EM RÊHEVALÊ YÊN KU JIYANÊ BI COŞA HERÎ MEZIN DIMEŞÎN IN

Ez her roj îlan dikim, ez, kesayetiyekî ku şerê bîrdozî û rêxistinî di asta herî jor de dimeşînim. Min wekî din xwe li we daye nasîn, gazî li we yekî tenê jî kiriye ma? Her kes dikare bê, derew û virên xwe biparêze, kesayetiya xwe ya ku bi hezar caran xelitiye bispêre! Di nav PKK'ê de bangeke bişibe vê heye, angaşteke wiha heye? Na. Hûn xwe bi xwe vê li hev tînin. PKK, rastiya Rêbertiyê ya bi bîrdozî ye, rêxistinî ye. Heke hûn nikarin vê parve bikin sûc ne yê min e, yê we ye. Hûn nikarin serî pê derxin? Afirandina hêzê çi ye? Mafê perwerdê bide, rêveberiyên ewqas gewre nikarin karekî bi du gotinan bikin. Hûn hemû nikarin di navbera xwe de hevpeyvînekî, lêhûrbûnekî jî bijîn. Heke hûn ê van nirxên bilind parve nekin, hûn hatine çi? Min her roj hemû tezên heyî pêşkêşî we nekirin? Heke hûn bi awayekî kartêker pêwendiya vê nekin, nexwe hûn kî ne?

Herî kêm bi qasî min mafê we jî yê axaftinê heye. Li gorî rêzikên wê mafê we yê parvekirina rêxistinbûnê heye. Hûn çima vê nakin? Qaşo pewendiya wan kêm e, hev kîlît kirine, nizam nikarin danûstandinê pêş bixin! Mirov ancax pir kancî be wiha bike. Şerê man û nemanê li holê ye, peywirên bi qasî çiyayan li pêşiya we ne, xilaskirina rojeke wê tenê jî giring e, di serdemeke ku cîhan hemû bi me re mijûl dibe de, hêj çi pêwîst e ku we bandor bike? Dahûrandinên di asta jor de di bin xizmeta we de ne, heta me weke kesên herî pêewle hûn anîne ligel hev. Baş hûn hêj çi dixwazin?

Min tu caran nedîtibû ku artêşa min a şer, artêşa min a partiyê wiha bû. Di zindanê de jî, di navenga herî fetisîner de jî sekna rêhevalên me bi lehengî bû û em hevrêyên wan in. Ligel vê gelê me heye, bi awayekî derasayî bi coş e, em bi wan re ne. Em rêhevalên kesên ku jiyanê bi coşa herî mezin dimeşînin in. Kesên wiha hatî guvaştin û êrîşên ên weke xwe dike nabin rêhevalên me. Ev pir aşkere ye, hûn ê xwe nexin vê rewşê. Rêzdariya PKK'ê bide zorê jî, wiha ye. Egîdiya herî mezin ew e ku mirov, di nirxan de gihaştî be, bêguman destbernedana bîrewerî û rastiya serkeftinê ye. Hûn rêbazên herî erzan di bin navê egîdiyê de dixwazin ji me re raber bikin. Ev ne egîdî ye, ev belengazî ye, ev kesayetiya herî sivik ku xwe dide dest, xwe dixapîne ye.

Gotineke ji hosteyên mezin Lenîn heye dibêje, “egîdiya serdema me ya herî mezin rêxistinbûn e û di destê proleter de ji bilî rêxistibûnê çekeke din tune ye.” Ev ji bo gelê me hezar caran rast e. Egîdê/a herî mezin, yê/a ku bizane bibe rêxistin e, yê/a ku hêza rêxistinî pêş dixe û li piya dihêle ye. Ev, gelek eşkere ye. Ez ji we bi vî awayî pîvanên kesayetiya fermandar ên çar çareyî jî napêm. Ez micidiya ji rêzê ya hogir û gelê me dipêm.

Her gaveke min rêxistinî ye, pîvan e, têgihiştin e. Ez xwedî tevgerên herî bi bandor im. Weke hûn dibînin ku, tengasiyên we, hirsên we, hêrsên we, mafên we, her cure nêzikatiyên we yên nayên asta me; giyana we, tabî hebe fikra we, ligel ku di asta xwe biparêze nîn e, pir paşverû dimîne. Gelek bê rêxistin, gelek bê armanc, gelek bê bêhêz, bêtaqet dixuyê. Bêguman di bin vê de jî rast nebûn, mafdar nebûn, di bingehê de bi qasî taybetiyên armancê, bi navgînan re lihev nehatin, radizê. Li xwe mikurhatineke ji dil a ku hûn bikin ew e, divê hûn xwe li ber çavan bigirin û heke ligel we hebe bi rastiyan re xwe bikin yek. Bi seranserê xebatê em bi awayekî derasayî li ser sekinîn, me wate da vê û sal telafî kirin. A ku hem şayan e, hem jî ji we re gelek pêwîst ev bû. Ez weke her car niha jî dikarim soz bidim we yên ku pêwîstiya ravekirinê dibînin. Hûn dikarin ji min soz jî bigirin. We destpêkê civîn pêk anîne, ji min re rapor nivîsî ne. Heke hûn di derbarê wê de pêwîstiya nirxandinê dibînin, kerem bikin.

Kî ye ew Hemze? Du Hemze hebûn. Hemzeyê li Mêrdînê ne wisa?

Hemze:

- Rast e Serokê min.

-Tu ji Cizîrê bûyî ne wisa? Tu ew ê xizmê Adil î?

- Rast e Serokê min.

- Adil tê bîra min. Min rapora te jî xwendibû. Rapor ya te bû?

- Rast e Serokê min.

-Tu li Mêrdînê mabûyî?

-Ez herî dawî li Mêrdînê mabûm.

-Çend meh e tu li vir î?

-Du dewre ne Serokê min.

-Tu çend salan li welat mayî?

-Ez ji sala 1990’î heta ‘95’an li Botanê mam. Piştî ‘95’an ez derbasî herêma Mêrdînê bûm, paşî jî hatim vê derê.

-Baş e, tu çi dibêjî ji van tiştên diqewimin re? Bi kurtas, dema tu asûna xwe jî li ber çav bigirî, tu dikarî çi bibêjî? Tu jî berpirsyar bûyî ne wisa?

-Rast e Serokê min, ez berpirsyarê manga ewlehiyê bûm. Serokê min, dahûrandina duh, bi rastî ji bo me gelek zelal bû. Bi rastî berî jî Rêbertiyê çarçoveya wê di dahûrandinê de diyar kiribû. Lê ez dikarim vê biderbirînim; li gorî min di bin navê xwedîderketina rêxistinê de hem em ên ku ji welêt hatî, hem jî hevalên ji Ewropayê hatî, hem jî hevalên ji zindanê hatine ferasetên xwe didin ferzkirin.

-Li hemberî me çawa dikarin vê paşverûtî û tengbûnê bidin ferzkirin?

-Li gorî min ev, çavkaniya xwe ji fêmnekirina rastiya Rêbertiyê werdigire. Ev hinekî ji ber kesayetiya me jî pêk hatin. Ango di bin navê xwedîderketina rêxistinê de esas em paşverûtiyên xwe didin ferzkirin.

-Lê belê ev tişteke gelek şerm e. Di wateya siyasî, rêxistinî de sûcbûna wê li milekî, êdî dê zarok jî li vê bikenin. Ango ev pir eşkere nîn e ma? Şervanekî bi aqil dikare wiha binirxîne? Ligel ku hin qelsiyên mirovan hene, herî kêm divê mirov bêje ez ji vê xalê de bigirim dest, ez ê bikarim bidim şerkirin. Vê ji xwe re hîm digire.

-Rast e Serokê min.

-Ago nêzikatiyên didin revandin, ên mîna; ev ji Ewropayê hatiye, ji zindanê hatiye nabe mirov hwd.. Wê demê di destê me de mirov namînin.

-Bi rastî bi taybetî em hevalên ji welêt hatîn, neketin yekîtiya feraseteke rast. Ez di vê xalê de xwe vedipirsim. Destpêkê em nebûn yek. Bi hinek hevalan re li ser esasê taybetmendiyên herêmî, xwecihî gihane hev.

-Bêwatekirina vê pêvajoya pêşketinên mezin pêk tîne û nedayîna mafê wê rewşeke metirsiyê ye.

-Rast e Serokê min.

-Nexwe ev hewldanên pir gewre ên ku we mezin bikin bûn.

-Bi teqez wisa ye Serokê min.

-Ez jî dibêjim, “pir baş digirin, fêm dikin.” Her cara ez têm bi coş fêrî we dikim, didim we. Niha dema ez vê rewşê dibînim, bi rastî ez we gelek bi şermezar û bi kêmasî dibînim. Ku ev jî pir heyf e. Divê tam berovajiyê wê bûya. We gotiye li keda me xwedî dernakevin. Bi min be hûn bi xwe xwedî li keda xwe dernakevin.

-Teqez wisa bû. Jixwe xala herî balkêş, yanî bi taybetî hevalên ku ji pratîkê hatî bi hev re nedibûn yek…

-Belê, yeknebûna bi pîvanên ku min kêliyek berî gotî.. Me kêm zêde zehmetiyên şer nas kirine, xwîna ewqas şehîdan heye. Bi têgihayî rabernekirina we ya bê ka dê çawa xwedî li rastiyan bê derketin, esas hûn bêrêzdariya herî mezin li keda xwe dikin. Haydê em bêjin ên ji Ewropa û ji zindanê hatî, dibe ku hatibin mihandin. Madem we bi yeman şer kir, hûn dehşeta wê jî dizanin. We çima hinekî pêwîstiyên wê bi cih neanîn? Bi gotinên mîna, “ev nabe mirov, ev nikare şer bike, ev revok e…” bi vî awayî xirabiya herî mezin hûn bi xwe li xwe dikin. Ji bilî vê, ji bo ku hûn ji me fêr bibin hatin li vir. Me jî ya ku ji we re pir pêwîst bû, heke hinek rêzdariya we li hemberî we hebe, heke bi rastî hûn dixwazin hinekî şervaniyê pêş bixin, me pîvanên vê yên mezin dane we.

-Bi teqez wisa ye Serokê min.

-Nizam, dibe ku para rêveberiyê hebe lê belê para we bi xwe mezin e.

-Bi teqez wisa ye. Divê mirov her tiştî bi rêveberiyê ve girê nede. Ez ji hêla xwe ve…

-Jixwe min li vir îlan kir. Beriya mehek û nîv-du mehan min got ku, rêveberiyeke wiha nîn e, ez heme. Vekin lê binêrin di nirxandinan de heye.

-Rast e Serokê min.

-Jixwe min metirsiya rêveberiyê hîs kiribû, xwe li ser serê me kiribûn bela. Min got ez rêveberê yekemîn im û mafê wê jî didim.

-Rast e Serokê min.

-Tabî bilêvkirina navê rêveberiyê jî bê wate ye. Me li vir bi bîra xwe ya arîşenî jî her tişt dida.

-Rast e Serokê min.

-Ji bo wê divê hûn kêmasiyê hinekî di vê paşverûtiya xwe şerm de bigerin.

-Bi teqez wisa ye Serokê min.

-Baş e, dê çi be rewşa we nexwe?

-Serokê min dîsa derbaskirina wê jî bi me maye. Ji bo yên ku derbas nekirî jî, Rêbertiyê esas ji vê dahûrandinê zêdetir ji destpêka dewrê heta niha, heta ev bû du dewre ez li vir im, Rêbertî her tim pirsgirêkan bi awayekî zelal datîne holê. Hem kesayetî, hem giştî; em ji pirsgirêkên me yên di qada şer de bigire heta pirsgirêkên rêxistinî, ji bo borandina hemûyan divê em hinekî hewl bidin. Ev, di me de hinekî lawaz e. Divê ev bê pêşxistin. Heke em pêş nexin, em ji vê rewşê dernekevin, rewşa me ne baş dibe. Derbirîna Rêbertiyê cihê xwe digire.

-Ango xirabiya herî mezin hûn ê li xwe bikin. Ez eşkere bêjim, hinek taybetiyên kesyetiya we yên erênî hene dê ew bimirin.

-Rast e Serokê min.

-Hûn ê xwe bi xwe têk bibin. Ez ji we re dibêjim vê nekin. Ma tu mecbûr î li xwe bi xwe  xirabiyê bikî? Tiştên hatî diyarkirin ne yên herî rast in? Tu vê naxwazî ma? Bigire vê bi rê û rêbazên rast, ez li pêşberî we me. Heke bala we bikêşe, ku hûn jî di rapora xwe de tînin ziman, em hemû derfetên vê didin. Bêdiyalogbûn tê gotin, ev mirov li ber serê  we ne, şev û roj hûn dikarin gelek tiştan bidin hev.

-jixwe tişta ku em nakin jî ev e.

-Lê belê ev ne pir balkêş e? Ez rojê bi ewqas dubareyan ewqas tiştan didim we, hûn çima tu tiştî nakin? Ma mirovên lawaz in li vê derê, astengkirin hebû li vê derê? Ez bawer  nakim. Ev der tam akademiyek e, her kes dikare bi qasî pêwîstiya xwe diyalog bike. Ev, hem mafek e, hem jî peywirek e.

-Rast e Serokê min.

-Divê hûn encameke pir mezin jê derxin. Divê careke din bi tu awayî ev astên hanî neyên jiyîn.

-Bi teqez wisa ye Serokê min. Bi destwerdana dawî ya Rêbertiyê min, hem li ser xwe ji nû ve lêhûrbûn kir, hem jî ji bo derbaskirina van ez ê bibim xwedî hewldana borandina wan.

-Erê, vê bi lêhûrbûneke pir mezin bike, waneyên herî kartêker jê derxe ku tu li hemberî xwe bibî kesekî rêzdar û wate dayî keda xwe. Çimkî heke tiştên te dayî esas bêne girtin, ev tiştên we gotî dikare her tiştî pir mezin çareser bike û hûn ê bigihijin armancên xwe jî. Lê belê ev rêbaz, ev nêzikatî, şêwaza xebatê dê dawiya her tiştî bîne.

-Bi teqez wisa ye, ango fikara rêxistinî nîn e, fikara rêhevaltiyê diqede…

-Ez naxwazin bibîhîzim. Taybetmendiyên nêzikatiya me yên destanî li holê ne. Mirov li pêşberî vê îhtîşamê, tenezûlî van tiştên erzan dike ma?

-Divê em nekin Serokê min.

-Em dîsa fersend didin, lê belê vê bi awayekî teqez rast, serwext û li gorî pîvanên ku tê emirkirin  binirxînin.

-Teqez em ê di vê çarçoveyê de bigirin dest.

-Heke hûn hêz û taqetê dixwazin, ev her tim tê dayîn.

-Ev hatine dayîn Serokê min.

-Çi bila yên ku berpirsyarî di çi astê de hatibe dayîn lê belê xwedî lê derneketîn bin, çi jî bila nirxên pîroz ên fêrker ji xwe re hîm negirtî bin bila bibin, ji niha û pê de heke rêzdariyeke wan a li heberî xwe hebe, heke bi rastî jî daxwaza wan a fêmkirina vê têkoşînê, fêmkirina rast a rê û rêbazên wê, bi qasî van nêzikatiyên min bilêv kirî, divê hin helwest û tevgerên emirker tenê, ji bo rêzdariya li hemberî xwe, li xwe daneynin. Û bi vî awayî di kesayetiya hin ferasetên ku dixwazin şoreşa me paş de bixin, şêlo bikin bi erdê re bikin yek, bi çawanî û kûrbûneke mezin û dîsa çi di vîndariyê de be, çi di qefaltin û çareserkirina pirsgirêkan de be, divê bersiva herî pêş bidê û veguherîne berovajiyê wê. Divê neyê ji bîrkirin ku ev şêwaza Rêbertiyê ye. Heta niha wisa bûye û di bin berpirsyariya me de bi şêwazeke din jî nikare bibe. Yên ku dixwazin bi me re parve bike, divê şerê xwe jî, jiyanê jî, rêxistinê jî, arîşenê jî, daringiyê jî wiha bijî. Divê ji van hemûyan re gelek baldar be. Divê beriya her gava xwe, heta beriya her henaseya xwe heke ji vê re baldar bî û bersiv bidî, heke wisa be dê tenê ew kes û hûn qezenç bikin.

                                                                                                     19 Tebax 1997

Nasnav: Hemze

Nav û Paşnav: Zîver Sariyildiz