Evîna Dilê Biçûk Rêheval Nûda Bû

Belê heval Nûda, gelo destan bi nivîsandinê tên nivîsandin? Li ser wê difikirim. Her çiqas were nivîsandin wê destan baş nikaribe xwe îfade bike. Çi jî bêjim gotin têra wê qehremantiyê nakin. Ez çi navî li te bikim? Ez ê bêjim bilbil lê, dengê te ji yê bilbilan xweştir bû. Yan ez navê te bikim rûkenî lê ne navê te rûken bû dil û rûyê te bi ken bû. Belê hevala min dema ez li ser te difikirim, ev tişt tê bîra min dilekî biçûk, lê evîneke pir mezin bû di hinavê wî dilî de û tu her roj pê re û pê de mezin dibû. Bi rastî jî navê te nîn e mirov çi navî li te bike. Dibe ku ew nav ji bona te kêm be. Lê ez dixwazim navekî li te bikim. Navê te Nûda bû, bi rastî jî tu bûyî Nûda Karker. Te ruhê wê, di vê jiyanê de teyisand. Her wiha rêka şehîdên me di jiyanê de bû. Piştî wê navê wan bûn şehîd. Belê hevalno ez ê vê carê bêjim ji hevalên xwe re ez im Nûda ez im şehîd xemla çiya. Kulîlka Biharê bûme ez. Ez im evîn, evîna çiya. Ez im şehîd, mezin dikim jiyanê, enerjî didimê mîna tîna rojê. Ez im şehîd, bûme parazvanê jiyanê, min can û rih dayê. Ez im şehîd bila nebarînin rondikên çavan. Ez ne mirime, ez jiyan dikim bi jiyanê re, xweşik dikim cîhanê. Ez im şehîd bûme şehîd ji bo qêrîna min ya bi hezar salan bibihîzin. Niha hûn dizanin çima bûme şehîd, an çima ez şehîd im. Ji ber ku ji jiyanê hez dikim, ji ber ku însan im û ji însanan hez dikim. Ji ber ku jin im û ji jiyanê hez dikim. Ji ber ku PKK’yî me û dimeşim di rêka Rêber Apo de û evîndarê wê me.

Ji bo bîranîna şehîd Nûda

 

Ji kulîlka çiyayê Sumbul re

Tu bûyî rêhevala wan çiyayan

Çiyayên ku temsîl dikin serxwebûnê

Tu bûy şopdara wan hevalan

Hevalên ku bûn sembola berxwedanê

Te ronî kir deşt û zozan

Weke tava deşt û zozan

Weke tava heyîva li asîmanan

Te bang kir li hemû cîhanê

Te cih girt li nav dilê gelan

Tû yî stêrka ciwanan

Ciwanên ku digerin li azadiyê

Weke çûkan ditirsin ber bi asîmanan

Digerin li hemû axa Kurdistanê

Te rûyê dayikan bi ken dikir

Te kal û pîr bi hêvî dikirin

Bi çûyîna te re ey rêhevala min

Tarî bû dest û zozan

Weke ku nîn bû tava heyîv li asîman

Çûk bêdeng bûn dema ku te

Xatir ji wan xwest

Kêser ji çavê dayikan dibarî

Lorî lorî kirin dayikan

Lorîka wan bû ka Nûdaya min

Ka Nûdaya min

Rojda KATOL