Girê Naqîp
Hê em negihiştine cihê ku me berê xwe dayê. Em ê li girê Naqîp xwarina xwe bixwin û biçin Gostê. Hevalên li vir, Gostêya ku niha li beramberî me ye bi me didin nasîn. Dema min lê mêze kir, pir nêz dihat ji min re. Weke ku hema ez destê xwe dirêjî bikim, ez ê bigrim.
Di min de jî lezbûnek pir cûda destpê kiriye. Nizanim dibe, ji ber daxwaza hema gihandina wir û tevlê şer bûyînê be. Hevala Sozdar Dêrik jî bi hevalê Rêbaz ê ku berê nas dikê re ketiye nava nîqaşake germ. Ev her du heval hê li malê hevdû nas kirine. Çiqa hestek xweşe! Dema mirov nasên xwe li serê van çiyayên bedew bibîne û bibin rêwiyên heman riyê. Bi rastî jî hestek pir watedar e.
Dema min rê girt berbi gostê ve qet newestiyam. Gelo ev kelecana dîtina hevalane, an jî kelecana hema ketina nava şer û pêkanîna erkên demê ye?! Ez jî nizanim... Bawerim kelecana herdûyane...
Hevala Sozdar a ku em bi hev re rê digrin berbi Gostê ve pir diweste. Divê ez li benda wê bimînim. Carnan ji bo bikaribim alîkariya wê bikim ku zû bimeşe, gozên ji daran ketî kom dikim û didim wê. Ev ji bo meşa heval Sozdar dibû wek alîkariyek biçûk. Ew jî sêv dida min. Bi vî awayî hêdî hêdî em dighên wargeha hevalan.
Ji Gostê re "Kore mizgefta" tê gotin. Xwedî evraziyek pir zûha ye, lê zîrveya wê têra xwe bilinde. Mirov kevirekî ku xwe pê biparêze jî nabîne. Ez jî carnan kontrol dikim ka gelo cihekî ku mirov tê de şer bike, heye an na. Lê mixabin, cihek wisa ye ku di evraziya wê de yek dar jî nîne. Di tevgerek herî biçûk de jî, dibe ku cihê te deşifre bibe. Cihek pir zêde parastî nîne. Her wiha hewayê gir pir sare, bayê wê kêreke ku şopan di rûyê mirovan de dihêle, dianî bîra min. Çiqa hewayek wê yê dijwar heye!
Dema em gihan zîrvê, dîmeneke wisa derdiket pêşberî me ku, te digo qey cîhan hemî di bin lingê te de ye. Ev hestek pir xweş ava dike di mirovan de. Mîna hestên azadiyê...
Rojên me yên bê çayî
Îro di seatên sibê de heval Sozdar taşte amade kir û em şiyar kirin. Me ji milekî de bi bêrîkirina hevalên ku pir dûrî me nin, ji milek din de jî bi hêviya dîtina hevalên ku nêzî me nin ve dest bi roja xwe kir. Di vê navberê de zorbûnên nevexwarina çay jî destpê kirin. Bi ruxmê ku di jiyana me ya gerîla de rojên me yên herî bi wate û xweş rûniştina komeke hevalan li derdora agir û çayeke germ vexwarine, lê mixabin li şemzînan ne tenê kombûna li derdora agir, em nikarin çayekê jî ji xwe re çêkin. Her wiha dema tu ji erkeke pir dûr dizivirî, bi gotina hevalên te" Qewet be, tu yê çayek vexwî" re tevahî westandina ku xwe li bedena te bêçayî diçe ji bîra te û huzûrek mezin belavî canê te dibe. Lê, dema gotin li vir çay çêkirin qedexeye, min wisa hîs kir ku ezê tevahî kêliyên xwe winda bikim. Ji xwe di Gostê de darek jî nîne, me ji xwe re go, tiş nabe heliz heye, emê bi helizan çaya xwe çêkin... Lê mixabin ew jî nabe, ji ber balafirên keşfê hene û dûkêla helizan pire, ji ber wê me dev ji çay çêkirinê berda.
Bîranîn û parvekirinên me yên bi çay re tên bîra min, her dem piştî meşa dirêj, dema gerîla navber didiyê û çaydanê reş ji çantê xwe derdixe, çay dikelîne, wê demê tama wê çayê hêjayî tevahî zehmetî û westandinane. Her wiha meşa di bin barana Nîsanê de jî pir cûda ye. Bi ruxmê ku tevahî bedena me şil dike, lê bê ku em guhê xwe bidin vê şilahiyê, em agirê xwe pêdixin û çaya xwe didin ser û bedena xwe ya şilbûyî bi vexwarina qedehek çay re germ dikin. Ji xwe tişta ku naxwazim ji bîr bikim jî ev çanda me ya gerîla ye. Bi taybet jî piştî wezîfeyeke zor, dema tu nêzî noqtê dibî, beriya her tiştî mirov bêhn û tama çay digre. Tama wê çayê, tama çaya qaçaxan tîne bîra min. Ango mîna me, mîna hezkirinên me, bêhna çaya qaçaxa girtin pir cûda ye. Çawa ku di çiyayên me de wek qaçaxek jiyan kirin hestek pir cûda ye, tama wê çaya qaçaxiyê jî pir cûda ye. Dîsa jî bi ruxmê tevahî şert û mercan, gerîla û çay qet ji hevdû nayên cuda kirin...
Kod Adı: Avesta Harun Fırat
Adı Soyadı: Filiz Şaybak
Doğum Yeri: Van
Anne - Baba Adı: Haliye - Muhiyettin
Şahadet Tarihi ve Yeri: 12 Eylül 2014 / G.Kurdistan-Maxmur