Ew dildarê hevaltiyê bû

Baran hêdî hêdî dibare li ser dilê min,

Behna axê min mest dike û ber bi bedewiya te ve dibe

Ger ku tu baranî ez jî ew axa ku bi barîna te mest dibe

Ger tu dilopek baranî

Ez jî ew xwinava li ser dilê axê me

Baran dibare li ser rûyê erdê

Erd serê xwe radike û rûye xwe berteve dibe

Ger ku baran ji bo axê dibe henaseya jiyanê

Tu jî ji bo min dibî henaseya jiyana min heval

 Ax hemêza xwe ji barîna baranê re vekiriye

 û dilopên baranê dixe di nava dilê xwe de

qeliştên dilê xwe bi dilopên baranê  dadigre

em jî dilên xwe bi heskirina we tijî dikin.

Birastî jî ew çi bû, rûyê min ked, piştre tevahî bedena min tevizand û derbasê dilê min bû. Nizanim peyvên dilê te bû, an jî dengê te bû. Na na dengê kenê te bû. Ew kenê ku di bû melodiya aramiyê û dil xweşiyê. Ew kenê ku bi xwe re tevahî şevên bêdeng dixist di nava coşekê de. Ma ne çavên te di bû tîr kevan û li dilê heyvê dixist. Hevy şerm dikir ji fêrmiskên xwe yên dibarandin li ser rûyê erdê. Erd xeyîdî ji heyvê û berê xwe lê zivirand. Heyv got; “berê xwe min ne zivirîne ey xaka pîroz, fêrmiskên min ne ji ew tîrên ku li min ketin. Ew fêrmiskên min yên kêfxweşiyê bû. ji ber min ronahiyek dîti bû ji min bedewtir. Min çavek dîtibû mirov jê têr ne dibû. Bi çav û ronahiya xwe di bû îlham. Ew fêrmiskên îlham û mest bûyînê bû.Stêrkên asîmanan bi yek dengêû bi yek zimanê bersiv dan heyvê û gotin; “ew Stêrka li ser rûyê erdê bû. Ew şewqa me ya li ser dilê welatê agir bû. Gava em bê şewq di man di asîmanan de me şewqa xwe ji ew Stêrka ku bi jiyana xwe re jiyanê di afirand digirt. Ew rê û rêzanê me yê di welatê bihûştê de bû. Belê tevahî stêrkên asîmanê qîr dikirin bi yek dengê STÊRK…

Ma qey peyvên min yên şermînok wê bikaribe? Ji ber xezîneya bêjeyan gelek qels bûye. Her tişt bi hiskirinê destpêdikir. Ma ne hiskirine di mirovan de lepitandina jiyanê avadike. Çavê mirov zimanê dilê mirovane. Çirûskên ku nava çavde xwe dide der jî ew pakbûyîna dil dide diyar kirin. Pak bûyînek wisane ku bi ruhê xwe li te dide diyar kirin. Min nava bedewiyekê ku mirov bedewiya jiyan û hevaltiyê nas dike, jiyan dike û his dike de heval Stêrk nas kir. Ji xwe bi yek dîtinê re mirov dikir heyrana xwe. Ew lepitandin bû mirov berbi cewherê xwe ve dibir.

Ronahî heye tenê xwe ronî dike, lê ronahî heye bi xwe re tevahî der û dorê xwe bi ronahî ya xwe di xemlîne. Ango çav, dil û ruhê mirovan ronî dike. Rêheval Stêrk jî yek ji wan ronahiyan bû yê ku li hember zilmata taritîyê bi ronahiya xwe şer dikir û têdikoşiya.

Rêheval Stêrk cewherê navê xwe bû, cewherek gelek pak û xweşik lê bû. Ji xwe gava mirov çen seat jî pêre jiyan kiriba wê bidîta. Li ser ciwanên Kurd bi taybetî jî ger ku mirov Kurd be, ciwan be û ya giring jî jin be şerên taybet, psîkolojî, çandî, nasname, hebûn û li ser cewherê mirovan gelek şer tê meşandin. Ango ji bo ku mirov nebe ya xwe û ji cewherê xwe derkeve gelek şêwaz tên meşandin di hêla pergal de. Çawa ku li ser her bajarekê Kurdistanê bi şêwazên cur bi cur êrişên, çandinî û ji bo ku ji cewherê xwe derkeve tê meşandin. Yek ji van bajarên Kurdistanê jî Gevere. Heval Stêrk jî ciwanekê yê Geverê bû. Em baş dizanin ku neyar û pergala baviksalarî çi ji ciwanên Geverê dikin. Lê birastî jî gava mirov heval Stêrk didît û pêre jiyan dikir weke ew sosinên zozanan û lîlav pak bû. Hem di hêla ruh de, dil de, hest de û hwd. Ya rast rêheval Stêrk xwedîcewherekê yê rast ê ku tu pergal ne kariye qirêş bike.Gava mirov pêre jiyan dikir jî, mirov ne dizanî dem çawa derbas dibe. Kîn nefret û hirsê wê yê li hember neyar, dagirkeriyê di asta jor  de bû. Birastî jî rêheval Stêrk ji hevaltiyê gelek hesdikir û nirx dida hevaltiyê. Ji bo wê nirxê herê giranbiha jî rêhevaltî bû. Ji ber vê yekê tolgirtina rêhevalên xwe, xwîna rêhevalên xwe erdê ne hiştin ji bo wê soza jiyanê û ya hevaltiyê bû. Ando agirê nava dilê wê de her tim bi awayekê gelek geş pê diket. Tu carî destûr ne dida ew agir bi tefe. Di her çalakiyê de, di her kuştinekê yê leşker de di got, kême pêwîste em tola hevalan hêj tujtir bigrin.

Belê tu êş qandî êşa rêhevaltiyê giran nîne. Lê ger ku mirov rast wê êşê bigre dest, bi hêza watedayînê re binirxîne tu êş jî weke wê mirovan mezin û binirx jî nake.

Rêheval Stêrk xweşikbûna welatê xwe di ruhê xwe de jiyan dikir ev xweşikbûn jî li ser rûyê wê xet bi xet xîz dikir.Gava bi ew çavên xwe yên xweşik mirovan meyze dikir mirov di got gey tevahî çavkaniya çem, rûbar, kaniyên welatê wê di bibîkên çavên wê de di herike ber bi bê dawîbûyînê ve. Çav û birhên wê weke tîr kevanan bû, xwe nava dilê mirovan dixist. Ji ber tu qirêjî li ser bandor ne bûbû ji bo wê tevahî tevgerên wê, nêzîkatiyên wê û tevalêbûyîna wê ya jiyanê gelek xwezayî bû. Ji xwe gava di keniya tevahî xweza, gerdûn pêre dikeniya û li hember kenê wê di ketin nava aramiyê de. Xweza di kenê rêheval Stêrk de bedewbûyîn û aramiya xwe didît. 

Di rêhevaltiyê de ked, guhertin, veguhertin, heskirin, avakirin, îrade, têkoşîn, wêrektî, hewildan û astengî çi dibe bila bibe hev mezinkirin û ji nû de afirandina hev heye. Li gor vê rêgez û şêwazê jiyanê, têkoşînê û yê azadiyê pêwîste mirov ava bike.Belê rêheval Stêrk jî li gor vê ferasetê û rastiyê tevdigeriya. Ji bo vê yekê bû ku di dilê tevahî hevalên xwe de cihekê xwe yê gelek hêja avakiribû. Rêheval Stêrk tu yê her tim ev cihê xwe yê hêja de cih bigrî û emê xwe bi vê cihê mezin bikin bi têkoşîna xwe re. Her henaseyên ku em digrin û didin emê minetarê te û yê tevahî rêhevalên me yên pakrawanbin.

Kod Adı: Stêrk Gever
Adı Soyadı: Nazlı Alpdoğan
Doğum Yeri: Hakkari
Anne - Baba Adı: Emine - İdris
Şehadet Tarihi ve Yeri: 2 Kasım 2017 / Hakkari

 

Gulan Avrêl