Tu kes weke te ji evînê hes nekiriye

Heval, peyva pîroz û watedar

Ey Nêrgiza ku di dilê tevahî hevalên xwe de bişkiviye

Bi bihîze û bibîne wê êdî zarokên vê welatê penaber nebin li ser xaka xwe. Wê êdî lorîkên  dayîkan ne bin dil êşî û şewad…

Ma ne te dilê xwe da bû rojê…

Roj jî dilê te di nava dilê xwe yê bê sînor de ragirtiye…

Ji bo wê ye ku,

 Îro ew dilê te di dilê tevahî zarokên ku penaber bûne li ser xaka xwe de lê dide…

Nêrgiz, evîndara rasteqîn, xezala çiya û lûtkeyên azad…

Dilê her zarokek bûye Nêrgîz û bi henaseya te ya ku te ji bo azadiyê digirt di nava hênaseya zarokên welatê te de li her kuçekê de lê dide. Gelo ma ziman, ol, reng û navê bêrikirinê heye? Ji bo wê ye ku tu di dilê her kesê ku te nas kiriye û bi tere hevaltî kiriye bêrikirin û hesreta li hember te jiyan dikin di dilê xwe de bi çirûskên çavên xwe bi derdorê xwe re belav dikin.  

Her kes xwedî dile lê her kes nabe xwedî dilekê dildar ji bo doz û azadiya xwe. Em di nava gelek serpêhatîyên rast û rastiyên ku me nêzî roja me ya pîroz dike bi rojane jiyan dikin. Belê ger ku hestên me ewqasî bi wate û bi hêz bin ev ji hêz bûn û bedewiya jiyan, raborî, dahatu û nirxê ku em têde jiyan dikin ve girêdayîye. Em her roj rastiyên nû re jiyan dikin, hest û dilê me jî şahidiya gelek mirovên jîr, leheng û vegotina wan tu peyv nikare bike di bihîzin û dixwazin rast jiyan bikin. Gava mirov van hevalên xwe nas dike û di bîhîze ew dem mirov çiqasî şanaz û bextewar dibe ku rêhevalê wan rêhevalên ewqasî pîrozin. Mirov her ku wan hevalan di bihîze û wan kêlî bi kêlî jiyan dike ew dem dibêje, bedel çi dibe bila bibe wê doza me ya azadiyê bi serkeftinê re tacîdar bibe.

Asîman xwe bi rengê şîn xemilandi bû. Ewrên sipî jî weke ku xwe li asîmanê bipêçe li pey şînatiya ku di dilê mirovan de aramtiyê avadikir ketibû.    

Gava min pênûs û lênûsa xwe xist destê xwe de ew dem min got gelo ezê bikaribim te pênase bikim û vegotinate li ser rûpelê bi nav bikim. Ji ber te bi bedewîyek gelek mezin vegotina xwe kiriye û xwe pênase kiriye. Ji ber tu li pey bedewiya ku xwe ji mirovan vedişêre ketibû. Te dizanî ku wê ew bedewî te bibîne û tujî wê bedewî yê bibîni. Di nava rasteqîna civaka me de gelek jinên leheng û dilê wan ji bo azadiyê lê dide cihê xwe di lûtkeya herê jor de girtine. Tu dizanî rêheval Nêrgîz tu bûyî heyv di dilê her kesî de ew heyva ku derdorê xwe ronî dike lê ewqasî jî di nava xwe de kûr û dûrî. Tu dinava dilê her kesî de bûyî qîrek. Her kes te bi wê qîrê bi nav dike. Her yekî ku qala te dikir weke ku li ser zimanê wan newayek xwe berdida ber bi jiyanê. Ew newa ya ku te di dilê her kesî de bi cîh kiriye. 

Ez dixwazim rûpela xwe û peyvên xwe bi bêje bêje bi çirûskên çavên dayîka te ya ku ji bo te ew hestên xwe yên pîroz û ji ew çirûskên çavên dayîka te hest û heskirina ku ji bo te dida diyar kirin bi dest nivîsa xwe bikim. Gelo wê kîjan bêje, peyv û hevok bi gihije hewara min? Wê ew hawar bikaribe hawara di dilê dayîkan de bi nav bike. Ma ne tevahî gotin li hember hest, raman û dil şewatiya dayîkan tiptazî di mîne. Gava mirov bibîkên çavên dayîka meyze dike ew dem ew hestên ku jiyan dikin weke tîr kevanan li ser dilê mirovan dikeve. Ewqasî tûj lê ewqasî jî nerm têşîne. Ma ne dayîk tevahî vegotinên xwe di nava bibîkên çavên xwe de vedişêrin. Bi wan vegotinan dilê xwe dixemlînin. Rêheval Nêrgiz tişta ku ji kûrde min ji gotinên dayîka te fêm kir çi bû tu dizanî; “tu kes weke te ji evînê hes nekiriye. Ji bo wê ye ku dayîka te ji te û ji ew evînate gelek hes dikir. Bayê evîna te ya dur dilê dayîkate hênik dikir ku dayîka te li hember ew êşa ku te di dilê wê de avakiriye ne dihişt ji bibîkên wê yên bedew de rondikan birişîne. Raste çavên wê rondik ne dibarandin lê, dilê wê bi deryaya keser û axînê hatibû dagirtin. 

Nêrgiza min, diyê…

Du peyvên zêrîn, yên ku ji kûrahiya dilê dayîkan tê ser ziman

Du peyvên ku gezeban perçe dike…

Du peyvên ku mirovan lal dike û tevahî peyvan bê wate dike…

Ji ber ev her du peyvane tevahî wateya watedar dike, di nava xwe de

Ev gotin û peyv ya ku ji dilê dayîka te derdikeve û ji derveyê wê kes nikare wê rastiya ku ew jiyan dike bi lêv bike.

Nêrgiz ya ku weke welatê xwe û weke çiyayên xwe yên bêhempa, bedew û serbilind.

 Her tim hêviyên xwe nû dike li hember bê hêvitiyê.

Min fêm kir ku rêheval Nêrgiz tu gelek dişibî dayîka xwe serbilind û asî. Dayîka te gava qala te dikir bi serbilindiyek mezin û şanasiyek qala te dikir. Dayîka te bi van gotinan ji bo te di kûrahiya dilê xwe de bi hesret û kesera xwe re risandiye dibêje; “Nêrgiz keça min e.” Gava vê gotinê dibêje jî bi şanaziyek mezin û bi serbilindiyek gotinên xwe rêz dike. Çiqasî serbilindiyek û bedewiyek bê gotine ku mirov li ser zimanê dayîka xwe bibe newayek. Erê heval Nêrgiz tu jî li ser kurahiya dilê dayîka xwe bûyî newayek. Ya ku bi wê newayî bi newayan ji bo hevalên te rêz dike. “Nêrgiza min temen biçûk lê aqlê wê mezin bû.” Ma ger aqlê wê ne ewqasî mezin ba ew dem jî ewqasî aşiqê heqîqetê ne dibû û li ser vê bingehê jî ji bo xwe jiyanek bi rûmet ne dihilbijart. Heval Nêrgiz bi wê temenê xwe yê biçûk re ketibû zanabûyîna gelek rastiyan de. Ji bo vê ye ku ji bo xwe jiyana gerîlatî esas digre û weke ku bibêje; “jiyana gerîla dibistana ku mirov têde pêş dikeve û xweşik dibe.” Li ser vê bingehê jî berê xwe dide warên azad û bedewiyê. Ma ne ji xwe mirovên bedew her tim li pey bedewiyê dikevin. Belê heval Nêrgiz em gotinên dayîka xwe guhdar bikin, dayîka te dibêje; “Nêrgiza min di tevahî kar û xebatên xwe de serkeftî bû. Heskirin û bedewiya hevalan hêja dema em gundbûn ketibû di nava dilê Nêrgiza min de. Piştê ku em penaber bûn jî ev heskirin mezintir û bi zanistir bû. Nêrgiza min mamosteyê jiyanê û rastiyê bû. Gava em penaber bûn, Nêrgiza min her tim weke ku ji malbatê re civîn çê bike her tim şîret li me dikir û di got; “diyê, bavo em penaber bûne êşa me yeke, ji bo wê jî êmanet ciranên me û tevahî Milet, dilê tu kesê neşkînin û hişyariya xwe bikin.” Heval Nêrgiz ji gotinên dayîka te û tevahî gotinên ji bo te hatine gotin diyar dibe ku te di wê temenê xwe de hevgirtin û yekitiya gelê Kurd fêmkiriye. Ji bo vê ye te baş fêm kiriye ku ev yekiti di serîde ji malbat, cîran û derdor tê avakirin. Ango rêxistinbûyîna kesayet ji ya civakê qut nîne ya civakê jî ji ya kesayetê mirov nikare qut bigre dest.          

Belê gotinekê Rêber APO heye û dibêje; “bibim pêncî salî jî ez xwe weke zarokan his dikim.” Rêber APO di wateya ku mirov di kîjan temenê de dibe bila bibe pêwîste mirov her tim ew potansiyela nûbûyîna fikir û hest dinava xwe de bi hewîne. Her tim ji bo fêrbûyîn û girtinan jî bi meraq, xwastek û bi israr tevbigerin. Belê heval Nêrgîz mirovên ku kîn û nefretê wan mezin be kesayet û çalakiya wan jî mezine. Erê rêheval Nêrgiz tu jî yek ji wan mirovên mezinî. Ji ber tu lêgerînvanê xeyalên xwe bû. Ji bo wê ye ku te di ramanê xwe de xeyalên xwe bi zindî jiyan kiriye.

Rêheval Nêrgiz te şerê tarîtî û ronahiyê ser xistiye. Lê gava te vê kiriye jî te ne taritiyê bê wate kiriye ne jî ronahî yê. Ji ber têkoşîn û berxwedaniya ku tu di dî meşandin li ser bingeha hêza watebûyînê hatiye avakirin. Rêhevala Nêrgiz di kesayetiya xwe de jin-jiyan şênber kiriye û heman demê de jiyan kiriye û daye jiyan kirin. Ji bo vê yekê tu bûyî kilê çevê dayîk û tevahî hevalên xwe. Ev çiyayên azad yên ku tu aşiqê wanî ew jî bûne kilê çavên te. Em jî weke rêhevalên wan yên ku li pey şopa wan di meşin dibêjin; “ji bo ku em bi qerdar ne mirin bi awayekî bi hêz emê têkoşîn û berxwedaniya xwe bi lûtke bikin û bidin meşandin.”

Kod adı: Nergiz Pınar
Gerçek adı ve soyadı: Xezal Kara
Doğum tarihi ve yeri: 1982 Şırnak
Katılım tarihi: 1999 Maxmur
Ana adı: Mercan
Baba adı: Hacı
Şahadet Tarihi: 30 Ağustos 2001 Kandil Kani Hejire

 

Gulan Avrêl

 

Kategori: Şehit Anıları