ŞEHÎD PİRDOĞAN BERZAN

 

Eyûb Kartal bi navê xwe yê tevgerê Pîrdoxan Berzan li navçeya Patnos a Agiriyê li nava malbateke welatparêz û kedkar jidayik dibe. Ji ber van taybetmendiyên malbata xwe hîn di zarokatiya xwe de fêrî kedê dibe. Ji ciwantiyê û pêve dest bi lêpirsîna rastiya dijmin û rewşa gel dike. Di encama vê lêpirsînê de digehejê encamên girîng û bi taybetî zilm, zext û polîtîkayên qirkirinê yên dijmin li ser gelê Kurd dimeşîne fêm dike. Li ser vê bingehê li hemberî dijminê qirkir dibe xwedî hêrseke mezin û dikeve nava lêgerîn û têkoşînê.

Eyûb 9 salan dibistanê dixwîne û dikeve ferqê ku dibistanên pergalê ti rastiyê nîşan nadin. Eyûb pê dihesê ku kurdistan ne tinê hatiye parçekirin û dagirkirin, di heman demê de qirkirin lê tê ferzkirin. Weke ciwanekî Kurd biryar dide ku ji bo jiyaneke azad û bi rûmet tevli nava têkoşîna gelê xwe bibe. Dijmin ji bo ciwanên kurd ji rastiya PKK dûr bixîne, her cûre qirêjiyê li wan ferz dike û nirxên exlaqî binpê dike. Rêjîma faşîst a tirk bi rêbazên şerê taybet dixwaze ciwanên kurd ji hebûna xwe, gel û welatê xwe dûr bixîne, bike biyanî û dûrî berpersyartiyê bixe. Eyûb Kartal ji ber ku di nava derdoreke welatparêz de mezin dibe, haya xwe ji van polîtîkayên qirêj ên dijmin çêdibe. Lewma ji bo têkoşînek bi zanebûn bimeşîne tevlî nava karên ciwanan dibe. Demekî di çarçoveya nirxên azadiyê de hem xwe hem jî ciwanên li derdora xwe bi rêxistin dike. Ew di nava xebatên ciwanan de mîna ciwanekê Kurd hewl dide erka welatparêziyê ya ku dikeve li ser milên wî, pêk bîne. biryar dide ku bi rengekî çalak têbikoşe û tevlî nava kar û xebatan dibe. Piştî ku demekê karên gel dimeşînê , digihejê wê baweriyê ku sîstema faşîst tenê bi têkoşîna gerîla ya bi biryar dikare bê têkbirin û berê xwe dide çiyayan û tevlî nava refên PKK’ê dibe.

Eyûb Kartal di sala 2011’an de derdikeve rêwîtiya li ser riya heqîqetê. Dema ku digihîje çiyayan navê xwe dike Pîrdoxan Berzan û derbasî perwerdeya bingehîn ya şervantiyê dibe. Ew xwe di perwerde de li ser esasê fikir û ramanên Rêber APO kûr dike. Armanca wî ya sereke ew e ku bikaribe Rêber APO baş nas bike û mîna şoreşgerekê gavan bavêje. Gerîla Pîrdoxan ji bo rakirina tola zarokên welatê xwe bi kînekê mezin li beramberê faşîzmê tevdigere. kêlî bi kêlî dixebite û rihetî ji bo xwe ti caran napejirîne. Gerîla Pîrdoxan xwe li hemberî jiyanê berpirsyar dibîne û xwe li gorî pêvajoyê amade dike da ku bikaribe ji bo her kêliyekê amade bibe.

 Gerîla Pîrdoxan bi kesayetiya xwe ya xwîngerm û kedkar li nava hevrêyên xwe tê hezkirin. bi biryardarî ya xweyî mezin û bi zanabuna xwe perwerdê zû hundirîn dike û di gerîlatiyêde xwe peş dixe. Bi wî hêsta ku dijmin li ser axa pîroz tune bike, jîyana rexistine û rastîya rêbertî dixwaze baş nas bike û rêhevaltîyek baş bimeşîne ,di rê û rebazan de xwe kûr dike û têkoşîneke xurt dimeşîne. Şert û mercên şer çawa dibe bila bibe xwe perwerde dike, kûrbûna di felsefeya Apoyî de ji xwe re dike yek ji armancên sereke. Bi perwerdeyên ku wergirtî di kesayetiya xwe de guhertinên girîng pêk tîne û dibe milîtanekî PKK'ê yê mînak. Gerîla Pîrdoxan giraniya şert û mercên şer û şoreşê di her kêliyê de hîs dike û ji aliyê îdeolojîk û leşkerî ve xwe timî bi pêş ve dibe.

Gerîla Pîrdoxan ji bo ku di projeya  xwe nû de avakirenê de wek milîtanekî ku di Şerê Gel ê Şoreşgerî de xwe nûjen bike, pêşniyara xwe ji bo akademiya leşkerî dike û derbasî akademiyê dibe. Gerîla Pîrdoxan li wir ezmûnên heyî xurtir dike û lêhûrbûnen di derbarê gerîlatiyê, taktîk û şer de xurt dike. Ji bo vê jî dîsîplîna leşkerî derdixe asta herî bilind û dibe gerîlayekî profesyonel. Ew bi awayekî serkeftî beşdarî perwerdê dibe û di branşa sabotaj ê de xwe serwer dike û serkeftî ye. Gerîla Pîrdoxan gelek tiştên nû fêrdibe û xwe ji bo pratîkên hêj girantir amade dike.

Gerîla Pîrdoxan sala 2015’an da derbasî qada Serhedê cihê ku lê ji dayik bûyê û mezin bûyê dibe û têkoşîna xwe li vir dewam dike. Bi şarezabûna xwe ya li qada leşkerî û enerjiya xwe ya xurt tevlî kar û jiyanê dibe û di demekî kurt de dibe pêşengek. Di nava jiyanê û şer de wezîfeyên xwe bi serkeftineke mezin bi cih tîne. Gerîla Pîrdoxan pîvanên milîtaniya serdema nû di kesayetiya xwe de şênber dike. Bi biryardarî û îdîayeke mezin tevlî gelek çalakiyan dibe, bi vî rengî derbên giran li dijmin dixe û di têkbirina dijmin a li qada Serhedê de dibe xwedî kedeke mezin. Gerîla Pîrdoxan her tim hewl dide ku Felsefeya Rêber Apo û xeta jiyanê ya şehîdên nemir li her qada jiyanê serwer bike.

 Di 8 hezîrana 2016’an artêşa Tirk a dagirker li devera Kirê Alê ya bi ser Agiriyê, li gelek cihan kemînan datîne. Dema ku Pîrdoxan li gel rêhevalê xwe Rûstem ji bo erkekê ji wê deverê re derbas dibin dikevin nava kemîna artêşa Tirk. Pîrdoxan û rêhevalê xwe Rûstem li ve derê qasî saetekî bi artêşa Tirk re dikevin nava pevçûneke dijwar û heya guleya xwe ya dawiyê li hemberî artêşa Tirk a dagiker şer dikin û di encam de digihêjin şehadetê.

 

Kod Adı: Pirdoğan Berzan

Adı Soyadı: Eyüp Kartal

Doğum aYeri: Ağrı

Anne - Baba Adı: Süreyya - İbrahim

Şahadet Tarihi ve Yeri: 8 Haziran 2016 / Ağrı