Divê tu dilê xwe paqij bigirî,

Hevala Şîlan, ji Tetwanê ye. Di temenê biçûk de partiyê dinase. Hê di temenê wê yên zaroktiyê de li herêma wan şahadeta rêheval Gurbet Aydin diqewime. Ev şahadet, weke gelê herêmê rêhevala Şîlan jî pir bandor dike. Hevrê şehîd Mizgîn, weke rêzan û nûnera jina kurd, mîna her keçeke kurd a ciwan ku dixwest bibe weke Mîzgînê, di hevrê Şîlanê de jî şênber dibe. Weke gerîlayeke jin li çiyê, mirov hem bibe gerîla, hem hunermend, hem jî şervaneke azadiya jinê, azweriyeke wisa ya ku zincîrên koletiya pênc hezar salan a di stûyê xwe de derxistî, qêrkirina straneke ku bi gul û çîçekên li quntar û geliyên çiyê de şîn bûyî herî zêde jî li jinê tê. Hevrêya Mizgîn jî, di kesayetiya jina kurd de bû semboleke vê rastiyê. Em weke şervanên wê yên azadiyê, keçên kurd ên ciwan ên li pey wan dibezin, di heman rê de dê bibin rêwî, heman stranê biqêrin. Strana ku hevrê Şîlan ku bi xwe nivîsî û bi xwe gotî tê vê wateyê. Strana “dayê ez li çiya gerîla me” belkî jî manîfestoya vê çîrokê, awaza wê ye. Rêhevala Şîlan, hê di temenê biçûk de tevli refên gerîla dibe. Bi giranî li herêma Behdînanê dimîne. Di jiyana gerîlatiyê de destpêkê hinekî zorê jî bikêşe, ji bo adapteyî jiyana gerîla bibe dibe xwedî hewldaneke mezin. Heta biryara paşdekişînê dimîne li vê qadê û piştî wê, derbasî hêzên taybet dibe û ji bo pêşniyara xwe ya pêşkêşî rêxistinê kirî pêk bîne dikeve nav hewldana xwe perwerdekirinê. Piştî demekî min û hevala Şîlanê li vir hev dît.

Em bi hevala Şîlan re salekê li Tetwanê bi hev re man. Di sala 2002’an de derfetê me yê ku em hev bibînin çêbû. Taybetiyên rêhevala Şîlan ên ku mirov ji xwe re mînak bigire hebûn. Hevrê Şîlan, di sala 1998’an di encama hewaneke ku dijmin avêtî de ji rûyê xwe birîndar bibû. Bi pêkhatina komploya navdewletî re hevrê Şîlan, pêşniyara çalakiya fedaî kiribû û tevli komên fedaî bibû. Di vê çalakiyê de dixwaze dilsoziya xwe ya bi Rêbertiyê re rave bike. Demekî di yekîneyên fedaî yên li qada Metînan bû, dimîne. Paşî dîsa em li Garê bi hev re man. Dema mirov destpêkê hevrê Şîlan didît, çavdêriyeke hişk bi mirov re çêdikir. Mirov ji ber vê xisleta wê di xwe nêzik-kirina wê de zehmetî dikêşa. Di sekna xwe de gelek cidî bû; lê rêhevaltiya wê û têkilya wê ya bi cinsê xwe re bala mirov dikêşa. Ev aliyê wê, aliyê wê yê ku pir bandor li me dikira bû. Yek armanca wê hebû, ew jî pêkanîna çalakiya fedaî bû.

Rêheval Şîlan kesayetiya xwe dahûrandibû, di nava jiyanê de xwedî sekneke mîna ya ewliya bû. Di kesayetiya wê de baweriyeke gelek mezin hebû.

Di kesayetiya xwe de hêzeke mezin hildigirt. Sekna wê pir radîkal bû. Kesayetiyeke wê ya ku ev pir diteyisand hebû digot, “divê kes pêşî di kesayetiya xwe de çalakiya fedaî bike, paşî li derdora xwe, herî dawî jî li hemberî dijmin pêk bîne.” An jî divê kes di kesayetiya xwe de şerê nefsê bimeşîne. Di jiyana xwe de xwedî bername bû. Bi cinsê xwe re di nav têkoşînê de bû. Ne pêkan bû yekî/e xwedî ferasetên çewt nêzî wê bibe. Ji bo tiştekî fêrî hevalekî bike demjimêrên xwe didan. Di nav lêgerînên mezin de bû. Dixwesta ji her hêlê ve kesayeta xwe pêş bixe. Bi hevalên li derdora xwe re ev yek parve dikira. Ji bo ku heval ji jiyana wê tecrûbe derînin, bi wan re nîqaş dikir. Di jiyanê de xwedî wêrekiyê bû. 24 demjimêrên rojê bi Rêbertî û şehîdan re dijiya.

Dema ku çûyî Bakur biryara wê gelek bi hêz bû. Ji jiyana gerîla û PKK'ê gelek bi hez dikir. Di spehiya dengê xwe de ev diderbirand. Di stranên wê de jî dihat fêmkirin ku, ew parçeyekî kîjan jiyan û çandê ye. Tu caran dema xwe vala derbas nedikir. Bi dîtina tiştên ku jiyanê dagire gelek behredar bû. Potansiyeleke ku di demên pêş de gelek berpirsyariyên mezin bigire di nav xwe de dihewand. Dema şahadeta wê pêk hatî ji me re gelek giran hat. Di serê destpêkê me qebûl nedikir. Di jiyana xwe de rêxistin diparasta. Hestên xwe li hemberî dijmin veguhertibûn kînê. Dibe ku bi fîzîkî ji nav me veqetiyabe, lê belê ew her tim bi me re dijî. Dema nivîsên rêheval Şîlan ketin destê me û me derfetên xwendinê dîtin, mirov baştir fêm dikir ka çawa di nava jiyanê de ewqas zelal e. ji bo wê min xwest tenê du bend nivîsê werbigirim. Yek, hevpeymana Rêbertiyê ya bi hevalên hatî welêt re, ya dî jî nivîsa hevrê Şîlan a evîna Rêbertiyê vedibêje:

                       “ez evîndarê wênesazekî bûm

                          Ku di wêneyên xwe de qêrînê xêz dike

                         Yek jî helbestvanek kete jiyana min

                          Ku dirok di ristekên xwe de nixumandî

                           Kesekî fêm nekir

                           Ka kî ye ew wênesaz

                           Helbestvan kî ye.”

                 ***                ***              ***

“Divê tu dilê xwe paqij bigirî,

Tu dê bi hestên biyanî re xwe bernedî

Tu dê bi hêsanî û erzan hez nekî

Heta niha jî zêde hez neke

Tu dê bizanî ku ne mafê te ye

Ji bo wê em hesabên erzan ên dil nekin, BAŞ E!..

Tu dê di nav gel de jî her roj bi şerkirinê

Karê mezinkirinê bidomînî,

Di navengên têkiliyên biçûk ên têkoşînê de

Mafê wê bidî wê.

Serkeftin wisa destpê dike

Hate fêmkirin?

Hate fêmkirin serokê min.”

Belê, hevala min a spehî û şîrîn Şîlan, tu jî çûyî? Çiqas bi lez û zû! Niha em neçar in fêrî tunebûna te jî bibin ne? Weke ku em li pey her çûyînê dikin, ji me yên pey de dimînin re fêrbûna êşan û rakirina van êşan namîne; lê bawer bike heval, fêrbûna tunebûna te ewqas zehmete ku… Sembola azadî û rêhevaltiyê Şîlan… Tu bizanî ka çiqas zor e mirov te vebêje, te bijî û bi peyvan binivîse. Belê Şîlana Spehî, ez ji te re spehî dibêjim; çimkî bi rastî jî hevrêtiya te gelek spehî û cuda bû. Tê bîra te? Ew demên ku me bi hev meşên şevê kudandî û di kêşeriya bê dawî ya tarîtiya şevê ya bi aram de bi hev re dûr diçûn? Dema tu dijiya wiha bûyî, dema tu çûyî jî wiha çûyî.

Tu di heybeta çiya ya sînornenas de mezin bûyî. Weke çiya serhildêr, weke çiya dexezar bûyî. Tu xezala çiya ya bi çalak û kelecan, Şîlana min. Tevî hemû bêrehmiya şer, di nava şer de tu bi keda xwe mezin bûyî û fermandareke mezin. Dema tu tevli vî şerî bûyî hê 16 salî bûyî. Hevtemenê te li kolanan dileyistin te şer kir. Vaye ferqa te jî ev bû. Keçika kurd a kedkar me tu di dilê xwe de neqişandî, gerîla min ya dilwêrek! Tu mezin bûyî, bi hêz bûyî û bûyî fermandareke şer. Mirova ku bi evîneke bê dawî bi hevaltiyê ve girêdayî ku ji xwe zêdetir hevrêyên xwe difikirî. Ji bo ku dilê te tijî evîn bû dihatî hezkirin, yekane wateya te ne ev bû ma? Em fêr nebûn ji van veqetînan re û em naxwazin fêr bibin jî. Fêrbûn mirin e, fêrbûn xiyanet e û fêrbûn ji xwe re berevajîbûn e û xwe windakirin e. Ji bo vê ye ku, em jî fêr nebûn ji tunebûna te re. Em ê tu caran fêr nebin jî. Dîrok jî fêr nebû ji van veqetînan re, em ê çawa fêr bibin. Tevî zehmetiyên te kêşayî tu bihêz bûyî û te xwe mezin kir, yekane ferqa jiyana me jî ev e. Em bi jiyîna jiyanê wê fêr dibin û em mirovên ku bi jiyînkirinê wê diparêzin. Êşên ku em dikêşin çiqas zor bidin me jî, ev me xurt dikin. Ligel ku te qet dibistan nexwendibû te xwe gelek pêş xistibû, te xwendin di nav rêxistinê de fêr bibûyî. Evîndarê xwendinê bû rêhevala Şîlan. Mîna helbestvanekê tijî hest, pir jîr,xwedî kesayetiyeka li gorî xwe xweser bû ew. Xeyala wê ya herî mezin ew bû ku li çiya bibe helbestvanek; lê nîvço ma ev xeyala te û niha jî pêkanîna xeyala te dikeve ser milê me. Erê, Şîlan te digot min dinivîsî. Niha hem gotin û hem jî nivîsîn tenê ji min re ma. Ji bo vê ye ku xembar e dilê min. Tu bizanî ka çiqas zor ku mirov hem te vebêje, hem binivîse.

Te bi azweriyeke mezin a xeyalele mezin afirandî ketî ser şiverêyên çiyayên Xerzan(Garzan)ê. Ev meşeke evînê bû û tu car dê dawî lê neyê, tu evîndarê vê bengiyê bûyî. Me soz dabû hev, em ê li çiyayên Xerzanê bigihana hev. Tu gihayî çiyayên Xerzanê; tu gihayî bengî û evîna xwe; lê ez negiham te û evîna te rêhevala min. Lêgerînera wate û hezkirinê, weke gelek hevalên dil dayî Botanê, te jî di wateya xwe de jiya ew spehî. Heta henaseya xwe ya dawiyê tu bi wê xakê re dilsoz mayî.

Di germahiya wê bihara ku mirov dilwêrek dike de, di kêliyeke ku ez qet ne li bendê bûm de ez fêr bûm ku êdî tu dê ne di nav me de bî. Gerîlaya min a bedew Şîlan, êdî ne di nav me de bû. Belê te li pey xwe nîvçomayînek hişt, em qet hîn nebûn, em qet ji vê rastiya şer a bêrehm re hîn nebûn, gerîlaya ciwan û dilwêrek. Dizanim, tu jî qet fêr nebibû ji vê re. Em demeke ku rastî gelek bêrehm tên jiyîn re rûbirû man. Rêhevala Şîlan ji van re biyanî nîn bû. Hemû bêrehmiya şer jiyabû. Xwe û wateya xwe di wir de dît û di wir de hez kir ji vê jiyanê… Rahê xwe berda wateya jiyana xwe Şîlanê. Niha ew bi çiya rer bû yekpare. Niha li kêleka çemekî rûniştîme, bi avê re tunebûna te parve dikim. Te bibîr tînim, te qese dikim ji vê ava diherike re. Çi herîkîneke wê ya xwerû û spehî heye. Ez rûyê te dibînim di vê ava diherike de. Ew kena te ya bedew a nîşaneya azadiyê teyîsîna xwe dide van çiyayan. Çiya bi şad dibin, bi te digihên wateyê…

Nasnav: şîlan yilmaz

Nav û paşnav: hatîce aspar

Cih û Dîroka Şahadetê:26 Tebax 2008-Mûtkî