FERMANDARÊ SÎNORNENAS - ŞEHÎD ROHAT GARISA

Rohat Garisa, ango bi navê xwe ya rast Mehdî Kurt di sala 1993’an Colemergê ji dayik dibe. Ew di malbateke welatparêz de mezin dibe. Malbata Kurt bi axa xwe ve girêdayî, rûxmî polîtîkayên dewleta Tirk ya qirkirina çandî û koçkirina ji xakên xwe, ew di herêma xwe de dijîn. Mehdî jî li ser vê esasê zarokatiya xwe li Colemergê derbas dike. Ew li ser axa xwe bi zimanê xwe ve mezin dibe û çanda Kurdîtiyê hûndirîn dike.

Lê herêma Colemergê herêmekê ku bi sinorên dagirkeran ve hatiyê xêz kirin. Ev yek di temenekî ciwan de nakokî di wî de ava dike. Di zarokatiya xwe de Mehdî vê yekê baş nizane, lê bavê wî jî di xebatên şoreşê de cîhê xwe digire û mîlîstiyê ji bo Gerîlayên Azadiya Kurdistanê dike. Di sala 2000’î de bavê wî ji ber welatparêziya xwe û piştgirîdayîna xwe ya ji bo gerîlayan di gundekî de tê qetil kirin. Wê çaxê Mehdî hîna biçûk e, lê hovîtiya dewletên dagirker nasdike. Di heman demê de PKK’ê jî nasdike û dixwaze  li ser şopa bavê xwe bimeşe.

Her ku Mehdî mezin dibe, gerîlayan dibîne û ji rêhevaltiya PKK’ê bandor dibe. Manewiyata ku di jiyana pergalê de zû bi zû peyda nabe, ew di navbera têkîliyên rêhevaltiyê yên gerîlayan de dibîne. Dema ku ew ji Gerîlayên Azadiya Kurdistanê vegotinên di derbarê Rêber APO dibihîse, meraqa wî çê dibe. Ew dibîne ku êdî cîh jê re di nava pergalê de nîne. Dema ku pirtûkên Rêber APO dixwîne, ew cîhê xwe di vir de dibîne. Di parêznameyên Rêber APO de ew manewiyata ku lê digere, dibîne. Li beramberê jiyana marjinal; jiyana demokratik, ekolojik û azadixwaziya jinê, ya ku Rêber APO destnîşan dide, weke riya çareseriyê di Rojhilata Navîn de dibîne. Li ser vê esasê ew di 20’ê Tirmeha sala 2008’an li Wanê tevlî nava refên PKK’ê dibe.

Bi beşdarbûna xwe ya di nava gerîlayan, Mehdî navê xwe dike Rohat. Rast e, ji bo Mehdî roj hatibû. Roj ji rizgariya ji jiyaneke bêwate hatibû, roj ji bo tolgirtina bavê xwe û yên weke wî hatibû. Roj hatibû ku Mehdî sinorên ku ji milê dagirkeran ve hatibûn xêzkirin, bişkîne.

Rêhevalê Rohat perwerdehiya xwe ya Şervanên Nû li qada Xakûrkê dibîne. Di vê qadê de ew cara yekem cilên fedaiyan li xwe dike, xwe bi kesk dixemilîne û weke gerîlayekî Kurdistanê gavên xwe li çiyayên Zagrosan diavêje. Ev rêhevaltiya ku Rohat li malê, di şexsê şoreşgeran de dîtibû, êdî ew bi rêhevalên xwe ve ji nêz ve jiyan dike. Ji bo ku bibe rêhevalekî baş yê Rêber APO, her di nava hewildanên rast fêmkirinê de ye. Çawa ku di salên beriya vê de parêznameyên Rêber APO xwedibû, ew dûbare dûbare cardin li ber çavan derbas dike, ji bo ku rast fêmbike û baş pêkbîne. Heya sala 2009’an gerîla Rohat li herêma Xinêrê dimîne û tecrûbeyên esas ên gerîlatiyê li vir digre.

Jê şûnde Rohat Garisa cardin derbasî herêma ku lê perwerdehiya Şervanên Nû dîtibû, Xakûrkê, dibe. Heya sala 2012’an jî gerîlayê ciwan li vê derê dimîne. Ew bi fedakartiyeke mezin tevlî jiyanê dibe. Lê hêlên wî yên xwîngerm jî hene. Rohat her daîm dixwaze biçe çeperên herî pêş. Rêhevalên wî her car, ji ber temenî wî yê ciwan, wî didin sekinandin. Bes Rohat weke avê ye, diviyabû herîkî ba, di nava bahozê şoreşê de bibûya brûskekê. Û weke brûskekê, bi hemû hêza xwe li dijmin bidaya. Li ser vê esasê ew gavên xwe zû diavêje, lê bi bingehîn diavêje. Ji ber sekna xwe ya bi mînak, ji ber pêşengtiya xwe ya di jiyana gerîlatiyê, ew li qada Xakûrkê weke fermandarekî tîmê tê erkdarkirin.

Di sala 2012’an de Rohat Garisa ji bo xwe perwerde bike ji Akademiya Mahsûm Korkmaz re gûncav tê dîtin. Ji xwe şoreşger Rohat jî dixwaze pratika xwe ya pênc salan lêpirsîn bike, da ku encam jê derbixîne û hê baştir tevlî pêvajoyê bibe. Wekî Rêber APO destnîşan dide, dixwaze di agirê heqîqatê de xwe bişewitîne, xwe ji xwaliyên xwe ji nû ve ava bike. Rohat jî vê yekê armanc dike û hewildanên wî hemû li ser esasê bûyîna mîlîtanekî baş e.

Piştî Akademiya Mahsûm Korkmaz, leheng Rohat cardin weke fermandar û pêşengê ciwan, derbasî qada Zapê dibe. Zor û zehmetiyên heyî ên li Zapê, wî hîn zêdetir ber bi vir ve dikişînin. Ji ber gerîla Rohat ji zor û zehmetiyan natirse. Ew dibêje: ‘Bila zor û zehmetî, bila dijmin, ji min bitirse’. Li vê qadê ew bi wêrekbûna xwe beşdarî gelek çalakiyan dibe. Avahiya wî jî ji şerkeriya wî cesaret digre. Gerîla Rohat weke bahozeke ku ti carî nasekine, dixwaze tola hevalên xwe yên şehîd rabike.

Di 7’ê Çileya sala 2013’an de gerîlayan Qerekola Karataşê ya li Colêmergê hedef digrin ku çalakiyekê li darbixin. Pêşeng Rohat jî beşdarbûna xwe ya ji bo vê çalakiyê dike. Şer û pevçûn giranin û gerîla li ber xwe didin, şer dikin. Rohat Garisa û 13 rêhevalên wî yên têkoşînê heya guleyên xwe ya dawiyê şer dikin û tevlî karwanên nemirên Kurdistanê dibin. Şehadeta Rohat Garisa û 13 gerîlayan ji bo şervanên gelê Kurd windahiyeke giran e. Lê ew soz didin ku wê her di şopa şehîdên xwe de bimeşin, da ku zaferê bi dest bixin û tola şehîdan hilînin.

 

Kod Adı: Rohat Garisa
Adı-Soyadı: Mehdi Kurt
Doğum yeri: Hakkari
Anne - baba adı: Delila - Mehmet
Şahadet Tarihi ve Yeri: 7 Ocak 2013/ Hakkari - Çukurca

RÊHEVALÊN WÎ YÊN TÊKOŞÎNÊ