Dilsozê Azadiyê - Şehîd Serbest Sipî

Çiya Karaalî bi navê xwe yê tevgerê Serbest Sipî di sala 1994’ an li navenda berxwedanê Amedê ku bi serhildanan ketiye dîroka Kurdistanê, li nav malbateke hêja û welatparêz de mezin bû ye.  Di nava malbata Çiya de gelek tevlîbûnên hêja li nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê çêbû ne. Çiya bi bîranînên şehîdên ku di malbata wan de çêbûne mezin dibe û têkoşîna hebûn û azadiya gelê Kurd jî di heman wextên zarokatîyê de nas dike. Ji lewra Çiya zêde ji rastiya têkoşînê dûr nayê mezin kirin.

Çiya dema dibistana dagirkeriyê dixwîne li vê derê ji nêz ve dibe şahîdê polîtîqayên qirêj ên dewleta dagirker ku li bajarên Kurdistanê dimeşînê û hewl dide ciwanên Kurd ji têkoşînê dûr bixe. Çiya ku bi kevneşopiyeke welaparêziyê mezin bûye, di temenê xwe yê biçûk de tevlî nava kar û xebatê ciwanan ên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê dibe û li dijî polîtîqayên qirêj ên li ser ciwanên Kurd têdikoşe. Çiya demek di kar û xebatan de dimîne, her tim dixwîne, lêkolîn dike û hewl dide felsefeya Rêber APO û têkoşîna li Kurdistanê baştir fêhm bikê. Dema ku karê ciwanan dike ew dem dibe xwedî tecrûbeyên mezin û wê demê rastiya dijmin baştir fêhm dike û biryar dide ku di kîjan astê de têkoşîneke bi bandor li dijî dijmin bimeşîne. Di encama lêgerînên xwe yên azadiyê de, di sala 2012’an de derdikeve rêwîtiya li ser riya heqîqetê û li Amedê beşdarî nava refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê dibe.

Dema ku Çiya digihêje çiyayan navê xwe dike Serbest Sipî. Rêheval Serbest derbasî qada Metîna dibe û perwerdeya bingehîn ya şervantiyê li vir dibîne. Ew xwe di perwerdê de li ser esasê fikir û ramanên Rêber APO kûr dike. Armanca wî ya sereke ew e ku bikaribe Rêber APO baş nas bike û mîna şoreşgerekî gavên bi zanist bavêje. Serbest li Metîna, Heftanîn û Garê de gerîlatiyê dike. Di wan pratîkên xwe yên serkeftî de tecrûbeyên mezin ên jiyanê qezenç dike. Rêheval Serbest her tim bi kedkarî, bi dilnizm û fedakariya xwe di nava jiyanê de tê nasîn.

Rêheval Serbest ji bo ku di projeya ji nû ve avakirenê de wek milîtanekî ku di Şerê Gel ê Şoreşgerî de xwe nûjen bike û bibe Gerîlayê Modernîteya Demokratîk û di xeta şoreşgertiyê de bikaribe erk û mîsyona ku dikeve li ser milên wî bi awayekî serkeftî pêk bîne, derbasî akademiya leşkerî ya Şehîd Mahîr dibe. Ew bi awayekî serkeftî beşdarî perwerdê dibe û di branşa xwe de hakîm û serkeftî ye.

Rêheval Serbest piştî akademiya leşkerî pêşniyara xwe ji bo dîtina perwerdeyekî bîrdozî dike. Pêşniyara wî tê qebûl kirin û derbasî Akademiya Şehid Îbrahîm dibe. Serbest di perwerdê de aliyên xwe yên kêm bi rastiya Rêber APO û şehîdan ve derbas dike û kesayetiyek mezin û dagirtî dide avakirin. Rêheval Serbest perwerdeya xwe bi awayekî serkeftî xilas dike. Êdî Serbest xwe ji bo derbasbûna qadên Bakûrê Kurdistanê amade dibîne û pêşniyara xwe ji bo qadên Bakûrê Kurdistanê dike û pêşniyara wî tê qebûl kirin

Rêheval Serbest sala 2015’an de xeyalên wî pêk tên û ew derbasî qada amedê dibe. Serbest berê xwe dide cihê ku lê ji dayîk buye û cara yekem gerîlayan naskiriye. Ew li amedê, ango cîhê ku zarokatiya wî derbas bibû gerîlatî dike. Ev yek ji bo gerîla serbest xwedî wateyekê gelek cûda ye.

Rêheval Serbest bi hesta tolgirtina hevalên xwe yên şehîd û wan hevalan dana jiyankirin, derbasî qada Amedê dibe. Rêheval Serbest bi hemû hêz û baweriya xwe, bê ku westandin û astengiyan nas bike li Amedê tevlî jiyan, kar û xebatên rêxistinî dibe. Rêheval Serbest bê teredût û bi biryardariyek mezin pratîk dide meşandin û di hemû kêliyên jiyanê de ji bo rêhevalên xwe dibe mînak.

Di dîroka 7’ê Mijdara 2015’an de li navçeya Dîcle a girêdayî Amedê dijmin di erazî de operasyonek dide dest pê kirin. Rêheval Serbest ji bo ku di vê operasyonê de derb li dijmin bide bi erka xwe radibe. Rêheval Serbest li hember vê operasyonê bi qehremanî şer dike û di encama pevçûnan de tevî 3 hevrêyên xwe digihêje şehadetê.

 

Rêhevalên wî yên têkoşînê

 

Kod Adı: Serbest Sipî
Adı-Soyadı: Çiya Karaali
Doğum Yeri: Amed
Anne - Baba Adı: Heves - Nizamettin
Şahadet Tarihi ve Yeri: 7 Kasım 2015 / Amed