de bi tabûrek heval re, di zivistanê de ji Botanê derbasî eyaleta Mêrdînê bû. Armanca vê tevgera ku Heval Xebat berpirsyariya wê rakir, artêşa dewlata Tirk a dagirker xafil bigre û derbeyên mezin lêbide. Ji ber ku dijmin tim dizanî ku heval zivistana di qampadene û li Mêrdînê tim hindik gerila hene, berovajiyê vê di bin fermandariya Heval Xebat de, tevgereke leşkerî û şoreşgerî li ser dagirkerên Tirk ên Mêrdînê ve hat pêşxistin. Ev tevgera giranbiha ku dijmin bi derbeyê giran hat lêdan, tirs û xofek mezin xist dilê artêşa Tirk. Ev tevger ji ber ava Dîjle û Kerboranê destpê kir û heya Bagok, Omerya, Hebizbîna, Mawa û Gabarê gelek çalakiyên ku dijmin neli bendê bû, serkeftî hatin pêkanîn. Yek ji van çalakiyan jî, girêdayî Kerboranê girê ku leşkerê Tirk girtibûn ê gundê Tîrûwa, gerila girtibû ser û serobino kiribû. Di vê çalakiyê de gelek leşkerên Tirk hatibûn kuştin û gelek çek, alavên leşkerî ji ser wan hatibû rakirin. Yek ji van çalakiyan a herî mezin jî, li ser navçeya Stewrê ya Mêrdînê bû. Ev çalakî jî bi fermandarî û kordîneya Heval Xebat hat pêkanîn. Çalakî bi tabûra ku bi Heval Xebat rebû û tevlîbûna hevalê eyaleta Mêrdînê re, hatibû kirin. Di nîvê zivistanê de bi gelek baska êrîşî tevayî saziyên dewleta Tirk ê hindur û derdorê navçeyê kirin. Dibin fermandariya Heval Xebat de, gerilayên azadiya Kurdistanê navçe giştî xistin destê xwe. Heval çend seeta di navçê de man û gelek alavên leşkerî ji ser dijmin rakirin. Piştî vê çalakiya serkeftî, heval ber bi sibihê derketibûn çiyayê Deleverya ya ku li pişta navçeya Sitewrê bû. Bi ronahiya serê sibehê re, bi leşker û xayînê dewleta Tirk, ji çar aliya ve hatibûn operasyonê û bihevalan re ketin şer. Belkî cara yekem bû ku li eyaleta Mêrdînê şerek wiqas berfireh û bi roj, ji sibihê heya êvarê dihat jiyîn. Ev şer tirsek mezin xistibû dilê artêşa Tirk xwe bi xwe  gotibûn; ev çi hêz e û ji ku hatiye? Bi vî awayî dijminê me metelbûna  xwe anîbû ziman. Çiyayên Mêrdînê -dervî Bagokê- ji bo şerê bi roj û dirêj dest nade. Lê li vir fermandarê mêrxas, Heval Xebat hebû û ev şer tev wî kordîne kiribû. Ew bi xwe jî dinav vî şerî de bû û hevala tev jî moralekî mezin jê girtibûn. Bi taybet ev şerê ku bi roj hatibûjiyîn, biqasî çalakiya artêşa Tirk şikandibû û moralekî mezin dabû tevayê hevalan. Ji ber ku ev cara yekem bû ku çalakiyek û şerekî wisa bi roj dihat jiyîn, artêşa Tirk şaşopaşo kiribû û pir tirsandibû. Heval Xebat piştî vê çalakî û vî şerî, hêza xwe kiribû du parçe, yek ji vê heval Şehid Hesan pê re diçe û ew dizîvirin Omeriya. Beşên din jî Heval Xebat bi wan re bû, hatin herêma Hebizbîna û ji wir jî hatin cem me herêma Mawa. Li gel Heval Xebat fermandarê hêja hevalê Ferhat ku di sala 1997’an de li Cudî şehîd ket û Hevalê Berxwedan ku ewjî di 3’yê sibata 1999”an li Mawa şehîd ket jî li gel bûn. Li gel min jî Hevalê Rustem Cudî hebû ku ew jî di sala 2011’an de li Xakurkê şehîd ketî hebû. Heval Xebat di derheqê meşa xwe ya li eyaleta Mêrdînê agahî dame. Çalakî û şerê ku hatibûn jiyîn bi mere, bi rukenî û zimanekî şîrîn parve kir. Bi rastî jî meşa Heval Xebat a azadiya Kurdistanê ya li Mêrdînê, serkeftîbû û pir giranbihabû.

            Bi hatina cem me ya hevalan berfek zêde li gel me barîbû û me nikarîbû ku em li Mawa zêde tevbigerin. Wek tê zanîn Mawa wek kevanekê li derdora ava Dîjle dizîvire, kêm car berf lê digire. Em li bendî helandina berfê bûn ku li vir jî çalakiyeke serkeftî bikin. Jibo me jî derfetekî hêja bû ku Heval Xebat û bi Bêlukek heval re li gelmebû. Piştî ku berf hinek heliya me xwest ku em çalakiyek bikin, me hewl da lê li gor ku me dixwest bi serneket, ji bertengiya deme, Hevalê Xebat neçar ma ku derbasî Gabarê bibe. Rastî jî çend rojên ku em li gelhev man, bi şitexaliyên xweş ên Heval Xebat û Heval Rustem,kefxweşiyek mezin bi me û tevayê hevalan re çêkir. Hevalê Xebat meşa xwe ya Mêrdînê bi dawî kiribû û derbasî Gabarê bû. Heval Xebat tenê ne ev meş, bi dehanmeşen azadiyê yên wek vê ku jê re fermandarî kirye û serkeftî meşandiye hene. Ev meşa xwe li tevayê Botanê, ti cih nema ku ew lê negeriya û nedîtibe. Heval Xebat tenê ne li Botanê, heya eyalete Xerzan û a Amedê jî çû û geriya. Heval Xebat çiqas geriyabe coş û morale wî jîewqas mezintir dibû. Jixwe herkesî nikarîbû pêre bimeşiyana, ewqas zindî û zîrek bû. Yek ji taybetmendiyên Heval Xebat ya din jî, nêzîkbûna xwe ya gelêrî bû. Ewqas bi gelre di nav danûstandinekegerm û berpisyar debû ku gel tev pêve hatibû girêdan. Rastî jî wî jibo gel hertiştî dikir û li hember nirxê gel pir bi rêzbû. Bi taybet wî pir ji gelê Botanê hezdikir û gele Botanê jî pir hijê dikir. Ew tim li hember alîkarî û xizmeta gel ji şoreşê re ku dikirin, bi hurmet bû û jibîr nedikir. Belê, ew bi sala ku dinav vî gelê welatparêz de, bi nanê wan gerilatî kir û di famkirin û zanebûna vêde bû. Jixwe ev girêdana wî ya bi van nirxên gelve bû ku, derbên mezin li dijminê wan dida û tola wan a hezar salan radikir. Wî dîroka berxwedana gelê Kurd baş şopandibû û wek ciwanekî Kurd, bi berpirsiyariya tolhildsnê û azadkirina gelê xwe tevdigeriya.

            Gelek car em bi hevre ketin civîn û konferansan û di tevan de jî xwedî rexne û rexnedanê de bû.Rexneyên wî ji boyî şaşîtiya rake û pêşveçûnê çêke bû. Rastî jî ew fermandarekî şerker bû û ji şer baş famdikir. Payîza sala 2005’an em li Gabarê li gel hevbûn û me çalakiya ser qeraqola Zivingê bi hevre pilankir û pêkanî. Wek tê zanîn ev çalakî pir serkeftî bû û artêşa Tirk derbeyek mezin xwaribû. Di vê çalakiyê de fermandarê leheng û pir hêja, Heval Sebrî Gulo û Heval Rûbar Bismil şehîd ketibûn. Hevalan qereqolê bi giranî ruxandibûn û girê parastina qereqolê digirt jî bi tevahî ketibû destê hevalan. Tişta ku niha tê bîra min, 10 çek û heya ku hevala karîbûn rakin alavên leşkerî ji ser wan rakiribûn. Rista Heval Xebat di serkeftina vê çalakiyê de zedêbû. Herî dawî em bi hevre wek delegeyên Botanê, destpêka sala 2007’an tevlî konferansa HPG’ê ya 4. bûn. Piştre em demekî li Ocaxa PKK bi hevre man, herî dawî jî me li Civîna Konsêya Leşkerî ya HPG’ê ku di zivistana sala 2010-2011’an de ku çêbû me hev dû dît û nîqaşên me yên dirêj bi hevre çêbûn. Êdî ji vir û şûnde min ev fermandarê mêrxas nedît. Piştî ku çû xebatên Rojavayê Kurdistan’ê, min ti car hêvî nedikir ku ev şoreşger û fermandarê mezin şehîd bikeve. Tenê ne ez hemû hevalên wî şaş mabûn û nelibenda bûyareke wisa bêbext bûn. Bi alîkariya xayînên Kurd, dijminê ku mirovatiyê nasnake, ev xweşmêre ku jibo mirovatiyê nirxekî giranbihabû bi awayekî hovane qetil kirin. Heval Xebat biqasî jibo gele Kurd dewlemendî û nirxekî giranbihabû, jibo tevahî mirovên azadîxwaz jî, wiqasî nirxekî pîroze. Heval Xebat ji salên 80’yî heya niha, ew têkoşervanê azadî û wekheviya mirovatiyê bû. Bi salan Heval Xebat di wan çiyayên zorde bêxwarin, bêav, bêcil, bê pêlav, bê şûştin, bê xew ma lê wî dev ji tekoşîna azadiyê berneda. Em wek şervanên Heval Xebat soz didin ku emê bîranîna wî ku tim pêşiya me ronî dike, ji bo xwe ferz bikin. Her ciwanekî Kurd ku wijdan pêre hebe, ewê doza vî mêrxasê mezin bişopîne û layîqî fedakarî û nirxê wî bin. Ev deyn, deynê stûyê hemû mirovên kurd ên welatparêz e. Şewqa fedakarî û mêrxasiya Heval Xebat, rêka me ya azadiyê ronî dike. Emê di vê ronahiyê de bimeşin serxwebûnê, hêza me ya herî mezin jî wê ev be. Careke din ez dibêjim ku emê girêdayî nirxê ku we avakirin bin û em soza vê didin.

Heqî Mêrdîn