Ez ê Bibim Soza Vê Salê

Navê min Dîjle Gilîdax e, di 1992’yan de hatime dinê û 21 salî me. Di sala 2010’an de tevlî refên azadiyê bûme. Malbata min welatparêz e û her wiha di malbatê de ji bilî min jî tevlîbûn hene. Min partiyê û hevalan di 8-9 saliya xwe de naskir. Lê yek bi yek danûstendinên min çênebûn. Lê têkiliyên malbatê bi hevalan re her hebûye. Li ser navê malbatê bi taybetî navê bavê min li pêş bû. Ev jî, piştî salan li ser min jî bandor kir û rê da ku partiyê zûtir û bêhtir nas bikim.

Dijmin êrîşî gundên me kir û ji neçarî me dest ji gundên xwe berda û em derbasî navendê bûn. Ez ji sekn, disîplîn û cil û bergên hevalan gelekî bandor bûbûm. Min her dem dixwest rojekê bibim weke wan. Min dixwest rojekê wan kincan li xwe bikim û çekê hilgirim. Bo van xeyalan pir bi xwestek bûm û ji ber vê jî tevlî bûm. Min dizanîbû ku PKK; ji bo ziman û hemû mafên me yên xwezayî û her wiha li hemberî hişmendiya dewletparêz têdikoşe. Lewra ez di bîra koletiya ku li ser me dihat ferzkirin de bûm.

Pratîka 2010-2011’an gelekî hesas bû, di heman demê de ewqasî jî krîtîk bû. Ji ber ku ev sal; sala azadkirina Rêber APO û vîna xwe li ser vê bingehê bikaranîn bû.

Ev perwerdeya ku min dîtî bû sedem ku ji nû ve gav biavêjim jiyanê, bibime xwedî seknele … û di gelek mijaran de bû alîkar. Her wiha fêr bûm ku; li hemberî bûyerên pêktên divê çav negirim û bêhtir radîkal bim. Di dîroka partiyê de tişta ku herî zêde bala min kişandî rêhevaltiya rêhevalên bi navê Hakî Karer, Hayrî Dûrmûş, Mazlûm Dogan, Kemal Pîr û ya hevalên din bû. Ez jî wan ji xwe re weke mînak digirim ku ji boyî di karû barên partiyê de bêhtir û çêtir bixebitim û her wiha ji boyî bi Rêber APO re bibim rêheval û milîtaneke durist. Ev tiştên li vir dinivîsim bo min gelekî bi nirx û girîng in. Û bo van pêk bînim xwe ji bo sala 2012’an amade dikim. Bo ewlekariya Serokatî, di her kêliyê de bi van nêrînan re di nîqaşê de me. Ez ê bibim soza vê salê. Di salên 2010 û 2011’an de ji ber tevlîbûna xwe ya qels rexnedayîna xwe didim. Her wiha soz didim ku dê di sala li pêş me de; bi tevlîbûneke xurt xwe ji nû ve ava bikim û biryarên rêxistinê bêhtir bi cih bînim.

Armancên min ên vê salê; ji perwerdehiyeke bi hêz derbasbûn, sedema pirsgirêkan dîtin-pirsgirêkan çareserkirin û xwe gihandina milîtaniya demê ye. Bêhtir xwe perwerdekirin, radîkalbûn û rêxistinbûyînê di kesayeta xwe de bêhtir rûniştandin e. Armanca min î piştî perwerdê ev e; li ser bircên Bêhdînanê bi dijminê hezar salan re şerkirin û tolgirtin e.

Silav û rêzên şoreşgerî

Dîjle Gilîdax

Nav û paşnav: Fatma ÇETE

Nasnav: Dîjle GILÎDAX (Zemyan)

Cih û dîroka şahadetê: Di 4’ê Adara 2012’an de li Qendîl (Dolakokê) tevî 7 hevalên xwe tevlî refên nemiran bû.