Diçûn tevafa Zîlanê!

Sibehek zû, tîrêjên rojê ramûsanekî dineqişîne ser bedena xwenavekî. Qêrîn bi bilbilek evîndar dikeve. Gulsosin diveciniqin di singa axê de. Bi wan re du rêwiyên evîndar bi xwe dihesin, çavê xwe vedikin û silavekî didin Roja pîroz. Dibe ku du sietan tenê xew kiribin lê ji wan re wer tê ku bi salane serê xwe danîne erdê û bi xewa Eshabulkehf ketine. Bê ku sedema wê bizanin, dengê gupe gupa dilê xwe dibihîzin. Tu dibêjî qeyê nû bi xwe hesiyane ku janek dilê wan diazirîne. Li hev temaşe dikin. Nizanin di wê kêliyê de bikenin yan bigirîn.

Ji hev re Rojbaşê dibêjin û bi lez radibin betaniya ku şevê din bi niyeta ku necemdin avêtibûne ser xwe, didine hev. Halê wan dişibiya halê zarokên ku şevê li mala cîranan xew dikin û sibê şaş û matmayî difikirin ka li kune. Pirsa em li kuderê ne, zinginî bi mêjî dixist. Û herdû weke ku bersivê didin vê pirsê, ji çavên hevre dibêjin; “Em li cihekî gelekî dûrin!” dema zanîn li kuderê ne, êdî xewnên xwe ji bîr kirin û vegeriyan ji rêwîtiya şevê.

Lêvên wan dikeniya lê dil dikir ji heyecanê ji singê derbikeve. Te digot qeyê wê serê sibê hemû hestên gerdûnê di wan de wate bigire. Car dikeniyan, car kelegirî dibûn. Ger kêfxweş û bêxem dibûn, ger dilteng û bêtaqet dibûn.

Di rûyê wan de hemû şahkarên edebî dest bi nivîsan dikir. Çav carnan wer dibiriqî te digot hemû stêrk di awirên xwe de li hev civandine. Carnan heman çav wer masûm û bêdeng dibû te digot qeyê hemû findên kêfxweşiyan di wan de tefandine. Û bi carekî wer dilteng dibûn, bi xwe jî ji wê halê xwe şaş diman. Diltengê kê û çibûn, nedizanîn. Di wê kêliyê de ne resim bû ji dil bipirsin. Ew bi halê xwe hiştibûn. Ew tenê şervanê vî dilê fermandar bûn. Ew tenê nobedarên stêrkên xwe bûn, nebe bêwext bişemite û ew hêj li wir! Milê wan di bin barê berpirsyartiya dîrokî de dikir serê wan biçelmîne lê her carê nefesek kûr dikşandin cergê xwe û serbilind li hember Rojê radibûne silavê.

Beriya bi rê bikevin, çûbûn hemamê, rêdînên xwe kur kiribûn, cilên herî paqij li xwe kiribûn. Wê sibê diçûn bibin evîndarekî ji hezaran evîndarên welatê xwe. Dema xwe li pêş eynikê dixemilandin, bûkên axê bi xêliyên sor li piştê ve ji xwe re li bedewiya wan temaşe dikirin. Her ev gotina Rêberê wan di guhê wan de deng vedida; “Tişta bi wan pêk hat, belkî jî bi wan eşqa welatê ji destçûyî û nasnameya civakî ya wendabûyî ji nû ve bi awayekî azad hat bidestxistin. Ji xwe ev jî eşqeke gelekî hêja, mezin û heqîqî bû.

Eşqeke welê bû ku xayîn û durûyên wê gelek bûn û bi vî awayî min jî bîranîna Mem û Zînê hem zindî kir û hem jî pêk anî.”

Nûr ji rûyê wan dibariya. Pak û temîz diçûne tevafa Zîlanê. Dizanîbûn Zîlan her kesî nake mêhvanê dergahê xwe, ji wê bû, tayek sar bi canê wan ketibû û xwêdan ji eniya wan weke kaniyê dihate xarê. Gelo wê xwedawenda pîroz me efû bike, piştî dîrokek ewçend rezîl û xwînxwar!

Diçûne mêhvandariya Zîlanê piştî ewqas salên dirêj, pişta mêrê desthilat li erdê didan. Di dibistana Apoyî de gelekî li gel vê rastiyê gureş kiribûn û îro êdî roj dihêjmartin ji bo pişta mêrê bihêz û hîlebaz li erdê bidin. Kenê li ser lêvên xwe qet kêliyekî kêm nedikirin û ji bîr nedikirin ku car û bar vegerin û li hev mêze bikin û stêrka di çavên xwe de veşartî nemir bikin, bila di vî welatî de êdî zarok şahidê şemitîna ewqas stêrkan nebin. êdî pehnahiya ezmanê me jî tije be ji stêrkên kêfxweş. Nemir dikirin ji bo ti stêrk bêwext pişta xwe nede koma hevalên xwe û neçe. Ji bo êdî dayik ji tirsa li ezmanan nemêzînin û dilê wan neqete.

Qet ji bîr nedikirin her kêliyê destê xwe bidin hev û coş û heyecana xwe bikin pirek di navbera herdû canan de. Di wê demê de te qet dil nedida li wan mêze bikî. Leza wan ji ber wê bû ku beriya dem derbas bibe û xelkê bajêr serê sibê zû di kolanan de bin, çalakiya xwe bikin. Ji ber ku nedixwestin tenê tiliya mirovekî sivîl jî xwîn bibe.

Êrîş çû li pişt dîreksiyonê rûnişt û Andok jî dema amadekarî hemû dawî bû, gelekî bi dil asûdeyî hat û li kêleka Êrîş rûnişt. Beriya ku rêbikevin, carekî li hev mêze kirin ka bizanin tiştek ji bîr kirine yan na? Piştî vê yekê, Êrîş starta gaza maşînê da û maşîn di cihê xwe de rakir. Bi rêketin, ber bi navçeya Qeyserî, pinarbaşiyê ve çûn. Êrîş wer bilez diçû, te digot qeyê wê niha maşîna wan bask derbixîne û bifirire. Di wê lezê de hemû dîroka helandina Kurdan dipelçiqandin û bi ser re derbas dibûn.

Piştî demekî tabelaya mezin a ku li ser nivîsî bû; “Pınarbaşı’na hoş geldiniz!” li pêşiya wan derket. bi dîtina navê Pinarbaşiyê, herdûyan li hev mêze kirin û keniyan. Di milekî de jî diçûn li heman cihê ku Cemal Gürsel gotibû; “yê ku ji were dibêjin Kurd, tûyê rûyê wî bikin!” û ev gotin hema li vir gotibû rojekî. Ew jî diçûn tûyî rûyê kesên weke Cemal Gürsel bikin û dawî li vê şerma dîrokê bînin. Êrîş û Andok ew zarok bûn ku qet ev gotin ji bîr nekiribûn û gelekî xwe bi şans didîtin ku gotina dilê gelê xwe di dawiya dawî de ji wan re digotin. Li nav çavê wan didan. Vê gotinê birînek gelek xedar di dilê Kurdan de vekiribû û şopek kûr hiştibû. Kurdan ji mêjve zanîbûn ku xwedê miriye, hêj sedan sal berê. Dema ku hişmendiya qirkirinê ji Kurdan re wuha digot;

“Hûnê ewqasî xwe înkar bikin ku hûn bi xwe jî newêribin, xwe têxine bîra xwe. Bi qasî ku hûn newêribin bînin bîra xwe û xwe ji bîr bikin, ewqasî jî hûnê bitirsin ku xwe têxin bîra xwe. Hûnê xiyaneta xwe ji bîr kirinê di mêjiyê xwe de bikolin û hûnê bi şerma vê xiyanetê, newêrek bibin û her wusa jiyan bikin. Hûn tenê ew Kurdin ku her yek ji we weke leşekî mehkûmî jiyanê ne. Kurdên bê ruh û giyan… bi qasî ku hûn bibin çavkanî û xizmetê bikin, hene û bi vî awayî tenê bibin leşek. Wê hemû hewildanên we yên jiyanê jî ev be.”

Û diçûn tifî rûyê qirêj ê jiyana bi şerm û rezîlane bikin. Diçûn tifî hişmendiya ku ji şerma giran kêm mabû mirovahiyê bike leşek, bikin. Diçûn tifî rûyên ku bedewî û xweşikî di qirêjiya xwe de kuştibûn, bikin. Diçûn di mêjiyê mirinê de biteqin û dawî li çarenûsa nivîsandî li ser eniya gelek hejar bînin. Navê wê çarenûsê mirinek li ser piyan bû. Wê binax biba ev çarenûs di wê rojê de.

Dema ku di rê de diçûn, bi carekî polêsên rê pêşiya wan girt. Hewil dan ku xwe rihet nîşan bidin û xwe serve nebin. Êrîş leza xwe kêm kir. Andok hêdîka jê re got: “bi guman li me temaşe dikin, hişyar be!” polêsan bi destê xwe îşaret da wan ku xwe bidin aliyekî cadê. Êdî firsend gelekî kêm bû, pêwîst bû tiştekî bikin. Êrîş di eynika pêş de li pişt xwe mêze kir, derveyî wan ti maşînek di cadê de xûya nedikir. Nefesek riht kişand û li Andok mêze kir. Andok destê xwe biribû tebanceya di bin kotê xwe de. Êrîş fam kir ku divê çi bike. Polêsan ji wan xwestin ku dakevin xarê. Herdûyan bi hevre tebanceya xwe derxistin û li herdû polêsan reşandin. Çend polêsên ku di kulûbeyek kêleka rê de rûniştibûn, bi carekî bi dengê guleyan bi xwe hesiyan û bi lez firiyan derve. Heta ew ji kulûbê derketin, Êrîş pêlî gazê kir û bi lez ji wir dûr ketin…

Polêsan nekarîn plakaya maşîna wan jî bibînin. sê polês bi lez li maşînekî siwar bûn û di nava tirs û panîkê de li pey wan ketin. Lê ew gelekî ji wir dûr ketibûn…

Cenazeyên wan li erdê mabû, ji panîka zêdê ji bîr kiribûn ku bi ser wan cenazeyan de biçin. Kê êdî pêşiya Êrîş û Andok bigirta? Ji ber ku êdî deşîfre bibûn, pêwîst bû bi lez xwe bigihandan cihê çalakiyê. Ya rast gelek hedef di serê wan de hebû. Lê ji bo wan ya girîng ew bû ku li Pinarbaşiyê bikin. Êrîş rêya çend sietan 45 deqeyan de ajot. Ew meseleya kuştina herdû polêsan ew hesastir kiribû. Piştî ew xeter derbas kiribûn, dilê wan rihet bibû.

Êdî dengê dilê xwe nedibihîstin. Hema bê rawestan û bê ku tiştek cuda li pêşiya wan derbikeve, xwe bi ser hev de anîn û rêya xwe berdewam kirin. Êdî dikarîbûn baştir li ser hedefa xwe bifikirin û dizanîbûn li hember rewşek awarte çawa tedbîran bistînin. Herdem dixistin bîra hev ku pêwîste aram û rihet bin. Êrîş ji bo Andok û Andok jî ji bo Êrîş dilaramiyek mezin bû. Êdî hisê wan ewqasî xurt bibû ku her tehlûke dikete dilê wan û ji rêyên cuda digeriyan. Di wê rewşê de mirov şaş dima ku qet ken û henek kêm nedikirin.

Moral, heyecan, tirs, diltengî, kêfxweşî, ken û girî di wê kêliyê de li ser dil, ruh û giyanê wan giranî dikir. Mirovek çawa dikare ewçend hestan bi hevre jiyan bike? Ew dil çiqas mezine ku dikare van hemû hestan di xwe de bihewîne. Û ya herî balkêş du dil bêdengin lê ew awirên bi wate, çavên bi şewq û eniya ku ji xwedanê dibiriqe di bin tîrêjên tava serê sibê de, behsa gelek tiştan dike.

Êdî deqeya sieta wan nêzî 9’an dibe. Andok çeka xwe amade kiriye û daniye ser çoka xwe. Her carê dema tiştek bihata bîra wî ji Êrîş re dibêje, ji bo ku ti şaştiyekî nekin. Andok bi herdû destan çeka xwe di himbêza xwe de givaştibû û ji Êrîş re dibêje;

•Haydê Êrîş! Niha herkes li benda me ye, Serokatî li benda meye, heval di kozikan de li benda me ne. Êrîş ku bi sureta dawî diçû, cihê xwe hinekî xweş kir û got;

•Tu merax neke, emê bigihêjinê, ji xwe kêm maye, her tiştên te amade ne? Di wê anê de gelek gotin di dilê wan de hebû lê qet nedizanîn çi ji hevre bibêjin. Êrîş bibû Andok û Andok jî bibû Êrîş.

Dikirin di wê kêliyê de serê xwe daynin ser çokên hev û careke din ew ruhê nazik ê di navbera xwe de bi nav bikin. Êdî hestên wan nedihate binav kirin. hemû qulingên koçber li ser çiyayê Erciyês ji rêwîtiyê sekinîbûn û li wan temaşe dikirin. Ref bi ref berê xwe zivirandibûn û ber bi Kurdistanê ve diçûn, da ku mizginiya dîlana mezin ji welatê wan re bibêjin. Da ku ji rêhevalên wan ê di kozikan de mizginiya buhara azadiyê bibin.

Hemû gerdûn li hember qehremantiya wan bi hurmet sekinîbû. Ji cesaret û wêrekiya wan berfînan singa erdê diqelişandin û silav didane rojê. Zarokên ku nû ji malzaroka diya xwe derdiketin, êdî bi wêrekî qîr dikirin û silav didane jiyanê û evîndaran bi wêrekî li nav çavên hev temşe dikirin. Rojê lihêfa şevê dida aliyekî û bê xem serê xwe radikir. Serê tifingên gêrîllayan bi wêrekî ji sengeran derdiket û xofa dijmin gulebaran dikir.

Ew dem bû ku tûka nezanan di qirika wan de hişk bibû. Çi berbangek bû, çi dîlan û semayek bû li welatê me. Armanca wan serkeftin bû û bes! Lê çavê wan ji dil re ev gotin bilêv kiribû; “çi dibe bila bibe, ger em şehîd bikevin, emê bi hevre şehîd bikevin, ger em sax bin jî emê bi hevre sax bin!” ketin kolana ku diçû Muduriyeta polêsan, ango cihê çalakiya wan.

Du nobedar li ber deriyê hewşê sekinîbûn, Andok bi lez serê xwe ji maşînê derxist û bi keleşa xwe guleya destpêkê li wan nobedaran da, Êrîş jî li pey re, hem şofêrtî dikir û hem jî gule direşand. Armanca wan ew bû ku beriya teqîn çêbibe, bi dengê çekan kesên sivîl ji wir dûr bikevin ji bo ku gel ti zirarekî nebînin. Ev ji bo wan rêgeza herî bingehîn bû. Û diviyabû di wê kêliyê de karê xwe bi serkeftî biqedînin ji ber ku dijmin bi wan hesiya bû, li pey wan bû ji bo ku bi dest bigirin yan jî wan tine bikin.

Wê neketana dest, ev ji bo wan mirin bû û beriya ku darbeyekî li dijmin nedin, mirina bi erzanî nedipejirandin. Di van mijaran de ewqas zelal û eşkere bûn ku di kêliyên herî teng û zor de jî êdî bibû refleksek xwezayî ku di wan de xwe dida der. Armanc zelal bû bi qasî hemû zelaliyên gerdûnê.

Kesên derdor hema belav bûn, serê sibê bû û xelk zêde di kolanan de nebûn, ji xwe wan jî ev yek dizanîbûn û bi zanebûn ev dem hilbijartibûn. Dema nobedar ketin xarê, gelek bi hêsanî karîn bi maşînê ji derî ve bikevin hewşê.

Dengê qirçiniya deriyê hesin ku Êrîş maşîn lêdabû, guhê mirovan ker dikir. Hêj polêsên di hewşê de di şokê de bûn û nedizanîn çi bikin. Ya rast gelekî rihet bûn. ji ber ku fêr bibûn herdem li Kurdistanê şer hebe, ji xwe welatê wan qaşo di nav aramiyê de ye. Û pişta xwe bi kelehên bilind û deriyên hesin gerim kiribûn. Ma kê dikarî deriyê heybeta Padişahên Osmaniyan ji derezingê ve rake! Di van xeyalan de lingê xwe danîbûn ser hev û li ser textên bê ling û paye, şeraba xwîna Kurdan vedixwarin. Heqdestiya xwe jî ji wê werdigirtin û weke kûçikan li ber deriyê qaşo demokrasiya Ewrûpayê parsegtî dikirin û zikê xwe dikirin meşk. Çawa qet rojekî di hişê Dehakê zilimkar de derbas nedibû ku kesek bê û şûrê xwe dayne ser stûyê wî, wan jî bawer nedirkin ku rojekî hinek bên û bi çek û bombeyên xwe tifî rûyê wan bikin!

Û dîsa gotina Ehmedê Xanî dikete bîra mirovan;

Kesên ku mîna Beko xirabkar

Kirinên wan tev neqenc in yekcar

Yên ku mîna Tacedîn sozdar in

Şervan, dilawer û cegerdar in

Ji bo wan her tişt gul u gulistan bû, ji xwe Kurdistan kiribûn goristan. Dibêjin; “ev dinya ne bi zorê, bi dorê ye!” û dora wan hatibû ew gulistan biba goristan. Bi sedan polês di hewşê de bûn, hêj nedizanîn çi li wan qewimiye. Ji bo wê jî gelekî bi derengî bersiv dan.

Hêj ew bi ser xwe de nehatibûn ku Andok herî dawî bi destê Êrîş girt û jê re got; “ez diçim!” ev gotina Andok dilê Êrîş êşand, parçeyek ji wî diçe. Nedixwest destê wî berde, di germahiya destê wan de evînek bê sînor hebû. Yekem car ewqas nêzî hev dibûn û ewqas ji hev dûr diketin, qet dilê wan fêrî ewçend dûriyê nebibû. Ji bo wê jî çawa Andok ji maşînê xwe avêt, Êrîş jî bi dengek bilind got; “temam, ezê jî li kêleka te ve bêm.” Andok dengê dirûşmeya “BİJÎ

SEROK APO” li pişt xwe dibihîst, Êrîş bi dirûşmeyan ew bi rê dikir.

Di wê kêliyê de hemû heval, Serokatî û Gel bi wî re bûn. hemiyan ew bi çepik û tilîliyan bi rêdikirin. Ew ji maşînê daketibû, bi çeka xwe şer dikir û pêş de diçû. Êrîş jî hem şofêrtî dikir û hem jî çeka xwe ji pencerê ve derxistibû û şer dikir. Polêsên li wir nû fam dikirin ku çi bûye, ji bo wê wan jî senger girtibûn.

Êrîş û Andok bi wan re sînge sîng şer dikirin. Weke ku ji wan re bibêjin, dê werin ev jî meydan. Wêrekiya we tenê ewe ku hûn tên û ji dûr ve bombeyan di ser me de dibarînin. Ew roj hate bîra wan ku dijmin bi caran bi balafirên xwe dihatin û bi rojan bombe bi ser wan de dibarandin. Gelek hevalên wan di van êrîşên bombeyî de jiyana xwe ji dest dabûn, li ser canên parçebûyî yên bi dehan hevalên xwe soza tolhildanê dabûn. Bi caran ew bi xwe jî bibûn şahidê vê bê edaletiyê. Di zagonên şer de ev bêedaletiyeke mezine û qet ne exlaqiye. Ger hûn wêrekin, xwe veneşêrin werin em li hember hev şer bikin. Werin em di vê karzarê de hesab ji hev bipirsin. Ka kê zilm kê kir, ka kê xwîna kê xwar. Ka kê tifî rûyê kê dike?! Ka kê dagirkere, kê mêtîngertiyê dike?

Êdî Andok jî dirûşme davêtin. Çend gule li canê wî ketibûn lê hêjî pêş de diçû. Êşa guleyên di canê xwe de his nedikir. Rustemê Zal bû, gihayê nemirtiyê danîbû ser çavên xwe, heta çavên wî tenê bima, wê şer bikira û neketa xarê. Û kesî sirra vê nemirtiyê nedizanî. Ji pêsîra Zîlanê şîrê nemirtiyê mêtibû, beriya bigihêje vê rendewiyê. Êrîş dît ku Andok kete xarê. Li ser hemû hestên tolhildanê, tola

Andok jî zêde kir û bi lez maşîna xwe bire pêş nav komên polêsan de. Her çavên wî li Andok bû ku ketibû xarê, lê çavên wî vekirîbû, bi heyranî li Êrîş mêze dikir. Her carê destê xwe radikir ji bo ku dîsa alîkariya Êrîş bike lê êdî destê wî nedigirt ku çeka xwe rake. Taqet tê de nemabû, ji ber ku birînên wî xedar bûn û gelek xwîn ji canê wî çûbû. Ruhê wî li gel Êrîş û yê Êrîş li gel wî bû. heta ruh di Êrîş de heba, Andok çavên xwe nedigirt û asûde ranediza. Ji ber ku soz dabûn, bi hevre bijîn!

Êrîş hêj dirûşme davêtin, heta ku maşîna wî rê bida diçû. Andok hêjî dengê dirûşmeya Êrîş dibihîst û birînên xwe ji bîr kiribû. Cara dawî dîsa zivirî û li Andok mêze kir, destê xwe danî ser bombeyê û teqand…

Awirên wan di hev de asê mabû. Maşîna Êrîş parçe parçe bû û dikir bifire û Êrîş jî bi xwe re heta erşê xwedê bibe.

Û Andok jî bû şahidê wê kêliyê. Kêliya ku pepûleya li ser dilê Êrîş ber bi agir ve çû û pêre direqisî. Ruhê Êrîş hatibû û di wî de kon vedabû. Ev gotina Ehmedê Xanî kete bîra wan, ji bo cara dawî;

Eger bilbil î gul amade ye

Nîlûferî rojê çav li te ye

Ger perwaneyî mûm bo te sotî

Eger nexweşî, Mesîh va hatî

Û;

Eger ku laşê me tên veşartin

Dê giyanê me hevûdû bibînin

Bûne ruhek û rabûn, bûne stêrkek û çûne ezmanan. Stêrkek nemir, bûne du dildar û çûne dîdara Zîlanê…

*  *  *

Cihê xwe li ser banê malê çêkirine. Dema xewê ye û herkes razaye lê ev herdû cêwî xew nakin. Ji xwe re li ser doşekê dilîzin. Dayika wan dibêje; “Êrîş, Andok, werin xew bikin, derenge kurên min!” hilme hilma wan û bi hevre dibêjin; “na em ji xwe re dixwazin bilîzin dayê!” ji nişkave çavê wan bi ezmana dikeve û bi hevre qîr dikin û nîşanî dayika xwe didin.

•Dayê dayê, mêzeke ew herdû stêrk têne gel hev, nêzî hev dibin.

Dayika wan axînek kûr ji dil kişand û got;

•Kurên min! Îşev şeva 25’ê Gulanê ye. Salvegera şehadeta heval Êrîş û Andok. Her sal di vê wextê de stêrak wan tê û dibe yek. Dayik zarokên xwe dixe bin lihêfê û wuha dilorîne;

Wey lawiko min go,

Îşev şeve şev leyllane

Wey delalo mingo,

Îşev şeve şev gulane Wey lawiko min go, stêrk civiyan li ezmane wey delalo min go,

Germe Germa van şerane

Wey lawiko min go,

Êrîş, Andok li me mêhvane…

 

Ji pirtûka Gelawêj Ewrîn

Hatiye wergirtin

 

01.03.2014