ŞEHÎD RÊZAN URKEŞ

 

İsmaîl Hûsnû bi navê tevgerî Rêzan Urkeş sala 1980’an de li bajarê Amûde di nava malbatekî welatparêz çavên xwe li dinyayê vedike. Bajarê Amûde ku bi çand û kevneşopiya xwe tê naskirin şahîdî ji gelek qetliyam û berxwedanan re dike û cihê xwe di nava wan berxwedanan de digre. Malbata Hûsnû li ser esasê belavbûyîna fikir û ramanên Rêber APO yên li Rojavayê Kurdistanê tevgera Apoyî nas dike û hestên xwe yên welatparêziyê bi nirxên partiyê ve dike yek. Malbata Hûsnû zarokên xwe li ser esasê çand û zimanê Kurdî mezin dike, rastiya dijminê xwînxwar her destnîşan dike. Ji lewra ismaîl jî mîna gelek zarokên Kurd tenê 8 sal dibistanê dixwîne û hêj di temenekê biçûk de dest ji dibistanê berdide. Ew di serî de li wir tûjbûyîna pergala Dewleta Sûriyê nas dike û kîna wê ya li beramberê vê yekê roj bi roj mezintir dibe.

Xeyala Îsmaîl ji zarokatiyê eve ku rojekî tevlî gerîlayên Azadiya Kurdistanê bibe. Di ciwantiya xwe de Îsmaîl êdî gerîlayên ku bi destanên wan hatibû mezin kirin dibîne. Îsmaîl şopên kedê di destên gerîlayan de dibîne û hestên azadiyê di biriqîna gerîlayan de hîs dike. İsmaîl Piştî ku Rêber APO bi komployeke navneteweyî ji aliyê dijmin ve tê girtin, mîna bi hezaran ciwanên Kurd bi armanca bersivdana li komplogeran vê rewşê qebûl nake û weke bersiv di sala 1999'an de tevlî nava refên gerîlayên Azadiyê dibe.

 

İsmaîl Hûsnû êdî bi navê xwe yê şoreşgerî Rêzan Urkeş tê nasîn. Gerîla Rêzan ji bo dîtina perwerdeya bingehîn a şervanê nû derbasî qada Qendîlê dibe. Gerîla Rêzan di perwerdê de rastiya dîroka Kurdistanê û gelê Kurd dibîne. Bi dîtina perwerdeyê kîn û nefreta xwe li dijî dijmin bi îdeolojiya Rêber APO ve dike yek û kesayetiyek xurt di xweda ava dike. Li ser vê bingehê ji bo rizgariya gelê Kurd bi hemû hêza xwe tevlî jiyanê dibe û xwe pêş dixe. Gerîla Rêzan her deqeyekî xwe perwerde kirinê ve derbas dike. Ew hem di aliyê leşkeri û hem jî di aliyê bîrdozî de kûrbûnekî di xwe de dide avakirin û perwerdeya xwe bi awayekî serkeftî derbas dike.  

 

Gerîla Rêzan di kesayetiya xwe de guhertinên girîng dike. Kûrbûna xwe ya îdeolojîk bi kûrbûna leşkerî re dike yek û bi vî rengî hewl dide bibe gerîlayeke şareza û ji bo bibe şervaneke baş ji aliyê hunera leşkerî û taktîkên gerîla ve xwe timî perwerde dike. Gerîla Rezan di şoreşgeriya xwe da timî li sedemên xwe yên tevlîbûna di nav PKK’ê dilsoz dimînê û di xeta milîtaniya PKK’ê de her tim israr dike. Weke milîtanekî mînak li her derê, her wezîfe bêdudilî bi cih tine. Bi vî taybetmendiya xwe di nava her şert û mercî de barê têkoşînê dide ser milên xwe. Bi cidiyetekî mezin nêzî her karî dibe, ji bilî serkeftinê pîvanekî din qebûl nake û armanca serkeftinê her tim mezin dike.

Gerîla Rezan li Qendîl, Behdînan, Xakurkê, Garê, Metîna û gelek qadan  bi salan gerîlatiyê dike. Ezmûnên xwe yên şer û jiyanê li wan qadan mezintir dike. bi taybetmendiyên xwe yên dilnizm û kedkar bala tevahî rêhevalên xwe dikşîne. Ew her tim di çeperên herî pêş de cihê xwe digre û di çalakiyan de her tim li pêş e. Gerîla Rêzan hêvî di jiyanê de dibîne û bi moralekê mezin beşdarê jiyanê dibe.

 

Gerîla Rêzan êdî gerîlayekî ku di pratîka de hatiye pijandin û xwedî gelek ezmûna ye. Gerîla Rêzan pêşniyara xwe ji bo dîtina perwerdeyekî birdozî dike. Pêşniyara wî tê qebûl kirin û derbasî Akademiya Mazlum Doxan dibe. Gerîla Rêzan di perwerdê de aliyên xwe yên kêm bi rastiya Rêber APO û şehîdan ve derbas dike û kesayetiyek mezin û dagirtî dide avakirin. Di aliyê fikir û ramanên Rêber APO de xwe kûr dike û kêlî bi kêlî xwe zêdetir nêzî rastiya Rêber APO dike. Li ser vê bingehê hewl dide ku stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî bi her awayî fêm bike û bi cih bîne. Gerîla Rêzan perwerdeya xwe bi awayekî serkeftî xilas dike û pêşniyara xwe ji bo qadên Bakûrê Kurdistanê dike û pêşniyara wî tê qebûl kirin.

 

Gerîla Rêzan li kuderê de zor û zehmetî hebin xwe ji bo wir pêşniyar dike. Berê xwe dide Bakûrê Kurdistanê qada Botanê. Gerîla Rêzan bi zanebûnek mezin berê xwe dide qada Botanê, di ferqa vê de ye ku Botan di dîroka Kurdistan û di dîroka têkoşîna PKK’ê de cihek xwe yê girîng heye û Botanê wekî dilê têkoşîna Kurdan dibîne. Gerîla Rêzan ji bo tolgirtina hevalên xwe yên şehîd û wan hevalan dana jiyankirin ve derbasî qada Botanê dibe. Gerîla Rêzan bi hemû hêz û baweriya xwe, bê ku westandin û astengiyan nas bike li Botanê tevlî jiyan, kar û xebatên rêxistinî dibe.

Di dîroka 14 Adara 2011’an de li çiyayê Gabarê di kemîneke dijmin de bi 2 rêhevalên xwe re digihije şehadetê. Bi sekna xwe ya Apoyî ya li nava jiyanê, bi wêrekiya xwe ya li nava şer de dibe milîtanekî mînak . Gerîla Rêzan bê teredût û bi biryardariyek mezin pratîk dide meşandin û di hemû kêliyên jiyanê de ji bo rêhevalên xwe dibe mînak.

 

Kod Adı: Rêzan Urkêş

Adı ve Soyadı: İsmail Hüsnü

Doğum Yılı ve Yeri: 1980 / Amûdê

Anne – Baba Adı: Xezal – Hüsnü

Katılım Yılı ve Yeri: 1999 / Amûdê

Şahadet Tarihi ve Yeri: 14 Mart 2011 / Güçlükonak, Şırnak