Erê rêhevalê min, fermandarê min nizanim ji ku derê destpê bikim. Ji hevaliya te, ji dilnizmiya te, ji fedakariya te yan jî kîna te ya li himber dijmin, an jî eşqa te ya rojê, yan jî girêdana te ya bi çiyan a bi welat... ji ku û ji kîjan taybetmendiya te destpê bikim. Fermandarê min ê rûken ku bi qasî rûkeniya xwe ciwan.
Ma ne tu jî dizanî ku yê dimeşin pêşengê me tu buyî. Yê ku hezkirina rêhevaltiyê em fêrkirin tu buyî. Yê ku fedakarî û dilnizmî nîşanî me dayî tu buyî. Ma wê çawa ji bîra me biçe dema di pîrozbahî û şahiyan de bi wî dengê te yê zelal ew staran ku te digot “ Deşta Bismil” û piştî wê stanê ew strana ku te pir jê hez dikir û te ji rêhevalan dixwest, ew a ku tê de hesreta axê hebû û dema te her tim lê guhdarî dikir tu di kûrahiyê de diçûyî. Te her tim hesreta cihê ku tu lê ji dayîk buyî dikişand. Te her tim ew strana ku bi gotina “uçun kuşlar uçan dogdugum yere” destpê dikir. Her tim axa bav û kalan dihat ber çavê te. Ew hesret bi te re digihişt qonaxa herî bilind, ya welatpatêziyê dibû hesreta welat, welatê azad. Te her tim ew dida hîskirin û te hezkirina welat qatekî dîtir bi me dida hezkirin û bi vê hezkirina te ya welat ve dema hezkirina te ya bi hevaltiyê, me dît wê demê tu hê baştir hatî naskirin. Tu rêheval ji bo ku heval newestîn dikelî bin barê giran û tu bi wê seqetiya xwe ya ling te fedakariyên mezin kirin. Ji bo ku heval di dema çalakiyê de bê av nemînin te xwe têhnî hişt, te digot ji bo rêhevalên min e. Te nedihişt dema ku heval ji keşfê dihatin nobet bigirin. Tu bi xwe jî diçûyî keşfê lê te heya nîvê şevê nobet digirt. Ji bo ku heval têrxew bin, ma ne tu buyî ku her tim bi dilnizmî nêzî jiyanê, nêzî pirsgirêkan dibûyî. Ma ne tu buyî, digot “her heval parçeyek zêr e û ew xweşikiya rêhevaltiyê xweşikiya Rêbertiyê ye” Ma ne tu bûyî ku her tim li hember dijmin mîna volkanê kîn di dil de û te digot “bi çi awayî be pêwîst e em welat ji van qirêjiyan paqij bikin” Tu bûyî ey rêheval, ew ê ku bi me dilnizmiya militanê PKK’ê, bi me naskirina wê weke çekê li ber çav da jiyankirin. Bi wê rûkeniya xwe û bi wê fedakarî û rêhevaltiya xwe, erê rêheval tu fermandarê wê yê rûbiken bûyî û ew rûkeniya te dibû sedema moral ji me re. Erê fermandarê min niha li noqtê Armanc li benda te ye û li benda wê rûkeniya te ye. Erê rêheval, niha kaniya wê noqtê li bena wî destê te ye ku te pê bi kulman av vedixwar hê çiyayê Karker şopê te li ser singa xwe diparêze, hemêz dike. Hê ew gir dengê te di nava xwe de dihewînin.
Erê rêheval tu bi hezkirin û girêdana xwe ya bêdawî Armanc bi rojê re Armanc bi giravê re te her tim di dilê xwe de mezin kir û di 16’ê Tebaxa 2010’an de di kelegerma havînê de te xatir ji me xwest û tu bi germahiya rojê re buyî yek. Tu buyî ronahiya şevên tarî û ew dilê te yê evîndarê rojê herikî ber bi deryaya marmarayê, dorpêç kir girav mîna pêlên deryayê. Wisa bi coş û heyecana rêhevalê min û fermandarê min Serhed.
SÎNAN BAGOK
KOD ADI: SERHAT ÇELE
ADI SOYADI: KİBAR ATOK
ŞAHADET TARİHİ VE YERİ: 16 AĞUSTOS 2010 İRAN TOP ATIŞLARIYLA