Beriya her tiştî, ez di şexsê Rêheval Şehîd Çekdar de hemû Şehîdên Kurdistanê bibîrtînim, soza di rêya wan de meş û soza tolhildanê dubare dikim. Çiqas zor e li ser Şehîdan axaftin, nivîs çiqas zor e. Zor be jî ez ê hewil bidim bêjim û binivîsînim. Bêguman wê kêm bimîne ji ber nivîsekî ku mezintiya Şehîdan bine ziman, hin nehatiye nivisandin. Wê neyê nivisandin jî! Ji ber ku Şehîd mezinin, gelek mezinin.
Li Kurdistanê şehîdbûn cûda ye. Ji gelên ku bi nasnameya xwe, li ser axa xwe bi azadî statûyekî siyasî jiyan dikin ferqa xwe heye. Ew dizanin xwedî welatin, xwedi statû û xwedî siyaset in. Ku şerekî diqewime jî diçin bi awayekî qanunî erka xwe ya leşkerî pêk tînin. Ku şerekî çêdibe cardin bi emir û qanunan diçin nava şer. An jî mecburin ku biçin beşdarî wî şerî bibin. Di zarokatiya xwe de wisa hatine perwerdekirin. Ji ber vê yekê jî kes bi dil û can naçin nava şer. Dema ku jiyana xwe ji dest didin jî bê dilê wan e.
Bi taybet jî yên ku diçin ji bo desthilatdarên xwe, welatekî din dagir bikin û ji wan desthilatdaran re bike mêtîngeh di van şeran de jiyana xwe ji dest didin hene. Ev ne ji bo welat, şeref û rûmetê; ji bo berjewendiyên wan desthilatdaran, ji bo pereyan canê xwe ji dest didin. Ya rastî canê wan ji wan tê standin. Ji ber ku ew canê xwe ji bo berjewendiyên desthilatdar û dewleta xwe didin. Em nikarin ji wan re bêjin şehîd. Desthilatdar ji bo wan pir tiştan dibêjin, pir pesnê wan didin; lê rastî ne ev e. Ev ne ji bo mîrovatî ,exlaq, rûmet, ked û welatê xwe ye; ji bo ku li ser hin welat û gelên din zilmê pêş bixin diçin şer. Zarokên wî welatê ku dixwazin dagir bikin jî li hemberî wan serî radikin û şer dikin. Ew bi guleya azadiyê tên kuştin û dimirin. Bi rastî dimirin.
Lê keseki ku welatî wî tê dagirkirin cûda ye. Ew vê mêtîngehî, dagirkirin û binpêkirina axa xwe wekî heqaret û bêrûmetî dibinin û wisa nêz dibin. Kesekî ji wan re nabêje, li ser wan zext çênake ku biçin şer. Ew bi vê rastiyê re rû bi rû tên û biryara derketina serê çiya, nav daristanan an ji çûyina çolan didin. Kêm zêde li her welatî wisa bûye. Ji ber ku zanebûna welatê wan hebû.
Lê li Kurdistanê rewş cuda bû. Taybet dagirkeriya qirker li ser gelê me siyaseta bişaftin û qirkirinê ferz kirin. Erê Kurdistan jî mêtîngeh bû, lê taybetmendiyên xwe cuda hebûn. Mînak; Kongo di bin dagirkeriya Belçîqa de bû, jê re digotin Kongoya Belçîqa. Lê cardin navê Kongo hebû. Dema ku Vîetnam hate dagirkirin jî, digotin Vîetnam’a ji aliyê Fransa ve hatiye dagirkirin. An jî Hîndîstan. Mirov dikare van mînakan zêde jî bike. Kurdistan ji aliyê dagirkeriya Tirk ve hatibû dagirkirin lê navê Kurd û Kurdistan tunebû. Zarokên Kurd navê Kurdistanê nebihîstibûn ji demekî şunde. Yanê welatek ji bo van tunebû.
Gelek kesan derketibûn derveyî welat. Behsa Kurd û Kurdistanê dikirin. Lê yên li ser axa Kurdistanê di pença qirkirina dagirkirina Tirk de êdî ji zimanê xwe, ji çanda xwe, ji dîroka xwe dûr ketibûn. Êdî wekî Tirkekî li welat difikirîn, hîs dikirin û tevdigeriyan. Li hember ax û gelê xwe biyanibûnek dijîn. Ne di ferqê de bûn ku çi bi serê wan tê. Lê di kuraniya dil û mêjî de hin çirûsk hebûn. Êş û janekî hebû. Lê xwe ne dida der.
Rêber APO di sala 1973’an de roja Newrozê şeş ciwan kom kirin û ji wan re got ‘’Kurdistan hatiye mêtîngerkirin û pêwîste ew neyê qebul kirin, were rizgar kirin.’’ Kurdistanek destpêkê di mêjî û dilê xwe de ava kiribû. Xwe bi Kurdistanê re, bi jiyana Kurd re kire yek. Jiyana Kurd û Kurdistanê bi xwe re kire yek. Got ku pêwîste wekî gelên cîhanê yên ku welatê wan hatiye mêtîngerkirin çawa li hemberî mêtîngeran tekoşîn meşandine, pêwîste em jî wer bikin.
Welat û gelekî ku tune hatibû hesibandin eger ew welat carekî din bibe welat, ew gel carekî din bibe gel pêwîst dikir ku hin kes bi canê xwe, bi xwîna xwe qîr bikin û bibêjin ‘’Ev der Kurdistan e û em jî Kurdin. Pêwîste em rizgar bibin.” Belkî hin kesan wer gotibû. Lê kesekî ku wekî şahidekî derkeve holê, li hemberî dada cîhanê vê bibêje. Wê ev peyam çawa bihata dayîn. Ev yek hêsan nebû. Pêwîstî bi can û xwîn hebû. Pêwîstî ‘’ Ev der Kurdistan e, ez jî Kurdim. Ji bo ku rizgar bibe, ez canê xwe didim. Ez şahîdim ku encax ev welat bi vî rengî tê rizgarkirin.’’
Warê ferq û cudahiya şehadetên li Kurdistanê ev bû. Ji ber ku di hêlekî de îxanet, di hêlekî de cehalet û xeflet, di hêlekî de bêxemî ew qas kûr bû, pêwîst dikir ku bi şêwazekî fedaîyane têkoşînekî were kirin. Îhtîyaç bi şahidan hebû. Yanî îhtîyaç bi şehîdan hebû.
Şehîd kiye, ew kes e ku bi canê xwe dibêje “ev doz rast e, pêwîste bi ser bikeve. Ji bo ku bi ser bikeve û ji bo ku ev peyam cihê xwe bigire û jiyanî bibe, canê xwe dide”. Yanî şahîdiyê li dozê dikin.
Rêber APO, welatek û gelekî bi keç û xortên wisa ava kir. Lê dagirkeriya Tirk a qirker dixwaze carekî din kesayet û civaka Kurd bizivirîne beriya Newroza 1973’an. Ji bo wê di Sibata 2021’an de êrişî Garê kirin. Hevalê Şoreş berxwedanekî dîrokî meşand û mêtîngeriya Tirk têk bir. Demekî şûn de carekî din êriş bir ser Herêmên Parastina Medya.
Di vê demê de me û rêheval Çekdar Giravî bi hev re kar dikir. Digot “pêwîste ez xwe bigihînim cihê ku pevçûn di navbera heval û dagirkeran de pêk tê.” Pir bi israr bû. Min jê re got dikarî hinekî sebir bikî, pêwîste em hinekî nîqaş bikin. Pêvajoya ku emê bi hev re kar bikin ji min re nêrînekî wiha gotibû ‘’Ez dikarim salekî li vir bimînim. Lê pêwîste ez piştre biçim navenda şer.’’ Karê girîng dikirin. Lê ji bo Hevalê Çekdar singesing şer kirin, tola dîrokî bi destê xwe rakirin, wateya jiyanê bû. Digot, dagirkeriya Tirk encax bi vî rengî em dikarin ji welatê xwe derxînin.
Baş tê bîra min li Mamreşo berxwedan hebû. Dijmin Mamreşo dorpêç kiribû. Lê di tunela Mamreşo da berxwedanekî dîrokî dihate jiyan kirin. Li wargeha me TV tunebû. Nêzî me wargehek din hebû, TV li vir hebu. Min li wê derê nûçeyên evarê guhdar kirin. Di nûçeyan de digot Fermandarê Berxwedana Mamreşo Serhat Giravî û hevalên pê re şehîd ketine. Min Hevalê Serhat Giravî nas nedikir. Lê paş navê Heval Çekdar jî Giravî bû. Dema ez ji wargehê ketim rê û werim wargeha ku em lê dimînin di rê de difikirîm ‘gelo Şehîd Serhat Gravi çiyê Rêheval Çekdar e? Ji Hevalê Çekdar bipirsim an nepirsim, jê re bêjim an na, wê çawa bandor bibe. Qederekî dinav dudiliyekî de çûm û hatim.
Dawiyê da niqaşa nav xwe min xelaskir, biryar da ku ,ez ji Rêheval Çekdar bibirsim û jêre bibêjim. Ev biryar li ser naskirina Rêheval Çekdar Giravî min da. Di nava sal û nîvekî de me hev baş nas kiribû. Heta ez wiha jî fikirîm. Belkî paşnavê xwe eynî bin. Le ne tişteki hev bin. Lê car din min got carekî jê pirs bikim û piştre jê re bêjim. Ber bi êvarê bû. Em çûn mangê, ez û Hevalê Çekdar bi hev re di mangeki da diman.
Min jê re got, “Hevalê Çekdar, Serhat Giravî çiyê te ye?”
Yekser got, “pismamê min e. Te çima pirs kir, ma şehîd buye?”
Min jî got “erê”
Demekî bêdengî çêbû. Min bixware got, eceb min baş kir, xerab kir?
Bêdengiyekî giran di navbera me de çêbû. Rûyê xwe wekî rûyê Hevalê Çekdar ku min her dem bi coş an jî bi hêrs dîtibû, vê carê xemgîniyekî li ser rûyê wî belav bibû. Bi êşekî, lê bi biryarbûnekî, êşa xwe bi biryarbûnê pêça û wiha got;
‘’Hevalê Serhad pismamê min e. Em bi hev re mezin bûn. Me wekî bira ji hev hez dikir. Em bi hev re jî tevlî PKK’ê bûn. Ez bi şehadeta Hevalê Serhad serbilindim. Barê min hîn jî giran bû.”
Axaftinên xwe xemgînî tê de hebûn. Lê xemgîniyekî bi biryar bû. Cardin got; ‘’Êdî salekî jî derbas bû. Pêwîste êdî ez biçim.’’
Min jê re got; “ecele neke”. Pêwiste rêveberi biryar bide.
Çend roj derbasbûn, rexistinê niqaşek kir û vesaziya Rêheval Çekdar çêbû. Rêheval Çekdar, him cilên gerila, him çek û rext lê dihat. Çenteyê xwe jî şemsiye li ser giredayî avetibû pişta xwe. Ji bo em van rêbikin amede bû, ku biçe. Hevalên amede bûn û kom bûn. Soza serkeftinê, soza azadiya Rêber Apo û soza tolhildanê da.
Dema ku em ji hev qetiyan bihar bû. Meha Şehîdan, meha Gulanê, ber bi êvarê bû. Hîn roj neçûbû ava. Bayekî hênik û nerm pelê dar beruyan dihejand. Di nav şaxên daran de tîrêjên rojê li rûyê Hevalê Çekdar dixist.
Min carekî wiha lê nihêrî; wekî resmekî ku ressamên herî mezin çêkirî li hember min sekinîbû. Çek, rext û uniforma gerila bi rastî jî lêdihat. Yek ji ciwanekî fedaiyê Kurdistanê yê herî çeleng bû.
Min got:” Hevalê Çekdar me evqas bi hev re kar kir, em ev qas bi hev re man herî dawî ti yê tiştekî bêjî?
Rêheval Çekdar, got; “ Tiştekî ku ez bêjim tune, baldar bin. Em ê teqez hev du carekî din bibînin. Ji were serkeftinê dixwazim. Hevalên ku me nedîtin jî silavên me ji wan hevalan re bêje.”
Me pir bi germahî hev du hembêz kir û piştre Hevalê Çekdar berê xwe da qada şer û bi rê ket. Heta ku di nav daran de, pêş çavan wenda bû, min lê dinêrî. Ew jî çend caran zivirî, bi rûyeki ken, destê xwe bilind kir û hêjand. Carekî din berê xwe da qada şer û meşiya ji çav wenda bû.
Di destpêka meha Îlonê 2021’an de hevalekî ji min re got; “ez dixwazim ji te re tiştekî bêjim, lê ez tereddût dikim.”
Min jî got: “Bêje.”
Cardin negot, min israr kir, min got: “çi bûye bêje”.
Got: “Hevalê Çekdar…û sekini…”
Min got: “Çi bûye Hevalê Çekdar?”
Got: “Ma te nebihîst?”
Min got:”Na.
Got: “Hevalê Çekdar şehîd ketiye!”
Min got: “li ku şehîd ketiye?”.
Got: “Li Xakurkê… bi qehremanî şehîd ketiye.”
Bêdengiyek di nav me da çêbu. Min encax karî bejim: “temam”
Piştre bi dû ketim, min tekmîla şehadeta Heval Çekdar dit. Çawa li hember dagirkeriya Tirk şer kiriye û ber xwe daye, hemû hatibûn nivîsandin. Pêvajoya ku me hev du naskirî hemû di demekî kurt de wekî fîlmekî di ber çavên min de derbas bû. Di dawiyê de dema ku em ji hev qetiyan ew dîmen wekî resmekî di serê min de ma. Dikeniya û pişt xwe dinihêrî û diçû. Cardin vegeriya destê xwe hêjand û çu!
Bi coş bû! Ji ber ku ber bi tolhildanê ve diçû!
Bi coş bû! Ji ber ku ji bo hesab pirsîna dîrokî ve diçû!
Bi coş bû! Ji ber ku ji bo hebûn û rizgariya gelekî dê bi ser dijmin de diçû!
Heval Çekdar ciwanekî ji Botanê bû. Di ciwantiya xwe de tevlî partiye bibû. Kesayeta xwe di nav Partiyê de dîtibû. Di malbatekî welatparêz de mezin bibû. Bi rastî ji welatparez bû. Di nava serhildanan de xwe dîtibû û xwe nas kiribû. Demekî li metropolan karkerî jî kiribû. Ked, mijokdarî, kesê ku bi netewperestiya dagirkeran jehr bûye çawa li Kurdeki dinerin, çawa heqaret dikin, dîti bû.
Li Botanê û li Herêmên Parastina Medya gelek karên girîng kiribû. Dema ku çeteyên DAİŞ bi plana dagirkeriya Tirk û ixaneta PDK li Şengal 4 Tebaxa 2014 dagirkirin, qirkirineki mezin li ser gelê Şengal’ê meşandin şunde, Fermandariya HPG kete nav tevgerekî; 12 Heval wekî 12 siwariyê Derwêşê Evdê amadekirin û berê xwe dan Şengalê. Ji vê şunda êdi Gerilayê APO’yi ref bi ref berê xwe dan Şengal’ê.
Vayê keseki ku di ev koma pêşeng de cihê xwe girtî jî Rêheval Çekdar Giravî bû. Demeki ku çeteyên DAİŞ êrişê kîderê dikirin, arteş belav dikirin. Di nav çend saeten de Musul dagirkirin. Dema ku berê xwe dan Şengalê jî him arteşa Dewleta Irak’e belav bû û reviya, hem ji pêşmergeyê PDK belavbûn û reviyan. Bi hezaran mirov kuştin, bi hezaran jin-zarok revandin û şandin bazara firotinê. Gelek cih ware piroz ye Şengalê xerab kirin. Li mirovan zilmekî mezin kirin. Herkesî nikaribû berê xwe bidin Şengalê. Lê bir rehet karibûn pişta xwe pêdin û birevin biçin. Demeki dirêj li vir ma, di rizgariya Şengalê de kedeki mezin da. Xwina xwe jî rijand, birîndar bû. Lê demekî şûnde cardin berê xwe da çiya. Çiya ji bo Rêheval Çekdar, qiblegeha azadi bû û piroz bû.
Di kolandinên tunelan de bi salan, bi şev û roj kar kiribû û ked dabû. Hevalekî vekirîbû, dobra bû. Di fêm kirinê de bi lez û zirek bû. Minak, careki got; “Ezê fêri saz bibim. Demeki kurt de, fêri saz bû. Ku karek werê kirin, li benda kesi nedima. Bi inisiyatif bû. Li hemberî kêmasî, şaşîtî û xeletiyan rexnegir û xwedî helwest bû. Di ked dayînê de bêsînor bû. Dema ku bi hevalan re kar dikir, di karê xwe de cîdî bû, bi disîplîn bû. Di meşandina karan de encamgir bû. Li şûna ku hevalên kêleka wî biwestin, hîn zêdetir xwe diwestand. Dem bi dem helbest dinivîsand, şîrove dinivîsandin. Dema ku me hev du nas kir, ji Akademiya Mahsun Korkmaz mezun bibû, fermandar bû. Wextê xwe bi xwendinê derbas dikir. Dixwest xwe pêş bixe. Ji bo ku rastiya Serokatî fêm bike xwe diêşand. Xwendin û nivîsandina xwe piranî bi Kurdî bû. Ûslûbê xwe zelal û net bû. Zimanekî xwe yê çêker û mirov îqna dike hebû. Dema ku di wextekî teng de pêwîst dikir ku karekî bi lez were kirin çavê mirov li Heval Çekdar digeriya. Bi lez bû. Kesayetekî dilnizim bû. Di demên herî zor û zehmet de, te dinihêrî yan behsa hevalan dikir an jî mijarekî bi henekî dianî ziman û hevalan dikenand. Bi qasî ku rexnegir bû ewqas jî li hemberî kêmasî, şaşîtî û nebesiyên xwe jî bi rexnedayîn nêzîk dibû. Diket nav hewldanan ku wan kêmasiyan cardin dubare neke.
Ez dixwazim nivisa Hevalê Şiyar li vir bi cih bikim. Ji ber ku li Xakurk’ê dinav şer de û dema ku şehîd keti li gel Rêheval Çekdar bû. Nivîse ku Hevalê Şiyar ji min re şand wek xwe li vir bi cih dikim. Kesayeta lehengeki ev nivis hin baştir tine ziman! Tiştê ku ez jê ne agahdarbûm, min nizanibû û nikaribû bînim ziman di vê nivisê de heye. Rastiya Şehid Çekdar Giravî, hin baştir berbiçav kiriye.
“Ez li Xakurkê bûm, ji bo karekî derbasî Xinêrê bûm. Mîn Heval Çekdar destpêkê li wir dît. Bi rastî sekna xwe, nîqaşê xwe, moralê xwe pir dikete çav, hebûna wî pir diyar bû. Me hîn heval nas ne dikir lê heval bi me re pir zû sempatiyek ava kir. Me ne dizanî vesaziya heval li kîderê ye, bes me dixwest em bihevrebin, bihevre kar bikin. Piştre hevalên rêveberiyê gotin ji xwe wê Hevalê Çekdar derbasî Xakurk’ê bibe, vesaziya heval wisa hatibû diyarkirin. Piştre em derbasî cihê xwe bûn. 4-5 roj ket navberê Heval Çekdar û komek hevalên din hatin. Çawa hat rojeva wî pir tijî bû, yekser dixwest bikeve nav kar. Civînekî me çêbû, heval di civînê de bi uslubekî pir xweş axivî, diyar bû lêhurbûna heval kur bû û îddea wî xort bû. Wek destpêk heval got heta demekî kurt ku ez li ser erazî hakîm bibim heval çi plansazî deynin pêşiya min ezê tevlî bibim. Li ser vî esasî vesaziya heval li ser yekîneyekî çêbû. Roja din heval yekîneya xwe girt û çû cihê xwe. Plansaziya çalakiyekî hebû, roja piştî wê em jî wek yekîneyek heval çûn gel wan. Me çend ro bi hev re kar kir wê demê min heval baştir naskir. Bi rastî di cihên zehmet de kesayet pir zû diyar dibin, ji ber wê ez dibêjim min heval baştir naskir. Heval ji bo hemû karan amade bû û bi xwestek dikir. Ji bo wê jî karê wî paqij derdiket. Dema wisa dibû, bi xwezayî bi me re hîn zêdetir xwestek çêdibû û me moral digirt. Yê herî zêde hêz dida me; kîna Heval Çekdar a li hemberî dijmin bû. Heval li ser vê nîqaşên pir bi bandor jî pêş dixist, nivîs dinivîsand, nivîsên heval îddeaya heval radixist ber çavan. Ew noqteya heval destpêkê çûn bûn piştevan. Rojek em çûn wir defterek hebû, heval li gor cihên dijmin tê de ne nexşeyek çêkiribûn, ser nîqaş kiribûn, nivîs nivîsandibûn. Heval Çekdar di defterê de destpêkê wiha nivisîbû “WÊ XAKURKÊ RIZGAR BIBE.” Ez vana ji bo ku kêm heval hene xwe zû didin hezkirin û tevlî kar dikin dibêjim. Di kêleka vê de jî bi taktîk re mijûl bibe, pêşniyar û plansaziyan bike. Piştî çend rojan em bi hevre çûn karekî û me keşfa girekî kir. Heval ji min re çend tişt gotin û sohbet vebû, me çend henek kir “dema me destpêkê hev du dîtî” ew mijar vebû. Wê deme em nû çû bûn hemû heval hatin silav dan me. Heval Çekdar min dît bes ew derbasbû piştî çend deqiqeyan hat nû wisa silav da me rewşa me, ya hevala û cihbûna dijmin pirskir. Min jê re li ser wê mijarê got “tû çima destpêkê nehatî” bersiva heval rastî pir xweşa min çû û min zêdetir wî naskir. Heval got; “Hevalên me bi karen cidî re mijûl dibin û cidîne. Ez çûm min êlekê xwe li xwe kir, ez fikirîm ezê çi biaxivim û piştre hatim.” Heval dema vê yeke got dîmenê wê deme hat ber çavên min. Heval di jiyanê de xwe pir baş plan dikir. Ew jî mînakekî vê yekê bû. Rêz û hûrmet dayîna hevaltî di heval de li pêş bû.
1-2 rojên din jî heval hem karên derdor û hem jî bi keşfên çalakiyan ve mijûl dibû û dawiyê tişta me dixwest çênebû. Nêrînekî din derket ku cihek hebû, ne dihate zanîn ka rewş çawa ye. Wekî destpêk yekîneyek heval biçin keşif bikin û derfet çêbû bi însiyatîfin ku çalakî jî bikin. Rêveberiya eyaletê jî li gel me bû. Wekî biryar tevî Heval Çekdar, sê heval biçin, hate girtin. Heval bêyî ku wext wenda bikin bi rê ketin.
Cihê Heval biçin, di navbera Girê Şehîd Şahan û Şehîd Axîn de bû. Heval xetekî nû ceribandin û çûn. Heval di sê rojan de xwe gihandibûn cihê xwe û keşif kiribûn, hedef diyarkiribûn. Çû bûn ser milekî ku di navbera giran de wekî rêzezinarek e û heval derdikevin ser wir. Diçin ser qabloyên dijmin a ceyranê hinek din li derdor dinêrin ku hema hatine nava dijmin. Mesafeya hevalan û dijmin pir nêze. Li ser gir hin mevzî hene, li mile din ê gir jî leşker di erazî de ye û kepçeyek kar dike. 2 heval li wan eskeran û kepçeyê didin, Heval Çekdar jî li mevziyên ser gir dixe. Heval li wir çûne ser cenazê leşkeran û çek jî radikin. Dema paşve dikişin hevalekî linge wî pir xirap qulipî bû. Ji xwe saetên ber êvarkî bû çalaki çêbû. Heta ku heval ji wir derdikevin û xwe digihînin dolê dibe êvar, ji xwe teknîk pir zede bi kar tînin. Hevalekî ji ber lingê xwe nikare bimeşe, heval li wir ma bûn. Roja din heval li ber tehtekî rûniştine Heval Çekdar jî nobedare. Dijmin bi hejmarekî zêde xwe berdide erazî û berbi hevalan ve tê. Dema heval pê dihesin ji xwe mesafe êdî pir nêze. Heval Çekdar tê gel hevalan rext û çeka xwe digre dîsa diçe kêlekê û dijmin dişopîne. Hinek din jî diçe kêleka wan heval banê wî dikin lê Heval Çekdar nabihîse, hevalên din ferq dikin ku wê dijmin li Heval Çekdar bide hevalên din mudexeleyê dijmin dikin û pevçûn derdikeve. Wê demê Heval Çekdar jî dikeve pevçûnê lê cîhê heval hîn zêdetir hedefe. Hevalên din bi bombe lê didin û 2 hevalin. Piranî giranî dikeve milê Heval Çekdar û heval bi wî awayî şehît dibe. Ji ber heval û dijmin di nav hev de ne tevlîheviyek mezin derdikeve, dijmin jî şaş dibe. Jixwe erazî dişewite dixan zêde ye her du hevalên din xwe lê didin û ji wir derdikevin.
Tiştên ez niha dikarim binivîsim ev tiştin. Bi rastî jî ez çi bêjim dê kêm bimîne. Bes demekî pir kurt me bi hev re jiyan kir lê belê me pir tişt ji heval girt. Sekna heval ya birdozî û rêxistinî pir li pêş bû û ji me re mînak bû. Bi birdoziya Rêber Apo kesayetên azad çawa avadibin û navê xwe di dîrokê de dihêlin îspat û mînakekî wî ya pir zelal bû.”
Ku iro li hember dagirkeriya, qirker devleta Tirkiye gerila ku berxwedaneki dirokî dimeşîne, di vir de sekin,tekoşin û şehadeta Rêheval Çektar Giravî ji pareki xwe heye!
Ev nivisê ku Rêheval Şiyar nivîsi, militanê demê yê APO’yi penase dike. Yanî Çekdar Giravî pênase dike. Çava bi ruheki tolhildanê êrişê dijmin dike dîmena wî li ber çavê me radixe. Militanê deme kî ye çawa jiyan dike, çava şer dike, çava hevaltî dîke, ji bo ku hevalê xwe bi tenê nehêle, nekeve destê dijmin çawa bi hezkirinekî mezin ya hevaltî, bi cesaret, bêtereddut û fedaiyane tevdigere bi hemû kêliye xwe tîne ziman.
Xakurkê warê Berîtan, warê Rustem Cûdî, Alîşer, Çîçek Kiçî, Dr.Amara, Agirî û gelek Şehîdan e.
Niha şunda navê Rêheval Çekdar Gravî ji lê zêde bû.
Xakurkê edî bu ware leheng Çektar Gravi jî.
Her ku ez diçûm Xakurkê li kîjan dolê û gir dinerim li vir Şehîdekî min didît.
Ji niha şunda ez ê Şehîd Çekdar jî bibînim. Wekî Rustem û Çîçekan.. Wê cardin bi coşa xwe bikene û destê xwe bihejîne… Û cardin biçe…
Erê, hevalê min ê hêja Çekdar, tiştên ku te dema agahiya şehadeta Rêheval Serhet bihistî û te gotî, ez ji dubare dikim. Eş û jana dilemin mezine le biryara min a tekoşin û tolhildanê jî hin mezintir bû.
Ez cardin soza xwe ku li ser şopa te û hemû Şehîdan bimeşim, dibin emir û nerinê te da tevbigerim dubara dikim! Heya azadiya Rêber Apo, heya Kurdistan’a Azad…Heya ku nefes digirim….
Gelek û Partiyeki ku xwediyê kesayetên wekî reheval Çekdar Giravî ne, kes nikare li ser van êdi dagirkeriya qirker bimeşîne. Ti hêz nikarin, pêşiya azadiya KURDISTANÊ bigrin. Û belavbûna pelê paradigmaya Rêber Apo asteng bikin!
Şervanekî Şehîd Fermandar Çekdar Giravî