JI BO BÎRANÎNA FERMANDARA WÊREK - ŞEHÎD RONAHÎ MÛRAT

Ronahî Mûrat, ango bi navê xwe ya raste Gulnaz Ekîncî di 12’ê Sibata sala 1984’an de li Konyayê ji dayik dibe. Gulnaz di malbateke welatparêz ku bi aslê xwe ji Mêrdînê ye mezin dibe. Ji ber polîtîkayên dewleta Tirk ên qirkina çandî, demografyaya Kurdistanê guhertinê û gelê Kurd ji nirxên xwe yên çandî û dîrokî dûr xistinê, hîna Gulnaz ji dayîk nebibû, malbata Ekîncî koçî Konyayê bibû. Dema ku Gulnaz çavên xwe li cîhanê vedike, li jiyana ku ji xaka xwe dûr ya bi hestên biyanîbûnê meyze dike. Rûxmî ku zarok e pir tiştan fêm dike. Fêmdike ku yên di destên wan de mertalên ji hesin, bi mertalên xwe ve asoyê mirovan teng dikin, xeyalên mirovan pûç dikin.

Di zarokatiya wê de çûyîn û hatina ya ji welêt re her daîm çêdibû. Ev yek jê re dibû kêfxweşiyeke mezin. Wê li gund weke hemû zarokan dileyist, kêliyên azadiyê jiyan dikir. Yek ji kêliyên ku ti carî ji bîra wê naçin yek jê ev bû; dema ku di heft saliya xwe de li gund, li ber deriya xizmên xwe dirûne, gerîlayan dibîne. Weke keçikeke biçûk ev yek tirs di wê de avakirbû. Kêliya yekemîn ya dîtina gerîlayan tijî bi hestên tirsê bin jî, di deqeyên li pey vê de, dema ku kenê wan şervanan dît pir bandor bibû.

Jiyana Gulnaz piranî li Konyayê derbas dibe lê her ku mezin dibe, ew bi tesîra malbata xwe ya welatparêz tevlî kar û xebatên ciwanan dibe, Tevgera Azadiyê ji nêz ve dişopîne. Car caran çûyîn û hatina wê ya Mêrdînê, li gund jî çê dibe. Hemû pirsên xwe yên di derbarê Kurd û Kurdistanê, di derbarê nirxandinên Rêber APO, di derbarê şoreşê, vê çaxê ji gerîlayan dipirse. Weke jineke ciwan gerîla, çiya, rêhevaltî riya çareseriyê û riya bûyîna mirov e. Li ser esasê lêgerînên xwe yên jiyaneke azad û bi hesreta çiyayan Gulnaz Ekîncî di sala 2001’an de li Konyayê beşdarî nava refên PKK’ê dibe.

Gavên xwe yên yekemîn weke gerîlayeke ciwan, bi navê Ronahî li qada Xinêrê diavêje. Dîtina ewqas gerîlayan di wê de hestên cûr bi cûr avadike. Û dema ku bi xwe cil û bergên gerîla li xwe dike, di ferqa erk û berpirsyartiyên xwe yên weke şoreşgerekê de ye. Perwerdehiya xwe ya Şervanên Nû li vê qadê dibîne. Rûxmî ku di metropolên Tirkiyê de mezin bibû, ew zû adapteye jiyana çiya dibe. Zor û zehmetî jê re ne xem in. Ji ber ku ew ji çiyayan hezdike. Dema ku li girên bilind meyze dike, asoya wê firehtir dibe. Bi hezkirina xwe ya çiyayan ew soz dide Rêber APO ku xwe di her kêliyekê de nêzî Rêber APO bike û hesreta Rêber APO ya jiyana li serê çiyayan ti carî ji bîr neke, qîmet û nirxê vê jiyanê her bizanibe.

Piştî demeke kurt rêhevala Ronahî derbasî qada Qendîlê dibe. Ew pênc sal û nîvan li vê heremê dimîne û tecrûbeyên giring digire. Bi hezaran gerîla tên û diçin vê herêmê. Ji lewra ew di şexsê rêhevalên xwe yên têkoşînê de heremên Kurdistanê yên cûda cûda û di heman demê de jî kesayeta Kurd baştir nasdike. Gerîla Ronahî her hewldide xwe di fikir û felsefeya Rêber APO de kûr bike. Rêber APO dibêje ‘Cîhê ku parêznameyên min lê ne, ez jî li vê derê me.’ Ronahî Mûrat jî xwe bi vî rengî bi rexistin dike. Weke ku her gotineke xwe li pêş Rêber APO de dibêje, her tevgerek xwe, her gaveke ku diavêje, weke ku Rêber APO li keleka wê ye, wisa jiyan dike û têkoşîn dike.

Ji bo kesayeteke mîna Bêrîtanan, Zîlanan di xwe de bide rûnişkandin, ew dizane ku hê zêdetir pêwîstiya xwe perwerde kirinê heye. Ji lewra ew berê xwe dide Akademiya jina azad; Akademiya Şehîd Bêrîtan. Jê şûnde jina têkoşer Ronahî derbasî qadên Behdînan û Heftanînê dibe. Ew li vir tevlî gelek çalakiyan dibe. Ew xwe di şer de nasdike. Ronahî heya dawiyê bi vîna xwe, bi qilêşa xwe, bi rêhevalên xwe bawer e. Dema ku diçe çalakiyê jî tim bi vê dilrehetiyê û ji xwe bawer gav diavêje. Ji ber vê sekna xwe, rêhevalên wê, wê dişopînin, ji xwe re mînak digrin.

Di sala 2008’an de Ronahî Mûrat bi pêşniyara xwe ve derbasî Bakûrê Kurdistanê, qada Botanê dibe. Ev ji bo Ronahî xeyalekê ye. Weke mîlîtan ew pir li ser gotinên Rêber APO ku dibêje ‘Jina ku ji min hezdike, bila berê xwe bide Botanê’ difikire. Rast e. Li Botanê guleyên yekemîn hatibûn avêtin. Li Botanê gelê Kurd rabibû li ser piyan, dengê xwe ewqasî bilind kiribû ku li tevahiyê cîhanê dengvede. Fermandarên yekemîn yên gerîlayên jin li vir şerkeriya xwe û vîna xwe nîşanê gelê xwe kiribûn. Çalakiya yekemîn ya gerîlayên jin li vir çêbibû. Pêşeng Ronahî dizane, gerîlatiya Botanê ne hêsan e. Lê ew ji bo hemû bar, ji bo hemû erk û berpirsyariyan amade ye ku rabike.

Ew bi taybet li herêma Bestayê demek dirêj gerîlatiyê dike. Êdî tercûbeyên salan di xwe de kom kiribû. Hêz û enerjiya ku ji wan pratîkan wergirtibû, vê carê li Botanê dide herikandin. Di jiyanê de pêşengtî dike, di şer de bi wêrekiya xwe hêz dide rêhevalan. Lê operasyonên artêşa Tirk jî her diçe xwe berfirehtir dikin.

Dema ku di meha Sibatê ya sala 2012’an li Bestayê operasyonekê berfireh ji aliye artêşa Tirk ve tê lidarxistin, Ronahî jî amade ye. Ew bi leşkerên Tirk û cerdewanên noker re dikeve pevçûnekê. Bi hemû vîna xwe ve şer dike, têdikoşe. Di encama vê pevçûnê de, rêhevala Ronahî Mûrat tevlî karwanên şehîdên şoreşa Kurdistanê dibe. Lê sekna wê ti carî nayê jibîrkirin û navê wê bi tîpên mezin di rûpelên dîrokê de hatine nivîsandin.

Kod Adı: Ronahi Murat 
Adı Soyadı: Gülnaz Ekinci
Doğum Yılı ve Yeri:1984 / Konya
Anne – Baba Adı: Ayşe - Cemil
Katılım Yılı ve Yeri: 2001 / Konya
Şahadet Yılı ve Yeri: / 13 - 15 Şubat 2012 / Besta, Şırnak