Kevneşopiya Bêrîtanan di dilê Axîn de ji nû ve bişkivî

Gerîlaya wêrek û serhildêr, Axîn Meşkan. Heval Axîn, di sala 1993’an de li bajarê Colemêrgê tê dinê û di sala 2010’an de beşdarî nav refên gerîla dibe. Rêhevala dilsoz Axîn di quntarên çiyayên zagrosan de, çavên xwe li jiyanê vedike. Ew di nav malbetekî welatparêz de mezin dibe. Hêstên serhildêrî, welatparêzî, sekna bi vîn û bawerî di bedena hevrê Axîn de şax dide, roj bi roj weke tovên li ber barîna barana biharan mezin dibe. Heval Axîn, weke gelek keç an rêhevalên xweyî din bersiva gîhandina lêgerînên xwe, di beşdarbûna refên gerîla de dibîne û berê xwe dide çiyayên Kurdistanê. Hevala Axîn di hevpeyvîneke xwe de, wiha behsa tevlîbûna xweyî nava refan dike;

“Min navê partî an jî PKK’ê hêj di zarokatiya xwe de nas kiribû. Sedema tevlîbûna min a nav Tevgera Azadiya Kurdistanê, Rêberê mirovahiyê Rêber APO û şehadet bûn. Tişta herî zêde min bandor kir, rêhevaltiya PKK’ê bû. Min hîs dikir ku peyva ‘hevaltiyê’ her roj min ber bi xwe ve dikişand.  Jixwe dema min Artêşa Jin bihîst, ez hem matmayî mam û hem jî ji ber ez ê bibim nefereke endamê vê artêşê, gelek bextewar û dilxweş bûm. Ji ber ez li van çiyayan jiyan dikim, xwe pir bi şans dibînim. Kelecana ku min jiyan dikir, di dilê min de hilnedihat. Beşdarbûna nav gerîla, min ji bo xwe weke ji nû ve zayîna xwe didît. Min ev rastî piştî ku bi rêhevalên xwe re jiyan kir min dizanî bû ku ez ji nûve hatime dinê. Mirov bi jiyankirina jiyana gerîla ve dighêje xwebûna xweyî bi heqîqetê ve hatiye hunandin.”

Heval Axîn, bi vê tevlîbûna xwe di şopa Sara, Zîlan û Bêrîtanan de afirand. Bi tevlîbûna xwe ya jiyanê di dilê xwe de  hez kirina çiyayan mezin dike. Di temenê xwe yê ciwantiyê de beşdarî gerîla dibe lê ew ciwantiya xwe bi çiyayên Kurdistanê re bedew dike. Di nav demekî kin de gelek pêşketinan di kesayeta xwe de ava dike. Ew, bi dilsoziya xwe ya bi rêhevaltiyê re dibe mêvanê dilê hevrêyên xwe û cihekî giranbiha di qoncikê dilê wan de diçîne. Hemû xewn û xeyalên hevala Axîn ew bûn ku, bibe gerîlayek jin ya wêrek û dilpakê doza gelê xwe.

Hevala Axîn, di kesayeta xwe de tovên şervanî, qehremanî û leşkerbûnê li warê fermandar Bêrîtan diçîne. Ew xeta Bêrîtan ji bo xwe dike bingeha şer kirina ji bo heqîqet û xwebûnê. Weke Bêrîtan şer dike û dibe gulekî li ser latên ku navê Bêrîtan lê hatiye kolandin. Di sala 2016’an de heval Axîn weke pêşenga pêngava şerê gelê şoreşgerî li alana xakûrkê bi evînekî mezin şer dike. bi zanebûna rakirina erka berpirsyartiyê tevdigere û fedekariyên mezin şer û jiyanê hembêz dike. weke tê zanîn şerekî berxwedanê yê fedaîyane par hate pêşxistin. Li hemberî hemû êrîşên dewleta Tirk ên hovane, şerê berxwedan û rûmetê hate dest pê kirin. Rêheval Axîn, li herêma Xakûrkê di qadên herî pêş yên cengê de cihê xwe girt. Dijmin bi rengekî hovane êriş kir û hemû teknîka xwe xistibû dewrê, lê hevala Axîn û hevalên ku di bin fermandariya wê de şer dikin, ji bo ku teslîm nebin heya dawiyê li ber xwe didin. Heval Axîn, heya guleya xwe ya dawiyê ji bo rêhevalên pêrene xilas bibin şer dike. Dema ku fîşengên wê bi dawî dibin, ew jî weke fermandara me ya mezin Bêrîtan xwe ji zinaran diavêje. Heval Bêrîtan di sala 1992’îyan li hemberî xeta îxanetê û êrîşên tirkan şer dike û ji bo nekeve destê dijmin heya guleya dawî şer dike. Dema ku guleyên wê diqedin xwe ji zinaran davêje. Ev sekna heval Bêrîtan, ji bo me riheke, xeteke û sembola me ya pêşxistina şerê gerîlabûnêye. Heval Axîn bi sekna xwe, bi şerkirina xwe, piştî bi salan careke din li heman qadê rihê bêrîtan şîn kir. Kevneşopiya Bêrîtan di dilê Axîn de ji nû ve dibişkive ser xaka welatê agir û rojê. Axîn bû Bêrîtan û îro bi hezaran şopdarên Bêrîtan li her çar perçeyê Kurdistanê şer dikin.

 

Şaristan Nurhak