JI BO BÎRANÎNA HEVALÊ ÇELENG DILHAT-NAÎF ONDER

Di cîhanê de yek ji karê herî zehmet ku deynin pêşiya mirov ew e ku mirov rêhevalê xwe yê şehîd ketî û te li pey xwe hiştî, ku te di jiyana xwe de kêlî bi kêlî şahidiya jiyana wî/ê kirî, we her tişt bi hev re parve kirî, hûn bûyî hevdozên hev û te ew ber bi dawîbûnê ve rêwî kirî, vebêjî ye. Bi rastî belkî ev di cîhanê de karê herî zehmet e. sedema wê jî weke ku min li jorê anî ziman e. Bihêlin nivîsandinê, ne pêkan e dema ku mirov bîne ziman zehmetiyan nekişê. Nexasim di demeke ku şoreş didome de girtina xebateke wiha zehmetir e. Yên ku bi te re serî danî ser vê riyê koç dikin bêdawîbûnê û tu dijî! Bi jiyankirinê re, ew, ango leheng û xwediyê esas yên vê riyê ji te re zêdetir binbariyan dihêlin û vediqtin.

Dîroka Kurdistanê, dîroka PKK'ê di heman demê de dîrokeke şahdetan e jî. Ev ne tişteke ji rêzê ye. Heke îro li ser navê PKK'ê dîrokek hatibe afirandin, yên ku ev dîrok afirandî şehîd in. Ez ê hewl bidim niha şehîdekî vebêjim.. Ez ê bikaribim vebêjim, ez wê nizanim. Herî kêm, ez ê hewl bidim bîranîna hin hevalên ku em hinek deman bi hev re mayîn me bi hev re gelek tişt parve kirî vebêjim.

Destpêkê divê em li hemberî van hevalan bi rêzdarî bejna xwe bitewînin. Em çiqasî şehîdên xwe bi rûmet bikin ewqasî dê kêm bimîne. Herî kêm divê mirov bibe peyrew, bibe şopdarê van şehîdan. Em ancax dikarin bîranîna wan bi vî awayî bidin jiyandin. Bi şopandina riya wan ancax em dikarin bibin têkoşerekî şayanî riiya wan. Ji van lehengên mezin ên ku ez dixwazim vebêjim yek jê hevalê Çeleng, ango Naîf Onder e.

Hevalê Çeleng, di encama operasyoneke ku piştî çalakiyeke serdegirtina qereqolê derketî de tevli karwanê şehîdan dibe.

Hevnasîn min û a hevalê Çelelng di qada pratîkê de çêbibû. Em weke hêzên Kelareş, ew jî weke hêzên ku pêşdetir biçin, nêzî salekî ligel me mabûn. Hevalê şehîd Çeleng, hevalekî ji Payîzava bû. Û ji derdorê me yê malbatê bû. Di gundê wan de cerdevantî hebû. Ji bo vê car caran hevalan tinazên xwe lê dikirin. Heval bi henekî tinazên xwe lê bikirina jî ew gerîlayek bû. Her çiqas ji xizmin wî yên nêz cerdevan hebûna jî, ew şervanekî azadiyê bû. Hevalên ku malbatên wan cerdevan in û ew tevli Tevgera Azadiyê bûyîn hene. Hevalên bi vî awayî yên şehîd ketî jî hene. Lê belê ev ne rewşeke ku pir tê jiyîn e. Lê belê hevalê Çeleng riyeke wê dîtibû û hatibû tevli gerîla bibû. Her çiqas naveng aleyhî de bû jî bi coşeke mezin tevli gerîla bibû.

Di pêvajoyên pişt re de min di raporeke hevalê Çeleng a ji rêxistinê re nivîsî de dîtibû, digot; “..ez ji malbateke feodal û eşîretgir têm. Malbata min ne welatparêz e. derdora ku lê bûyîm û mezin bûm jî zêde ne welatparêz e. Ji bo pereyan dikarin her tiştî bikin. Ji van yek jî malbata min e. Birayekî min cerdevan, yek polîs e. mixabin ez ji malbatekî wiha ya xwîna wê xirab têm. Ez ji eşîra Ertûşiyan, ji eşîra Mamed Pîrûn im. Ji eşîra me tevlibûn nîn e. Ez ê yekem im. Berî xeyala min ew bû ku ez gerîlayekî bibînim û bi dehan ciwanên ku min dinaiya de jî ev xeyal hebû. Lê mixabin têkilî tunebû…” bi vî awayî lêgerîneke xurt anîbû ziman.

Hevalê Çeleng heyama ku em bi hev re mayî de hevalekî bal dikêşa ser xer bû. Hevalekî bêdeng bûya jî, hevalekî ku di mijarên rêxistinî de tawîz nedida bû. Asta wî, nirxandinên wî, li hemberî şaşitiyekî refleksên raber dikir bi rastî bandor li me dikir. Weke kesekî xwedî sekneke saxlem li ser me hemûyan şop hiştibû. Bi biryarbûna wî, zelaliya helwesta wî belkî de taybetmendiya wî ya herî diyarker bû. Belkî jî ev ji ber sekna wî ya bi hêz û tevlibûna wî bû. Di rapora ku min li jorê qal kirî de hevalê Çeleng, “dema leşkeriya min hat, min biryar da ku ez neçim; lê ev ji hêla malbata min ve xweş nehate pêşwazîkirin. Ez dame girtin. Min firar kir û çûme Stenbol dîsa. Ez 7 mehan mam û dîsa vegeriyame Wanê. Dîsa ez îhbar kirim. Piştî ku min 11 rojan leşkerî kir min dîsa firar kir. Ez hatim raste rast tevli partiyê bûm. Tevlibûna min bi vê boneyê çêbû..” bi vî awayî hêrs û kîna xwe ya li hemberî dijmmin xwe dida der.

Hevalê Çeleng, gelek caran rapor nivîsî be jî pêşniyara wî ya ku dixwesta biçe pratîkê nayê pejirandin. Wî jî di raporeke xwe de, “..min berî ji bo herêma Serhedê ji bo rêveberiya biryargehê rapor nivîsîbû; lê ne hat pejirandin, ne jî min bersivek girt. Ez eşkere bibêjim ji bo ku ez hevalan nexim rewşeke zehmet de ez xwe didewisînim. Ev rewş dê heta kû derê biçe, ez ji bo xwe zêde bi tendirûstî nabînim. Ez dîsa pêşniyara xwe dubare dikim. Pêşniyara min a yekemîn ji bo Serhedê ye. Heke ji bo vê derê ne pêwîst be, pêşniyara min a duyemîn ji bo Payîzava ye û ez ji gelek aliyan ve Payîzavayê hem ji hêla erdnîgariyê ve dinasim hem jî beşeke mezin a gelê wê dinasim. Ez eşkere bêjim ez neçûnê napejirînim. Ez bi hestên xwe jî tevanagerim. Ez dixwazim biçim pratîkê. Ev hêvîdar im ku hûn ê bi fêmdarî pêşwazî bikim.” anîbû ziman. Piştî vê raporê pêşniyara hevalê Çeleng ji aliyê rêxistinê ve hate pejirandin û kete koma Erziromê.

Hevalê Çeleng ji bo Erziromê derketibû rê. Komeke xurt hatibû amadekirin. Heta rêxistinê ji bo berpirsyarê komê mîsyonek jî dabû, bi eşkere û zelal gotibû ku, “.. tu kîjan hevalî dixwazî tu dikarî bi xwe re bibî” û hevalê berpirsyarê komê, hevalê Çeleng jî ligel xwe biribû.

Tevlibûna wî ya jiyanê pir xurt bû. Bi taybetî nêzikatiya wî ya xebatan gelek micid bû. Karê xwe saxlem dikir. Bêyî ku bipîve, bikêşe û karê xwe herî baş bike nedikir. Hê tu kesî nedîtibû ku karê xwe di nîvî de hiştiye. Kar çiqas giran be bila bibe, hevalê Çeleng karê xwe herî baş dikir û digihanda encamê. Vê jî hem bi dsîplînbûna hevalê Çeleng hem jî tevlibûna wî ya fedakarane nîşan dida.

Taybetmendiyeke hevalê Çeleng a din jî, tim bi moral û coş bû. Rûbikeniya wî her tim ji hevalan re dibû çavkaniya moral. Te digot ew tenê û tenê ji bo ku moral bide hevalên xwe hatiye lûtkeyên van çiyayan. Taybetiyeke wî ya wisa hebû. Her çiqas tengasiyên ku gelek hevalan dijiyan wî jî tu caran lê tu caran nedida der, berovajiyê wê di navenga bi bendawar de jî, dikariya kêliya tê de bi awayekî herî rast û tijî biborîne. Vê jî dihişt ku em jê re heyreman bimînin.

Taybetiyeke din a hevalê Çeleng a xurt jî xwînsariya wî bû. Xwedî wêrekiyeke mezin bû. Hevalê Çelenk ê ku aqil û hişê xwe bi hev re dixebitand, carekî bi leşkerên bi hêzên leşkerî yên rojhilat re dikevin pevçûnê, bi hejmareke zêde leşkeran dikujin û ji pevçûnê derdikevin. Û hevalên ku bi wî re dikevin pevçûnê, li hemberî xwînsariya wî şaş dibin. Bi wêrekiyê dagirtî bû. Bi feraseta ku dijmin illa ne li Erziromê, li wê derê, li vê derê ye, dijmin li her derê ye, li her dera lê dima li hemberî dijmin û êrîşên wan bihîstyar bû.

Em salekê bi demeke kurt ji hevalê Çeleng re bi hev re mabin jî weke têkoşekî mezin bandor li ser me hişt û dê her tim di dilê me de bijî. Bêguman tenê di dilê xwe de jiyankirina şehîd ji bo me ne bes e, ya giring em çiqas şehîd dijîn, çiqas dibin peyrevê wan, pirsa ku esil bê bersivandin ev e. Divê em aliyê wan ê xurt ji xwe re esas bigirin û bikin parçeyekî kesayetiya xwe bijîn, ev jî peywireke giring a şoreşgerî ye.

Wan di nav rêxistinê de bihara temenê xwe bi têr û tijî jiyîn. Belkî demeke kurt jiyîn, lê tip tijî jiyîn. Divê di vê hêlê de qet guman nîn be. Dema çûne şahedetê jî ji me re bi anora ku ala sorgevez rakirî jiyîn û ji nav me veqetiyan. Heke şoreş maratonek be, gavên destpêkê yên vê maratonê herî baş ew beziyan. Weke ku helbestvanekî gotî, “heke şoreş maratonek be, sed mîtroyên destpêkê herî baş tu beziyayî.” Tevahiya şehîdên me jî derizgehê vê maratonê ne. Ya ku dikeve ser milê me jî ew e ku, ew ala wan dewrî me kirî em vê alê bigirin û pêşdetir bibin. Ev jî ancax bi şayanbûna şehîdan pêkan e.

Nexasim yekî weke hevalê Çeleng ku tu car gumanekî wî tunebû, pevçûn be pevçûn, jiyan ve jiyan, sekin be sekin, tevlibûn be tevlibûn, helwest be helwest, moral be moral.. hevalê Çeleng kesayetiyeke wiha bû.

Rêhevalê delal, em di kesayeta te de ji hemû şehîdan re soza me dayî li ser pîvanên şoreşgerî yên ku te ji me re hiştine em ê bibin têkoşerekî/e şerê azadiyê, car din dubare dikin.

Nasnav: Çeleng Dilhat

Nav û Paşnav: Naîf Onder

Dîroka Şahadetê: 26’ê Gulana 2010/Dêrsim-Pilumur

 

                                                               Li ser navê hevalên wî yên têkoşînê

                                                                               Seyîd Riza Amed