Ez her tim bi giyana hevaltiyê ve girêdayî bûm

Malbata me bi gîştî welatparêze, lê yên ne welatparêz jî hene. Bavê min di sala 1995’an de şehîd dikeve. Di sala 1993’an de dema ku gundê me xirab kirin ji ber vê em derbasî başûr bû. Piştî demekê em derbasî wargeha Etrûşê bûn, ji derbasbûna başûr heta wargeha Etrûşê êdî naskirina hevalan çêbû. Di sala 1995’an de dema ku êrîşên Tirk û PDK’ê hevbeş li ser me çêdibûn, di wan êrîşan de bavê min jî şehîd ket. Ji ber vê me heval gelek ji nêz ve bi hevalan re dijiyan. Û her dem di mala me de bûn ji ber her demê dihatin û diçûn. Li ser vê bingehî naskirina me ji Rêbertî û partiyê re jî zêde bû, weke min anî ziman ji xwe me tevger nas dikir, lê piştî ku wargeha Ertûşê xerab bû em hatin Sêmêlê deştê nêzî Girêgewrê disekinîn, ez jî ji wir tevlê bûm. Heyanî sala 2006’an jî tevlêbûn ji aliyê gelê me ya wargehê pêk nehat, ji ber wê demê wargeh di bin denetima PDK’ê de bû. Û wê demê têkiliya partiyê bi wargehê re qut bû, ji ber vê jî tevlêbûn zêde nebû.

    Sedema tevlêbûna me jî di aliyekê de partî naskirin hebeû, di aliyê din de jî hestiyarî, lê di aliyê din de jî di hewirdoran me hinek tişt hebûn ez tengezar dikirim. Ev hemû dibûn sedem ku mirov pertek nîşan bide û tevlê bibe. Her wiha êdî jiyana civakê nedihat jiyandin. Lê bi gîştî tevlêbûneke me ya hestiyarî çêbû.

    Bi rastî kelecana tevlêbûnê ya mezin di mirovan de çêdibe, yanê tevlê bûn yan jî ji civakê qutbûn, hatin û ketina nava şoreşê hestên cûda ne. Bi taybet heval naskirin hesteke pir cûda ye. Mînak di nava civakê de hemû têkilî li ser bingehê berjewendiyan e, lê belê di nava tevgerê de hemû têkilî bêyî ku tê de berjewendî hebin di asta xwe feda kirinê de tê jiyandin. Tu kur de diçe heval hene, lê em ji şêwayeke wiha ya hevaltiyê gelek biyanî bûm, ji ber vê ev hest ji bo me gelek cûda ye.

    Ji tevlêbûnê û heyanî niha asta xwe guhartinê wiha ye. Bi rastî dema ku em nû tevlê bûne, kesayeta ku me ji civakê girtiye bi giştî teng bû. Lê belê dema ku em ketin nava partiyê, me derxist zanebûnê ku divê ev hemû werin guhartin. Ji ber vê her roj û bi hêza hevalan û partiyê, bi bîrdoziya Rêbertî ji bo ava bûna kesayeteke nû ku xwedî li keda tevger û hevalên şehîd derdikeve ez kedekê didim nîşandan. Û ev yek bi demê re jî xwe di kesayeta me de dida nîşadan. Belkî gelek aliyê me yên kêm jî hene, lê ez dikarim bêjim ku ew guhartin jî di min de pêşketin. Piştî perweda şervanên nû ku me li Garê dît, herêmên ku ez lê mam e, Haftanîn û qaşûra mame.

    PKK ji bo we tê çi wateyê? Dema ku mirov heyanî roja îro li dîroka kurdan temaşe dik, bi derketina Rêbertî re û PKK dana avakirin, bi rastî mijareke berfereh e. Belkî mirov nikaribe bi hemû aliyên wê bîne ziman, lê PKK ne tevgereke xwedî qalibin hişk weke partiyên noker, her wiha ji gelê kurd zêdetir ji bo hemû gelên bindest, wateyeke xwe ya cûda heye. Ji bo min jî heman wateyê digire nava xwe, ji ber wateyeke xwe ya dîrokî heye û tê wateya serî rakirina li hember bindestiyê ye.

    Rêhevaltiya di nava PKK’ê de, bi têkoşîna di 35 salan de û heyanî roja îro, em nikarin bêjin ku me bi çeka di destê xwe de tenê ev têkoşîn heyanî vê rojê aniye. Ger heyanî vê rojê bi awayekî serkeftî ev têkoşîn bi rêve diçe û heyanî vê astê têkoşîn bilind bûye, ev yek bi giyana hevaltiyê ve girêdayî ye û ji vê rastiyê jî qut nîne. Ji ber vê jî rihê hevaltiyê li gel min xwedî wateyên cûda ne.

    Em derbasî herêma Botanê dibin. Ji ber ji destpêkê û heyanî niha şerê me li wê herêmê xwe berdewam dike û ji bo me jî gelek girîng e. Dema ku mirov hemû têkoşînê di ber çavan re derbas dike, armancên me di warê giştî de diyarin, lê dema ez weke milîtan digirim dest ez dikarim bêjim ku me hîn jî ewqas şehîdên xwe ji bîr nekirine. Bi taybet jî şehîd bûna hevalê Adil, Kortay, Nûda, Gulbihar û bi dehan hevalên wekî wan belkî me hîn jî hevalê Ferhad ji bîr nekiriye. Her wiha di vê pêvajoyê de pêngava azadkirina rêbertiyê jî hatiye dest pêkirin. Yanê xebatên mezin ji me tên xwestin, em jî di vê zanebûnê de ne. Di vê pêvajoyê de çi ji me tê xwestin em jî ewqas bi hest, daxwaz û xeyalên pir cûda derbasî wê herêmê dibin. Tiştekî cûda nabêjim ji hemû hevalan re serkeftinê dixwazim.”

 

KOD ADI: HEREKOL ŞIRNAK-SİLOPİ

ADI SOYADI: HALİS KUDAYİ

ŞAHADET TARİHİ VE YERİ: 1 TEMMUZ 2010 BOTAN PERVARİ AKİR TEPE EYLEMİ