JI BONA BÎRANÎNA Ş.ZOZAN KOBANÊ

Dema mirov hinek tiştan tîne ziman, pê re zehmetî jî xwe nîşan didin, nexasim dema mirov şehîdan tîne ziman, ew zehmetî qat bi qat zêdetir dibin û êşên pir kûr didin jiyandin. Çimkî di wê kêliyê de bîranînên ku hatine jiyîn, parvekirinên xweş, sohbetên germ, meşên bi coş, jiyana bi wan re û tim û tim li ser esasê rêhevaltiyê ew rihê wan ê bi hevaltiyê ve girêdayî, ew rûyê wan ê ku tim keneke germ li ser heyî, ew jiyana wan a ku tim bi têkoşînê derbas dibe hemû yek bi yek tên bîra mirov û bixwazî nexwazî êş dide mirov. Wê demê hestên mirov mîna pêlên deryayê bilind dibin û hesreta rêhevalan mirov dikşîne bêrîkirinê û hesreta wan dilê mirov ber bi wan ve kaş dike û dibe ber bi asoyên ne diyar ve.. Yek ji van şehîdan jî, rêhevala Zozan Kobanê ye. Rêhevala Zozan, hevaleke ku min ew bi keda wê û rêhevaltiya wê nas kirî bû. Roja ku min ew destpêkê dîtî di nav kar de bû û roja dawî dema min dîtî di nav komeke hevalan de bi wê kena wê ew dît. Di navbera du salan de min heval nas kir û di sala diduyan de heval şehîd ket. Tabî demeke dirêj bû ku heval dinav rêxistinê de bû û keda wê pir bû. di havîneke germ de min heval dît û di germahiya wê havînê de min ew rihê heval ê germahiya rêhevaltiyê jî dît û bi wî awayî nas kir. Di wê kêliya destpêkê de jî sekna heval kena heval ev germahî dida hîskirin. Ligel ku me hev nas nedikir, dîsa jî heval bi rêhevaltiyeke xurt nêzîkatî raber dikir. Hem sohbeta wê hem jî xizmeta wê ya hevaltiyê, şîrovekirina wê zehmet tê. Çimkî bi rastî jî bêhempa bû. Hevaleke di hevaltiya xwe de jidil, bi cewher bû; şikli nebû, bi eslî bû nêzîkatiya hevala Zozan de şikandina mirov, xistina mirov an jî biçûkdîtin nebû. Berovajî di nêzîkatiya heval de tim dilnizm bû. Li hember xistina mirova mirov bilindkirin, li hember biçûkdîtin mezinkirin, xurtkirin li hemberî şikandinê jî çêkirin hebû. Heval di jiyanê de hevaleke çêker bû, wisa qut bike û bavêje nebû. Her kêmasî bi awayekî rast çêkirin û çareserkirin esas digirt. Hevaltî bi her awayî jiyan dikir û dida jiyîn û pêşxistin. Dîsa hevaltî diparast û dixwest erkên rêhevaltiye bi her awayî pêk bîne. Hevaleke di milê uslup û xîtabet, rê û rêbaz de afrîner bû, yek çênebûya yekî dîtir dixist dewrê û bi wî awayî tiştên heyî şaş bûya, kêmasî bûya, çareser dikir. Di milê alîkariya jiyanê de jî pêşengtiya heval ber bi çav bû, bi her awayî alîkariya rêhevalên xwe dikir û bi vî awayî rêhevalên xwe bilind dikirin. Tu car xwe ji kar nedida aliyekî, tim di kar de kolektîf bû, bi rêbazê kolektîf kar dikir. Çimkî di karê kolektîf de serkeftin heye, hevala Zozan jî ev ji xwe re esas digirt. Jiyana bi hevala Zozan re, bi wate dihat jiyîn û wateya jiyana PKK’ê dihat dîtin, dihat parvekirin, rêhevaltî û gelek tiştên dîtir…

Di jiyanê de her kêmasî û şaşitî mirov dibe lêgerînan, ev lêgerîn ger ku di şopeke raste de were kirin mirov ber bi riya rast ve dibe û pêşketin û serkeftinê dibîne. Rêhevala Zozan jî, ji ber ku di şopa rast de lêgerîn kir û bi wê şopê hem pêşketinên mezin pêk anîn, hem jî serkeftin bidest xistin. Şirovekirina heval xurt bu û di milê şirovekirin û tehlîlkirina kêmasiyan de encamên xurt derdixistin holê.

Di encamê de hevala Zozan heta gihişte asta şahadetê jî di nav lêkolîn û lêpirsînê de bû. Dîsa bi awayekî rast jiyankirina rêhevaltiyê, di xeta rast de esasgirtîna meşê û têkoşînkirin ji xwe re esas girtin û têkoşînkirin ji xwere esas girt, girêdana û baweriya heval xwerû bû. Heval bi wê ve girêdana xwe pir xurt da çêkirin û di wê astê de heta çû şahadetê jî meşiya bê ku dudiliyê bijî, bê ku xwe di paş de bide, her tim tevlibûneke xurt da çêkirin bi wê tevlibûna xwe ya xurt gihişt merteba şahadetê rêheval Zozan…

Silav û Rêzên Şoreşgerî

SÎNAN BAGOK

 

Nasnav: ZOZAN KOBANÊ

Nav Û Paşnav: ZOZAN ABUK

Cih û Dîroka Şahadetê: 24 /7  / 2012