Li Kurdistanê şerê gerîla, ez bi gotinên xwe dibêjim

Navê min Seîd e. Ez ji Gundikremo me. Gundikremo, gundekî li herêma Şirnex, qeza Şirnex e. Şirnex berî qeza bû, niha bajar e. Gundekî di quntarên Cûdî de ye. Ez di sala 1957’an de ji dayik bûme. Bi rastî serboriya min hinekî cihê ye. Min temenê xwe yê jidayikbûnê da dadgehê, ez di 16 saliya xwe de çûme leşkeriya tirkan. Min wê demê çar salan temenê xwe mezin kir. Ez di sala 1974’an de çûme leşkeriya tirkan, ji ber ku min temenê xwe mezin kir. Berî, tu têkiliya min bi rêxistinên Kurdistanî re tunebû. Me ji dûr ve hez ji PDK’ê dikir. Lê me PDK nedizanî ka tevgereke siyasî ye, yan felsefîk e, îdeolojîk e yan ne îdeolojîk e, me nizanîbû. Hema me digot, kurd in, kurd netewegir in, şer dikin, ji bo wê me ji dûr ve jê hez dikir. Lê destekdayîn filan nîn bû. Yanî bihatana me karê wan jî dikir, me tim karê wan dikir lê ne bi zanebûnî. Ango ne ku rêxistineke siyasî ye, ji bo netewetiyê şer dikin, nîn bû. Ne bi wî awayî me karê wan dikir. Me digot rêxistineke Kurdistanî ne, lewre me di milê welatparêziyê de karê wan dikir. wekî dî tu têkiliya me bi tu rêxistinan re çênebû.
        Di herêma Botanê de hebûn, jixwe Botan tê zanîn, li ser sînor e. piştî ku dijmin Kurdistan dagir û parçe kirî, milê Başûr, milê Rojava, milê Bakur, heta nêzikî Rojhilat, her tim rêxistin hebûn. PDK hebû, Yekîtî hebû, li Bakurê Kurdistanê gelek rêxistinên Kurdistanî hebûn lê rêxistinên li ser propagandayê bûn. An jî yên, mirov çawa bêje, yên mirovên oportonîst, ango mirovên ku biaxive lê neke! Di bîrdoziya misilmantiyê de dibêje yê/a misilman be divê rojê pênc ferz nimêj bike. Ango şert û şirûtên îslamiyetê pêk bîne. Lê van şert û şirûtekî Kurdistanê pêk nedianîn, tenê xwe didan axaftin. Mînak, KUK hebû, DDKD hebû, PDK’a Tirkiyê hebûn.. Niha jî ji wan derdoran hinek hene. Ango em tu car nebûn alîgirên wan.
         Di sala 1983’an de, serê payîzê sê heval hatin li gel me. Heta hindik ma ku ez û ew heval lêk bikevin. Bi çekan hatin ketin hundir. Min got “hûn kî ne?”. Gotin “em heval in.” Min got “ heval çi ne?” Gotin “em APOgir in, Partiya Karkerên Kurdistanê ne.” Min got “hûn çi dixwazin?” Gotin “em dixwazin têkoşîneke kurdî bidin, li hemberî dewletê şer bikin” Min got “gelek hatine vir kirine, hûn jî viran li me dikin.” Gotin “na em viran nakin”. Min got “madem hûn viran nakin, herin rûneynin”. Ango ez welê hişk di ser wan de çûm. Gotin “tu me ji mal diqewitînî?” Min got “na, ez we naqewitînim, lê gelek hatne vir kirine ji bo wê ez we qebûl nakim. Heke hûn jî tiştên ku hûn dibêjin bi rastî jî hûn nêzîkî wê bibin, heke 19 kes li Tirkiyê şer bikin, ez ê 20’an nim. An jî ez ê 21’ê me.” Got ewqas, em ji te ewqas dixwazin. Wisa hinek têkiliyên me çêbûn. Jixwe piştî wê me bi hev re sohbet kir. Wê demê kovara Serxwebûn hebû. Min Serxwebûnek ji wan girt. Min hinekî xwend sêwirandina şehîdan tê de hebûn. Li ser min bandora şehîdan çêbû. Jixwe dikarim bibêjim piştî sala 1983’an, bi kurtasî ez ketim di nav kar de. Ango weke milîsê çekdar. Heta sala 1983’an beriya şerê çekdarî, me bi çekdarî karên pir cuda kirin. Jixwe ew heval çûn. Di qadê de tim ya du heval, an jî sê heval hebûn. Di tevahiya herêma Cûdiyê de ya du heval, an jî sê heval hebûn. Li herêma Besta zêdetir hebûn. Ango li Kurdistanê weke navenda giştî dihate dîtin. Di sala 1984’an de, havînê hevalê Egîd gazî min kir. Ango li gorî texmîna min du meh beriya çalakiya Dihê bû. Gazî min kir, me nizanîbû, ferman-name hebûn. Gote “min tu dê du hevalan bigirî biçî cihekî dûr.” Min got “kû derê?” Got “Lolanê.” Min got “Lolan li kîjan devera cîhanê be ez nizam.” Got “tu Iraqê dinasî?” Min got “ez herêma Zaxo dinasim. Heta Bêrsîve, Bosil ez vê xetê dinasim.” Binkêre hebû, min heta wê derê dinasiya. Berî em dihatin qaçaxçîtiyê li van deran. Got “baş e, piştî hûn biçin wê derê, ji wê şûn de hûn ê gav bi gav bi pirsyaran biçin. Riya ku hûn tê re biçin kes tune.” Wê demê gund-mind tunebûn. Hebûn pir kêm bûn. Du heval dane min. Ev mesele hinekî dirêj e. heta em hatin derbas bûn, mijar gelek dirêj e. Heta ez ji xirbeyê Besta derbasî Gundikê Remo bûm jixwe du heval dane min, ez jî yê sisiyan. Bi çekdarî, me nanê xwe xist çentikê xwe de û em hatin Iraqê re çûn. Axirê mijar gelek dirêj e. Heta em hatin çûyîn ku jê re dibêjin Geliyê Reş, nêzikî Xakurkê ye. Ez mam wê derê her du hevalên din çûn. Yekîneyeke hevalan a biçûk wê derê bû. Her du hevalên din ferman-name birin çûn. Ez wisa texmîn dikim ku birin Lolanê, li gorî min paşî ji hevalê Abas hinek agahî girtî. Herhal hevalê Abas li wê derê bû, min nedizanî, min nas nedikir. Ez 6-7 rojan mam wê derê. Min nihêrî gazî du hevalan kirin, hatin ez jî birim. Em çûn ji Şehîdan re derbasî Îranê bûn. Axirê heta em zivirin hatin herêma Bestayê, gelek dirêj e, du mehên me derbasî bûn. Ez welê bawer dikim ku fermannameyên şer bûn. Lê me nizanîbû. Jixwe em hatin devera ku jê re dibêjin Xirkê Besta, me du heval li wir dîditin, em birin çûn devera ku jê re dibêjin Serkê Mihemedê Oso. Hevalê Egîd li wê derê bû. Jixwe bi lezgînî ji min re axivî, got “here malê karê te heye.” Nîşeyek ji min re nivîsî, got “tu dê biçî Êlihê.” Nîşeyeke rêxistinî bû. Got “tu dê dengekî seh bikî.” Min got “wê demê ez naçim. Ez ê jî bimînim.” Got “na karê te cuda heye.” Ez çûme malê, şevekî mam, pişt re rabûm çûme Êlihê. Min nîşe gihand cihê wê. Jixwe car caran ez diçûm. Car caran hinekî din di dewrê de bûn, ew diçûn. Niha ne guncan e em navê wan bidin. Wê demê, me digot kara xwê, li herêma Dihê bû, jixwe tirkan navê Dihê jî xira kiriye, kiriye ‘Eruh’, kara xwê li pişt Dihê bû. Em diçûn me îstîqaqa gund dianî. Ez û du zilam çûbûn. Hema roja 15’ê Tebaxê, em rojekî berî wê çûbûn me xwê li qamyonê bar kiribû. Em hatin ji Dihê borîn, jê re dibêjin Gaza Birînî, li wê derê leşkeran li pêşiya me girt. Gotin “hinekan di ser Dihê de girtine.” Hevalan hinek kovar hebûn, bi navê Hêzên Rizgariya Gelê Kurdistanê, kovarên Serxwebûn avêtibûn ku bên dîtin. Nîşanî me didan, digotin “ev çi ne?” Me got “em nizanin, em jê fêm nekin, bi îngîlîzî ne.” Axirê em du-sê seatan li wir sekinandin, ne tenê em gelek mirov sekinandin. Dipirsîn. Dewlet jî di tengasiyê de bû, nizanîbûn ka çi ye. Digotin serhildan e, nizam çi ye. Ango gelek nav lê dikirin. Jixwe me dizanîbû çi ye. Em zivirîn hatin. Heta em hatin malê, hema bêje leşkerên Botanê giştî, leşkerê tirkan hema bêje nêzikî artêşekî ketin Botanê, dagir kirin. Ne tenê herêmên, Cûdî, Gabar tenê, çend gund hebûn her yek bolukek tê de bi cih kirin. Çend gundik hene, her yek bolukek leşker xistin tê de. Heta Cudî 26 derî ne, her deriyek bolukek leşker xistinê. Anku erdên ku kehnî lê hebûna ku heval biçin avê lê vexwîn, taximek leşker danîbûn li ber kehniyê. Ango dixwestin van mirovan biqedînin. Lê têkoşînê berdewam kir. Hejmara hevalan jî gelek hindik bû.
       Hema mehek piştî serdegirtina Dihê, dewletê bangî min kir. Min got ez naçim. Hevalek di qadê de bû navê wî Îsmaîl, ango Ahmet Çelîk, ji Êlihê bû, paşî li Sasonê şehîd ket. Bi texmîna min di sala 1986’an de şehîd ket. Min got ez naçim, israr kir got “biçe, tu neçî gelek kar disekine.” Lewre ez çûm. Piştî ku ez çûm, jixwe îstîxbarat li ser me sekinî, em deh kes bûn. Em her deh girtin birin, 68 rojan di lêpirsînê de man. Piştî 68 rojan em birin Amedê. Li Amedê jî 15 rojan em di bin çavan de man. Piştî 68 rojan em birin girtîgehê. Em zêde neman. Heta sala 1985, meha 10-11’an; di wê navberê de hema bêje her meh em dadgeh dikirin. Di dadgeha 11’an de em tehliye bûn. Ez zêde dirêj nakim. Jixwe em tehliye bûn, piştî sê çar mehan beraata me hat. Hevalên me hemû çûn beraata xwe girtin, lê ez neçûm. Ez neçûm lê miletê me jî nizanîbû ez neçûme. Heçko ez çûbim wisa bû. Hem legal, hem îlegal me karê çekdarî dikir. Bêguman karê siyasî jî. Jixwe heta bihara sala 1988, ez derbasî qada Serokatiyê bûm. Êdî me dest pê kir. Ango hema piştî zindanê me dest bi xebatên milîstiya çekdarî kir. Mînak sala 1977’an ez li Cudiyê bûm, 1977-78’an an li Gabar bûm an li Besta bûm. Êdî qad ne mesele bû. Ango em fîîlî ketin nav de, heta sala 1988’an ez çûm qada Serokatî.
     Tiştî herî zêde ez li welat jê aciz bûm şer bû. Wê demê li çiyê, yan mirov di şer de bû, yan mirov serdegirtina cihekî dikir, an keşif bû, yan îstîxbarat bû. Bêguman qada serokatî qadeke cuda bû. Hemû îdeolojîk, felsefîk û siyasî bû. Xwendina pirtûkan bû, guhdarkirina dersan bû. Ewqas zor da min ku hema hema min rê dîtibûya belkî ez ji qada Serokatiyê bireviyama, biçûma çiyê. Ango perwerde ewqas zora min dihat. Heta du dewreyan ez mam. Çimkî ji 1988’an heta 1989’an piştî 15’ê Tebaxê em ji perwerdê derketin. Jixwe piştî demekî ez fermandarê taximeke ewlehiya Serokatî bûm. Serokatî diçû Şamê perwerdê, jixwe amadekarya me hebû. Dema dihat, me ewlehî digirt. Di dewreya destpêkê de ne zêde, lê dewreya duyemîn, mecbûrî me her tiştê xwe seferber kir, ji bo perwerdê. Hem di milê xwendinê de, hem di milê nîqaşkirinê de, hem di milê fêrbûnê de, di milê jiyana partî û artêşê de.. bi giranî karê me ew bû.
       Wê demê, di sala 1988’an de me li Silopiyê serdegirtinek pêk anî. Serokatî pirsa wê serdegirtinê dikir. Dîsa gelek pirs dikirin, pirsa havalan a takekesî dikir. Pirsa gel dikir. Pirsa erdnîgariyê dikir. Ka erdnîgariya Botanê çawan e? Girêdana wê û Heftanînê, -ku wê demê me nedigot Heftanîn, me digot Sineh, hêj heftanîn neketibû zimanê hevalan.- Girêdana xwe û Iraqê çawan e, girêdana xwe û Suriyê çawan e, girêdana xwe û Îranê çawan e, girêdana xwe û bajaran çawan e; rewşa eşîran çi ye, di milê welatparêziyê de çawan in, di derbarê Botanêde mijarên wiha dipirsîn. Hema hema her der dipirsiyan, hem di perwerdê de, hem derveyî perwerdê. Di dema ku em di ewlehiya wî de, carnan em diçûn bejahiyê, mesala tabur, hêza akademiyê diçû sporê, em cuda diçûn. Hema te dît ji nişka ve dipirsî digot, “filan filan herêm çawan e, çawa difikirin, çawa tevdigerin, çi dikin, milê wan ê welatparêziyê çawan e, milê wan û dewletê çawan e?” Me jî bi qasî dikariya bersiv dida.
      Sohbetên wî yên takekesî nebûn. Hemû sohbetên wî siyasî bûn. Jixwe sobetên Serok ên takekesî nîn in. Ne bi min re ne jî bi kesî re. Hemû sohbetên wî perwerde bûn. Diyalog û pirsên dikirin hemû li ser welat bûn, hemû li ser şer bûn, hemû li ser rêveberinê bûn. Li ser gerîla bûn. Heke rojekê tabur biçûya li cihekî, em bi milê din ve çûn. Heke tabur bi milê Rojava ve biçûya werzîşê, em bi milê rojhilat ve diçûn. Em sibehê hatin mitbaxê, got “berê xwe bidin mitbaxê.” Me berê xwe da mitbaxê. Wê demê zêde derfetên me yên aborî nîn bûn. Mitbaxa me ya akademiyê jî bi daran dixebitî. Îcar hinek dar li wir hene mîna darê gihûjan, pir nexweş e. Hundir hemû bibû dûxelan. Di hundir de hema nanek rakir, pîvazek rakir danî ser kevir kulmek lê da, li ser nan pehn kir, wisa xwar. Hevalên bi me re gotin “ev çi ye, ma Serok ewqas birçî ye?” Min got “Serok çi birçî ye, ma ev karê birçîbûnê ye. Ev jî perwerde ye, Serok dibêje, “li welat pîvazek bi destê we bikeve hema piçek nan bigirin û bimeşin.” Wekî din tişteke din ê Serok nîn bû.
       Piştî perwerdê em rasterast hatin Botanê, li Cûdiyê. Mesele dirêj e. Serok got “hûn ê biçin Elkiyê, konferans dê li wê derê çêbe. Hûn ê tevli konferansê bibin.” Em 42 kes bûn. Em hatin du hevalên jin di rê de westiyan me hiştin, jê re dibêjin Kehrêyê Kiçan. Hema mirov ava Dîcleyê derbasî dike, derdikeve pêşiya mirov. Di dîroka partiyê de Adil Aslan heye tê nasîn, Cizîrê bû. Hevalekî di milê leşkerî de gelek li pêş bû. Jixwe heta em çûn Elkiyê û zivirîn hatin Cûdiyê, hevalê Baran yanî nasnavê hevalê Adil Aslan, Baran bû, ew her du hevalên jin, hevalên baran bi giştî neh heval şehîd ketibûn. Ew jî hêza Cûdî bû. Jixwe heta em çûn gihane Elkiyê, geliyê Tehtereşê, komferans pêk anîbûn. Wê demê hevalê Harûn hebû, Şêxmûs Yîgît pişt re bi qeza şehîd ket. Hevalekî kadroyê pêşeng bû. Ji me re konferans veguhest. Piştî veguhestina konferansê, vesazî çêkirin. Em vegeriyan hatin Cûdiyê.
     Konferansa Tehtereşê, di dîroka partiyê de weke ‘konferansa tasfiyeyê’ tê bi navkirin. Mirov dikare bêje di nav kadroyên wê demê yên weke Bekîr bû, rehmetiyê Dr. Baran bû, ango hinek tasfiyekar tê de bûn. Serdema ku Hogir bi awayekî sekter bi ser gel de, diçû bû. Ango piraniya wan an şehîd in, qismek jî tasfiyekar bûn. Di serî de Ebubekîr..
     Li Kurdistanê şerê gerîla, ez bi gotinên xwe dibêjim; ez hatime dinê heta niha tişta herî zêde xweşiya min çûyî, şerê gerîla ye. Ango hem meşa gerîla, hem taktîk û bernameya gerîla.. Belkî di milê tecrûbeyê de, destpêkê tecrûbeya me zêde nîn bû. Mînak em niha dibînin, hevalek şehîd dikeve, ji ber kêmasiyên xwe, yan jî ji ber kêmasiyên me şehîd ketine. Ango di qadê de kî berpirsyar bûya, nemeşandina taktîk, nemeşandina plan û programê, nemeşandina rastiya şerê gerîla, ango windayiyên ku partiyê dayî hemû, bêguman ez jî tê de, hemû ji ber wê çêbûn. Lê tiştê ku ez ji we re bêjim, niha ez ji we re, yan jî di sohbetan de ji hevalan re dibêjim, tiştekî weke şerê gerîla, weke têkoşîna PKK'ê, li her çar parçeyên Kurdistanê ger, çûn û hatin; tiştekî herî xweş, herî bi tam a xweşiya min çûyî ew bû. Lê ez dibêjim niha mixabin, em hindik geriyan, ango me hindik şer kir. Yanî me hindik şer nekir, lê helbet her kesî taktîk, plan û programa şer nedimeşand.
        Taybetiyên hevalê Egîd; carnan ez ji hinek hevalan re dibêjim, mînak li navsera Cûdiyê, hevalekî cixare vexwara. -Wê demê cixarên siyasî (paket) nîn bûn. Titûn bû- hevalekî qumikê cixareya xwe biavêta wê erdê, hevalê Egîd radibû diçû yan ew qumika wî dixist di bin kevirekî de, yan jî diavêt, Cemelên navsera Cûdî. Em ji kuntengên wê derê re Cemel dibêjin. Diavêt kuntengekî de, vedişart. Ango, min pişt re fêm dikir, hem tecrûbe dida wan hevalan, digota, “wiha wiha bikin”; yanî bi devkî ji wan re nedigot bikin, lê qumika cixareya wî radikir dibir vedişart, an dikir bin berekî de, an jî dikir bin cihekî de. Dema cîldê pelê cixaran, çimkî wê demê titûn û pel bûn, diavêtin erdê dîsa radikir dibir vedişart. Çaydaneke me ya biçûk hebû, me tê de ji xwe re çay çêdikir. Em bêjin dema em ê bi rê biketana, her du milkuçên çaydanê, ango her du kevirên ku bi çaydanê li ser çay dihate çêkirin radikirin dibirin an digot hevalekî bi qezetorê erdê bikule û wisa dixist bin axê, ax dida ser, an jî dûr dibir vedişartin. Ango li cihê agir xwelî nedima. Min carekî gotê “tu çima welê dikî?” Got “bila dijmin nebizane ku ev cihê gerîla ye, ku em bikaribin careke din li van deran bisekinin.” Ango ev taybetmendiya wî, tim perwerde dikir. Belkî li pêşberî min ji hevalan re nedigot, lê bi tecrûbeyên xwe dikirin ku hevalên din jî bikin. Mesela Hemzeyê me hebû navê wî yê malê Ezîz bû, biçûk bû wê demê, çokolateyek ka ji ku derê girtibû, dema çûyî gundan herhal wan dabûyê, anî da Hemze. Min digot nedê, got ew leşkerê me ye. Leşkerê min e. Ango ew taybetmendiyên wî yên wisa hebûn.
      Di hêla gerîlatiyê de hema bêje ez li her derê Botanê mame. Piranî li Cûdîyê. Ez biçûma ku derê dîsa partiyê berê min dida Cûdiyê. Min jî baş fêm nedikir ka, min li Cûdî zêdetir kar dikir, zêdetir şer dikir? Ango ez biçûma, li Besta civîn çêdibû, ez didam Cûdî. Li Gabarê çêdibû, ez didam Cûdî. Hema li ku derê civîn çêdibû, ez rê dikirim Cûdiyê.
       Ez 13-14 salan li Bakur mame, ez biçûma ku derê dîsa dihatim Cûdiyê. Ez di dawiya sala 1998’an ji Cûdî derketim, êdî piranî ez li Başûr mam. Di wan salan de gelek şer û pevçûn çêbûn. Di sala 1988’an de me di ser Silopiyê de girt. Dîsa di 1989’an de me di ser Silopiyê de girt. Di sala 1990’î de sê serdegirtin çêbûn, hem Sîlopî, hem Şirnex hatin serdegirtin. Li Cizîrê jî yekîne diketinê. Ango mangayek bi bisvingekî, BKC’yekî û bi çend qilêşan, heval diketanê. Bi kurtasî, şer pir in.
     Gelek bîranînên şer hene, mirov nikare hemûyan bibêje. Mirov ewqas di nav têkoşînê de bimîne, ewqas di qadan de bimînî, bigere, bîranîn jî pir dibin. Lê min di destpê de jî got; belkî hinek heval ji lingên xwe diêşan, hinek heval ji çavên xwe diêşan; ez niha jî weke ku hinek heval heçko hesab dikin, bi henekî tê lê ez cîdî dibêjim, ez ewqas salan di çiyayan de mam, anku di şer de mam; du caran mayîn bi min ve teqiya, min çend caran gule xwarine, lê şahadet nebûye qismetê me heta niha. Ez dibêjim me ewqas darbe xwarin em şehîd neketin, ewqas heval şehîd ketin, çima welê çêbû? Ez carna welê difikirim lê, ew fikrandin jî belkî zêde ne di cih de bin. Ez niha dibêjim xwezika ez karibûma bêtir li çiyayan bigeriyama. Ez bikariyama qadên hîn dûrtir ên cuda bigeriyama. Lê bêşensiya min, di sala 1991’ê de bi min ve mayin teqiya, hinek kêmasiyên lingên min çêbûn, lewre ez zêde neçûm eyaletên hûndir. Li milê Dersîm, Amed, ew cihên dûr. Ez her li Botanê mam.
      Dîsa di sala 1991’ê de ez birîndar bûm, em carekî li çiyayê Libnanê di berfê de asê man. Em çûn gundekî Libnanê. Wan bi kurdî nedizanîbû, me jî bi erebî nedizanîbû. Keçikeke li Stenbol xwendibû hinekî tercumaniya me û wan dikir. Îcar wan jî digot “xwezîka Yaser Erefat ê we kurdan bûya, OCALAN ê me bûya.” Ango ev taybetmendiyên serokatî, taybetmendiyên ku me nedizanî, kurdan nedizanî, xelkê biyanî dizanîbû. Min got çima, Yaser Erefat jî mirovekî şoreşger e? Got “ rast e şoreşger e lê hevkar e” ango her vîna wî ne ya wî ye, vîna xwe radestî Emerîkayê kiriye, vîna xwe radestî dewlet û mirovên serdest kiriye. Li ser serokatî ya ku mirov bibêje, biyanî ji kurdan bêtir serokatî nas dikin. Wî li gorî felsefe û îdeolojiya wî bêtir dinasin.
      Li hemberî paradîgmaya serokatî mirov dikare her roj rexnedana xwe bide, ji ber kêmasiyên hatî jiyîn. Em bêjin her tişt ne ez bûm, an jî ne filan heval bû. Her kes di asta xwe de, anku di pratîka xwe de xwedî kêmasiyan in û kêmasiyên xwe dibînin. Kêmasiyên çawa? Ne yên xeta serokatiyê. Serokatiyê tu car li dijî xeta serokatî yan jî dûrketin çênebûye. Lê di kar de, mînak ez dibêjim min filan tişt wiha çêkiribûya, dê roja me bêtir bi serkeftî derbasî bibûya. Heke filan çalakî li gorî asta ku ez niha têdigihêm me kiribûya, çalakiya me dê bi serkeftîtir derbas bûya. Me filan salê welê welê çêkiribûya, dê baştir derbas bûya. Ango tim mirov dikare rexnedana xwe bide. Lê rexnedan divê li ser kêmasiyên berî, li ser tecrûbeyên berî bên dayîn.
        Di malbatê de jî, jixwe me di nav axaftinên xwe de anî ziman; ji sala 1983’an û pê de malbat bi giştî bi partiyê re bûn. Zarokên me weke zarokên partiyê bûn. Xaniyê wan ê li gund dewletê xira kir, çûne Silopiyê. Gundekî jê re dibêjin Germikê, demekî li wê derê man, em wê derê man. Ji wê derê, hem ji ber zextên dewletê, hem ji ber helwesta gundiyan, ew jî mirovên me bûn, zêde xwedî derneketin. Lê helbet ne gundê me bû, em demeke demborî li wê derê mabûn. Pişt re her hal sala 1994’an de çûne Silopiyê. Dîsa dewletê zextên xwe domandin. Hinek revîn çûn metropolan, hinek hatin Iraqê. Ji sala ‘1994’an û pê de hemû malbat li Iraqê ne.
        Hemze, di sala 1991’ê de mezûnê dibistana navîn bû. Çû Şirnexê qursa lîsê qezenç kir, herhal midûrekî jê re dijûn kirinê. Piştî wê çeteyan êrîş kir gotin em ê bikujin. Li gorî Hemze ji min re gotî, li emnîyetê, lê dane. Piştî lêdidin, komserek tê dibêje ev zarok e. xwendevan e dixwîne. Bavê wî li Cûdiyê ye, şerê dewletê dike, hûn dikarin herin li wî bidin. Hat got rewş ev e. min got neçe dê te bikujin. Heta demekî, heta bihara sala 1991’ê şervanên nû dianîn. Heta havînê. Havînê gencek reviya, li ser îfade da. Nêzî 5-6 mehan di zindana Amedê de ma. Pişt re berdan, hat got ez çi bikim? Min got were. Jixwe di sala 1991’ê de hat tevli bû. Du xwişkên wî jî, yek 1995’an, yek 1996’an tevli bûn. Jixwe Hemze,1995’an li Zagrosê şehîd ket. Hemze, tê zanîn, dîroka wî diyar e. dikevin dorpêçê du rojan şer dikin, pişt re kîmyasalê diavêjin wan. Yên ji malbatê mayî niha bi giranî li Mexmûrê ne. Tên û diçin.
       Hemze, ciwanekî çalak bû. Bi zanebûn tevdigeriya. Di sala 1991’ê de tevli bû, piştî demeke kurt mayin bi min ve mayin teqiya. Hevalê Ehmed Repo ji min re got, “piştî mayin bi te ve teqiya tu çûyî tedawiyê, -wê demê sîleha min M 16 bû-, hevalan merasîm çêkiribûn gotibûn em ê bidine Hemze. Gotibû hûn çi ji min bikin ez nagirim. Nagire. Pişt re ez di sala 1992’an de ji tedawiyê vegeriyam. Ez hatim, demeke kurt li Iraqê mam pişt re derbasî Cûdiyê bûm, ji ber şerê Başûr. Şerê xiyanetê yê ‘92’an. Ew fermandarê taximê bû. Cebilxane ji Heftanîn, anku ji Cûdî dibir Besta, dibir Gabarê, dibir Garisan. Ango di qada Botanê de fermandarê taximê bû. Taybetmendiyên wî, yekî esker bû. Hem di milê rêveberiyê de hem di milê şer de hevalên wî hemû jê memnûn bûn. Mînak hê neçûyî li qada serokatiyê, -di sala 1997’an çû qada serokatiyê- Hê neçûyî fermandarê bolukê bû. Demekî li Katoyê li ser bolukekî bû, li Colemêrgê li wan deran bû. Çû li qada serokatiyê û hat, bêtir xwe dayê. Jixwe qada serokatî ewqas qerebalix bûye, hem wî behs kir, hem hevalan behs kir, xwe li serokatî nedabû nasîn. Sê mehan mabû israr kiribû ku bête welat. Pişt re dema diçe ber Serok ku soza xwe bide, serokatî dibêje di nav partiyê de kesên we hene? Dibêje rast e. dibêje kî ye? Dibêje bavê min û du xwişkên min. Serok li hevalan dizivire, heta li gorî gotinên hevalan hinek aciz dibe. Dibêje, ev bû sê meh in ev heval li vir e, ne we ji me re gotiye kurê hevalê Bedran e; ne wî gotiye. Serok israr dike ku neçe. Lê ew jî dibêje ez biçim welat baştir e. Beriya ji qada serokatiyê bê, 1997’an, jixwe ez ne şaş bim, ew û hevalê Fazil ekîbek çûn qada serokatiyê. Dema zivirî jî hat min dît, fermandarê bolukê bû. Zivistanê, demekî li vê derê bû, em nêzî hev bûn. Ew li milê partîzan bûn, em li jêra wan bûn. Welê car caran, mehê carekê me didîtin. Taybetmendiyên wî, hem di milê rêvebirinê de, hem di milê hevaltiyê de; hem heval bû, hem kurê min bû. Ez demekî fekiriyamê gotin cixarê vedixwe. Min rê kir pê ve, min got Hemze min seh kiriye tu cixarê vedixwî? Tu car li pêşberî min venedixwar. Got wele min vedixwar lê soz be piştî te we gotî ez venexwim. Min got na na vexwe, tu li çiya yî. Got na, xilas. Ji wê rojê û pê de heta şehîd ket cixare venexwar. Yekî şerker bû. Jixwe Aryen di sala 1995’an de tevli bû. Engîzek jî ez texmîn dikim di sala 1996’an de tevli bû. Min, Arya zêde nedîtibûn ji bo wê ez zêde taybetiyên wê zêde nizanim. Yek carê pênc xulekan li Zapê min li ser piyan dît. Çûne Zagrosê. Carekê birindar bibû, çûbû Hewlêr baş bibû. Piştre dîsa li Zagros şehîd ket. Min nedît. Ez pê re nemame..
         Ez bi Engîzekê re nemame. Lê ez dizanim tê û diçe. Di sala 2009’an me di konferansa HPG'ê hev dît. Em her du jî çûbûn konferansê me li wê derê hev dît. Zarokên me giştî jî rêzdar in. Ango terbiyeke malbatê heye. Welê, rexnekirin, li dijî hev bûn, tiştekî welê nîn e. Ne yê niha heyî ne jî yên din. Mesala niha sisê li Mexmûr in, diduyan zanîngeh jî qedandine. Lê rêzdar in. Niha ez bêjim çi, çawa tevbigerin, welê tevdigerin. Yanî ne ku zarokên min in ez welê dibêjim, lê rêzdar in.
       Ji hêla danûstandinê ve; niha karê hevalên me henek in, carekî hevala got hevala Engîzek hevala te ya yan keça te ye? Min got na, bavê wê me. Hat hêj wê tiştek negotî min got heval welê welê dibêjin. Got na, na ew heval şaş in. Heval carinan wisa bi henekî tinazên xwe dikin. Ez jî henekî dibêjim.
      Niha hinek heval pirtûkan dinivîsin, dibêjin me filan cihî ev îstîxbarat girt, me ev keşif kir.. ew tiştekî cûda ye. Lê weke din jiyaneke asayî, helbet jiyaneke sih salan bi nîv saetî, yan jî bi saetekî tu nikarî bînî ziman. Lê bi giştî çarçoveya wê ev e. Gerîlatî ewqas xweşiya min diçû, min digot mirovek di van çiyayan de divê lingê wî/ê neqerime, neêşin; ligel hemû westandinê hema avekî vexwe 5-10 xulekan bêhna xwe vede, bes e. Ango tiştekî ji meşa çiya ku tu lê bigerî min di cihanê de nedîtiye. Mînak ez biçim bajarekî heçko ez di zindanê de bim.