Te ez dilşad mezin kirim
Di nava kul û xemên xwe de
Ji xezeba xwînmêja veşartim
Di birînên laşê xwe de
Te ez bi hêviyên xwe têr kirim
Bi xewnên xwe dilxweş
Bi xeyalên xwe rûgeş kirim
Carna wekî dilê min sipiyekê bêsînor
Carna jî wekî xwe
Kevaleke bi heft rengan xemilîbûyî
Wekî keçeke Colemêrgî
Ka çawa bi kincên
Kesk û sor û zer
Xwe dixemilîne ji bo şahî û dîlanan
Te wisa xwe ji bo min dixemiland
Bi xemla Zînê
Bi xemla Binefşa narînxx
Ji bo min Mem ê
Ji bo min Cembeliyê dilsoz
Keziyên zozanên xwe
Bi tîrêjên rojê
Pora çiyayên xwe
Bi zelaliya bayê serê sibê şeh dikirin
Berfînên serhildêr
Li ser doşeka rûyê te
Bi hêza ronahiya awirên te
Evîn ji xwe da dizî
Û ez kirim evînperestê te
Ma te ji bo min çi nekir welato
Başe, min ji bo te çi kir gelo
Min ji bo te çi tişt nekir
Ger tu dergeh bibayî
Pêwîst ez bibam derazîna te
Ger xaniyek bibayî
Pêwîst ez bibam dergehê te
Ger mîrek, begek bibayî
Pêwîst ez bibam xulamê te
Ger şêxek, pîrek bibayî
Pêwîst ez bam êxsîrê te, mûrîdê te
Ger Xudayek bibayî
Pêwîst ez bam Pêxemberê te
Ger olek bibayî
Pêwîst ez bam olperestê te
Ger Zîn, Xecê û Leyla bibayî
Pêwîst Mem, Siyabend û Qeys bama ji bo te welato
Bes ez bûm agirê dojehê
Û berbûme laşê xwe
Li gel xwe min tû jî sotî
Ji ber hindê
Ez rûreşim, ez şermezarim
Mafê min hezar caran mirine
Ji ber ku ez zarokekê xerabim
Hun dizanin stêrkên li asîmanan
Hun dizanin kulîlkên li çiya û zozanan
Hun dizanin avên kanî û rûbaran
Hun dizanin kevokên di hêlînan de
Hun dizanin dayîk û bavên dilşewat
Hun dizanin keç û xortên bêmirad
Ez zarokek xerabim
Ji xwe şerm dikim
Ji te şerm dikim welato, şerm dikim…
Ji penusa şehîd Dilşad Aryen (Gıyasettin Kaval)