Çalakiya herî mezin rukeniya Sarya bû

Rêheval Sarya Onur di sala 1995 an li navçeya Serdeştê ya girêdayî Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk dibe. Rastiya têkoşîna gelê Kurd a ku ji fîlmê şehîd Berîtan temaşe dike di jiyana wê de serdemekî nû ava dike û lêgerîna jiyana azad ji wê gavê şûnve destpê dike. Hêj di zarokatiya xwe de bi kiryarên dijmirovî a rejîma Îranê re rû bi rû tê ji ber vê her tim berê xwe dide quntarên çiyayan lewra hembêza çiyayên bilind her demî ji bona zarokên agir û rojê cîhên herî bi ewlehî bû. Lê belê wê çaxê hêj ji nêz ve Tevgera Azadiyê nas nedikir lewra ji bona ku nasnekin pêşî li wan dihat girtin, di wateya herî rast de pêşiya naskirina Kurdbûnê bendên bilind dihatin ava kirin lewra hêzên tarî ji rêxistinbûna gelê Kurd ditirsiyan. Hezkirina rêheval Sarya bi çiyayên Kurdistanê re hîn di zarokatiya wê de destpê dike. Bêyî çiya nikare rojekî xwe jî derbas bike. Bi ruhê zarokatiyê re her tim berê xwe dide çiya, dileyîze û bayê azadiyê carekî din berê wê dide lutkeyên zinaran. Di nava hembêza çiyayan de çavê xwe li cîhanê vedike, zarokatiya xwe derbas dike, ti carî dûrî çiya nakeve lewra hezkirin û girêdanbûnekî mezin di navbera wan de hebû. Di şerê 2011 an dema ku rêhevalên wek; Sarya, Egîd, Şahan û Têkoşer digihîjin bêmiriniyê wê demê rêheval Sarya jî biryara tevlîbûnê dide.

Jiyana bi rûmet de bi israr bû

Her ku di nava jiyana gerîla de felsefeya Serok Apo dinase û hembêz dike weke ku ji nûve dayîk bibe coşekî mezin jiyan dike. Piştî ku li çiyayên azad digihîje rêhevaltiyên herî rast wê çaxê hestên xwe yên destpêkê wiha bi wan re parve dike; “Dema ku min berê xwe da refên azad wê demê min dît ku rûyê rast a dîroka gelê me ne bi awayê ku dijmin nîşanê me daye.” Ji ber vê yekê bi kelecaneke mezin nûbûnên jiyanê hembêz dike, cudabûnên jiyanê dibîne. Exleq û çanda Tevgera Azadiyê bandorekî mezin li ser wê çê dike. Her ku Rêber Apo dinase pê re, hêza ku di cewhera jin de dabû ava kirin jî dinase. Di nava pergala Îranê de dewlet ti carî destûrî ne dida jinê da ku hêza xwe bibîne berovajî di her qadê jiyanê de jin tine dihat hesibandin, bi navê namûsê dihat kuştin, heta mafê axaftinê jî tine bû. Lê ev bi çavê zarokekê mêyze kirina jiyanê bû, di rastiyê de li her derê cîhanê jin bi tine kirina cewhera xwe re rû bi rû bû ji ber vê yekê berxwedaniyeke mezin hewcehî dikir. Heval Sarya jî zarokatiya xwe di nava pergalekî wiha zordest de derbas dike lê êdî ne dil ne jî mejiyê wê, kiryarên rejîma Îranê nedipejirand lewra biryara jiyanekî nû dabû. Dema ku rastiya felsefeya jiyana azad bi Rêber APO re dinasî, têkoşîna azadiya jin de kûr dibû wê çaxê fêm dikir ku ew, biryara herî rast a ji bona hebûna xwe daye. Gav bi gav bi hêza jinê re mezin dibû, misyon dida xwe. Rêberê gelê Kurd hêzeke wiha di jin de ava kiribû ku; xwe bi xwe rêve dibir, biryaran digirt û ji bona hebûneke bêdawî di eniyên herî zehmet de berxwe dida. Bi ramanên Rêber Apo re rêheval Sarya jî jiyanekî bi rûmet hildibijart û di serxistina vê jiyanê de jî bi israr bû.

Hevaltiya PKK’ê di wataya hebûnê de bû. Hevaltî; jiyan e, parastina nirxên têkoşînê ye ji ber vê girêdanbûnekî giranbûha bi gelê Kurd, jiyana gerîla, çiya û Tevgera Azadiyê re çê dike. Bi taybetî hevaltiya mezin ya PKK’ê a ku bi ruhê; Kemal, Mazlum, Zîlan, Sema û hezaran şehîdên dilpak ve hatibû ava kirin girêdanbûnekî bêdawî bi çiyayên Kurdistanê re ava dikir. Wek jinekê di lutkeyên çiyayan de wateya azadiyê ji dil de hîs dikirin û ji gava yekem şûnve ew ti carî nedikarîn jê qut bibin.

Rêya azadiyê hembêz kirina çiya re destpê kir û gihîşt bêdawîbûnê

Çiya; dergûşa Sarya hejandibû, çiya rêhevala wê ya herî nêz a zorakatiya wê bû, çiya di rêwîtiya ber bi Bakûrê de jî wê parastiba û her tim wek nefesekî nêzî wê bimaya. Xeyalên rêheval Sarya bi nas kirina jiyanê re hîn mezintir dibû. Sînorên ku di nava pergalên Îranê de ji bona wê û ji bona gelê Kurd hatibûn çê kirin yek bi yek hildiweşiyan û ronahiya ramanên Rêber Apo wek rojê dilê wan gerim dikir. Êdî rêya jiyanê zelal bû, derveyî serkeftinê û azadiyê rêyekî din a jiyanê tine bû ji ber vê yekê heval Sarya jî ti carî li pêşiya xwe sînoran ava nedikir, di temenekî ciwan de barên herî giran ya jiyanê û rêveberiyê radikir. Di rastiyê de rukenî ji bona wê çalakiya herî mezin ya jiyanê bû lewra bi kenê xwe yê ji dil ve hemû tarîtiyên ku li ser jiyana azad hatibû pêçandin, perçe perçe dikir. Ev jî çalakiyên wê yên herî serkeftî bû. Lê ti carî astê xwe ya heyî têr nedidît lewra dixwest berê xwe bide Bakûrê Kurdistanê, rastiya gelê Kurd ji nêz ve binasê, bi çandên wir ve bibe yek. Dîroka gelê Kurd bi berxwedaniyên bêhempa re dagirtî bû ji ber vê heyecana nas kirin û dîtina vê yekê roj bi roj di dilê heval Sarya de mezin dibû. Ji bona gihandina armancên xwe diviyabû wek gerîlayeke jin dil û mejiyê xwe jî qewim bikira lewra bi dijminekî xedar re rû bi rû bûn. Bi vê zanebûnê êdî dem hatibû ku berê xwe bide Botanê. Botan warê; Egîd, Ezîme, Adil û Gulbaharan bû. Wargehên ku fermandarên afirîner û bi nirx tê de jiyan kirine wê hêj ji gelek qehremanên dîrokî ve rêhevaltî û mal dariyê kiribaya. Rêheval Sarya jî yek ji wan berxwedêran bû ku bi destpê kirina rêwîtiya Herokolê ve heyecanekî bêhempa jiyan dikir. Gelek rêhevalên wê bi xwesteka çûyîna Bakûr re gihîştibûn şahadetê lê wek hesretekî di dilê wan de mabû lewra di destpêka rêwîtiya xwe de hestên wê wiha bilêv dibû; “Divê xeyalên rêhevalên xwe bi cîh bînim û di armanca xwe de heta dawî bi israr bim.”

Keyfxweşiya rêwîtiyê xwe digihand asîmanên bedew û di awazên bilbilan de kilamên evîndariyê vedigotin. Di rastiyê de dîrok evîndarên jiyanê bi hemû gerdûnê re vedigot lewra heqîqet di dilê wan de dijî. Stêrkekê din digihîje asîmanan. Ew evîndareke bedew e, ew ji Serdeştê heta Herekolê evîndariyê xwe vedibêje. Ew Sarya Onur e…

Axîn Viyan

 Kod Adı: Sarya Onur
 Adı-Soyadı: Maxzume Muhammedzade
 Doğum Yeri: Serdeşt
 Anne - Baba Adı: Zehra - Muhammed
 Şahadet Tarihi ve Yeri: 14 Haziran 2015 / Siirt