Şehîd Havîn Çirav


Nefîse Işik bi navê xwe ya şoreşgerî Havîn Çirav di sala 1984’an de li gundekê Şirnexê ji dayik dibe. Mekan û dema ku Nefîse jê ji dayik dibe giring û xwedî maneye. Nefîse bi têkoşîna Egîdan di warê şerên giran de ji dayîk dibe. Ev yek û di heman demê de çanda Botanê di kesayeta wê de rûdine û karaktera wê xêz dike.

Zarokatiya wê li gund derbas dibe. Li vir Nefîse Işik çanda xwe, dîsa zimanê dayikê û asta girêdana xwe ya bi ax û welat re nas dike. Nefîse li vir hê di zarokatiya xwe de bi çîrok û destanên di derbarê şervanên welatê xwe mezin dibe.

Dema ku di sala 1994’an de şewitandin û rûxandina gundên Kurdên welathez destpêdikin, malbata Işik jî hevkariya bi dewletê re qebul nake û ji lewra neçar dimîne ku ji gund û xaka xwe koçberê Dergûlê ya girêdayî Şirnexê bibe. Li vir jî zextên dijmin di astekê jorîn de ne, ji lewra malbat berê xwe dide metropolên Tirkiyê, ango Edenê.

Di encama hestên xwe yên welatparêziyê û zextên dijmin, Nefîse Işik di sala 1998’an li Gabarê beşdarî refên gerîlayên azadiya Kurdistanê dibe. Jixwe ew çend sal in, li benda gihaştina temenekê hê mezintir bû, da ku bikaribe beşdar bibe. Vê carê Nefîse bi navê Havîn Çirav cardin dikare gavên xwe li ser axa Egîdan biavêje û wisa hîs dike ku roj bi roj xwe hê zêdetir nêzî Egîdan dike.

Gerîla Havîn li Gabarê gerîlatiyê dike û ji ber temena wê hê gelek ciwan e, ew zû fêrî jiyana gerîlatiyê û rêgezên îdeolojîk dibe. Jixwe Havîn di malbata xwe de fêrî civakbûyîn û jiyanekê komunal bibû, jiyana gund bi vî rengî bû. Ji ber vê sedemê ew di têkîliyên rêhevaltiyê de zehmetiyan nakşîne. Berovajiya vê, Havîn Çirav gelek germ û bi feraset nêzî rêhevalên xwe dibe.

Havîn beriya her tiştî rêhevala rêhevalên xwe ye. Ew li Gabarê xwe weke gerîlayekê jin di gelek mijaran de hakîm dike û pêşenga jiyanê ye. Jiyan ji bo Havîn her tişt e, jiyan cîhê xwedî lê derketina Rêbertiya Partiyê, Şehîdan û nirxên gelê Kurd e.

Dema ku di sala 2000’î de pêvajoyên paşvekişîna ya ji herêmên bakûrê Kurdistanê destpêdikin, Havîn jî berê xwe dide herêmên başûrê Kurdistanê. Dûrketina ji xaka Botanê jê re çi qasî bi zehmet jî were, talîmata Rêber APO diviya bû pêk bihata û ew jî di vê de îqna bû.

Di destpêk de Havîn Çirav demekê li qada Qendîlê dimîne. Li vir firsendên Havîn ku partiyê hê zêdetir ji nêz ve nas bike hene. Ew jî hewildide van firsendan binirxîne û xwe zû pêşbixîne. Li vir rêhevala Havîn di jiyanê de pêşenga hevalên xwe ye û ji ber tecrûbeyên xwe yên derbasbûyî, dîsa ji ber têgihîştina wê ya rêgezên partiyê dibe fermandarekê hêja.

Bi derbasbuyîna demê ve jina têkoşer Havîn berê xwe dide qada Xakûrkê û li ber heybet û asêbuyîna çiyayên Zagrosan şaşwer dimîne. Li çiyayên Zagrosan ew dergûşa mirovahiyê, ango ya nirxên mirovbuyînê dibîne. Ev der çavkaniya vê yekê bû. Bi zanîna vê girîngiyê ve Havîn rêhevaltiya xwe dimeşîne.

Ji ber ew li gelek pratîkên bi zor û zehmet de derbasbûye, ew ji bo nirxandina van pratîkan, dîsa ji bo kûrbûyîna di fikir û ramanên Rêber APO derbasî Akademiya jina azad ya Şehît Bêrîtan dibe. Jê şûnde ew cardin ji bo demekê gelek kin diçe qadên Zagrosan.

Feqat Havîn Çirav pêwîstiya xwe ya bi çûndina qadên Botanê gelek dibîne. Jixwe pêngava 1’ê Hezîranê pêşketibû, vêjîna gelê Kurd di pêvajoyekê gelek giring de ji nû ve welidî bû.  Botan warê şehîdan û cîhê têkoşîna çekdarî bû.

Gerîla Havîn Çirav li ser vê esasê ji bo ku ser şopa Egîdan bimeşe, berê xwe dide herêma Botanê. Jixwe rêhevala Havîn xwedî kesayetekê otorîter, bi înîsyatîf û gelek jêhatî ye. Piştî tecrûbeyên ku ew bidestxistiye, li vir jî bi şerkerî û rêhevaltiya xwe li pêş e.

Dema ku gerîlayan di 1’ê Tirmeha sala 2010’an de çalakiyekê li dijî leşkerên Dewleta Tirk ya li herêma Perwarî de lidardixin, Havîn jî di vê çalakiyê de aktîf rola xwe dileyze. Gerîla û fermandar Havîn Çirav di vê çalakiyê û pevçûnan de heya guleya xwe ya dawiyê şer dike û tevlî karwanê nemiran dibe.

Kod Adı: Havin Çırav
Adı ve soyadı: Nefise Işık
Doğum yılı ve yeri: 1984 / Gurdılan, Şırnak
Katılım yılı ve yeri: 1998 / Şırnak
Ana ve baba adı: Vesile / Mehmet
Şahadet tarihi ve yeri: 1 Temmuz 2010 / Pervari, Siirt