Ji bo zarokê Zagrosan, Zagros hemêza xwe ji tere wekir.

Ji ber dizanî tu yê bibî evîndarê rojê Zagrosan. Te hemêz kir, dizanî tu yê bibî rêhevalê rojê û bi rêya re stiyê re bimeşî Zagrosan. Te hemêz kir te bi şîre singê xwe û bin ava zarokiya da mezkirî. Tu nava bayê azadiyê de û bi bêhna gulê xwe mezin kirî.

Heval Cudî 1999 tevli bibû. Ji Colemêrgê bû. Heya 2008’an li Zagrosê mabû. Min, 2003’an hevalê Cûdî li Zagrosê nas kir. Beriya ez heval Cudî bibînim, heval di nav nîqaşên xwe de her tim behsa hevalê Cûdî dikirin. Digotin hevalekî pir zindî ye. Heya demekî min nedît lê, min pir dixwest ez hevalê Cûdî bibînim. Ez hevalên bicoş pir hez dikim û her tim dixwazim bi wan re bijîm bikim.

Rojekî em li ser Çarçela bûn. Em komeke heval runiştibûn. Wê demê du heval dihatin li gel me, dema nêzî me bûn hevalê li kêleka min got ev heval Cûdiyê ku em her tim behs dikin e.

Me bi germahiyeke pir mezin ew pêşwazî kir. Em rûniştin me dest bi sohbete kir. Min dema heval Cûdî dît min got heval Cûdî xwe pir qure dibîne. Lê heval ji min re gotin ne hevalekî wisayê. Pir hevalekî germe heval Cûdî rewşa min pirsi, xwest min nas bike. Navê min, bajarê min pirsi, min jê re henek kirin û min ji wî re got ez ji Colemêrg me. Kênêkî li ser rûyê wî girt û pir keyfxweş bû. Ji min re got ma qey tu hemşeriyê min î, ma qey hemşeriyê min ê wiha hene? Min jê re bajarê xwe yê re st got. Min got ez ji Urmiyê me. Min te re hanek kir. Ji min re got, “tiştek nabe, tenê sînor di navbera me de heye. Demekî were em ê vî sînorî jî ji holê rakin û tu yê bibî hemşeriyê min. Heval Cûdî di nav gel de xebat dikir. Her dihat li gelme, me hev baştir nas dikir. Ew heyecan, coş û germahiya wî ya hevaltiyê moral dida mirov. Rojekî hatibû li gel me karê wî derket û dê ji gel me biçûya. Min jê re got, “heval Cûdî ma qey tu xatir j ime naxwazî?” Gotinekî wî ya pir balkêş hebû. Digot “mirovên şoreşger xatir ji hev naxwazin.”  Û digot “gava ez xatir dixwazim ez hîs dikim ku ez ê careke din nezivirim. Xatirxwestin ji min re weke qutbuyîneke bê dawî tê. Ji ber wê ez xatirê xwe ji we naxwazim ji bo ku ez careke din we bibînim.” Demekî şûn de dîsa zivirî li gel me. Behsa heyalên xwe yên çûyî Bakûr ji me re dikir. Her tim digot “ez ê beriya we biçim Bakur.” Em demeke dirêj bi hev re man, me demên xweş bi hev re jiyan kirin. Sala 2008’an heval Cûdî çû Dêrsîmê lê min pişt re bihîst li Serhedê maye. Neçûbû Dersîmê. Carekî ji min re  silav rê kir. Min şahadeta heval Cûdî di radyoyê bihîst. Min nedixwest ez bawer bikim lê belê rastiyek pir bi êş bû!

Ji bo bîranîna Şehit Cûdî Colemêrg

Kod Adı:  Cudi Hakkari

Adı Soyadı: Serkan Taş   

Şahadet Tarihi ve Yeri: 3 Ağustos 2009’da Tendürek Çaldıran’da pusuda şehit düştü.