KESAYETIYEKE JIDIL APOGER

Destpêkê, nivîsandina hevalê şehîd her çiqas zor be jî, bi bîranîna wan ve hilgirtina wan a pêşerojê, deynê stûyê me ye. şehîdên me, heqîqetên me yên ku bi jiyana xwe her tim ji me re bûne ronî û hiştine ku em di têkoşîna xwe de xurtir û bi moral bin. Dilsoziya hevalê Ş.Erdal Reşo ya bi partiyê re, bi rêhevaltiyê re û bi nirxên partiyê re mirov di pratîka wî de didît. Me bi hevalê Ş.Erdal re şeş salan xebat meşand. Di van xebatên ku me meşandî de, nêzikatiya hevalê Erdal a jidil, dirust, dihişt ku em xebatê bi serkeftî biqedînin. Ligel xebateke weke cebilxanê ku xebateke rêxistin gelek bihistiyar digire dest bû jî, parazgeriya hevalê Erdal û nêzikatiya wî ya nirxan, dihişt ku tenê yek gule jî vale neçe. Bi bihîstiyarî û pûteyeke mezin tevli xebatan dibû. Dîsa ligel vê, ligel ku astengiyên wî yên fîzîkî hebûn jî, tenê rojekî jî xwe neda paş. Vê jî nîşan dida ka xwedî kesayetiyeke APOGER a çaw ye. Bi rastî jî ji bo ku vegotina hevalê Erdal divê mirov bi rojan, belkî bi mehan qese bike û binivîse. Bi rastî jî dibê mirov vegota. Şanaziyeke çiqas mezin e ku ez bi mirovê vê cîhanê yê herî dirust, herî paqij û xwedî bext re şeş salan jiyan kir. Dibe ku şeş sal ne demeke gelek dirêj e, yan jî bi mirovekî wiha re ne şeş sal, şêst sal jiyankirin jî hindik e. Lê belê israra hevalê Erdal a çûyîna Bakur, piştî çûyî Dêrsimê pêşwext şehîdketina wî, ji me yê şûn de mayî bû êşeke mezin. Mayîna kesayetiyên wiha bi rûmet re, emir dike ku mirov bi bîranîna wan re bijî. Em bi hêza ku ji bîranîna wan werdigirin li piya dimînin. Ligel ku hevalê Erdal li metropolan mezin bibû jî, piçek qirêjiya pergalê, ango pergala kapîtalîst negirtibû. Ligel ku di nav partiyê de ewqas bi karên pratîkî re mijûl dibû jî, bi rojane di xeta rêber APO de xwe pêş dixist û ji hevalên li gel xwe re dibû weke ronahiyê. Di tevahiya jiyana xwe de qene tenê carekî jî didulî najiyabû, ev di helwestên wê de bi zelalî xwe dida der. Mekanîzmaya rexne-rexnedanê bi awayekî fêmker, bêyî ku kesî biêşîne li wî/ê dida fêmkirin û wisa dadixista jiyanê. Bû nêzikî du sal in li ser şahadeta wî re derbasî bûye, lê bi rastî şahadeta hevalê Erdal gelek bi êş bû. Çimkî di têkoşîna şoreşê de pêdivî bi hevalên wiha fedakar heye. Dibe ku hindik bû. Lê bi rastî jî jiyana hevalê Ş.Erdal bi jiyana xwe ve mînakeke rastî ye. yek ji mînaka herî şênber a ku divê şoreşgerek çawa bijî bû. Ji bo wê ji nasîna hevalê Erdal, divê mirov bi wî re bijiya.

                                                                                                                                                      Ayhan Kato

Nav Û Paşnav: Abdurahman Akçîn

Nasnav: Erdal Reşo

Cih Û Dîroka Şahadetê: 2015 …