Mirov çawa hevalê Mehmet Goyî bide nasîn? Gerîlayekî ku tam 24 sal çavê xwe ji yek striyekî neşikandî û jiyan kir wê kî/ê karibe bide nasîn? We şer bigota, an jî çalaki bigota, ji ser înada dijmin daketina meydanan bigota û dijî dijmin bi rastî serhildêriya wî bi hata gotin, navên ku ewil were aqilê mirov “Mehmet Goyî,” ewê kî/ê karibe vebêje.
Piştî Kongreya 5’an 18 sal berê li Heftanînê min hevalê Mehmet Goyî nas kir. Di kongrê de biryara avakirina “du alayên bahoz” hatibû girtin.
Mehmet Goyî, wek ji nav jî li ser e ji eşîra Goyiyan e. Goyî bi giştî bi wêrekiya xwe tên nasîn. Wekî hevalekî jî di derbarê Goyîyan de nivîsiye, “Eşîra Goyî derveyî rastiya eşîrên din in, wekî di vê eşîrê de serokeşîr tune ye. Belê, çand û zanîna eşîrtiyê, him jî gelek zêde ku me ev rastî di nav têkoşînê de ji hevalên Goyî pir dîtiye heye. Lê serokeşîr tune ye. Wekî din axayên li cihên din jî tune ne, wek ku bûye belaya serê gelê Kurd saziya axatiyê ne derbasdar e. Di nava eşîrê de hûn nikarin “şêx” jî bibînin, tenê seyîd hene. Ew jî di wateya civakî, di cihên xwe yên hûrmet de hene.
Ev hemû rastiyan bi nirx in, mirovên di vir de serbilindî, rûmetdarî, zêde bi însiyatîfbûn û jîr in, rewşekî ku ji pêşketinê re vekirîbûn heye. Hîn zêde bi îdîa û bi biyar in, zîrek dibin û wisa serî natewînin. Bi wan re dînamizm, tevger û zîndîtî her tim heye, axayê xwe bi xwe ne. Ev dihêle ku kesayetekî/ê gelek zexm bi wan re pêşbikeve. Bi taybet jî di nava çiyayan de, ji “şaristaniyê dûr” û vê bi daxwaz jiyankirin, di van çiyayên bilind, asê û şertên zor ê jiyanê jî li ser be, di jiyanê de berxwedêr, bêtavîz û kesayetek bi biryar ava dibe.
Tiştên li jor hatî gotin hemû bi heval Mehmet Goyî re hebûn û hîn zêde jî mirov dikare dirêj bike. Heval Mehmet Goyî her çi qas ji eşîra Goyiyan be jî di sala 1967’an de li navenda bajarê Wanê hatiye dinê û li wir mezin bûye. Bi eslê xwe ji gundê Mijînî ye. Mijîn di qada Botanê de her tim gundekî herî li pêş e. Wisa vala nehat gotin “gundê PKK’yiyan”, û vala ji alî dewleta TC’ya faşist ve nehate şewitandin û hilweşandin.
Belê hevalê Mehmet Goyî li bajaran mezin bûye, lê ruxmî vê ew tam “Goyî”yek e. Aliyên baş ê eşîra Goyiyan li ber wê jî perwerdeya li bajar û nasandina xwe ya ji kûderê ye, raste rast dîtîna zextên dijmin, hişitiye ku ew, li dijî dijmin di asta herî jor de kesayetek serî netewandî û şerker kiriye. Hevalê Mehmet ji Apê xwe Omer pir hez dikir û apê wî li penaberiyê şehîd dikeve. Bi wî re li Tirkiyê û li cihên cuda yên Kurdistanê karên înşatê dike, hîn ji wê demê ve dijî Kurdan biçûk xistin û zextan nasdike, wisa mezin dibe.
Di ciwaniya xwe de ji aliyekî ve dixebite û ligel vê eleqeyekî xwe yê mezin ji Kurdeyatiyê re heye. Futbolê xweş dilîst, sal derbasbin jî wî li çiyayên azad futbol dilîst. Di ciwantiya xwe de li dijî ti kesî/ê bi serî netewandina xwe di hate nasîn.
Berî salên 1990’î ekseriya KT’yê dike û rastiya dewleta KT’ê baştir fêhm dike. Di aliyê ruhî ve pêşketinan jixwe jiyan dike, ji wê deme ve dilê xwe dide çiyayan. Apê wî, yekî ji siyaseta Kurd ne dûr e. Dizane bedela siyaseya Kurd giran e. Ji bo wê raste rast nabêje biçe, dibêje “ ev kar zehmet e, çûyîn heye zivirandina wî tune ye. Karekî bi şeref û xîret e, ger tu karibî vî barî hildî here”. Beriya hevalê Mehmet pismamekî wî jî tevlî qadên azad bûye. Ji ber wî jî ger carek fikirî şûnde, nabe ku zivirandin çêbe. Ger carek biryar bide, divê ku êdî pêwîstiyên wî bi cih bîne.
Erê, hevalê Mehmet di sala 1989’an tevlî PKK’ê dibe. Hê salên ku kes nikare wisa rihet wêrekiya tevlîbûnê bide ye. Zehmetî zêde ne.
Perwerda ewil digre û maratona wî destpê dike, pratika xwe ya ewil li zozanên Elbaqê ye. Çawa ku efsaneya gerîlatiya herî pêşketî Sari Îbrahîm e, di heman astî de divê ku gerîlatiya hevalê Mehmet Goyî jî li cem be. Wek me got li Rojhilatê Botanê di serî de li hemû zozanan cihekî ku wî gavê xwe neavêtibe nehiştiye. Di 1994’an de dê derbasî dilê Botanê, Besta bibe. Perwerdeya kadroyan li vir dibîne, berê xwe dide devîneya Colemêrgê. Li vir fermandarê yekînê ye. Salên dijawar in. Tansu Çîlera çavhêsir digot: “Em kevirekî nadin, an ê biqedin an biqedin” ev dem e. Li dijî vê partiyê jî dixwest pêngavekî bi hêz bike. Hevalê Mehmet bi 12 hevalên xwe li hember Tugaya Colemêrgê, li dîjî girê wî plansaziya çalakiyekê dikin.
Me li jor gotibû wêrekiya wî, çavsor e. Carekê hevalê Mehmet biryar dabe hemû cîhan jî were ew bi paş de gav navêje. Tevî hinek hevalan wekî serdemên berê, li dijî Qeleyên tanzîmbûyî bi dilekî mezin êrîş dike, yek gav bi paş de navêje. 3 heval li vir şehîd dikevin ew jî giran birîndar dibe. Ji alîkî ve bi wêrekiyekî mezin êrîşî hezaran leşkeran bikî, li aliyê din wêrekiya medenî ku bingeha wî aqil e, tûyê nedî cem. Ev paradoks, ji destpêka dîrokê heya roja me, diyar e ku wek mîrasekî bûye kesayet.
Di nava têkoşîna xwe yê gerîlatî de wer xuya dike dersa herî girîng jî ev bû. Piştî vê êdî wê di asta jor de şiyarbe, di derbarê gerîlatî de bi hişyarî tevbigere. Piştî birîndariya giran diçe Başur. Zêde nasekine, cardin dizivire qada şer. Vê carê bi hevalê Adil Bilika re dê here Rojavayê Botanê. Tevlî dehan çalakiyan bû, ji gelek serkeftinan re pêşengtî kir. Heman demê wê ji hevalê Erdal (Engîn Sîncar) re jî fermandarî bike, wê deme hevalê Erdal nû bûbû fermandarê Taximê. Li Botanê çalakiya ku herî zêde tê zanîn a Serhatan, fermandar hevalê Mehmet e. Feramandarekî din ê erîşê hevalê Erdal e. Gir tê paqij kirin, 19 çek radikin û çalakiyên payîzê bi yekîneyên tevgerî dê berdewam bike.
Di sala 1995’an de hevalê Mehmet di eniya rojhilat de Fermandarê yekînê bû. Di bihara 1995’an de vê carê li zozanên Colemêrgê, di yekîneyên tevger ku hevalê Rohjat Bluzerî tê, erka fermandariya taxima yekemîn digre.
Di dawiya sala 1995’an de dîsa ferandarê yekînê ye. Di sala 1996’an de li Colemêrgê di Tabûra Rojhat Blûzerî de wek fermandarê yekîneyê, di qadên pêş de erk digre. Di 1996’an de wê biçe sahaya Serokatiyê, piştî perwerdeya wir, dizivire û wek alîlkarê hevalê Rojhat Blûzerî li Colemêrgê erk digre. Di Tabûra Colemêrgê de, di operasyonên dewleta TC’ yê -ku bi alîkariya Îsraîlê dimeşend- wê li eniya Zapê navê xwe li gelek çalakiyên bi nav û deng bide. Tabûra Colemêrgê, piştî vê derbasî Bakur dibe, ew jî li Başur xeta Avaşînê dimîne û li vir gelek çalakiyan pêş dixe. Dûvre di sala 1997’an de dîsa wê vegere zozanên Colemêrgê.
Sala 1997, sala ku zozanên Colemêrgê li dijmin dibe goristan e. Ji alîkî ve Rojhat Bluzerî ku di gerîlatî de bi daqîqbûn, tanzîmbûn û şerkeriya xwe tê nasîn, li hêla din wêrektiya hevalê Mehmet dîsa wek şerkeriya wî û bi biryarbûna wî; hevalê Eşref Nordiz-Eşref Karakoyun-, Hamza Gundik Remo, Firat Êzîdî, Arî Hezex û Agir Pêt wekî van gelek qehremanên efsanewî vê salê li dijmin kiribûn goristan, ev dilên mezin bûn. Hema bêjin yek rojên wan bêçalaki derbas nedibûn, hema bêjin kêliyên ku li dijmin nexistinbûn tune bû. Bi tenê vê salê 60 çekên dijmin hatibûn rakirin, bi dehan çalakî hatibûn pêşxistin. Bajarê Colemêrgê jî di nav de ev sal salekî dijmin nikaribû ji baregehên xwe derkeve derve bû.
Payîza vê salê hêzên Colemêrgê li zozanan dê demsaliya xwe derbas bikin, cara yekemin e kû hêz wê li zozanên Colemergê zivistanê bimînin. Ev tanzîm a heval Rojhat Blûzeri ye. Mixabin wê hevalê Rojhat Bluzerî di vê salê de giran birîndar be û derkeve derveyî welêt. Ji ber vê jî karê bi cîhbûne bi giranî dikeve li ser milê hevalê Mehmet. 127 heval wê zivistana 1997-1998’an de li zozanên Elkê derbas bikin. Beriya zivistanê bi operasyonekî mezin ê dijmin gelek pêdiviyên wan ên zivintanê dikeve dest dijmin. Wê cihê xwe yê mayînê biguherînin. Wisa ye ku hê berf li erde ye dê cihê hêwirînê çêbikin, nayê ziman jî lê belê riya 20 saetî dûr erzaqan bi pişt bardikin û bi cih dikin. Dema erzaq kişandinê di her gavî de herî li pêş, bi moral-motîvasyon û pêşeng hevalê Mehmet Goyî ye. Piştî wê, hê zivistan xelas nebûye dema ku neçar man dîsa cihê xwe biguherînin ê lingê 25 hevalan di berfê de bişewite. Dîsa jî yê ku hêza hevalan li ser piya digre û a sekna milîtaniya şoreşger a hevalê Mehmet Goyî bû.
Di sala 1998’an de tevgera li zozanan wê zû dest pê bike. Hevalê Mehmet piştî hevalê Rojhat Bluzerî ber Ava Masîroj dikeve û şehit ket, di Tebaxa 1998’an de dibe fermandarê eniyê. Fermandartiyê li Xakûrkê, Garê, Zap, Akademiya Mahsum Korkmaz û eyaleta Amedê dike. Di Biryargeha Navendî, Qendîl, Zap, Ocaxa PKK’ê û Biryargeha Başur berpirsiyarî û erkan dimeşîne, sala 2011piştî civîna Konseya Leşkeri wek fermandarê eyaleta Wanê tê erkdar kirin û dîsa vedigere qadên Colemêrgê.
Di civîna konseya leşkerî de biryar hatibû girtin ku hevalê Mehmet Goyî ji bo hêzên leşkerî li ser perwerdê kûrtir bin, pratîka xwe ya ji 1989’an heya roja me ya îro binivîsîne hatibû biryar kirin.
Bi rastî jî di têkoşîna 24 salan a hevalê Mehmet Goyî wek fermandariya di şer de herî pêşeng bû mirov çawa vebêje nizane.
Min hevalê Mehmet Goyî wek li jor jî gotibû 18 sal berê naskiri bû, carekê çar sal di heman qadê de bi hev re bûn. Wekî din jî di gelek qadan de bi hev re man. Pisporiya siyasî, fermandarê taxim, yekînê û h.w.d di gelek karên fermandariyê de bi hev re bûn. Di nava têkoşînê de yê ku herî zêde gel hevalê Mehmet maye yek jî jê ez bûm. Ligel hev di heman qad û pratîkê de man.
Ji bo min hevalê Mehmet Goyî wek ku min dişiband li Mehmetê Zirav (Înce Mehmet) diçû. Di kesayatiya wî de serî netewandin, serbilind û sekna wî ya bi rûmet min her tim bandor kiriye. Kesek dikaribû tevlî nêrîna wî nebe, rexne bike lê dîsa jî li hember sekna wî ya serî netewandî bi hurmet dibûn, ji kedkariya wî re nêzikati ya bihûrmet her tim hebû û her tim jiyana xwe ya di nava hevalan de wê hurmetî hebûya. Ji wêrekî, comerdî û li dijî faşîzmê serhildêriya wî re ne tenê hurmet dayîn, hûnê heyrana wî bana.
Belê gelek şervanên hevalê Mehmet heyranê wî bûn, ê di şer de bi hev re mane bi taybet heyrana wî bûn. Herî xulase mirov bîne ziman, di gavên herî krîtîk ê şeran de jî pêre mayîn dibû cihê keyfxweşiyê. Mirov dema ligel wî ba xwe wekî li ber çiyayekî zexm û ji zelzeleyan jî bandor nabe, hîs dikir. Ti şervanekî/ê ku ligel ba nedibû ku newêrek û tirsonek jiyan bikira, ji ber hevalê Mehmet jî rê nedida rewşekî wisa.
Wek kevneşopiyekî Ocaxa PKK’ê ye, pêşî xwe didin naşîn. Li wê derê piştre hevalekî gotibû hevalê Mehmet dibêje: “Ez Mehmet Goyî li dijî dewleta KT, rejîma Îranê, dewletên Ereban, emperyalizm li dijî hemû hevkarên wan min şer kir. Ji vê şûnde jî ez ê şer bikim.” Wisa xwe dabû naskirin. Li wir ez ne amadebûm û min ji hevalê Mehmet nepirsî, qasî ku ez hevalê Mehmet nasdikim hevalekî wisa ye. Hemû cîhan lê bibin yek bi ser de herin jî hevalê Mehmet yek milîm gav paşde navêje, ji doza xwe dernakeve û heya dawî wê şer bike, yekî wisa bû. Zêde bi bejna xwe ne dirêj, bedena wî bêhêz be jî, bi dehan caran parçebûna bedena wî car din bi dilekî mezin li dijî cîhanê serî radikir û di nav mirovan de heyrantiya xwe dihîşt. Ev dibû sedema hezkirin û qebûlkirina wî.
Him yekî merd, çavsor û birûmet bû, him jî her tiştî bi yekserî qebûl nedikir. Mînak ger di nava têkoşînê de fermandarekî ne şerker bûya qebûl nedikir. Dibû ku carna me vê aliyê wî rast nedidît û rexne dikir jî li gor wî kesekî erkê fermandariyê girtibe, pêwîst e erka wî ya yekem şerkirin be. Eger vê neke “ew fermandar nîn e û layîqî fermandariyê nîn e”.
Helbet aliyê hevalê Mehmet a tenê şerkeriyêdi ecibîne nebû. Di nav hevalên ku gelek rûmet didayê de yê di şeran de destan nenivîsandine jî hebûn, ev hevalanan jî aliyê wan ê di jiyanê de gelek bi bandorbûnanin. Vana yek car mamosteyê perwerdê bûn carna jî li ser jiyanê hakimbûn, di alî rêxistinê de jî gelek hakim bûn. Yên wisa bûn û behsa fermandartiya mezin nedikirin bi rastî jî ji wan hezdikir. Yanî pirsgirêk tenê ne şerkerî yan jî neşerkerî, ji bo wî însan bi xwe çi ye ew e yan na yê eşkere û vekirî ne ev in.
Hevalê Mehmet jî gelekî eşkere û vekirîbû, ji bo vê jî dem bi dem di nav têkoşînê de erkên giran zêde digirt û diket zehmetiyan. Dema erk zêde be ziman, nêzîkatî û şêweyên wê jî divê gor wî be. 20 kes birêvebirin û 500 kes birêvebirin ji hevdû cuda ne. Ger hûn 500 kesî bi rêvedibin pêwîst e zimanê we çêker, polîtîk û ji bo herkesî be. Wer nebe bi rastî jî ewqas kes û reng birêvebirin gelek zor dibe. Him jî di nav şertên dijwar ên şer de. Rewşa rihî di nav şer de gelek girîng û bi bandor dibe, her tiştî her dem hûn nikarin bêjin. Pêwît e gelek alî li ber çavan bigrî. Ji bo vê hevalê Mehmet carnan ew eşker û vekirîbûna wî ew dixist zehmetiyan.
Ev aliyê wî di nav pêşiya şeran de, cihê ku lê ye gelek encamê erînî jî derdixist. Her kes didît ku xwe çawa tevlî karan dike, wana jî bi xwe re birêvedibir. Li cihên ne wisa de gelek zehmetî kişandibû. Carekî ji ewyaleta Amedê nû hatibû Başur, gotina wî ya yekem, “li vir gelek derd hene, yê nû zêde ne tu nikarî dijmin nîşanî wan bidî û perwerdê pêşbixî, ji bo wî jî tu nikarî her tiştî ji her kesî/ê re bibêjî. Li Bakur tenê tu û dijmin heye, hertişt hê berbiçav, rihet e yan tu tûne bikî yan jî na, nikarî derdor jî sûcdar bikî, tu çi bî ew î”. Tiştên min digot taybetmendiyên Mehmet ê Zirav ev in.
Yekî gelek hestiyar bû, ji der ve kesekî pir hişk dixuya bû, lê rojnivîsa wî ya bi dizî digirt hebû. Di rojnivîsî de hevalên ku ligel wî şehîd ketine dinivîsand. Di rojnivîska xwe de stêrk çêdikir, li binê her stêrkekê de navê hevalekî/ê ku ligel wî şehîd ketiye dinivîsand. Ji bo van hevalan helbestên wî yên kurt hûbûn. Kesî nizanî bû rojnivîsa wî heye û ji kesî re nedixwend, yekî hişk xuya dikir û herkesi/ê wer nasdikir. Di civîna konseya leşkeri ya 2011’an de jê hatibû xwestin ku bîranînên xwe binivîsîne, wê jî hevoka “ na, nikarim, nabe” bikaranîbû. Dema min got rojnivîsa hevalê Mehmet heye yê herî şaş man rêvebirên rêxistinê bûn. Kesî bawer nedikir ku hevalê Mehmet rojnivîs bigre. Vana didan xuyakirin ku hevalê Mehmet kesekî gelek hestiyar bû. Ji ber vê ji dûr ve naskirina hevalê Mehmet nabe. Pêwîst bû pêre bihata jiyîn.
Ji bo hevalê Mehmet pit tişt hene ku mirov bêje. Hevaltiya wî û hevalê Rojhat Bluzerî (Lezgîn Yorgun) pêwîst e mirov derbas neke. Di dîroka têkoşîna xwe de herî zêde hevalê jê hezdikir yek jî hevalê Rojhat bû. Ji min re hatibû gotin dema ku Rojhat Bluzerî şehîd dikeve, çawa giryaye. Bi mirinî pêre girêdayî bû, kesekî ku di têkoşîna xwe de herî zêde pêre baş kar derxistibû hevalê Rojhat Bluzerî bû. Ez jî şahid im ku heval Rojhat Bluzerî çawa gelek ji hevalê Mehmet hez dikir.
Mînak dema li zozanên Colemêrgê hevalê Rojhat Bluzerî rêvebir bû hevalê Mehmet jî yê herî zêde wî pêk dianî bû. Ji bo wî jî pratika Colemêrgê hîn jî li ser zimanan destan e û bi her awayî serkeftî bû.
Taybetiyê din yê heval Mehmet Goyî, mejiyekî wî yê çalak, xwedî însiyatîf û çalakvaniya wî bû. Ji ber van taybetiyan hevalê Mehmet li kûderê ba dijmin bêçare, teng dikir û di nava aciziye de dihîşt, hevalên ligel wî di ewlehiyê de, dijmin jî her tim di nav bêçaretiyê de bû. Her tim xwedan îddîa, îrade û berxwedaniya şoreşgeriya wî tê bîra mirov. Rûxmî parçebûna bedena wî yek deqe jî xwe ji karên şoreşê nedaye paş. Di 1994’an de birîndar dibe, heman salî tevî bedena wî ya lewaz di saha şer de wekî fermandar meşa wî tê wateya îradeya nayê şkestin, îddîaya ji pola, bi qasî ku her kes lê şaş dibe, berxwedaniya wî nişan dide. Bi kurtasî ji bo naskirina hevalê Mehmet Goyî divê ku mirov di qada şer de bi hev re bima, pêre rêhevaltî bikira, ji ber ku wî wek şervanekî PKK’ê cihê xwe di têkoşîna azadiyê de girt, 24 salan wek milîtanekî pêşeng ê PKK’ê tevlî dibû.
Hevalê Mehmet li gelek cihî gelek erkên partiye girtibû. Ji şervanî heya endamtiya meclîsa HPG’ê, ji şervantiyê heya fermandariya eyaletê erkên cuda girtî bû. Em wek hevalên wî yên têkoşînê her tim hevalê Mehmet bi bîrtînin.
Belê em ên ku wî re mabûn, di bin fermandariya wî de şevanên ku fêrî şer bûne, yêkî di heman xebatî de bi wî re mane, sedî sed ji ber înada dijmin çanda têkoşîna hevalê Mehmet Goyî, aliyê wî yê berxwedanvanî û înada wî em ê mezin bikin. Teqez em ê pêre girêdayî bin û ji bo xeyalên wî pêk werin emê di nava şer de bin.
Silav û Rêzên Şoreşgerî
QASIM ENGÎN