DU HEWRÊ, DU RÊHEVAL, DU KEVOKÊN EVÎNDAR

                                                                                                                         

Û dayîka mirovahiyê tovên jiyanê berna nava dilê Mezopotamya yê. Ji wê tovê şîn bû gelê ARÎ, zarokên agir û rojê. Di bihûşta xakên Kurdistanê de tevna mirovahiyê, di agirgehên Zerdûşt de hat hûnandin. Berbanga dîrokê de bi hezaran pekrewan gav bi gav bi xwîna xwe ya sor ve avdane axên pîroz. Ew bûn hêvî, tîrêjên xwe belav kirin çar aliyê cîhanê. Di qadên cengê û berxwedanê de ti carî paşve gav neavêtin. Wek guleyekî ji agir, bi çiruskên xwe ve li ser kokên xwe de cardin hêşîn bûn. Binêrin, bayê azadiyê li rûçikên bedew dide û delaliyên dayîkan ji bo rumeta xwe dimeşin.

Di awirê her du giyanan de evîna welatekî pir bi kelecan bû. Çi peyv ango gotin nîn bû ku evîna welat ya du rêheval, xwişk û bira pênase bike. Bi kenên esmer dil wek deryayekî, wateya awirê wan wek welatekî bû. Di nava bahoz û tofanan de ew zarokên dilmezinin lewra jana welatê xwe hîsdikin û berê xwe didin wargehên ku roj jê bilind dibe. Li Amedê destpêkir tovên evîna mezin. Lê evîn bi pêt û ar bû. Heta gihandina wê car bi qîrîn car bi hewar e. Axîn û Navdar jî bi ronahiya çavên xwe ber bi bayê ku çiyayên azad ve tê, dest bi rêwîtiyê kirin.  

Şervan û Denîz. Xwişk û birayên heman dozê. Şervan; zarokatiya xwe de xwedî lêgerê azadiyê ye ji ber ku bi hestên welatparêziyê re mezin dibe. Di demên ku erd û ezman ji bo azadiya Rêber Apo di tevgerê de ye Şervan jî êdî hêrsa dilê xwe de nagire û ji bo azadiya Rêberê xwe berê xwe dide çiyayên azad. Wargeha wî ya yekemîn ku gerîlatî dike Zagros e. Bi bilindahiya Zagrosan re evîn û hêviyên xwe parve dike. Çiyayên Zagrosê jî evîndarek wêrek kiriye mêvanê dilê xwe û heqîqeta afirandinê bi rêwiyên xwe re parve dike. Gerîla Navdar, xwedî seknekî fedayî ye û her dem bi armanca çalakiyek serkeftî xwe amade dike. Berê wî her tim li Rojê ye. Wek tîrêjekî ji agir roj bi roj geştir dibe. Navdar dizane ku dara azadiyê bi xwînê tê avdan ji ber vê pala xwe dide çiyayên bilind, dikeve nava cengê û hêza xwe ji wê digre. Bedewiya çiyayên Kurdistanê di çavên xwe yên wek deryayê û dilê xwe yê pak de xîz dike. Her ku roja bedew li ser çiyayên Zagrosan de bilind dibe evîna wî jî wek deryayekî kûr dibe. Li şopa fedaiyên Rojê de dibe rêwiyê rêçên dirêj û berê xwe dide cîhê Egîdan, warê xeyalan, Amedê.

   Navdarê Çiya, ber bi warê ku her tim di nava xeyalê wî de bû, dibû rêwî. Her ku nêz dibû, çiyayên bilind derbas         dikir,   nêzî hesreta xwe dibû. Deşt û çiya, her kevir û axekî Kurdistanê dibû şahidê lawê wêrek yê Navdar. Sal û     zeman   derbas bibû xeyalê wî dîtin û hêviyên xwe pêk anîn bû. Êdî baskên xwe vekiribû bedenên Amedê û çemê     Dîcle’yê   hembêz dikir. Sewdayek wiha mezin bû yê Navdar. Di tarîtiya şevê de ji dûrve bedewbûna Amedê temaşe     kir. Kolanên ku zarokatiya wî derbas bûbû hat bîra wî, rûçikên wî de kenekî bedew xuya kir, lewra ew niha di zinarên   herî bilind de siwariyek azadiyê bû. Vegera wî bi heybet bû. Ewê wek navê xwe bibe Navdarê Çiya.

  Şevekî dirêj, wekî ku bi dawî nebe. Tarîtî ketibû nava çiyayên Zargê de. Wî şevê stêrk xemgîn e, bayekî wek tofanê ye. Pêt e, an jî are di vê meha zivistanê de dibare. Qîrîn dikeve dilê dayîkan. Janekî pir kûr asîmanan de deng       vedide. Navdar, êdî bû çiya, deşta Fîsê de bû hêviyê zarokan.  Dil li ser hespekî spî boz siwar e. Stêrk ji asîma dibare,     çem û rubar diherike û Navdar êdî tîrêjekî rojê ye.

 

Denîz... Bi bêhna axê û bedewiya tîrêjên rojê re çavên xwe vedike. Bi her du çavên xwe yên deryayî ve, di nava stêrkan de dîtibû wêneyê Navdar. Awazên xweş yên kenê wî li ber guhê wê bû. Navdar, bi rengê xwe yê bedew jiyana Denîz de xemlekî nû ava kiribû. Denîz bi xemla evîna Navdar ve dest bi meşê dikir. Bendê jiyanê yê zirav de ew, li pey şopa Navdar dengê dilê xwe gohdar dike û dimeşe. Axîna dayîk û axa xwe ji bîr nake û nav li xwe dike Axîn... Dibêje ‘Ey mirina sar, tu ji xwe miri yî. Ê me, ne mirin e jiyan e. Navdar bi xwe re afirand jiyana Axîn. Ezê bi xwe re şîn bikim evînên azad’

Axîn, dibe gerîlayek jin û di wargeha Viyanan de li Heftanînê hêviyên azadiyê mezin dike. Heftanîn, wek stranekî xweş, şad dike dilê wê. Wek kevokek baskên xwe vedikir û ji Heftanînê re qala Navdar dikir. Wek jineke serbilind ala azadiyê rakiribû, wek xezalekî di gelî û newalan de bedewiya axê dilê xwe de dineqişand. Guh dida dilê xwe û pênûsa wî bi ziman dibû digot; “Deng didim azadiyê, reng didim jiyanê, bang didim rojê. Diqîrim banê te dikim. Rêhevalê min Navdar. Jiyana min, nefesa min. Dibe ku min te li serê çiyayên me yên azad de nedît lê belê ez her tim te di dilê xwe de didim jiyan kirin. Ezê her tim li pey şopa te de bimeşim.”

 Rastiya evînê bi pêt û ar bû lewra dermana evînê agire. Rastiya agir de, hebûna xwe afirandin e. Gerîla Axîn jî xwedî wêrekiyek bêdawî bû, wek Navdar bi eşqa çalakiyê ve her kêlî jiyan dikir. Di lêgerê azadiyê de awirê çavê wê wek xençerek tuj dilê neyaran perçe dikir. Wek gulekî sor ya Heftanîna rengîn, xwe digihîne xeyalên xwe. Dem û dewran diherike, eşqa du dilan di axa pîroz de dibe yek.

Ew evîn bi xwe ne. Navdar û Axîn wek perperîkên ku gihîştin heqîqetê ji xaçirêkên dirêj derbas bûn, ji hezaran çiyayên bilind hilkişiyan, newal û geliyan derbas kirin û evîn êdî ew bi xwe bûn. Her roj di berbangê de bi ziman dibe jîn û jiyana wan. Li ser kendalên herî asê de ew tovên evînê çandin. Dar şîn bû, di navbera erd û ezman de rêwiyên evînê xiste nava dilê xwe. Her mezin bû bêmirin bû , ronahî da. Du gulê evîndar dilê wan de eşqa rojê. Du kevokên evîndar ber bi azadiyê ve firiyan.

Rêhevalên wan ê têkoşînê...