Mirov hebûnek çawa ye û dixwaze çawa bijî? Ger di gerdûn û xwezaya me ya îro de mirov bi exlakî û wîjdanî bersiva van herdû pirsan bida û li gor wê jiyan bikira, dibû ku ewqas êş û nexweşî nehatibana jiyîn. Ji ber ku di hişmendiya desthilatdariya cîhanî de mirov jî, wek zindiyek di gerdûn û xwezayê de di nav diyalektîka bê hev jiyan nabe de xwe kor û ker kiriye, êşa giran îro civak dikşînê û zirar dide tevayê xwezayê.
Çiqas hişmendiya desthilatdarî û mijokdarî di roja me ya îroyîn de derketiye lûtkeya herî jor jî, hişmendî û hêstên ku ji civaka xwezayî yê azadî, wekhevî û di nava xweşikbûnê de jiyîn, hewldan û lêgerîna cewherê mirovahiyê ye. Çawa ku ava baranê bêyî astengiyan nas bike çiya û dîwaran diqelêşe û xwe digihînê behrê, lêgerîn û hewldana mirovahiyê ya ber bi azadiyê jî tim di nava herikandinê de ye. Ti hêz nikare li hemberî hişmendî û azadiye xweser bisekine. Di vir de ya girîng û diyarker ew e ku, mirov bi biryar û israr be.
Çima ewqas sitêrk tên hîskirin, ji ber ku ew azad in; bi xweşikbûn û ronahiyên xwe tarîtiyê ronî dikin. Di mesafeyek şûn de tiştek nikare xwe nêzîk bike û azadiya wê ji dest bigire. Ew dikare xwe ji asîmanan de biavêje û xwe parçe bike. Lê ew ti car teslîmiyet û bêrûmetiyê qebûl nake. Hîskirin ji vê tê. Jiyana azad ewqas bi qîmete ku mirov ji bo wê bi eşq diçe mirinê. Ji bo vê berxwedêrên jiyana azad hevalê Kemal Pîr gotiye, “em ji jiyanê bi qasî di oxira wê de bimirin hez dikin” bi canên xwe yên xwebexşane rêbertî ji jiyana azad re kirine. Her çiqas mirov bi sed, an jî bi hezar salan jiyan neke jî, şopên jiyana azad a civaka xwezayî tim jiyan dibe û wê jiyan bibe. Rêber APO tim behsa jiyan û civak, azadî û civakê dike. Ewqas bi hev ve girêdayî ye, bêyî hev nabe.
Belê, di roja me ya îro de dagirkerî li ser civakan ewqas xwe qayîm kiriye ku, encax bi têkoşîn û berxwedanek xurt mirov dikare bibe xwediyê îrade û jiyanek azad. Ji bo vê Mazlûman gotine, “berxwedan jiyan e.” Mixabin, bê berxwedanî û bêbedel azadî û birûmetî jiyîn di pergala cîhanî yê di vê deme nemimkun e. Xweşikbûn jî bi azadiyê ve girêdayî ye. Rêber APO tim ev ji me re digot: “Ê şer bike azad dibe, azad dibe xweşik dibe, xweşik dibe tê hezkirin.” Ev hişmendî ronahiya li pêşiya azadî, xweşikbûn û hezkirinê ye. Ev ronahiye ku ji bo gelan bûye hêviya azadî û wekheviyê. Di pêşengiya tevgera Apoyî de tenê ne ji bo civaka Kurdistanê, ji bo tevahiya mirovahiyê bûye hêviya jiyanek nû û azad. Ji ber vê desthilatdarî û dagirkeri yên cîhanî bi hev re êrîşên xwe yên hovane li dijî tevgera Apoyî pêşdixin.
Cara yekeme ku, di nava civaka Kurd û Kurdistanê de tevgerek wek PKK’ê bi felsefe û birdoziyek zelal, rêya têkoşîna azadî û serxwebûnê derdikeve holê. Gelê Kurd ku li ber qirkirin û tinebûnê bû, bi derketina tevgera Apoyî çavê xwe li jiyanê vekir û hêviya têkoşîna azadî û serxwebûn pê re pêşket. Dagirkeriya Tirk difikirî ku, tevgera Apoyî jî wek serhildanên Kurd û Kurdistanî wê di demek kurt de bêbandor bike û bêastengî dagirkeriya xwe bimeşîne. Lê keç û xortên Kurdan di pêşengiya hişmendiya Rêber APO de bi seknek qehremanî têkoşiyan û gelek nirx avakirin. Bêgûman di van 40 salên bihûrîn de gelên Kurd û Kurdistanî gelek berdêlên giranbûha dan. Ji bo azadiya gel û welatê xwe bi hezaran keç û xortên ciwan xwîna xwe ser vê xaka pîroz rijandin û bûn ronahiya jiyanek azad û birûmet.
Mezopotamya dayîktî ji mirovatyê re kiriye û di himbêza xwe de xwedî kiriye. Li derdora ava Firat û Dîcleyê bi xuliqkarî û pêşengiya dayîka xwedavend berhema jiyanê hatine xûliqandin û bûne çavkaniya jiyana mirovahiyê. Îro ev ji aliyên her kesan ve tên zanîn û hatine pejirandin. Herêma Rojhilata Navîn bi çar demsalên xwe, bi baran û tava xwe berhemên pir dewlemend derdixe û bala mirov dikşînê ser xwe. Dagirkerên cîhanî û ya herêmî tim çavên xwe berdane van berhemên dewlemend û êrîşên hovane ser pêşdixin. Bi hezar salan ev herêm di bin êrîş û berxwedanê de bûye qada şer. Ev hêzên dagirker û desthilatdar ji bo berjewendiyên xwe yên demkî, gelek qirkirin li ser gelên herêmê meşandine û bi vî awayî gelek netew ji holê hatine rakirin. Gelên herêmê tim li himberî êrîşên dagirkeran mirin qebûl kirine, lê koletî û bêrûmetî qebûl nekirine.
Herêma Hezex jî di navenda vê qadê de cihê xwe digirê û di navbera ava Dîcle û Firatê de ye. Li vê herêmê gelek netew û ol dijîn û jiyanek pir dewlemend bi hev re jiyan dikin. Bi av û çandiniyê ji bo gelan bûye xezîneya jiyanê. Ji bo vê tim êrîş ser çêbûne û gelên herêmê ketine nava berxwedanê li dijî van êrîşana.
Malbata hevala Emîne Oral, bi navê din Nûjiyan yan jî Qarlî jî li ser vê xakê û di nava vî gelê berxwedêr de dijî. Di destpêkê de ez dixwazim ser navê hevala Nûjiyan çend gotin bibêjim; hevala Nûjiyan navê wê yê malbatê Emîne ye. Piştî tevlî gerîlayên azadiya Kurdistanê dibe, navê xwe dike Nûjiyan Bager. Navê birayê xwe yê şehîd, Bager wek paşnav digirê. Di sala 2015’an de dema hevala Nûjiyan tevlî nav refên gerîla dibe û di heman salê de di bin fermandariya hevalê Harûn Çekdar de perwerdeya sekvantîyê dibînê. Ji ber nişana wê pir baş e û tim li hedefê dixê, mamostayê wê hevalê Harun jê re dibêje, “Çaqal Qarlos.” Wek tê zanîn Çaqal Qarlos sekvanekî navdar e û di cîhanê de tê nasîn. Piştre wek Qarli tê zîvirandin. Hevala Nûjiyan piştî şehadeta hevalê Harûn Çekdar, ji bo bîranîna wî navê Qarlî bi kar tînê.
Ez ê di nivîsa xwe de bêtir navê Nûjiyan bi kar bînim. Ji ber bêtir ev nav lê tê. Ev malbata welatparêz ku ji çandek berxwedêr tê, li hemberî dagirkeriya dewlata Tirk jî tim seknek bi rûmet nîşan daye. Piştî ku tevgera azadiya gelê Kurdistanê di bin fikir û ramanê Serok APO de li herêmê pêş dikevê, malbata hevala Nûjiyan jî wek gelek malbatên din ên welatparêz, li dijî zilma dewlata Tirk cihê xwe li gel tevgera azadiyê digirin. Tevgera Apoyî ji bo xwe hêvî û çavkaniya jiyana azad dibînin û bi tevahî derfetên xwe beşdarî vê têkoşîna azadiyê dibin. Kurekî wan bi navê Bager, di salên 90’î de beşdarî gerîlayên azadiya Kurdistanê dibe û pişre tevlî kerwanên şehîdên şoreşê dibe
Belê, hevala Nûjiyan li vê herêma welatparêz û di nava dewlemendiyê de çavê xwe li jiyanê vedikê û dibe şopdara xwedavendan. Ji ber ku herêm û malbat welatparêz bûn, hevala Nûjiyan di tevahî jiyana xwe ya civakê de bi hêsta li dijî dagirkeriyê têkoşîn kirinê mezin bû û meyla xwe da vê. Ew çiqas di nava pergalê de be û wek xwendevaneke dibistana dewlata Tirk xwendibê jî, bandora neyinî ser çênebû û xwe parast. Di zarokatî û ciwantiya xwe de rexmê heya Lîseyê dibistan dixwîne jî, xeyala wê jiyanek azad û bi rûmet, bi gelê xwe re di welatê xwe de jiyankirin bû. Çiqas ew li deştê ji dayîk bûbe û mezin bûbe jî, xeyala wê serê çiyayên azad bû. Li pêşberî wan çiyayên serbilind, Gabar hebû û wê tim bi temaşekirina bilindahiya Gabarê dile xwe mezin dikir. Bi sala wê temaşeyî çiyayê Gabarê kir. Car Gabar wek bûkeke xemilandî bi berfa sipî xweşik dibû, car bi şînahiya biharê re dewlemendiya pir rengî delal dibû û car jî bi demsala payîzê re zer dibû û rengê rojê dida. Li ber çavê hevala Nûjiyan, Gabar çar demsalên xwe yên dewlemend jiyan dikir û bala wê dikşand ser xwe. Wê dixwest Gabar bikşînê gel xwe û Gabar dixwest wê bikşîne gel xwe. Di navbera wan de ava Dîcle wek kemberekî li noqa Gabar dizîvirî derbas dibû. Êdî ti kes û ti tişt nedikarî wê ji eşqa gîhandina Gabarê re qut bike û her çû Gabar di dil û mêjiyê wê de mezin bû. Roj, car di navsera Cûdî re, car jî li navsera Gabarê re derdiket û tîrêjê xwe didan çavên wê, deşta Hezexê ronî dikir. Êdî wê jî ji bo rêwîtiya ber bi rojê re dil û mêjiyê xwe qayîm dikir. Êdî tiştek wê bigirê nemabû, wê jî dixwest ji hêlîna xwe bifirê cihekî bilind ku azad bijî ku destê qirêj negihê wê.
Sala 2015’an bû, deşta Hezexê di şînahiya biharê de xemilî bû, kûlîlkên pir rengî çavên xwe li jiyanek nû vekiribûn, berfa Gabarê jî heliya bû û rengîniya biharê li vir jî rûyê xwe yê xweşik nîşan dabû. Armanca hevala Nûjiyan a çûyîna ser çiyayên azad pêk hatibû. Wê çeka birayê xwe yê şehîd Bager rakiribû û ketibû rêka heqîqetê. Ew gîhaştibû cihê bilind û nêzî rojê bibû, ji bo parastina gel û welatê xwe li zinarên bilind bibû nobedar. Eşqa wê ya ji Gabarê re pêk hatibû û pir bi rûkenî jiyan dihûnand.
Di Adara 2016’an de em hatibûn Gabarê û li navsera Gabarê cara yekem me hevala Nûjiyan dît. Nû nû daristanan pel diteqiyan û pelçimê xwe vedikirin, di van rijan de car teyrok û car jî baran dibarî. Wek tevger û gel li Kurdistanê di çarçoveya berxwedana rêveberiya xweser de li dijî êrîşên hovane yên dewlata Tirk, berxwedaniyek mezin dihat kirin. Di zivistanê de li Cizîr, Sûr, Hezex, Kerboran û gelek bajarên din berxwedan meşîbû. Li Şirnex, Nisêbîn, Gever û gelek cihên din bexwedanê berdewam dikirin. Zivistanê fermandarê Gabarê hevalê Bedran Koçer bi komek hevalan ku hevala Nûjiyan jî di nav de bû, derbasî herêma Kerboranê bibûn ku, piştgirî bidin berxwedana Hezex û Kerboranê. Hevala Nûjiyan jî xwestibû ku di pêş de li dijî êrîşên dewlata Tirk ê li ser gelê me dike bisekinê û berpirsyartiya xwe ya demê bêne cih. Rexmê nû bû û pir ciwan bû jî, lê ew bi berpirsyariyek mezin tevdigeriya û xwedî helwesta demê bû. Dema em di meha Adarê de gîhaştin Gabarê, heval ji Kerboranê hatibûn. Di nav vê berxwedanê de fermandar Bedran Koçer jî di nav de gelek heval şehîd ketibûn. Van şehadeta çiqas di hevala Nûjiyan de jî hestiyariyek çêkiribû, lê ew bi biryar bû ku tola wan rakê. Ji wê rojê heya bihara 2018’an em ji nêz ve hevala Nûjiyan nasdikin û me tevlîbûna wê ya xebatê şopand. Carna bi hev re bûn, carna bi notên nivîskî û carna jî bi rêka hevalan silavên xwe ji me re rê dikir.
Hinek mirov hene ku ne pêwîst e ku, ji bo mirov wan nas bike pir bi wan re bimînê, di nava çend rojan de tên nasîn. Di jiyana min a van salên dawiyê de herî zêde hevalên ku ez jê bandor bûm, dil û mêjiyê paqij û vekirî yek, hevalê Rojhat Zelal û ya din jî hevala Nûjiyan Bager bûn. Ez dikarim zelal bibêjim ku, ev hevalana û wek van hevalana bi sekin û tevlîbûnê xwe yên paqij bi dehan car soza girêdana hevaltiya PKK’ê bi min dane dubarekirin û biryara min a têkoşînê xurtir kirine. Nexasim hevalê Rojhat û hevala Nûjiyan. Ez dikarim li vê mikur werim ku, gelek car dema min tevlîbûn û fedekariya wan ciwanên dil paqij didît, gelek car min ji xwe re digot; mirov ji bo wan bi dehan caran jî bimirê, cardin ne bes e.” Ewqas kesayetên bi bandor bûn. Di dil û mejîyê wan de çi derbas dibû, di rûkenî û dan-sitandinê wan de diyar bû û dihat dîtin. Gelek ji me ji bo rastiya xwe em nîşan nedin û kêmaniyên xwe veşêrin, em bi zimanê cuda diaxivin û xwe cuda nîşan didin. Di hevala Nûjiyan û hevalê Rojhat de ev tine bû, her tiştên wan di rabûn, rûniştin û ronahiya çavên wan de dihat dîtin.
Di tevahî kêliyên jiyana xwe de ji bo me dibûn mamoste. Ez vê vekirî bibêjim, gelek car min ji wan enerjiyek mezin girt û ji bo min bûn hêzek mezin. Tim aşkere tê gotin ku, şervan bi perwerdeya fermandarên xwe xurt dibe û pêş dikeve. Lê berovajî vê jî rastiyeke ku fermandar jî ji şervanên xwe hêz digire û mecbûr dimîne xwe pêş bixe. Herî kêm ev ji bo min derbasdar e û rastiyek jiyanî ye. Carna mirov ji xwe pirs dike, gelo çi taybetmendiyên wan hevalana hene ku ewqas mirov bandor dikin û bi xwe ve girê didin? Derveyê dil û mejiyê paqij ku ji bo azadiyê bi biryar di rêka heqîqetê de dimeşin. Nexwe ev têrê dike ku mirov di kûraniya dilê hevalên xwe de cihê xwe çêbike. Cewherê dile wan bandora xwe li ser xebat û jiyana wan a rojane jî dibû. Tevahî jiyana xwe xistibûn bin xizmetê gel, welat û hevalên xwe. Li hemberî hevalên xwe dilnizmbûn, li hember dijminê xwe yê hovane kîndar û xwedî helwestek zelal bûn û di her kêliyê de jiyan dikirin. Ger PKK’êyî bûn, têkoşerî ne ev be, wê deme çi ye? Di şexsê van hevalana de jî me carek din dît ku, çiqas mirov nû û ciwan jî be, ger mirov li hember partiyê, gel û hevaltiyê ewqas zelal be, bi dil û mêjiyên paqij tevlî bibe, mirov pir mezin tê hezkirin û derdora xwe pir zede dikare bandor bike. Ev herdû hevalan jî ji heman herêmê bûn, ser heman xakê mezin bibûn.
Belê keça ciwan û berxwedêr hevala Nûjiyan, navê xwe rast danîbû û ew li gor navê xwe tim tevdigeriya û nîşanî mirovan dida. Wê bi temamî jiyana kevin berdabû û bi tevlîbûna PKK’ê re dest bi jiyaneke nû kiribû. Li hember jiyana dagirkeriyê ku ser civak û malbatê bandora neyinî çêkiribû, tim pê re di nav têkoşînê de bû û kesayeta xwe ji nû de ava dikir. Di tevahî kêliyê jiyana xwe de, nîqaş û pirsê wê tim li ser vê bûn. Lêgerîna wê ya ku xwe zû çêbike û xurt tevlî bibe, di tevahî kêliyê jiyana wê de dihat dîtin. Ji aliyekî ve wê tim pirtûkên partiyê, ser şehîdan û yê Serokatî dixwendin, ji aliyên din ve baş li fermandar û hevalên kevin bi baldarî guhdar dikir û tiştên erênî ji bo xwe digirtin. Gelek car wê bi meyzandin û guhdarkirina xwe ya bi baldarî, dihişt ku mirov bîranîn û tecrubeyên xwe pe re parve bike. Demdirêj mayîna hevala Nûjiyan li gel fermandariya jor yek, ji bo di malbatê de şehîd hebûn ji ber parastina wê bû. Ya din û herî girîng ji ber ew ji pêşketinê re vekirî bû, hêviyek mezin dida mirovan bû. Tim dixwest mezin bifikre û mezin bixebite. Ji tevlîbûna xwe nerazîbû û hewl dida ku vê biborîne. Di van 4 salên ku li dilê Botanê, Gabarê derbas kir de tevlî gelek çalakiyan bû û derbên giran li dijminê dagirker xist. Lê ew bi vê nerazîbû û tim dixwest ku di pêş de bikeve êrîşê û derbên girantir li dagirkeriya Tirk bixe. Çiqas ew li hember vesazkirina fermandar û rêveberiya xwe bi rêz bû û pirsgirêk dernedixistin jî, dema ku ew di koma çalakiyê yên paş de dihat vesazkirin, bi meyzandin û rûdana xwe nerazî bûn nîşanî mirov dida.
Taybetmendiyek din ên hevala Nûjiyan ku cihê xwe di kûranîye dile me de çêkir jî, tim hevalê xwe fikirandin û parve kirin bû. Tevahî tiştên wê heman demê yên hevalên wê jî bûn. Carna çiqas em dûrî Gabarê li heremek din a Botanê bûn jî, hevala Nûjiyan em ji nîmeta Gabarê bê par nedihiştin û ji me re rê dikir. Ji dewlemendiya Gabarê dims, simaq, benî, tirşo û behîv ji me re rêdikirin. Bi vê nêzîkbûna xwe ya bi hevalên xwe re dilsoz, dixwest ku hevaltiya PKK’ê bîne bîra me. Di PKK’ê de ji xwe bêtir, hevalên xwe fikirandin, diyalektîka jiyanî ye û pêşengê PKK’ê ev nîşanî me daye. Gelek car hevala Nûjiyan bi dilsozî gotiye ku, “xwezî li şuna vî hevalî ez şehîd biketama.” Ji bo hevaltiyê fedayîbûna xwe dianî ziman. Ewlahiya hevalên xwe ji ser a xwe re digirt. Cilek baş ji bo hevalên xwe fikirandin, xwarinek xweş ji bo hevalên xwe çêkirin û şandin, kesayetek mezin dixwaze. Ev mezinbûn û dilpakî bi hevala Nûjiyan re pir zêde hebû.
Hevala Nûjiyan li kêleka van dilpakî û paqijiya xwe, sekna jina azad jî ji bo xwe esas digirt û jê tawiz nedida. Ew bi mezinbûn û bûna hêza jinê bawer bû û bi vê serbilind bû. Baş dizanî ku ev mezinbûn û bûna hêz di xwe de pêşxistinê re mimkun e û pêkane. Ji bo vê ewqas lêgerîn û hewldanên wê yên xwe pêşxistinê xurt bû. Ew pir bi xwe bawer bû û tevî hevalan re di nava nîqaşên vekirî de bû. Bi qasî ew li hember desthilatdarî û paşverûtiya zilam radîqal bû, ewqas jî li dijî jina kola û paşverû bû. Car bi rexneyên xwe yên vekirî, car jî bi sekna xwe ya rêxistinî li dijî şaşîtiyan disekinî. Gelek car me dît ku bi refleks û meyzandina xwe li dijî sekna zilam a nêrîna şaş, ser jinê helwest digirt û nerazîbûn nîşan dida. Wê dikarîbû ku pîvan û meyzandina şaş ji nav hev derxe û bi pîvanê rêxistinî li dijî wê helwest bigirê. Wê tenê rexne nedikir, hewl dida ku sererastkirinê çêbike û hevalan xurt bike. Tebetmendiya hevala Nûjiyan yek jî ew bû ku, ji axaftin zedetir bi meyzandin û refleksên xwe şaşitî rexne dikirin û dixwest ku heval xwe ji ber çav re derbas bike. Ji bo wê pîvanên partiyê, nirxên gel, girêdana şehîdan û hevaltiya rast, xeta wê ya sor bûn.
Heval Nûjiyan di sala 2018’an de ji hevalê Cemal re nameyek rêkiribû. Min jî ew nameya xwend. Di vê nameyê de jî berpirsyariya wê ya rêxistinî dihat dîtin. Navê gelek hevalên rêveberiya jor di vê nameyê de derbas dibû. Him rexnêyên xwe kiribûn, him jî hişyariya ewlakariyê van hevalana kiribû û bêrîkirinên xwe anîbû zimanMixabin dema di rêkê de dihat ew jî wek gelek hevalên xwe ketibû kemîna xayîn û bêbextê hovên dewlata Tirk. Belê ew li çiyayê Cûdî, li pêşberî deşta Hezexê di encama êrîşa balafira şer ê dewlata Tirk a hovane de birîndar dibe û ji bo dîl nekeve deste artêşa Tirk, bombeyê xwe di canê xwe ye ciwan de diteqînê û tevlî kerwanên nemiran dibe! Wê li bilindahiya çiyayê Cûdî, bi dengê bombeya xwe, xwe gihand tevahî mirovatiyê û ronahiya xwe da deşta Hezex, Cizîr, Silopî û Dêrka Hemko. Wê jî wek gelek hevalên xwe, xwîna xwe ber bi ava Dîcleyê ve herikand. Wê li pey xwe gelek bîranînên ku ji bo azadî û serxwebûn ronahî çekin hiştibûn. Li geliyê Hesenan dengvedana dengê bombeya wê hêj tê guhê me û ew deng wê tim di guhê me de bimîne!
Belê hevalno, gelek bîranînên me bi hevala Nûjiyan re jiyan kir û bandorek erênî ser me ava kir hene. Êdî ji me tê xwestin ku, em wan jiyan bikin û bidin jiyankirin. Hevala Nûjiyan ji bo ku tiştek baş ji me re bibêje, yan jî bi jiyana xwe nîşanî me bide, hemû derfetên xwe bi kar dianîn. Em îro baştir fam dikin ku, ew di dema herî zede diwestiya, yan jî nexweş bû de jî, ev êş di dilê xwe de vedişart ji bo hevalên xwe bi xwe re mijûl neke û moralê hevalên xwe nexe. Dikarîbû ewqas êş bi canê xwe bide kişandin, lê nedihişt ku hevalên wê bibihîzin û xemgîn bibin. Ewqas ji bo hevalên xwe bi berpirsyar û zirav difikirî. Vê jina leheng û delal bi gelek bîranînên xwe nîşanî me da ku êdî lazim e em sekna xwe ya li hemberî xeta jina azad, girêdana Rêber APO, girêdana şehîdên şoreşê, girêdana nirxên gel, girêdana hevaltiya PKK’ê cardin ji ber çavan re derbas bikin û kêmasiyên xwe bidin derbaskirin. Vê hevala delal ev ferman bi sekna xwe da me. Êdî lazim e di jiyan û tevlîbûna xwe de em sererastkirin çekin û bibin layiqî vê şehîda mezin û seknek Apoyî nîşan bidin. Hevala Nûjiyan tim ji min dixwest ku, em li Gabarê bi hev re bin. Belkî tim ne li Gabarê bim, lê ez soz didim te ku, ez ê di tevahî jiyana xwe de bi te re, hevalê ku te ewqas jê hez dikir, hevalê Rojhat û tevahî şehîdên şoreşê re bim. Ez ê tim hewl bidim ku we di kûraniya dile xwe de bi cih bikim, jiyan bikim û bidim jiyîn. Her ku min zehmetî kişand, ez ê rûkeniya we ya pir delal ji bo hêz bigirim, bênim bîr û berçavên xwe.
HAQÎ ARMANC